Danezana Dadaîzmê
23 Tîrmeha 1918an
Sihêra peyveke ku hemû rojnamevan bi nişkê ve, li ber şêmîka deriyê dinyayê anîn cem hev ─DADA─ lê belê ji bo me tu girîngî nîn e.
Ji bo îlankirina danezanekê, divê meriv daxwazê li A, B, C’yê bike, divê meriv êgir bipijiqîne ser 1, 2, 3an, ji bo xwelêragirtina, sebirnekirina sebrê, dorpêçkirina a, b, c’yên girik û hûrik û paşê ji bo belavkirina van perwazçirpandin û tûjkirinê, destnîşankirinê, qîrînkirin, çêrkirin, serîrakirina li hember pexşanê û meriv di nava mutlaqiyetiyekê zelal de lihevanînekê pêk bîne û bêkêmaniya wê îspat bike û heçku diyarkirina dawîn a wekî fehîşehekê xwerûbûna Xwedê îspat bike û parastina bi nûbûna jiyanê şibandinê bike. Devamı İçin Tık Tık