Danezana Dadaîzmê
23 Tîrmeha 1918an
Sihêra peyveke ku hemû rojnamevan bi nişkê ve, li ber şêmîka deriyê dinyayê anîn cem hev ─DADA─ lê belê ji bo me tu girîngî nîn e.
Ji bo îlankirina danezanekê, divê meriv daxwazê li A, B, C’yê bike, divê meriv êgir bipijiqîne ser 1, 2, 3an, ji bo xwelêragirtina, sebirnekirina sebrê, dorpêçkirina a, b, c’yên girik û hûrik û paşê ji bo belavkirina van perwazçirpandin û tûjkirinê, destnîşankirinê, qîrînkirin, çêrkirin, serîrakirina li hember pexşanê û meriv di nava mutlaqiyetiyekê zelal de lihevanînekê pêk bîne û bêkêmaniya wê îspat bike û heçku diyarkirina dawîn a wekî fehîşehekê xwerûbûna Xwedê îspat bike û parastina bi nûbûna jiyanê şibandinê bike. Hebûna wê jixwe bi akordeonê, bi gotinên xweş û dîmenan hatibû îspatkirin. Awayekî xwerû ye meriv ABC’ya xwe bide pejirandin─lewma jî ev yek dibe sedemê diltengiyê. Herkes vê yekê bi rengê kristalblöfmeryemê dike, pergaleke pere, bûjeniyeke dermannasiyê, wekî bikeve rengekî û bang li buhareke qels û agirpêketî bike.
Azweriya nûbûnê heça dilnêziya giyan e, xemsariyeke naîfî tîne pêş çav, bêsedem, nîşaneke bidemborî û erênî ye. Herçi ev pêdivî êdî li pey maye. Huner asta bilindtirîn a xwe ya nûbûnê didiyê, diltengiyê bi çarmîxê ve didaliqîne û bi coş dibe, berpaşê bikêfxweşîwextborînê ew dibe heqîqî. Cihê ku tîrêjên pertewê li hev diqelibin hev dibirin, li wir, bi baldar û hişyar, li hêviya herikîna salan payin, di daristanê de.
Ez danezanekê dinivîsînim û ji bilî vê ez hîç tiştekî din tiştekî naxwazim. Lê belê dîsa jî ez xwe nadim paş bêyî çend gotingotinan, herweha wekî prensîb ez li hember danezanan im, wekî derketina li hember prensîban (ji her hêlê ve hêjahiya exlaqî ya hevokê, rêhêsaniyeke gelekî lihevhatî dide pêş însên; nirxê nêzîke/hema çi bigire bidestxistina empresyonîstan e.)
Ez vê danezanê ji bo çalakiyên li hember hev ên bi hev re yên ku dê bi bêhnekê bête xwendin bi pênûsa xwe li ber rabûme, reş dikim û dinivîsînim; ez li hember çalakiyê me; bi qasî lihemberrabûnê, ewçend bi kêrhatîbûnî jî; ez ne li hember derdikevim ne jî ez wê dipejirînim, ez rave jî nakim, ji lew re ez ji sikûnet û hişmendîtiyê hez nakim.
Peyva DADA─awiha hizr û ramanê wekî bibe nêçîrvaniyê ye; her bûrjûva nivîskarê lêyistikeke kurt û piçûk e, mijar û babetên cuda bi cih dike, li gor kesên deraxa hişmendiya xwe ─gûzikên li ser sendelyeyê─ bêyî cihdayinê, lihevsextkirina fenûfûtiyê ─çîroka ku dipeyive û xwe pênase dike─ (li gor sepandina rêbaza psîkanalîzê) dibe peyrevê armanc û sedeman.
Her bîner di heman demê de, delewêrekarek e ─heke ew peyrevê ravekirina (hînbûna!) peyvekê be. Di stargeha xwe ya ku dîwarên wê mîna çermê mehr fetlonek û lihevketî de, çavên xwe kor dike, xwe li kerriya azirîna xweajoyên xwe datîne. Bêdiliyên ku ji jiyana wî ya zewacê pêk hatiye ji vê derê dertê, dizê.
