Otomobîla Min, Teknoloji

Craftera Volkswagenê (Comfortline)

Weke hûn dizanin ev model nişfa yekem a Sprintera Mersedesê ye ango merêv dikare bibêje ciyawaziya Sprinterê û Crafterê logo ye. Lê, helbet, ev bi tevahî berhema Volkswagenê bi xwe ye. Lewma ev cûre otomobîl bi tevahî kombinasyona serwîsvaniyê ye. Helbet, cûreyên wê yên ji bo barî jî hene.



Pozê Wê:

Dema merêv bala xwe dide pozê wê merêv dikare bi hêsanî bibêje ku modeleke Volkswagenê ye. Nîşaneya herî li ber çavên mirov dikeve xetên kromên ên li ser seradeya wê ye. Lewra ev êdî weke logoya wê jî tê hesêb. Çimkî di hemû modelên Volkswagenê de cih digire. Wekî din farên wê bala merêv dikişine. Lê di vê pakêtê de ango di vê modela me de ne tije ne. Yên tije li ser pakêta wê ye. Plastîka bin seradê jî ku hawirdora wê tev wergirtiye, xweşikbûna wê dixemilîne. Jixwe xetên li ser pozê wê mîna xetên kromê hema hema di hemû modelan de angaşt e. Kamera jî li bin pozê wê heye ku hawirdora wê tev kamera hene. Ji bilî vê logoya wê jî mezin bûye û pir lihevhatî ye.



Kêlaka Wê:

Giraniya mêvana me ya xwerû 2444 kîlogiram e. Ev paket 18+1 paldank in. Dirêjahiya wê 7 metre wan e. Lewra ku hundirê wê tije bibe giraniya wê dibe nêzîkî şeş tonan wan. Kêlaka wê giştî sade ye. Jantên wê yên 16î standar in. Cam otomotîk li gora tarîtî û ronahiyê tarî yan rohnî dibin. Neynikên wê yên cotikî bi awayekî otomatîk xwe bi xwe têne pêçandin.


Dawiya Wê:

Dawiya wê jî sade ye. Tiştên cuda di vira de çi ne? Pola ji bo çespandina deriyan û logoya wê ya nîvekê ye. Ji ber ku paldankên wê zêde ne cihên ji bo eşya yan jî firaxan zêde nînin.



Motora Wê:

Ev motor du litre ye. 177 belgîr û 410 tork e. Du heb turboyên wê hene. Lewra ev motor bi hêsanî dikare rahêje gewdeyê xwe. Înercoolera wê ya avî heye. Ev alav di modela Caravelleya Wolkswagenê de jî heye. Yanî heman motor e. Lê hinekî din jê biçûktir e. Faneka wê ya termîkî jî heye.


Hundirê Wê:

19 paldalkên ji bo rêwiyan hene. Rûyê paldankan zehf bi qelîte ne. Tu dikarî wan li gorî rehetiya xwe radî jî. Jixwe li ber her camê perde hene. Di pakêtên ser wê de sensor, USB û tabletdank hene. Li tawana wê jî camek heye ku ev hewadanka wê ye.


Kokpîta Wê:

Dema marêv pêşîn li kokpîta wê dinêre merêv dibêje qey a Jettayê ye. Bi tevahî sade ye. Mînak, direksiyon, kadran, multimedya, çavik, keresteyên ku hatiye bikaranîn…hwd. Lê ji aliye çavik, bêrîk, dexl û zirêdiyan ve dewlemend e. Divê jixwe wilo be. Wekî din ekstra kamera ji bo avojan heye da ku kontrola rêwiyan bike.



Ajotin:

Paldanka ajovan zor rehet e. Wilo weke dergûşê diheje. Merêv dibêje qey merêv di tirê de ye. Suspansiya ajovan ji ya rêwiyan azad e û gelek aram e. Dema merêv wê diajore merêv dibêje qey texsiyeke Wolkswagenê ye. Ji ber ku otomobîleke pir dirêj e parkkirina wê dibe di nava bajar de dijwar be.


Tiştên Standart:

1. Jantên 16î
2. Sînorkirina lezgîniyê
3. Start-stop
4. Klîmaya paş û pêş
5. Kalorîfera kabînê
6. Sensora parkê
7. Kadrana nîvekê
8. Eyarkirina berzkirina faran
9. Sensora baranê
10. Perdeyên dawiyê
11. Lambeyên tawanê
12. Asîstana farên dirêj
13. Şopîneriya xetên dirêj
14. Frêna lezgîn
15. Kamera


Mehmet Emin Cırık 


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Kapsamlı İngilizce Uygulamaları