Kurdî, Müzik, Resim, Sanat

Aramê Dîkran

Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê ermenî: Aram Melîkyan), hunermendekî ermenî ye ku bi kurdî û ermenî distira. Di sala 1934an de li bajarê Qamişlokê (Binxetê) hatiye dinyayê. Aramê Dîkran di roja 8ê tebaxa 2009an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe.


Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: “Tenê deng û huner dimînin û nemirin”. Ji mêj de ye ku nermiya dengê tije his ê hunermendê gewre Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tije işq û evîna wî nebihîstibe, tune ye. Kurmanc, Soran, Zaza, Loran, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cimaeta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybet çê kirine. Yek ji dengên ku her tim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdarkirin, dengê zelal ê Aramê Dîkran e.



Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û hêza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand. Deng û awazên hunermendên mîna Dawudê Xelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, M. Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna şakir, Aramê Dîkran û hwd… her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.



Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wilo jidil û bi şewatek tije soz dikare stranên kurdî bixwîne?! Çawa dikare wilo li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û egîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku nekitiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku her tim neyartiya kurdî û Ermeniyan lêdixistin û neteweya kurdî bi wê hingê tawanbar dikirin bê di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwînxwar, cih girtine!? Û gelek pirsên din. Lê kednasî û fêhmkirina siyaseta çewt a dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bûye ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû fêhmkirin. Aram Dîkran bixwe derbarê vêya de wilo dibêje:



“Bavê min jî mîna gelek ermeniyên din di çaxê tevkujiya ermeniyan de bi riya kurdan ji kuştina bi destê tirkan hate rizgarkirin. Ji bona wê jî her tim ji min re wilo digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurd bizanibe, Kurdan ji bîr ve neke. keda wan li ser min pir e, zehmetî û xwêdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwişk vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra kurdan e ku hûn dijîn. Heke dijmin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurdî ku çend salan bi nihênî ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandim Binxetê (Başûrê Kurdistanê ya biçûk), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê keda wan qet ji bîr ve neken. Bi stranên xwe zimanê kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bixwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û keda wan ticarî ji bîr ve neke…”



Bi vî awayî Aram, li her derê bi birayên xwe yên kurd re jî û şîreta bavê xwe yê kednas heya roja îro jî ji bîr ve nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aramê hêja dimeşe. Sala 1966an gelek ermeniyên ku li welatê Sûriyê dijîn, vegeriyan welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariya Xelîl Muradov ku berpirsyarên para kurdî ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat isbatkirin ku kurdî li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda nake. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir kete nava deryaya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê deryaya bêbinî de bû hosta û şehrezayekî pispor. Helbet Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku her tim di nava malê de bi hev re bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bextereşiyên kurdî û ermeniyan dikirin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Škoda Kodiaq Sportline

Rêbaza hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hez kiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kî ye ku strana “Bilbilo” nebihîse û Kurdistana bindest û bextreşiyên gelê kurd li ber çavên wî zindî nebin?! Kîjan evîndar e ku strana “Keçê ji bona te ez dîn im” bibihîse û hêsrên evîndariya bi şewat nebarîne?!



“Stranên Hey lo lo delal”, “Şev çû”, “Çiyayê Gabarê”, “Zîlan”, “Diçim-diçim”, “Bi hesreta Êrîvanê”, “Çil-çil kezî”, “Ey welato em heliyan”, “Elmasa min ji dersê tê”, “Ax dê û bavê me” û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên windakirin.


Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî çanda kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya kurdî û ermeniyan, evîna ji bo gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe fîda kirin, wefadarî û kednasî û… tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêk tînin.



Bi salan e ku ew wek dergevanekî xwendingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirînê kurdî bi bîra her kesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelên Rojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hev re û di nava aşitî û biratiyê de bijîn.


Dema ku ji sala 1915an û pê de genosîda li dijî gelê ermenî (cîranên kurdan yên dîrokî) bi destûra nifşparêzên Împeratoriya Osmanî dest pê kir, kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de veşartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Mongolan li ber çavên wan birayên wan bikujin.


Her kes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Heger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de bi ser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina riha mirovan, pêşkêşî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hisên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamoste Aramê Dîkran derbarê huner û hunermendiyê de wilo dibêje:



“Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê me’irîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê ye. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehişt ku ez zû êxtiyar bibim û min her tim xwe di nava gel de dît…”


Aram hunermendekî bextewer e. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hêzeke bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.
Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Mamosteyê me Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e.


Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934an de li Qamîşlokê di nava malbateke hejar de hate dinyayê. Karê xwe yê hunerî bi evîneke tije his û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dawet û şahiyên kurd û ermeniyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fermî xebitî.



Di sala 1990an de wek penaberekî hate Ewropayê. Di roja 8ê tebaxa 2009an de li Atînayê (serbajarê Yewnanistanê) çû ber dilovaniyê. Wesayeta wî ew bû ku li bajarê Amedê bê veşartin. Lê dewleta dagirker û nijadperest nehişte ku vê daxwaza wî ya xwezayî pêk were.


Mehmet Emin Cırık, Salomé Cizrawî, Jiyan Munzur 


Çavkanî:

Kakşar Oremar, Alemanya (2002).
https://diyarname.com/news.php?Idx=579
https://bit.ly/2WPc232