Ravekirin: Şahîneta li derûdora aşê ku qafikên hişk û vala yên kufkarikên jahrîn.
Tu wateya Dadayê nîn e.
Ji bo peyeveke ku tu wateyê îfade nake meriv wextê bi betalbûnê biherikîne, heke bêhavil be… Ew hizra pêşîn a ku dê di hiş û mejiyan de bigere û bizîvirre di asta bakteriyolojîkê de ye: Qet nebe meriv dakeve asta etîmolojik û kûrahiya wê ya tarîxî aya meriv bi bin çavkaniya wê ya psîkolojîk keve. Bi qasî em ji rojnameyan hîn bûne, Siyahiyên Kru, ji boça mangeke pîrozwer re digotine DADA. Li navçeyeke Îtaliyayê, kûz û dayik pêrgî wateyên hev hatine: DADA. Textehesp û dadik, di Rûmenkî û Rûsî de; coterêniyatî: DADA. Rojnamegerên xwedanzanîn di vê peyvê de; hunereke xas ê ku li pitikan tê didîtin; digel zarokên piçûkên din ên ku bangê li rûspiyên Îsa dikin, xirecira beradayî û berdanberdayî, li vê peyvê bi awayekî vegera li xireciriyê, paşdemayin û yeknesakiyê fedike. Meriv li ser peyvekê nikare hîstenikiyekî ava bike; her avahî, xwe li ber diltengiyeke peresîniyê dixîne; rawestîbûna lîmeke xapînok û avzêrî, bûjeniya însanî ya îzafî.
Berhemên hunerî divê di nava xwe de armanceke xwexweşikkirinê nehewîne, ji lew re hingê ew mirî ye; ne dilgeş ne jî xemgîn, ne girtî ne vekirî, sîwanên ewliyayên ku xwedî pasta ne aya di nava katên atmosferê de, alîkariya reva ku ber bi paş ve qûluzbûyî û xwîdana dilopê dike, pak bike, ya ji bo kêfxweşkirina merivan yan jî ji wan re heqaretkirin. Ji ber zagona ku giradayî ye, bi awayekî objektîf, ji bo herkesî tu carî ne spehî ye ew berhema hunerî.
Hingê rexnekirin bêkêr e, navê, meriv dikare bi awayekî sûbjektîf behsê li heyina wê bike, lê belê ji bo herkesî bi qasî serê derziyê girîngiyekê nade pêş çavan, tu tiştî îfade nake. Hûn di tevahî însaniyetê de welê têgihîştine ku we, pirsgirêka bingehîn a ruhî bi cih kiriye? Tecrubeya Îsa û Kitêba Pîroz, di biniya perwazên xwe yên boş û qencîhez de evana vedişêre: Gû, rawir, ajal û rojan. Di vê têkilheviya çeşnî ya bêteşe, meriv çawa dikare daxwazê li pergaldanîna însên bike? Rêgeza ‘’Ji cîranê xwe hez bike’’ di rastîniyê de durûtî ye. ‘’Xwe binase’’, utopyayek e, lê belê aliyekî wî yê din ê hê bêhtir dikare bête pejirîn jî hebe, yê vê gotinê, ji ber ku xirabiyê dihewîne. Gunehê xwe pê anîn tune.
Li pey şikestinxwarina însên, yê ji me re mayî heviyeke xwerû û parzînkirî yê însaniyetê ye. Ez naxwazim pê bidim bawerkirin, lewma jî ez her tim behsa xwe dikim. Mafê min ê ku ez yekî yan jî hinekan bikêşînim ber bi çemê xwe tune, e zorê nadim tu kesî da ku li min temaşe bikin, herkes hunera xwe bi hêza xwe pêk tîne, her bi rengî di afirîne, ─eger xwe bi çêja zewqa kata hilkişîna stêrkan gihandibe, yên miriyan aya xwe berdabe nava madenên çîçekên xemilî yên xweguvaştinên wextê zayinê.
