Kurdî, Resim, Sanat

Bexçeyê Zewqên Dunyewî (The Garden of Earthly Delights) – Hieronymus Bosch

Wênesazê Hollandayî Hieronymus Bosch ê tabloya ku di serdema nûgiştina xwe de bi temam kiribû “Bexçeyê Zewqên Dunyewî”; ji paneleke navîn û du panelên ku bi ser de tên girtin, pêk tê. Panela hêla çepê ya vê tabloya binavûdeng; bihuşta ku tê de Adem û Hawa û ajaline tev digel hev in, tê sêwirandin. Di panela navîn a tabloyê de; bi piranî fîgûrên tazî, meyweyên ji hevûdu cihê û digel çivîkan zewqên dunyewî; di panela rastê de jî gunehkarên ku di dûjehê de hatine tawandin tê resimandin.



Wextê ku panelên derveyî tên girtin, li ser rolyefê dinyaya ku wextê Xwedê ew ava kiriye, tê xuyakirin. Wextê ku girtî be, Boschê ku dinya wekî kadeke krîstal resamdiye, xwestiye bide berpêşkirin. Fîgûrê li guçê jor ê çepê, Xwedayê ku dinyayê diafirîne ye. Li parçeyê jor jî jêdereke ku ji Încîlê hatiye wergirtin “Ew peyivî û bû. Wî emr da û rawestiya.” ev hevok hatiye nivîsîn.



Panelên herdu hêlan werin vekirin û meriv li ser navenda wê hûr be, sahneyên ji hevûdu cihê yên ku kronolojîk in cih digirin. Însan, ajal û dinyaya ku têkilê hev bûye tê xuyakirin. Ji 300î zêdetir figûrên ku di tabloyê de hatine hewandin hîç tevger û tîpên wan ne liv û ne wekî hev in. Ev fîgûr hemû xweser û dînamîk in.



Panoya Çepê:


Panoya çepê ne jirêderxistinê yan jî jê qewitandina bihuştê ye, qala Xwedayê ku ketiye rewşa Îsa yê afirîna Adem û Hawa pêşkêş kiriye, dike. Xwedê bi destekî xwe Hawayê, pêşkêşî Ademê nûjixewrabûyî ye dike, bi destê xwe yê din jî, pîrozweribûyina wan nîşan dide. Kêvroşka ku hema li pey Hawa ye zayin û zêdebûyinê; darejdiyaya ku li pey Adem e jî jiyana bêpayan îfade dike.



Heke em bêne ser Panela Navîn:



Wextê ku li ser panela navîn tê rawestan û hûrbûn, tê fehmkirin ku naverok û ruhiyeta tabloyê ji vê panelê pêk hatiye. Navê tabloyê “Bexçeyê Zewqên Dunyewî” ji vê beşê tê hilberîn. Bexçeyê ku di panoya navîn de ye, tê de ajalên derasayî hatine cihdayin, wekî sembol hatine bikaranîn. Rastî û xeyal (masiyê ku xwedanperwazên çivîkan e û werdeka xwedandestên însanan a ku kitêbê dixwîne mînakine ji wan in) di nav van afirindeyan de însan wekî komikan e bi du birî û bi awayekî arezûyî tên pêşandin.



Di fîgûrên ajalên ku ji kitêbên Serdema Navînê ya Dîrokê hatine wergirtin de, hespê yekqiloç ê boz, temsîlkariya beriya gunehê yekemîn ê însaniyetê yê safî dike, afirindeyên ku bi ser avê ketine û li guçê çepê yê hewûzê li hev civiyane, kaşêl jî qala gunehên ku xwe bi dinyayê gihandine dike. Masiyên mirî yên ku di nava hewûzê ku xwedanaveke reş de ne jî gunehê dide şayesandin. Gola gulover a ku li navendê ye, jinên sobar ên zilaman dor lê pêçandiye,  li ajalên ku arezûyên wan temsîl dikin, siwar bûne. Yanî, dikare li ser wekî jiyaneke bêarmanc jî bête binavkirin.


Li guçê binî fîgûrê resimê zilamekî yekcilî tê xuyakirin. Ev fîgûrê ji fîgûrên din bi awayekî cihê tê xuyakirin, cilê wî heya berqirikê ye, mîna fîgûrên din; ne porrengîn ê vekirî ye, rengê porê wî qehweyê tarî ye û rûyekî wî yê ku wekî îdaelîzekirî ye û hatiye çêkirin, tune. Hema li pêşiya îşareta jineke ku enîşka xwe daniye erdê û bi sêvekê girtiye nû nû mûyên wê serî hildidin, dike. Ev fîgûr wekî Hawa ye tê gotin.



Kada Camîn, “Dilgeşî, bêşik wekî camekê ye, neberxweder e tavilê dişikê.” Bi riya gotina pêşiyan ên Flamanan, hatiye şîrovekirin. Li gor hin dîroknasên hunermendiyê, panela navîn, alegoriya ku behsa bişaftinê ya ku beriya têkçûnê ya bidemborî û kêfxweşkirinê ye.



