Aylık Arşivler

Temmuz 2018

Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Görünmezlik bi Kurdî çi ye?

Hûn bi xêr hatin rûpelê dîsa. Ger mal bûya ev der minê berên rengo rengo dabûya ber lingê we. Mêvanê me yê vê carê Pelendar Matîrozî ye, çiyayî ye, koçer e. Hinek ser hişk e, ser de neçin zêde. Li benda bersivên we ye, ji nivîsê zêdetir armanc li vir ew e ku li ser peyvekî em li hev bikin û wekî din hinek kevin pê xeyalên xwe. Dê dirêj nekim; fermo bixwin, biborînin, bixwînin.

Devamı İçin Tık Tık

42 Yorum
Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Bîranînek Li Zarokatiya Min

Silav ji we re malbata mezin! Hûn dîsa dîsa bi xêr hatin rûpela min. îro ew ê ku ez pêşwazî dikim û ji we re jî parve dikim Pilingoye, yekî biyanîye, nizanim kî ye (Bi rastî pilingo tu kî yî?) tenê ji bo hûn nivîsekî beredayî bixwînin nivîsîye. De ka ez zêde dirêj nekim ku hûn dixwazin wî nas bikin dikarin li ser tiwîtirê wî bişopînin. @pilingooo dikare ji bo fêr bûna zimanê Kurdî alîkariyê bide we (jixwe zimanê Kurdî ew qasî jî nizane, tenê li ser dixebite, aynii ben.) Min got ez dirêj nekim lê çi bikim dîsa jî dirêj bû. Idî hûn dikarin nivîsê bixwînin û kî/ê xwend bila hizra xwe jî bêje. Ji we re hembêzek maç û barek şekir. Spasiyên xwe Pilingo re dişînim, öhöm.


Spasdar im ji bo vî karê û ber hewla te xwe ditewînim Salomè, ez ne bloger im, tenê dilê min hez kir min jî bi dil ve nivîsî û ji ber wê ye ku xeletiyên min hebe biborin, bîranînek bû, hate lêv kirin û pêşkêşê we dikim, kerem bikin:


Ez piçûk bûm Xwedayekî/ê min hebû.


Gava ku ez piçûk bûm, nizanim çend salî bûm, min bihîst Xwedayekî/ê min heye, lê ew Xweda ji ber destê diya min hatiye afirandin, min çi bikira an jî çi bixwera, di her tiştî de mijar ditewî ser Xweda, kî/ê bû ew Xweda, ma min tu carî nedîtibû, ku derê tê û diçe ku, çi karê dike, mebesta wî/ê çî ye, lê carna diya min digot pir mezin e, ez gava tenê dimam di hundirê serê min de ronahiyek diqewimî: min digot Xweda pir mezin e, gelo kilik/boçika wî/ê jî heye an na? (lê a niha hişê min de Mewlûda Melayê Batêyî tê gotin, “Hemdê bê hed bo xwedayê alemîn / Ew xwedayê daye me dînê mûbîn” )


Neêse ez rojekî dîsa difikirim eger ku diya min ew qasî qala Xwedê dike, diviyaye ku ew Xwedê nas dike an jî Xwedê cihekî dîtiye. Min jê pirsî: inê ka bêje min, tu Xwedê ku derê de nas dikî, ew qasî behsa wî/ê dikî ango te ew ku dîtiye, gote min na min ew nedîtiye, min jî jê pirs kir çawa te nedîtiye tu çawa zanî yekî/ê çawa ye? Gote min huşbe Xwedê çavên te kor bike, Xwedê te bixurufîne, tu yê lal bî filan bêvan. Wele min ev gotin dibihîst ez huşdibûm, lê ji ber Xwedê na, ez ji ber diya xwe huşdibûm.



Çend meh şûnde min şandine Qur’an ê!! Biçe mizgeftê Qur’an ê hîn be tu yê biçî bihuştê, hin hevalên min jî nedihatin diya wan zêde ser wan de nediçû, min digot dayê ew hevalên min nayên ez çima diçim, diya min digot “kurê min de ez diya te me, mirov gotinên dê û bavê xwe dike, soz bide tu yê herî waneyên Qur’an ê, min jî digot erê lê ez piranî diçûme çem(çemê mûradê) avjeniyê dikir. A rastî min nizanibû Xwedê kî/ê ye lê hemû tişt ser gotinên wî/ê bû, gotinên wî/ê jî diya min digote min, rojekî ez çûme cem diya xwe min got ” inê qey te Xweda afirandiye xêncî te kesî/ê nabînim, hema tu her dem gotinên wî/ê dibêjî, ez bawer im ku tu seba gotinên xwe min bidî kirinê lewma tu wiha dikî.” ahhah  ku min wisa got wele destiyê berê ve çawa min xist, min lêdaneke xweş jî xwer, di kurdî de gotinek heye dibêje: “Tu naxwî noqê şor.” teqez ev gotin ji bo min û lêxistin a min hatibû gotin.


