Bîranînek Li Zarokatiya Min
Silav ji we re malbata mezin! Hûn dîsa dîsa bi xêr hatin rûpela min. îro ew ê ku ez pêşwazî dikim û ji we re jî parve dikim Pilingoye, yekî biyanîye, nizanim kî ye (Bi rastî pilingo tu kî yî?) tenê ji bo hûn nivîsekî beredayî bixwînin nivîsîye. De ka ez zêde dirêj nekim ku hûn dixwazin wî nas bikin dikarin li ser tiwîtirê wî bişopînin. @pilingooo dikare ji bo fêr bûna zimanê Kurdî alîkariyê bide we (jixwe zimanê Kurdî ew qasî jî nizane, tenê li ser dixebite, aynii ben.) Min got ez dirêj nekim lê çi bikim dîsa jî dirêj bû. Idî hûn dikarin nivîsê bixwînin û kî/ê xwend bila hizra xwe jî bêje. Ji we re hembêzek maç û barek şekir. Spasiyên xwe Pilingo re dişînim, öhöm.
Spasdar im ji bo vî karê û ber hewla te xwe ditewînim Salomè, ez ne bloger im, tenê dilê min hez kir min jî bi dil ve nivîsî û ji ber wê ye ku xeletiyên min hebe biborin, bîranînek bû, hate lêv kirin û pêşkêşê we dikim, kerem bikin:
Ez piçûk bûm Xwedayekî/ê min hebû.
Gava ku ez piçûk bûm, nizanim çend salî bûm, min bihîst Xwedayekî/ê min heye, lê ew Xweda ji ber destê diya min hatiye afirandin, min çi bikira an jî çi bixwera, di her tiştî de mijar ditewî ser Xweda, kî/ê bû ew Xweda, ma min tu carî nedîtibû, ku derê tê û diçe ku, çi karê dike, mebesta wî/ê çî ye, lê carna diya min digot pir mezin e, ez gava tenê dimam di hundirê serê min de ronahiyek diqewimî: min digot Xweda pir mezin e, gelo kilik/boçika wî/ê jî heye an na? (lê a niha hişê min de Mewlûda Melayê Batêyî tê gotin, “Hemdê bê hed bo xwedayê alemîn / Ew xwedayê daye me dînê mûbîn” )
Neêse ez rojekî dîsa difikirim eger ku diya min ew qasî qala Xwedê dike, diviyaye ku ew Xwedê nas dike an jî Xwedê cihekî dîtiye. Min jê pirsî: inê ka bêje min, tu Xwedê ku derê de nas dikî, ew qasî behsa wî/ê dikî ango te ew ku dîtiye, gote min na min ew nedîtiye, min jî jê pirs kir çawa te nedîtiye tu çawa zanî yekî/ê çawa ye? Gote min huşbe Xwedê çavên te kor bike, Xwedê te bixurufîne, tu yê lal bî filan bêvan. Wele min ev gotin dibihîst ez huşdibûm, lê ji ber Xwedê na, ez ji ber diya xwe huşdibûm.
Çend meh şûnde min şandine Qur’an ê!! Biçe mizgeftê Qur’an ê hîn be tu yê biçî bihuştê, hin hevalên min jî nedihatin diya wan zêde ser wan de nediçû, min digot dayê ew hevalên min nayên ez çima diçim, diya min digot “kurê min de ez diya te me, mirov gotinên dê û bavê xwe dike, soz bide tu yê herî waneyên Qur’an ê, min jî digot erê lê ez piranî diçûme çem(çemê mûradê) avjeniyê dikir. A rastî min nizanibû Xwedê kî/ê ye lê hemû tişt ser gotinên wî/ê bû, gotinên wî/ê jî diya min digote min, rojekî ez çûme cem diya xwe min got ” inê qey te Xweda afirandiye xêncî te kesî/ê nabînim, hema tu her dem gotinên wî/ê dibêjî, ez bawer im ku tu seba gotinên xwe min bidî kirinê lewma tu wiha dikî.” ahhah ku min wisa got wele destiyê berê ve çawa min xist, min lêdaneke xweş jî xwer, di kurdî de gotinek heye dibêje: “Tu naxwî noqê şor.” teqez ev gotin ji bo min û lêxistin a min hatibû gotin.
