Aylık Arşivler

Haziran 2022

Kurdî, Mitoloji

Çîroka Mîtolojîk a Tîma Stêrikan a Hirça Mezin û Hirça Piçûk

Keçikeke Keyê Arkadia yê ku bi xweşikiya xwe navûdeng dabû ya bi navê Callisto bû, hebû. Callisto û Artemis hevalên hev ên nêzîk in. Mîna ku berê jî em li ser peyivîbûn û wekî hûn jî dizanin Artemis, rahîbeya dinyaya Xwedawendan e. Artemis, Nymphên ciwan digihand. Tev nêçîr dikirin, tev, bi Xwedayê şerabê Dionysos re beşdarî li şahiyan dikirin. Bi Apollon re refakatkarî ji xeberdoxê Xwedawendan Hermes re dikirin. Artemis, ew keçên ku difermand cem xwe, ji wan sondxwarina pêbaweriyê dida xwarin. Keçên ciwan bi vê sondxwarinê, soz didan da ku ew ê ji nîmetên dinyayê bi dûr bimînin. Aha Callisto yek ji van keçan bû û di demek herî nêz de ew dibe peywirdar û hevalê Artemis ê berbiçavtirîn.


Devamı İçin Tık Tık

15 Yorum
Edebiyat, Kurdî

William Shakespeare

Helbestkar, şanoger, şanonûs û lîstikvanê Îngilîz ê mezin 23’yê Avrêla 1564’an, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Di 26’ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin). Di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye. Shakespeare, tevî ku bi berhemên xwe ve mohra xwe li dîroka wêjeya mirovahiyê xistiye, zanînên me yên derbarê jiyana wî de pirr kêm in; ji belgeyên fermî yên mîna tomar û qeydiyên dêrê, dadgehê û tapoyê û pê ve û ji çend têbîniyên ku hevçaxên wî li ser wî nivîsandine û pê ve tiştekî zêde berdest nîn e. Devamı İçin Tık Tık

24 Yorum
Kurdî, Mitoloji, Resim, Sanat

Agnolo Bronzino, Allegory with Venus and Cupid

Eser, li ser navê malbata Keyê Fransayê yê yekemîn Francis ê ku xwedanarezûya zarafet û erotîzmê, ji bo Bronzino wekî diyariyekê hatiye sîparîşdayin. Ev tabloya ku wekî “Venus, Xwedawendê Evînê, Bodeletî û Wext” tê zanîn, di dinyaya mîtolojîk de birrek sembolên îkonografîk ên têkilhev di nav xwe de dihewîne, wekî alegoriyeke erotîk hatiye çêkirin. Di resimên alegorîk de figurên ku heyî ne, hemû taybetmendiyekê sembolîze dikin. Devamı İçin Tık Tık

13 Yorum