Kurdî, Otomobîla Min

Ajotina Kamiqa Škodayê

Me berê bi hûrgilî behsa Kamiqa Şkodayê kiribû. Em ê di vira de bi taybetî li ser ajotin û performansa modele rawestin. Beriya wê em dixwazin hin têbiniyan dîsa bi bîr ve bînin. Weke hûn jî dizanin Şkoda markeyeke Çekî ye û ji sala 1895an ve ji aliye du kesan ve hatiye damezirandin ku van kesan di şîrketa malbatî ya bi navê Laurin û Klementê de xebatkar in. Hewla yekem a wan çêkirina biskilêtê ye. Anku di 1899an de cara yekem bisiklêt çêkirine û piştî 6 salan cara yekem jî otomobîl çêkirin. Û ji wê salê û vir ve Şkoda di qada otomobîlê de otomobîlan çê dike. Di sala 1991ê de ji aliyê markeya mezin a bi navê Wolkswagen a almanan ve hate kirîn. Piştî ku Wolkswagen Skoda kirî bi qelîteya û teknolojiya xwe pêngavên gelek avêt. Ji vana ya herî girîng pêngava “MQB”yê ye. Ev modela ku me danasîna wê kir li ser vê platformê tê avakirin.


Şikl û Şemalê Wê:

Qapût û Panjûr: Dema tu bala xwe didî pêşiya wê wek modelên din ên Şkodayê ye. Di vê modelê de cudahiya mezin di farên wê yên de ye. Li ji ber pakêta serî ye, farên wê zêde ne wilo bi mirês in. Li modela ser vêya cara yekem farên  krîstal ên ku diherikin bi kar aniye. Lê dîsa di vêya de nehatiye bikaranîn. Wolkswagen van salên dawîn xwe pîs kiriye ku her tiştî dike obsiyon anku bijarte! Ev pergal mişterî mecbûr dike ku pereyên ekstra xerc bike.



Jantên Wê: Jantên wê yên standart 17 înc in. Di bin baxaca wê de tekelikeke 16î heye ku tam stûr e. Di pakêtên ser wê de 18 înc hene ku ev jî bijarte ye.


Kêlaka Wê: Dema tu li kêlaka wê dinêrî meriv dizane modeleke SUV e. Ji bilî vê, seranser rengê reş ê piyano blackê hatiye bikaranîn û pişteka ser wê otomobîlê wek qedeha vîskiyê nîşan dide. Ji xeynî vê, bê mifte derî vedibe û bê mifte tê xebitandin. Yanî start stopa wê bi dugme ye.



Dû Wê: Dema tu li dû wê jî dinêrî merêv dibêje qey xaltiya wê T-Roca Wolkswagenê ye û dişibe seriya BMW 1ê. Ji bilî vê, xetên wê yên ku ji pêşiya wê ber bi dawiya wê ve têne, dawiya wê pelixandî nîşan dide ku ev dîzayn bala muşteriyan dide ser şiklê xwe.


Baxaca Wê: Baxaca wê 400 lître ye. Li gorî reqîbên xwe Pûmaya Fordê, T-Roca Volkswagenê û 2008a Peugeotê biçûk e, lê dema tu paldankên wê yên dawî radidî dibe 1350 lître ku bi vî awayî beriya reqîbên xwe digire. Dirûşmeya “simple clever” (Tiştên hêsan û biaqil) li dawiyê gelek in ku ev di modelên din de jî gengaz e, qence, fener, bêrîkên eşyayan…hwd. Di binê baxacê de jî “spare tyre” lastîka acîl heye. 16 înc (firehbûn) e û tam stûr e.


Dawiya Wê: Qûmaşên paldankên wê pir bi qelîte ne. Firehbûna wê jî li gorî reqîbên xwe pir baş e. Desteka qedeh û şûşeyên avê û hewadara klîmayê (rêwiyê ortê dibe ku ji ber vê û tunela jêra wê aciz bibe, loma nikare rêwîtiyeke dirêj bike) cazîbe û konfora xwe destnîşan dide ku reqîbên wê jê didexisin. Ji bilî vana keresteyên ku hatine bikaranîn her çiqas hişk bin jî neqşên hûrik qelîteya wê nixumandiye. Ji dawiyê, bêrîkên paldankên wê yên pêşîn, ledên tawanê, desteka destên merêv, bêrîkên ber deriyan û qufla ‘elemyon…hwd. konfora rêwiyên dawiyê pir rehet dike.



Kokpîta Wê (Pêşiya Wê): Malzemeyên pêşîn li gorî dawî baştir in, li ser kokpîtê karboneke henekî hatiye bikaranîn û li gorî daxwaza we 8 heb rengên cuda hene. Ji bilî vê, ambîansên wê yên hawîrdora kokpîtê deh reng in. Dîreksiyana wê ya klasîk a Volkswagen e, qadraja djîtal opsiyon e. Û tu dikarî şiklê wê li gorî zewqa xwe biguherînî. Ekrana navendî 8 înc e û tu dikarî gelek taybetmendiyên wê ji vira durist bikî û ev ekran standart e. Klîda camên wê di derbekê de vedibe û tê girtin. Klîmayên wê baş in, lê xwezî duriskirina wan bi tevahî analog bûna. Mînak, ji bo tu fana wê durist bikî, ne ji bişkoleyên klîmayê divê tu ji ekrana navendî bikî. Ev tişta hanê ji bo ewlehiya şofêr xeternak e. Torpîdoya wê ne zêde mezin e, lê li bine wê û li kêlekên wê qûmaş hatiye bikaranîn. Di hundirê wê de ,wek Karoqê, taybetiya cemidandinê nîne. Piştekên paldankên pêşîn gelek baş in.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Hans Holbein the Younger, The Ambassadors (Sefîr)