Tiştekî rast hebû, Xwedê ne dixuya lê her dem hizra min de mezin dibû, li gorî dê û bavê min tiştên rast û baş digot, gotinên diya/bavê xwe bike, tiştên baş bike, te erdê zêr jî dît hilnede, mafê kesî/ê nexwe wd. Digotine min.
Ez bawer im Xwedayê herduyan jî yek bû lê hizra wan de cudahî hebû, bavê min ku gava qala Xwedê dikir zêde peyvên xirab nedigot, ango Xwedê baş bû. Lê dîsa jî mijar tu wextê zelal nedibû ji bo min. Mala Xwedê ava, çi bêjim.
Me qala Xwedê kir, lê şeytanek jî heye, em ê wî/ê çawa bîr ve bikin!!Şeytanê Mala Mihemedê Ûsiv, ê jixwe me şeytan nizanibû lê me Mihemedê Ûsiv re digot şeytan, di taxê de çi lîstikên xirab û baş hebûn di binê serê wî de derdiket ji ber wê bû me wisa digot ê. Şeytan jî pir êş ji me da kişandin, tiştên hemû xirab yên şeytan bûn ên baş jî yê Xwedê bû, lê Mihemedê Ûsiv herdu jî dikir, belbî jî Xweda ew bû, çi zanim ku temenê yekî/ê ji ya me mezintir be gelek tiştî me baştir zane û dike. Divê mirov dikare yên baş re bêje Xweda yên ne baş re jî bêje şeytan? (min hemû peyvên “şeytan” piçûk nivîsî, bêhemdê xwe barkim Xwedayê hundirê min de şeytanê hundirê min mezintir e.)
Lê îro jî, xwe bi xwe re dibêjim,
Xweda heye an na?
Bersiv her dem ne yeke;
Erê heye,
Na tine ye,
Nizanim,
Belbî carna.
Ku hebe jî tine be jî,
gelek caran min afirandiye.
Ji we re jî Xwedê afirandibûn an we xwe bi xwe re afirand? Şeytanên we jî hebûn?
Gotineke Hesenê Metê ve xatir dixwazim. “Ez bi gotinên şeytên dikim û nîmetên Xwedê dixwim”.
Nîşe: Yên ku dixwazin ez wan a nas bikim, bila bi navê xwe ye tiwîtirê ve şîrovên xwe binivîsin. Wêneyên tê de yên Pieter Bruegelin in.
Xweş bûye Pilingo. Ew mijar a ku tu qalê dikî, bi pir însanan re heye. Te ya di hûndirê xwe de xweş aniye ser kaxizê. Destxweş. Ji ber kêmasiyan jî mekeve. Kêmasî her tim dibin û her ku te nivîsand, rind bixwîne û çi dixwazî bêjî li ser bisekine. Ji însanê nivîskar re rexnegirê herî zana, nivîskar bixwe ye. Bidomîne. Serleftin.
🙁
Pilingo, nizanim tu kî yi le ji ber ku te şeref da bloga min, spasdar im. Tu bi xêr hati ezbenî. 🌼
Bi navê heqîqeta mitleq, tiştek tune. Heke heqîqetek hebe, ew jî gormirovtî ye. Lewre, her tişt îzafî ye. Li ser rûyê dinyayê beriya mirov yan jî heyîneke din ê jîndar, dinya hebû. Madeya organîk, berhema tekamuleke (evolution, evrim) demdirêj e û piştî demeke gelek dirêj, derketiye holê. Hêmana yekem û bingehîn, made ye. Raman, hiş û hemhestyarî jî, di encama pêşketineke demdirêj de xwe dane der. Hebûnatiya mirovan û hatina wan ya vê dinyayê heye û mirov cewhera xwe, bi (destê) xwe diafirînin. Heke Xweda yan afirandêrek hebe, nexwe cewhera mirovî jî heye û ev cewher, beriya hebûnê tê.
Şeytên, heyînek mîtolojîk e canim.
Derheqa wê mijarê de nikarim tiştekî bibêjim. ji ber kû ez hêj du digerim lêkolîn dikim afirandin heye afirandêrek ji he ye lê serê min bû keledoş welhasil ��
Ez bawerim ye xwendî hemûyan jî ji Zarotîya xwe di nivîsêde dîtiye..nivîsek pir xweşe destê te saxbe serkeftin.. Canim
Destê te saxbin pismam. bawerim zarokên ku rewşê nedîtin tuneye û te jî bi vegotinekî bakêş zaroktîya me anî bîr a me. Min bikêf xwend, serkftn.
