Bibe Mêvan û Were Ba Min, Felsefe, Kurdî, Pdf Hayratı

Bolo’Bolo / Eko-Anarşîzm

Min û Willy Neighbourê hêja, kitêba navdar a anarşîst ê ku divê were xwendin Bolo’Bolo, anî heta ber lingên we. Beriya ku em bikevin destpêkê divê em bi hev re çavêkî li tevahiya kitêbê û felsefeya wê bigerînin. Kerem bikin.


Utopyayên ku derbirîna hizrên rasyonalîst û humanîst in, wek pêşnûmaya lêgerîna birêkûpêkkirna civakê derketin holê. Pêşnûmayên li ser wekhevî û parvekirinê yên civakên komunal aliyekî xwe yê girîng ên utopyayan pêk tînin. Ev pêşnûmayên modern ku wek nimûneyên civaka îdeal tên tasavvûr kirin, aliyekî xwe yên ku jiyanê bi perspektîfeke aqilane ya yekalî û cudahîyên ku ji nêrînên daxwazên çandî û cîhanî pêk tînin hene.


Destnîşankirina (u-topos) ya Foucault bi xwe re têgiha “heterotopya” ya ku bi wateya “cih û warê ne hemcure ne” tîne. Ji ber ku “utopya xwemrevîn in” û li cih û warên rast, çîrokî û efsûnî hatine tasavvûr kirin. Ev heterotopya li dijî wesfa yektêşe, homojen û serbihurî ya utopyayê ye ku li paşerojê ne aîdê cih û warekî rast e. Ev pêkvebûn tu alternatîf, têşeyên jîyanî, cih û war û şêweyên rêkxistinê ku nav civak û çandên em tê de dijîn veder nake û evên hanê hemû hemwext bi hev re li dar in.


Bolo’Bolo di nav pêşnûmayên civakî yên komunal, azadîxwaz û ekolojîk de cihekî xwe yî cuda heye. Bi ya min Bolo’Bolo heteropyaya lêgerîneke pluralîst e ku hemî şêweyên cuda bêyî ku hev û din tune bikin tê de cih digrin. p.m. nivîskarê vê pirtûkê ye kû ewilî navê xwe vedişêre. Ev “pêşnûmaya projeyê” cara ewil di 1983yan de li Swîsreyê hatiye weşandin û pişt re jî bi gelek zimanên cihanê hatiye wergerandin. p.m. digot ku “Ji ber ku êdî termînolojîya çepa ewrûpî ne derbasdar e fikra afirandina vî zimanê nepenî velidî.”


Hemû derbirînên standart ên çepgir qirêj bûne û êdî nema karin werin bi kar anîn. Lê dîsa jî temsîla van peyv û têgihan tiştinên baş in. Ji xeynî van peyvên klasîk, ji çavkaniyên ramanên çep, ekolojîk, femînîzm û postmodernîzmê yên dijberê dewlet û kapîtalîzmê ne ew bi xwe peyv û têgihên nu diafirîne. Gelek fikr û ramanan tîne ba hev û ji wan evên hanê bi dest dixe. Ev pirtûk li gorî ferhengeke ku jê wateya peyvên hêsan û nu tê derbirîn pêş ve diçe. Mîna ku dibêje beriya ku em dinyayê biguherînin divê ewil em peyvên xwe biguherînin.



Bolo’Bolo cih û warê xwerêvebirinê ye, ku aboriyeke komunal û takekesên bi awayeke azad lê bijîn û karibin li gorî teşe û bîr û baweriya xwe rasterast di rêvebirinê de cih bigrin. Bolo’Bolo ji ber ku aboriyê bi temamî bi awayekî ekolojîk bi rêk û pêk dikin û xebatê dixin nava aboriya malê û bi vî hawî dabeşbûna jiyana teybet û kar û xebatê, jiyana xwezayî û bajarvaniyê jî ji holê radike.


