Kurdî, Mitoloji, Resim, Sanat

Agnolo Bronzino, Allegory with Venus and Cupid

Eser, li ser navê malbata Keyê Fransayê yê yekemîn Francis ê ku xwedanarezûya zarafet û erotîzmê, ji bo Bronzino wekî diyariyekê hatiye sîparîşdayin. Ev tabloya ku wekî “Venus, Xwedawendê Evînê, Bodeletî û Wext” tê zanîn, di dinyaya mîtolojîk de birrek sembolên îkonografîk ên têkilhev di nav xwe de dihewîne, wekî alegoriyeke erotîk hatiye çêkirin. Di resimên alegorîk de figurên ku heyî ne, hemû taybetmendiyekê sembolîze dikin.


Evîna tazî ya ku di berhemê de ye û hemû balê dikêşîne ser xwe û Xwedawenda bedewiyê Venus û Xwedawendê evînê Cupid tê de heye. Bronzino di vê berhema xwe de li ser sê temayên cuda rawestaye: Şehwet, pexîlî û xapandin. Resim, encamên evîneke bêîfet sembolîze dike. Lawê fîgurê sereke -Xwedawendê evînê Venus- yê Cupid, wextê ku bi awayekî ensestane hembêz dike hingê tîra wê jê distîne û wî bêçek dihêle. Herdu jî tazî ne. Tîra ku di destê Venus de ye, bi me dîşan dide ku ev fîgur lawê Xwedawendê mîtolojiya Yewnanê Eros, yanî Cupid e. Venus, bêyî ku mîna dayikekê be, mîna jinekê nêzîkatiyê li lawê xwe Cupid dike. Ev herdu beden bi awayekî berbiçav di têkiliyeke cînsî de ne. Cupid, xwe bi lêvên Venus ve zeliqandiye û bi destekî xwe serê Venusê pêdigire û bi destê xwe yê din jî memika wê ya tazî difirikîne, mist dide da ku hez lê rabe.



Mêweya ku di destê çepê yê Venus de ye (heye ku sêv be, berê jî min behsa prensê Troyayê Paris ê ku çawa bi Afroditê (Venus) gihandibû, kiribû.), wekî hûn jî texmîn bikin Mêweya Qedexebûyî ye. Li alegoriyek dikare were ber çavan; li gor Încîlê, Xweda, piştî Hewaya ku Mêweya Qedexebûyî ji darê qurifand, wê û Adem diqewitîne dinyayê. Li vir jî “Mêweya Qedexebûyî” têkiliya cînsî ya Venusê ya ku bi lawê xwe re nîşan dide.



Em Venus bi tenê ji sêvê ne, em dikarin li quncê binî yê aliyê çepê, tivîlka ku di bin lingê Cupid de ye jî binasin. Tivîlk, ji wextên Dêrîn û vir ve ye nîşana evînê ye.



Karakterên dîtir, mefhûmên ku bi metirsiyên evînê yên fîzîkî ve têkildar in tîne ber çavan. Zarokê Tazî (Zewq) haya wî ji êşa dirika ku di lingê wî re çûye xwarê (yanî evîn) û qul kiriye, tune, Venusê û Xwedawendê Evînê bi perên gulê dixilîne.



Li pey, afirîdekî ku serê wî bi keçekê dişibe û bedena wî bi cinawirekî (xapandin), bi destekî xwe kewareke şîrîn a hingiv pêşkêş dike, bi destekî xwe yê din jî derziya ku di boçikê de heyî ye, vedişêre. Detaya dîtir a ku bala meriv dikêşe, berpaşiya destên fîgura Xapandinê ye.



Her weha li pey Cupid (li çepê) di navîna sedsala 16mîn de, “çavnebariya” wî ya ku xwe bi rehenda şewpê gihand, yan jî heye ku tesîrên “sifiliz” (yanî nexweşiya frengiyê) nîşan dide, fîgurekî ku qîjeqîjê dike yê reşqetran heye. Şekilê li quncê jor ê çep ê resimê “Oblivion” yanî bêhayîtiyê nîş dike. (Bi qafikekî ku hîç tu tiştî bi bîr nayine hatiye sêwirandin.)  Hewl dide da ku perdeyeke şîn bi ser ev bûyerên li jêr in ve rakêşîne. Lê ew ê keçel ê li ser piştê saeta qûmê heye, zilamê salmend ê xwedanmasûlke ji hêla (Wext) ve ji bo ku ev yek pêk neyê, hatiye astengkirin. Ev, heye ku tesîrên xedar ên mirinê yên ku pir umirdirêj bûn yan jî veşandineke ji bo tesîrên zewqî yên umirkin bûn. Venus û lawê xwe di têkiliyeke cînsî ya ensestane de ne. Ev yek jî sedemek ji sedemên nexweşiya frengiyê ye. Meriv dikare bi vî rengî lê bihizire.



Merivekî din ê ku li hêla rast ê Venus ê tazî ye û bala meriv dikişîne, xortekî porxelek û gepsor e. Ev xortê ku li ser serê wî taceke çîçekê, li ser rû kenekî bêxwê heye, Şêtiyê nîş dike, Bêxwê yanî têkiliya cînsî ya Venusê ya bi kurê re. Ev fîgur fodiliya evînê û dilgeşbûyina wê sembolîze dike. Li herî pêşiyê, milê rastê du maske hene. Muhtemel e ku ev yek arezûyên veşarî yên Venus û Cupid ê nîşan didin.



Bronzino heye ku di nav alegorî, di nav hêmayên alegorîk de, bi şeklekî hunermendî, ji bo tenduristiya gel a rojane mesajek dabe. Evîna bêîfet bi tenê ne kêfxweşî û zewq e, di heman katê de dikare encamên bi êş bîne pê. Frengî nexweşiyeke zuhrewî ya ku bi riya têkiliya cînsî berbelav dibe. Bihevmayina “Venereal Disease” û “Nexweşiya Zuhrewî” balkêş e. Zuhre di zimanê kevn de, Venus e.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Daristana Aristotales a Pîroz û Perîpatetîk

Bi xatirê we.


http://www.visual-arts-cork.com/famous-paintings/allegory-of-venus-and-cupid.htm

https://www.ncbi.nlm.nih.gov

https://arts-pad.com/bronzino-venus-and-cupid/