Silav û rez, li gor min xwedê tune ye. Dema ku ez biçûk bum, min asîmanan temaşe dikir û digot heger xwedê mezin ê wek dayika min dibeje, çima ji min re lîstokek xweşik na reke? Min lîstok daxwast û daxwast tiştek tûne bu, min ji got eve xwedê tûne ye nexwe :)))
Heger roje ki xwedê (heger hebe?) min kefxweş bike, ez ji wi/we bawer bikim.
Deste te sax bî û mala te ava. Spas
Canan Adibelli
Selam eleykum. Navê min Baqî ye. Bi navê Xwedayê mezin û dilovan dest bi şîroveya xwe dikim. Min nivîsê xwend û tişta ji dilê min çû ev bû; Xwezî dayikê şîşik sor bikira ser agir û canê te ve dabuya. Lê ne xem e, tê zebanî bi têra te agir bi te ve danîn! Ji bo bêîmanan bijî dojeh! Wekî din bo bersivê; Xwedê teala hiş daye ku em bifikirin û bi hebûna wî bihesin. Kesî bo min Xweda neafirand, ma hedê bavê kî ye? Xweda her hebû tê her hebe. Çawa ku "her Kurd hebûn her Kurd hebin " ev rastî jî naguhere. Ka serê xwe rake li asîmanan binêre? Ti sitûn hene li ber? Gelo kê dikare vê pergalê afirîne? An dibe ku ev pergal hema bixwe hatibe afirandin. Seytanên min nebûn heya niha lê êdî tu heyî. Xwedê teala hevza min bike ji te. Ehlen wesehlen…
Gotinek heye, dibejê « Seva ku Xwedê şa bikin, bes nîne tenê baweriya xwe wî bînin. » Dayika min ji her dem digot, nizanim çawa hin bû ve gotine lêbelê min ji digot eger xwedê heye, ew dive min şa bike, piştre ez e li ber xwe bidim û wi şa bikim, naçebe tene ew şa bibe û xemgîn bûn ji bara min be. Ez bawerim ku mafdar bûm hinge ji. Deste te sax be Pilingo. Spas dikim ji bo nivîs a delal :)) Û ez dixwazim ku tu berdewam biki li ser ve blogê.
Hez û hûrmet
Yazın çok iyiydi, çocukluğumuzun geçtiği yerleri hatırlattın tekrardan bunun için teşekkür ederim, Kürtçe yazamıyorum kusura bakmayın.
OTTO
Kekê te niviseki pir xweş nivisiye:) ev mijara xwedê û şeytan mijareki pir girîng û dijware ji bo zarokati te ev mijara xweş izah kiriye:) destê te û pênusa te saxbe, em hêviya nivisên tezene :))
Nivîseke xweşik e lê xwezî "aynii ben" nebûna tê de. Bi ya min, bikaranîna îfadeyên bi vî rengî vegotinê xweşik nakin û atmosfereke germ çênakin; berevajî vê yekê, herikbariya nivîsê têk didin û asta nivîsê bi xwe re dibine xwarê.
Xwedê hebe û nebe jî şeytên ti car tineye. Ya ku ez dizanim xwe winda bu dê ma. Lebbeyk pilongo lebbeyk, xwedê û şeytên şêrîk ê hevin wek Muhammed ê Ûsiv.
Pismam min jî xwend. Aliyê jiyana zaroktiya te xweş bû, lê derheq baweriyê de şert dîtin be, gerek tenê xwedê na, tu tiştî bawerneke. Serî de dê û bav. Tu hê nasnakî, naaxivî, hîs nakî derdikewin dibêjin te, em dê û bavê te ne, tu çawa bawerdikî? Ez Koçero.
Kürtçeni beğendim sade okduğumda anladım bu tarzı bir hafta okursam herhal Kürtçeyi sökerim gibi 🙂
Çoçuklukta hemen hepimizin başına gelen sorgulama karşılığını bulma gözle görme mevsuzu aklın yolu birdir mantığından sende de cereyan etmiş bıraye heja neyseee lafıda arada ikidir gözüme çarptı oda güzel geçiş veriyor neeese 🙂 ama gelgörki büüyüdükçe herkesin Allahını bulduğu yerde sen niye arada kaldın oni anlamadım genelde arada iki kapıarasında kalanları ceryan çarpı senide ana çarpmış ama yinede akıllanmamışsın bana ilginç geldi.