Bolo’Bolo wek malekî kolektîf e. Ew qada hevpar e ya ku li gorî pêdiviyan bi awayekî nerm bi rêk û pêk dibe. Her Boloyek meşrûiyeta xwe ne ji rêzikên gerdûnî ya demokrasiyê, ji ya taybetiya xwe digre ku ev yek jî bi temamî ji aliyê wan kesên li Boloyê dijîn ve tên diyarkirin. Ji ber vê yekê ew bi xwe biryarê digrin bê ka dê azadîxwaz an otorîter an olî an jî tiştekî din bin. Ji ber vê her cûre Bolo pêk tên û dibe ku her yek dijberê hev be.


p.m. haydar e ku ev Bolo dikarin dijberên hev bin. Ji ber ku ew dizane fikra civaka demokratîk an jî civaka îdeal a komunîst him di nav Boloyan him jî di nav takekesan de hin nakokîyan peyda dike. Ev hemû pevçûn û nakokî di nav wan kes û Boloyan de dimîne, ji ber ku tu kes nîn e bibe navbeynkar. p.m. hewl dide ku ji hemû şêweyên jîyanî û nêrînên rêkxistinî yên li gorî feraseta rêkxisteneke civakî ya gelemperî pêk tên dûr bikeve.



Li gorî vê ferasetê divê tu Boloyek bi şêweya xwe ya jiyanî li ser Boloyeke din an jî takekesan serdest nebe û ji bo vê yekê tevnegere. Ji ber ku berê piştrast e ku fikra însan bi xwe qenc e ne rast e. Di pirtûkê de bi hûrgulî hatiye vegotin ku di Bolo’Boloyan de amûrên wek dewlet û hiqûq, aboriya dirav û hilberînê, sînorên netewî û rêkxistiên leşkerî yên ku li ser civak û takekesan tehakumê diafirînin nîn in.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Babil ve Asur Mitleri

Sererastkirinên cîh û waran, mijarên wek îlm, perwerdehî, tendurustî, av, enerjî, çandinî, xwarin, ragihandin û bajaran bi her alî ve wek alternatîfa rexneya rêkxistina civakî û aboriyê û civaka îro tê nîqaşkirin. Alîyekî xwe yî germ ê vê pirtûkê ev e ku fikr û ramanên şênber ên ku ji niha ve mirov dikare di jiyana xwe ya rojane de pêk bîne dihundirîne. Belkî divê wiha were gotin: cîh û waran û civaka ku em dixwazin tê de bijîn divê em ji niha de hilweşînin û ji nû ve ava bikin û ji nav terk û derzên sîstemê serî derxin, ne li dinyaya dûr a xeyalan a paşerojê.


Bolo’Bolo pirtûkeke ku divê bê xwandin a ku  li ser jiyaneke alternatîf e, Wergera Kurdî ya destpêka pirtûkê ev e:


LI SER ÇAPA 1995 AN

Ev çap, teksta esil a ku di pirtûka 1983’yan de hatiye weşandin digre nava xwe. Ev tekst bi hêsanî karîbû bihatana rojanekirin lê ev yek derbirîna wî ya hîmî nediguherant. Nûkirinên mîsoger, şîroveya rastîn a beşên tenazwer û qezîkirinê ji jîrbûna xwendevanan re dihêlim.


Makîneya Kar a Gerstêrkî (MKG), ji diltengiyekî heta ya din diterpile (dihulkume) û di rêya xwe de berdewam dike, carina diranekî xwe wenda dike, li cihekî din yekê nû bi dest dixe. Di rastiyê de êdî rizyayî û zenggirtî be jî, di her carê de bi ser dikeve ku me bi xwe re girê dide û jiyanekî ku bêyî wî bêderfet e her carê nîşanê me dide. Tirsa li hemberî hilweşandina wî, ji tirsa her roj, hejarî, şer, hilweşandin û destbelaviyên ku li ber çavên herkesî tê raxistin hîna zêdetire.


Di vê navberê de heşt sal e salixnameya min a rêwîtiyê dereng maye. Me lîstik bi awayekî teqez wenda kir? Dawiyê em ê bibin “mirov” û hîna em ê bi hezar û salekê din ê Makîneya Kar deyax (tehemul) bikin?