Bizmilûg: meriv divê li her deverî li ewan bigere, di nava hêlûnên ku bi xemgîniyê mezin dibe, çavên ferîştehên spî yên ku bi qasî kêwroşkan de. Weha welidî DADA, ji ber pêdiviya azabûnê û bêpêbaweriya civakî ya navxweyî. Ew kesên ku bi me re tev kar dikin, dixebitin, azadiya xwe diparêzin. Em hêlgirên tu ramangeriyê nîn in. Em êdî ji akademiyên Kubîst û Futurîst jî bêzar bûn, ev akadamiyên ha, li gor me bêyî laboratuarên ramanên têşebûyî tiştekî din nîn in. Hilberîna peran, huner ji bo firkandina zewqên bûrjûvaziyê tê pê? Şeqeşeqa pereyan di nava lihevanîn û kafiyeyan de, wextê li ser zikên mezin gêr dibe, rengê dengê wan tê guhertin. Hemû komeleyên hunermendan, li stêrkên birq û bi boçik ên ji hevûdu cihê siwar bûn û dawiya dawîn xwe gihandin vê bankayê. Deriyên lihevpêkhatinê xwe li ser raxistin û xwarin-vexwarinê vekirî ne.
Em li vir, li ser axeke bi ber û tovîn hatine reşandin, paşê bicihkirin.
Bêyî vê, dîsa, em li vê derê ji bo banga gel em mafê xwe bi kar tînin, ji lewre em fêrî pêhesîna cirifîn û hişyarbûnê bûn. Em wekî xeyaletên ku ji enerjiyê serxweş sêguliyê di tenê bêxem de cit dikin. Em mîna lehiyên bêxêriya qevzbiqevz a ku ji gumrehiya hêşinahiya tropîk a serxweş diherikin in, zamq û baran xwîdana me ye, em xwîn dibin û em ar berdidin tîha xwe, yekîtî ye rengê xwîna me.
Kubîzm ji lêfekirineke basîd a objeyê pêk hatibû: Cézanne, fîncanek bi qasî bîst cm datanî biniya çavên xwe û her weha diresimand, kubîst ji jor ve li fîncanê fedikir û diresimandin resmên fîncanê. Hin ji wan jî perçeyekî objeyê bi awayekî qinc datîinin lê mêze dikin û jê resimên têkilhevbûyî tînin pê û xuyanga wê tevîhev dikin. (Li vê derê ez ne hunermendên afirinde ji bîr dikim, ne jî ew kesên ku teşe yên vebir didin armancên melzeme yên mezin.)
Heke futurîst be, heman fînanê, bi çend xêzên stûr, bi awayekî henekî ve hatî xemilîn, li nik hev rêzbûyî, bi awayekî li hev piçikî dibîne. Ev hizr li ser sermayeya entelektuelî ya ji bo tiştekî bidestxistinê, ber bi wî alî ve, resimekî rind aya xirab ê were pê astengiyekî çênake. Resamê nû, dinyakê ava dike, faktorên vê dinyayê, di heman wextê de amûr û alavên ku bi kar tîne ye, bêyî ku hewcedarî bi îspatkirinekê bîne, berhemek spehî û berbiçav e tiştê ku wî xêz kiriye. Hunermendê nû, serî hildide: Êdî resim (lêzêdekirineke sîmgeyî û xapînok e ev behrem) ew nake, yekcar kevir, darîn û xeşap, zinarên ku ji hesin û qeleyê hatine pê, hestên min ên kurtwexte bi bayên spehî yên ku dikarin bi her hêlê de bibezin ve organîzmayên pêşeng diafirînin.
Her berhemê plastîk yan jî resimî, di dawiya dawîn de bêkêr e, ew navê; ruhên kole bi tirseke ûcûbe bitirsîne jî, berhemên nespehî yên ku xwe xistine rengên lixwekirin ên însanan û li xwaringehên ajalan hatine bidarxistin, yek ji wan resimên çîrçîrokî yê însanî yê bi keser nebe jî. ─ Tablo, rewşên nû û destkewtinên ku di nava rasteqîniyê li pey hevûdu ne û bi hev re cih guhertine de, li ber çavên me, li ser tûwalekê, du xêzên pevreçûyî yên ku mîna hev yên geometrîk ên ku bi cih bûne ye.