Tiştekî rast hebû, Xwedê ne dixuya lê her dem hizra min de mezin dibû, li gorî dê û bavê min tiştên rast û baş digot, gotinên diya/bavê xwe bike, tiştên baş bike, te erdê zêr jî dît hilnede, mafê kesî/ê nexwe wd. Digotine min.


Ez bawer im Xwedayê herduyan jî yek bû lê hizra wan de cudahî hebû, bavê min ku gava qala Xwedê dikir zêde peyvên xirab nedigot, ango Xwedê baş bû. Lê dîsa jî mijar tu wextê zelal nedibû ji bo min. Mala Xwedê ava, çi bêjim.


Me qala Xwedê kir, lê şeytanek jî heye, em ê wî/ê çawa bîr ve bikin!!Şeytanê Mala Mihemedê Ûsiv, ê jixwe me şeytan nizanibû lê me Mihemedê Ûsiv re digot şeytan, di taxê de çi lîstikên xirab û baş hebûn  di binê serê wî de derdiket ji ber wê bû me wisa digot ê. Şeytan jî pir êş ji me da kişandin, tiştên hemû xirab yên şeytan bûn ên baş jî yê Xwedê bû, lê Mihemedê Ûsiv herdu jî dikir, belbî jî Xweda ew bû, çi zanim ku temenê yekî/ê ji ya me mezintir be gelek tiştî me baştir zane û dike. Divê mirov dikare yên baş re bêje Xweda yên ne baş re jî bêje şeytan? (min hemû peyvên “şeytan” piçûk nivîsî, bêhemdê xwe barkim Xwedayê hundirê min de şeytanê hundirê min mezintir e.)


Lê îro jî, xwe bi xwe re dibêjim,
Xweda heye an na?
Bersiv her dem ne yeke;
Erê heye,
Na tine ye,
Nizanim,
Belbî carna.
Ku hebe jî tine be jî,
gelek caran min afirandiye.


Ji we re jî Xwedê afirandibûn an we xwe bi xwe re afirand? Şeytanên we jî hebûn? 


Gotineke Hesenê Metê ve xatir dixwazim. “Ez bi gotinên şeytên dikim û nîmetên Xwedê dixwim”.


Nîşe: Yên ku dixwazin ez wan a nas bikim, bila bi navê xwe ye tiwîtirê ve şîrovên xwe binivîsin.    Wêneyên tê de yên Pieter Bruegelin in.


 

 

56 Yorum
Resim, Sanat, Tarih

Samson ve Delilah

Selamlar, iki gün misafir ağırladıktan sonra, bugün ilginizi çekecek enteresan bir konu ile karşınızdayım efenim. Schopenhauer , Hegel ve diğerleri şöyle bekleyedursun antidepresan niyetine bir yazı!  Sizlere filmlere, kitaplara konu olmuş, eski ahitte geçen bir hikaye anlatmaya geldim. Hazırsanız başlayalım, buyursunlar:

Devamı İçin Tık Tık

31 Yorum
Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Dûblaja Kurdî

Silav canimno, hûn bi xêr hatin kanala min! Temam temam, henekan dikim. Îro beşdarê Bibe Mêvan û Were Ba Min, serokê dûblajê Gernas Nenas e! Ji sala 2013’an ve di kovara karîkatur û mîzahî ya bi Kurdî Golikê de dinivîse, di gelek malperên înternetê te nivîsandiye û ji bo fîlman jêrenivîs amade kirine vî cewherê ha.


Devamı İçin Tık Tık

45 Yorum
Felsefe, Misafir Ol Gel Bana

Kant’ ın Felsefesi

Selamlar, sevgiler, çiçekler, kalpler. Bu haftadan itibaren blogda “Misafir Ol Gel Bana” bölümü açmış bulunmaktayım. Bu bölüm nedir? Efenim hemen anlatayım, dilediğiniz bir yazınızı, dilediğiniz dilde, sansürsüz olarak, istediğiniz herhangi bir konuda ve ister kendi isminizle ister bir rumuzla salomecizrawi@gmail.com adresine, yazınızda kullanmak istediğiniz fotoğraflarla birlikte yolluyorsunuz ve ben yayınlıyorum. Tabii gelen soru ve yorumları takip edip isminiz veyahut rumuzunuzla yanıtlamak şartı ile!

Devamı İçin Tık Tık

38 Yorum
Edebiyat

Kelimelerin Suistimali

Efenim nasılsınız? Halinizi hatrınızı sormayınca eleştiriyor, sorunca da cevap vermiyorsunuz, alınıyorum. Gelin kelimeler ve dil üzerine hasbihal edelim. Nedir dil? Kabaca, herhangi bir düşüncenin, niyetin açığa vurulmasını, dolayısıyla bir zihinden başka bir zihine aktarılmasını sağlayan işaretler sistemidir diyebiliriz.

Devamı İçin Tık Tık

58 Yorum