Tevî bikeve teşeya ezmanxaniyên birewnaq, pere, reklam û erebeyan jî û herdem li her deverê be jî, Makîneya Kar bêhtir bêhêz e û di zorê de ye. Mînak gerîna fînansa navneteweyî bi her hawî ji kontrolê derket û bi awayekî xeternak hilberîna nirx û pereyan ser û bin dike. Mîna Yekîtiya Sovyetan hilweşîna dêwan an jî “anîna rewşa bê bandor” ya ADC’yê, ji me re nîşan da ku carcaran bi tenê cîla makîneyan bi hev ve digre. Tevî hewldanên pêkanîna jiyanekî li derveyî Makîneyê hinekî tirsonekî were kirin jî dîsa jî hene. Pêkanîna rêxistinbûyîna giştî (ez ji vê yekê re komînîkasyona rûxîner (hilweşandinî), KORÛX dibêjim), di nav mercên jiyana makîneyê de hinekî zehmet xûya dike.


Piştî karrojeke westiyayî çi wexta me çi jî enerjiya me dimîne. Daxwaziyên me yên reel-rojane pişt re bi daxwaziyên me yên “biderfet” re dikeve nava nakokiyan. “Bazara Makîneyê” li her deverê ji pêrgala me ya pevguhartinê jêhatîtir e. Qadên me yên ji bo bicihbûyînê bi vî rewşî ji bo Prototîp-Bolo’yan ne bikêrhatî ye. Ji aliyê din ve projeyên pêşeng pirr zû vediguherin gettoyan an jî jiyaneke “alternatîf” ya fafik. Lê armanc ne jiyaneke “alternatîf”e, berovajî vê yekê dawiya dawiyê jiyaneke normal e! Cîrantiyên heyî û projeyên bicihbûyînê ya cebrî -mînak qadên pişesazî yên hatine terikandin- pêngavên pêkanîna pêwendiyan ji aliyê qenderî (hêjmarkî) ve qerfok xûya bike jî pirr girîng e. Fikra ku di dema hatina wê rojê de em ê ji cihê xwe karibin tiştinan miheng bikin, ne bes e.


Planên pêşbîniyên li hemberî hilweşîna xwe, îro mîna ku em dibînin li Afrîkayê, Balkanan, Asyaya Navîn an jî li Amerîkaya Başur tevkujiyê, şerê, perokan, birçîtiyê dihêwirîne; ne jiyaneke alternatîf a bi aram. Beriya hilweşîna makîneyê em pêwendiyên xwe çiqas pêk bînin dibetiya ketina me ya valahiyê jî ew qas kêm e.


Bolo’Bolo beriya vê hilweşînê di nava pêwendiyan de hê di her cureyên nêveng (derdor) ku were bîra mirov de digere û hê di afirandina nakokî û têkiliyên ku armanc kiriye de berdewam dike. Heta hin kesên ku ne di nava vê yekê de ne, bawer dikin ku ev teoriya komployekî ya dinyayê ye. Di vê navberê de pirtuk bi zimanê Çînî jî hat çap kirin û hêvî dikim ku li dilê “aboriya piyasaya sosyalîst” bixe.


Ji hemû wergêran, weşangeran, redaktoran, nûneran, kesên ku dest bi dest didin hev, guh bi guh dikin pistepist û ji hemû kesên din ku bûne alîkar re ji dil spas! Bi her çapa nû ya Bolo’Bolo’yê we derfeta belavbûyîna xwe bi xwe ya ji aliyê honandina civakê ya gersterkî da. Dewam! Kesên ku derfeta weşandina bi ziman an jî devokên din dibînin karin bi weşanxaneyê re tekiliyê deynin.

p.m. , 1995


Ji bo wergera destpêkê û ji bo alîkariyên hêja ez pirr spasiya Willy Neighbour dikim. Ez dixwazim timcar wî li van deran bibînim.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  The Suicide of Dorothy Hale

Kesên ku bixwazin bixwînin min ji bo wan tirkî û îngilîziya kitêbê wekî PDF li jêr parve kiriye.


Tirkî


Îngilîzî


Bi xatirê we.