Ev dinya, di nava berhemê de, ne bi tevahî hatiye diyarkirin ne jî hatiye pênasekirin, di nava texlîtên bêhejmar de, resim aîdê yê ku lê temaşe dike. Ji afirindeyê wê, xwe naspêre yek ji wan sedem yan jî ramangeriyan. Pergal= bêpergalbûyin; ez= ne ez im; erêniyatî= paşçavkirin, tîrêjên ronahiyeke xurt a hunereke misogerî. Di nava zelaliya misogerî ya kaosa kozmîk û pergaliyê de, domnekir, bêbêhnmayî, bêronahî, di nava vê kadê wexteke piçûk a bêvenêrîn de bêpayan. Ez ji berhemeke kevn, di heman demê de ji bo nûbûna wê hez dikim. Tiştê ku însên bi rabirdûyê ve girêdide, bêyî dijîtiyan tiştekî din nîn e.
Di nivîskarên ku bi me dersên exlaqê didin, li ser bingeha psîkolojîk didin û distînin aya ji bo tenduristkirina hintiştan ên ku îdîa dikin de, digel daxwazeke veşarî ya hilberînê, tiştê ku wan senifandiye, wan dabeş kiriye de, agahiyeke pêkenok a jiyanê ya beralîkirinê heye; wextê ku dikevin pey tempoyê, ji bo dîtina lihevhatî ya dansa ku li gora kategoriyan li ber xwe didin. Xwendeyên wan jî, bi awayekî tinazwarî bi vê yekê dikenin û her didin ser riya xwe û meşa xwe didomînin; ev hemû bi kêrî çi tên?
Edebiyateke ku nedikare xwe bi girseyên birçî gihîne heye. Berhemeke ku ji afirindeyan, ji pêdiviya nivîskêr a rastîn û ya ku ji bo ewî bi xwe pêk hatiye heye. Agahiyeke ezîtiyê ya bilind û zagonên ku ne derbasdar in. Divê her rûpel biteqe, yan bi cidiyeteke giran û kûr, bi bahozê, bi bandoreke ku serxweş dike, bi nûbûnê, bi bêdawîbûnê, bi wê heneka xurt a hewîna xwe de, bi coşa rêgezan yan jî bi teknîka çapkirinê. Aha dinyake hezok a ku direve û diçe, evîndarê pêşerojê yê zengilikên dûjehê, aha li wê layenê: însanên nû. Êzing, yên ku xwe hilo dikin, ew kesên ku bi hîskehîskan dilerizin. Aha dinyake kulek, û doktorên sexte yên edebiyatê yên ku ketine pey nexweşîna tenduristkirine. Lê belê ez bang li we dikim; wekî destpêkirinê tiştekî nîn e û em nalerizin; em ne hestewar in.
Em çarşevê ewr û bergerînan, mîna dînebayekî ji hevûdu vediçirînin, em nîşandana mezin a rûxandinê amade dikin; êgir û xirabkirinê. Em amadekariya ji holê rakirina taziyê dikin û em sîrenên ku geh li vî parçeyê erdê mezin ê dinyayê ne geh li wî parçeyê mezin ê dinyayê ne dixin dewsa rondikrijandinê. Alayên tarî (tîr) yên hezkirinê û ew kesên ku ji jahra keserê bi dûr mane. DADA, sîmgeya razberkirinê ye; di nava tîcaret û reklamê de wekî faktorên helbestî ne. Ez berkêşkên mêjî dişkînim parçeçinî dikim; her weha rêkxistina civakî jî: Li her deverê binpêkirina rêgezên exlaqî û birrêxistina destê asîmên a ber bi dûjehê, bifirrêxistina çavên dûjehê yê ber bi asîmên, bi hêzên rastîn jînûveavakirina çerxeke sîrkeke bi ber û pêkanîna xeyalkirina her însanî.