Giriş ve sonuç kısmı iyi olup gelişme kısmında çiçek böcek örneklemelerine Allahı bulma maceralarına bir iki örnek vererek biraz daha geniş ve derin tutabilirdin diye düşünüyorum konuyu. Daha renkli olabilirdi ve sonuç kısmında son güzel söz gibi daha iddialı bir fikir ile de muğlaklığı kaldırman daha edebi gelir di diye düşünüyorum.
Eline sağlık güzel bir giriş olmuş sonuç itibari ile 🙂
Selamlar mösyö Pilingo! Ellerinize, yüreğinize sağlık. Kürtçe yazmak çok isterdim ama çok hata yaparım çekincesiyle yazamıyorum, buna karşın okuduğumun hepsini anlıyorum. Çocukluk anınız hepimizinkine denk sanırım çünkü ben de aynı şeyleri yazmaya geldim :)) Annenizin tutumlarını okurken de keyif aldım, çok tatlı bir kadın olduğunu tahmin edebiliyorum. Kafamdaki Kürt annesi profiline yerleştirip yazdıklarınızdan yola çıkarak oluşturduğum annenizin ellerinden öperim :)) Ayrıca Salomé Hanım size de ayrıca teşekkür ederim. Bloğunuzda yer verdiğiniz Kürtçe yazılarla beraber her gün açıp okuduğum köşenizde yazı yazamadığım anadilimde okuma fırsatı bulabiliyorum, üstelik böyle keyifli ve kaliteli yazıları. Sayenizde okuyup kendimi daha çok geliştirirken eğleniyorum da. Hem yazının sahibine hem sizlere teşekkürlerimi sunarım efendim.
Başarılar
Slav!
Ez Bûkê 🙂
Pilingo te zezê anî bîra min.'porteqala şekir'
Teqez ev çîrok li her qunc û guçên Kurdistanê hatiye jiyîn. Siheta te xweş be Pilingo 😊
Spasdar im kekê Ferhad, tu bi xêr hatî :/
Mebesta min ew bû, ku hûn jî bîranînê xwe dîsa bixwînin û bînin berçavên xwe.
Ya giring nivîs e.
Nivês êş û elemên jiyanê kêm dikin. Yên nivîsê ji kêm dibin.
Serkeftin.
Dest xwoş pismam.ez ne xeribî wê bîrabinime dapîr go ka binire asminan dengê pê yên melayketketan çend meriv ditirsinî xwedê li jor ê anha te dibinê heft salî bûm wê çaxê 🙂 dûvdirêjî nekim ji xwe Kurdî ya mîn têre wan meseleyên nake di diroka mirovahiyê heya anha herkes carek ji bê ketiye di wê ligerinî,min kî afirand kî!! Existal û coorbûs falan bêvan,xwedayek heye xwe vedişartî dî rihê mirov de ye yan baş ya ne qenç, bawer bike yan ji bêbawer ew çi biçim şiroveyeke anha di dilê xwe da wiha dibejim ez ê çawa mijarê girê bidim nizam :)) berdewam bike bi sa ye te ketim vir bi nivisamin te keyfxweş bûm em çûne zarokatiya xwe :)) bila ew şirove li vir bisekine em ê bi rû bi rû vî meselê dirêj û direj biaxivin serkeftin ji te re pismam heya nvisekê din demxweş.
Di zarokatiya me gelekan de ev çîrok heye ez dibêm.
Li her derê cîhanê her mirov ji xwe re xwedayekî diafirînê û bi wî re(!) dijî…
Her nivîsa Kurdî biqedr e li cem min, destên te neêşin ��
Spas xweş.Teqez wisa ye. Heta em pirsnekin em nagihîjin rastiyê. Tu li ser vê mijarê dikarî hinekî din bisekinî û nivîsa xwe berfirehtir bikî. Mijareke xweş e birastî.
Gelek mijarên me hene, divê piranî jî rû bi rû bên axaftin, nivîs kêmasiyan tê de dihêle, ez het dem ser vê mijarê difikirkm, baweriyên min her wext diguhire biryareke teqez tine ye. A mib jî şibê Stavrogîn dibe :
""Stavrogîn dema bawer dike, ji bawerkirina xwe bawer nake. Dema bawer neke jî ji bawernekirina xwe bawer nake."
Pir rast gotiye ��
“Neêse” bi kurdî “de ka” ye.
Ma hewe nanek jî bi Botiyan re nexwariye? (Gazind is successfully loaded.)