Dîroknasên hunerê, panela navîn bi du awayan şîrove dikin. Fikra pêşîn, panela navîn wekî dewamdariya bihuştê tête qebûlkirin ku ez jî nêzê vê yekê me. Ya duwemîn jî, însanên gunehkar ên ku di nava pevşabûnê de û bêyî ku haya wan ji vê yekê yanî ji vê êşkêşînê hebe tên bişaftin û dijîn.


Jina Siyahî û Melekê Tawis


Panoya Rastê:


Panoya rastê, sahneya Dûjehê ye. Di vê panoyê de Bosch, gunehkarên ku ketine nava pevşabûnê û yên ku ber bi bêpayaniya dûjehê ve diçin, resimandiye. Di Panoya Bexçeyê Zewqên Dunyewî de însanên ku xwe didin pêşandin yên ku di resmê Dûjehê de hewl didin xwe veşirin, em dibînin.



Di panoya navîn de navenda pevşabûnê û bedewiyên ku însên vedihesînin di vê derê de vediguherin navendeke reş ê tarî û di navê de însanên ku êşê dikişînin û veguheziyane ajalan, di dewsa hesta pevşabûnê de tirs û fedîkirin heye.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Aramê Dîkran

Bajarê ku li pey paşdîmena panelê pêketî ye û ronahiyê li dor direşîne, li tîrêjên dirêj yên dîmena dûjehê binihêrin:



Di vê panoyê de tevgerên gunehên mirinane yên ku  ditevgerînin, em dibînin û her weha, wekî êdî em dibînin Bosh bi xuyang û dîmenên absurd û derasayî, bi hêza xeyalkirinê xwe gidandiye lûtkeya hunerê. Amûrên mûsîkê evîn û pevşabûnê; kêr kîrê zilaman; cêr quzê jinan; agir şer; hêk jî sihêra reş û îblîs sembolîze dike.


Darzilam bala we kişandiye. Laşê Dar-Zilam ji çelûyek qalikên hêkê pêk tê û li tenga laşê nazik û şikestînok çiqilên bi dirî yên qulker pêk hatiye. Li gor hinekan rûyê dar-zilam heye ku bikaribe bibe otoportreya Bosch.



Notayên ku li ser qûna jinikê hatine xêzkirin em wan dibînin ku paşê ew hatine bestekirin. Ew kesê ku bi vê detaya bêhempa hesiyaye jî xwendekareke Zanîngeha Xirîstiyanan ya Oklahomayê ya mûsîk û agahdariyên teknolojiyê ya, xwendekara bi navê Amelia ye. Wextê ku Amelia digel hevaleke xwe li ser vê tabloyê hûr dibe, yek ji karakteran jî bi tiliya xwe îşaret dike, notayên ku li ser qûnê hatiye nivîsîn dikeşifîne. Bi riya agahiyên ku di derheqê îlahiyên Gregoryan pê dizane pê de dere û wextê ku ruh dide notayan, straneke dûjehî derdikeve holê.






Sembolîzma Bosch tesîreke mezin li ser resamên surrealîstên 1920an kiriye. Di Bexçeyê Zewqên Dunyewî de, hêmayên surrealîst yên wekî ejdiyayên biteker, masiyên pîdar, îblîsên duzayendî, zilamên lastikî, zinarên jîndar, sewzeyên xerîb bi kar aniye û ji me re cihêwaziya cudahiya di navbera fekirin û dîtinê de, daye famkirin.


Rawirê hût ê serîçivîk ê ku zikê xwe bi laşên bêruh ên însanan ve têr dike.


Li gor çavkaniyan wateyên hin sembol û hêmayên tabloyên Bosch welê ne:


• Meşale: Agirê Dûjehê (yek jî di wê serdemê de nexweşiyeke derbasdar a ku li Hollandayê hebûye, Jehrîbûna Ergot)
• Afirindeyên Firok: Halüsinasyon
• Qalikên Mîdeyeyê: Xapandin
• Çivîkên Reş: Însanên Nebawer, Mirin
• Kêr: Tawan
• Mifte: Agahî
• Pirtûkên Devgirtî: Arodetî
• Kund: Hînbûn
• Guh: Paşgotinî
• Hêk: Seks
• Meywe: Hezên Zayendî



Gelek nivîskar, welê dibêjin di derheqê Bosch de, bi çêbûna Hawa guneh hatiye ser rûyê erdê, dinyayê. Parêzvanên vê fikrê, axlaqvanên di dema Bosch de bûne, tiştê ku zilam kişandine nava jiyaneke bi guneh û şehwetê jin bûne, di dawiya dawîn de “Cazîbeya Hawa” bûye sedem û bawerî bi vê yekê anîne û weha anîne zimên. Tabloyeke bêhempa ye, bi rastî jî meriv di kûrahiyê wê de wenda dibe. Heke tiştê ku hûn bixwazin li serê zêde bikin hebe, di şîroveyan de bi me re parve bikin.



Formal Analysis

https://en.m.wikipedia.org/wiki/

Stefano Peccatori –  Art Book Bosch