Pirsgirêk felsefe ye: Di jiyanê de, bi xwedê, bi ramanekê yan jî heçî tiştekî din, meriv ji kîjan hêlê ve lê fekî. Sexte ye, her tiştê ku lê tê fekirin. Ez dikarim bawer nekim ku, havila sûbjektîf piştî xwarina êvarê ji hilbijartina di navbera gîlyaz aya pasteyê de pêk tê. Ji bo merivbi awayekî fikra neyekser bide pejirîn, şeklê ku bileztirîn ê lêmêzekirinê yê tiştekî din ê rengê wî yê din re diyalektîk tête gotin, yanî li dorê meriv dansa metodê bike, ji bo ruhiyeta kartolên qijilandî meriv bazirganiyê bike.
Îdeal, îdeal, îdeal,
Agahî, agahî, agahî,
Bûmbûm, bûmbûm, bûmbûm,
Ez bi vî hawî bang bikim, her weha ez ê pêşveçûnê, zagonê û ew taybetmendiyên spehî yên din ên biqîmhatî tomar bikim; gelek însanên jêhatî di nava kitêban de li ser van dan û standin çêkirine û dawiya dawîn de her yek ji wan li gor bûmbûma kesayetiya xwe dans kirine û li gor bûmbûma xwe mafdarbûnî parastine, ev yek dane nîşandan, asta bilind a pêgihandina têrkirina meraqa xwe ya nexweş; zengelên taybet ên ji bo pêdiviyên ku nayên pênasekirin; serşok; pirsgirêkên ekonomîk; şewqdayinên mîdeyê yên ku li ser jiyanê ne; otorîteya şiveke nepen a k udi nava demeteke orkestrayê de, bi yayên bêzar ê wekî xeyaletekî fîltreyên bi baz ê amonyakî yê ajalî. Bi çavê ferîşteheke şîn, ji bo hevkariya bîstpereyan a mînetdariyê hundir kolan.
Heke hemû mafdar bin û hemû heb bi tenê Pînk bin, bi tenê carekê be jî divê me nemafdarbûnê biceribînin. Bawerî bi tiştê ku tê nivîsîn ê ku bi awayekî, li gor hişmendiya hiş be tê kirin. Lê belê ev tişt, tiştekî fikrî ye. Hizr ji bo felsefeyê baş e, lê belê fikrî ye. Nexweşiyeke bitalûke ye psîkanalîz, trendên însan ên rastî─dijîtî û pargala bûrjûvaziyê ava dike. Rastiya nîhaî nîn e. Diyaklektîk makîneyeke, şahînetê ya ku însên ber bi aliyê fikrên ku di her hal û karî de jirêzêpêkhatî ye. Tevî tenikiya zêdetirîn a hişmendî,gelo em rasteqîniyê didin nîşandan û her weha em vê yekê li hevûdu tînin dihizirin? Hişmendiya ku ji hêla sehkrinê ve hatiye guvaştin, nexweşiyeke xwerû ye. Ew kesên hişmend, li ser vê faktorê hêza çavderiyê zêdekirinê hezê werdigirin. Lê belê bêhempahiya yekta ya vê taybetmendiya fikirînê, îspata bêhêzbûna wê ye. Lêhûrbûn li serê tê kirin, yek yan jî ji gelek hêlên çavderiyan ve lê tê mêzekirin, ji nava wan bi milyonan çavderiyan tên hilbijartin ew fikrên ha. Tecrube jî, havila jihevderxistina ferdî û lêrasthatinê ye.
Wextê zanist tê heyvanê pergaleke spekulatîf nayê, taybetiya xwe ya bikêrhatinê, ew bêkêrbûna herî berbiçav, lê belê wextê ku bi tevahî dibe bêkêr hingê li ber çavên min dibe wekî mehrê kor. Ez ji objektîfiya laçkayî û ji liheviyê, zanista ku dixwaze hemû tiştî di nava pergalekê de bibîne nefret dikim. Bidomînin zarokên min, ho însanetî… Zanist ji me re dibêje hûn xulamên xwezayê ne: her tişt din ava pergalekê de ye, bi hev şa bin û serê hevûdu bişikînin. Bidomînin zarokên min, ho însanetî, bûrjûvayên kubar û rojnamevanên destpênebûyî…
Ez li dijî pergalan im, pergela herî ku dê were pejirandin, ya ku hîç rêgezekê ji bo xwe dike rêgez e. Meriv were pênasekirin, heta ku vazoya xweseriyê tijî bibe, di nava zarokatiya xwe desthilatdarîbûnî, fikrparêzî û wêrekiya li dijfikrparêziyê şerkirin, şêrîniya nên, ekonomiya ku bi awayekî kambax ê badokî û di teşeyê sosinê de bi carekê ve dişixule.