Em bêne ser kembera wê, serê gopalê fitêzê heye ku ev di ên din de jî hema hema bi heman awayî tê bikaranîn ku divê êdî bê guhertin. Mînak, divê weke modelên BMW û Mercedesê bêne çêkirin. Li pêşiya fitêzê weke çavikekê heye ku tu dikarî bi bijarte taybetiya şarjkirina bêkeblo durist bikî. Li kêlaka vê çavikê jî du heb “type-c usb” hene. Ev jî modernbûna modelê nîşan dide. Ji xwe otomatîk e û tu dikarî bikî manuel jî, lê kêmasiyekê wê di vira de heye ku di modelên din de tune ye, ev jî ecêb e! Kêmasiya wê ku li pişt dîreksiyona wê guhikên manuelê nînin ku di ên berê de ji ber ku ajoker hînî vana bûye, divê ji kopalê fitêzê bihugerîne. Ev pirsgirêka hanê bala ajovan xera dike. Wekî din, a herî ne xweş firêna wê ya elektronîk e. Yanî Şkoda tu hewqas girîngî didî vê modelê, tu çima hîna vêya entîke bi kar tînî?! Me ne heyf e? Di esasê xwe de amanc ew e ku ji materyalan bikuje. Li pişt vê ‘icûbeyê, çavikeke normal heye ku binê wê qûmaş e. Li jorê li herdu aliyan du heb neynikên makyajê hene ku leda wan nîne. Ev jî kêmasiyeke ecêb e!


Li jortir ledên ful hene û li orta dugmeyên ledan dugmeyeke sor bi navê “SOS” heye ku Xwedê neke, tiştek bê serê te tu pê lê dikî û personelên tenduristiyê têne hawara te. Ev taybetiyeke gelek baş e. Û em werine ya herî xweş, em werine ser “Sunroof”ê (cama jorê ya vekirî). Taybetiyeke vê heye ku beravajî modelên din ne ji pêşîn ji dawî ber bi pêşîn ve vedibe. Lê di vê modela me de tune ye. Ev ne belasebep e, endezyarên Şkodayê di vî tiştî de bîrbir in. Çima ji dawî ber bi pêşî vedibe? Ji ber ku dawî li gorî pêşî tarîtir e da ku rêwiyê dawî perdeyê bîne heya nêviyê tawanê ku konforeke xweş ji xwe re çê bike. Ev cama jorê seranser e, gelek xweş e, lê him opsiyon e him jî, di yên bijarte de jî venabe.



Motora Wê: Di vê modelê pakêtekê wê bi navê Premium tenê heye. Lê sê cûre motorên wê hene. Vana: 1.0, 115 belgîr, şanzûmana DSGyê, benzîn,  1.5, 150 belgîr, şanzûmana DSGyê, dîzel, TSI, ACT. 1.6, 115 belgîr, Şanzûmana DSGê, TDI, SCR. ne. Di ya benzîn de sê sîlîndîr hene. Yên din çar sîlîndîr in. Li gorî daneyên febrîqeyê 100 kîlometreyî di 8,3 saniyan de pêk tîne. Sureta wê ye herî zêde 193 kîlometre ye. Torka wê 250 ye. 7 fitêz e. Di nava bajêr de 5,7, li derveyê bajêr 4,4 û di herduyan de 4,9 lîtreyan xerc dike. Dirêjahî: 4247 mm, firehî: 1793, bilindbûn: 1531e.


Simply Clever: Drûşmeya herî xweşik ku xwe ji reqîbên xwe vediqetîne û berdide wan. Di her modelên Şkodayê de hene. Çi ne vana?: Sîwana li ber derî, aparata kêleka ajovan, xertoka ber qapaxa mazot/benzînê, qertgira ber cama pêşîn, çengelên çekan, devê deboka ava caman û hwd.


Ajotina Wê: Pîvana esasî ji bo me ajotin ango performansa wê ye. Me li jorê behsa cûreyên motorê wê kir û taybetiyên din. Em li vira li ser taybetiyên wekî din bisekinin. Têra xwe xurt e, lewra ajovan ji bo xurtbûnê tu tengasiyê najî. Lewra motora wê û torka wê dilê ajovan nahêle. Ji xwe me berê têra xwe behsa şanzimana DSGyê kiribû. Îzolasyona wê wek modelên din ên Şkodayê ye. Ango wexta li ser kortikên rêyan derbas dibe suspansiyona wê zêde nabêje serê min diêşe. Bergeha wê pêş û paş têra xwe fireh e. Stûnên wê yên pêşîn bergeha wê zêde teng nake. Ji bo zêdetir agahiyan ji kerema xwe li videoya me seyr bikin.


Encam:

Ez behsa bihayê wê nakim. Ji xwe hûn dizanin çima ez behsa bihayê wê nakim. Heger merêv nirxandineke bike bê kanî ev model hêja ye yan na? Ji ber ku B SUV e, xîtabî jinan bêhtir dike. Û jin pir jê hez dikin. Modeleke pir xweşik e. Bi taybetî ya rengê sor pir xweşik e, heşt celeb rengên wê hene. Li gorî rewqa we ye helbet. Ajotina wê gelekî hêsan û xurt e. Lewma hûn dikarin a bi benzîn jî bikirin, zêde naşewitîne. Ji motorên 1.0ê netirsin. Him xurt e him jî argûnê zêde xerc nake. Mixabin! Ji ber ku Bakur baca otomobîlan zêde ye, pereyên min hebin jî ez nakirim. Çimkî tê sê qat pere bidî dewleta Tirkiyeyê.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Man at the Crossroads / Man Controller of the Universe (Zelamê li Duryanê / Mirovê Venihêrê Gerdunê)

Mehmet Emin Cırık