JIXWEBERIYA DADAYÎ
Herkesê ku rewşa xweyî li gor xwe diparastî, heke ne ji xweparastinê be jî, bêyî xwe bidin paş rêgirtinê ya li hem ber însên, ez ji vî awayî jiyanê re dibêjim bêxembûn. Step-twoya ku vediguhêze sirûda neteweyî, dukana firotina tiştên bidestketî dike. Ew telefona bêtêl a ku fîgûrên Bach bi dide guhdarîkirin, ji bo kerxaneyan reklamên bi şewq û tebele, orga ku bi navê Xwedê qurnefêlan belav dike, bi rastî jî ev hemû dewsa perwerdehiya olî û fotografê dadigire.
Sadehiya çalak.
Qelsiya hilbijartina ronahiyê ya pileyan, bibinvebûna tarîgewrikiyê, di nava devekî mezin ê tijî hungiv û gû ve tijî de sobarîkirin. Wextê were li ber devê pîvana bêdawîbûnê bisekine, her çalakî vala û betal e ─(heke em xwe li havileke ku serûwena wê dê bi tevahî ji groteskê bête pê, bikin temaşevan ─ ji bo qelsketina pênaseya benîmerivî ji wê hêlê ve qewimînek e.) Lê belê heke, jiyîn, henekeke kirêt a bêarmanc û zayin bêêşkêşiyê be, mîna dawudiyên çelmisî, wextê ku meriv têdigihe ku dê ji nava vê yekê divê bişeqite, naxwe em bi şêweyekî vebirî bingeha lihevhatinê îlan dikin: Huner.
Em wekî şervanên sext ên hişmendiyê ne û bi sedsalan e, girîngiya ku em didinê, huner wê girîngiyê de paxila xwe de nahewîne. Ew dilê kesî nahêle, yên ku bi hunerê re peywendîdar in ê bikevin nava dilan, keyseke xweş a ku dê bi dengên xwe welêt dagirin bi dest xînin. Huner tiştekî mahrem e, hunermend ji bo xwe hunerê tîne pê; avakirina berhemeke zelal û fambar karê rojnamvan e û niha tekilhevkirina vî cinawirî û boyaxên rûnî, pir bi xweşa min tê: kaxiz xweziya xwe bi tupê hesin tîne, xwestê ku dilteng dibe, hingê bi awayekî otomatîk ji navê kîn, keleşî, kirêtî û nefret bi der dibe.
Hunermend û şahîr, di nava vê endustriyê de, dikeve rengê hinek şef û pêşengên ku ji jehra ji nava wê girseya hişk ve diherike hez dikin, heqeretkirina li wî, wî dike serxweş: ev yek îspata neguherbariyê ye. Nivîskar wekî ew hunermendê ku rojnameger pesnê wî dide, şahidiya fambariya berhema wî dike: paçê hatî birîn ê paltoyekî yê ku ji bo bikêhatina gel e: cawên ku serê çortiyê dinixumîne, mîza ku xweajoyên jirêzê yên ku di nava xwe xwe ajalekî harbûyî dihewîne zêdetir bi hêz dike. Goştê bêdon û yê ku bi mîkrobên çirçbûyî yê mîkrobên tîpografîk. Me ew çavşiliya xwe ya ku ez xwe dizanim-nizanim ku heye serûbinî kir. Her zûxava bi vî awayî tirşûya vîjikpêketinê ye. Parastina vê hunerê, tê maneya têgihîştina wê. Ji me re, berhemên ku tu carî dê neyên famkirin ên hêzdar, zexm û xwerû divên.
Mantiq, hiş tevlihev dike. Mantiq xapînok e. Ew benên mefhûman, yanî yên peyvan, ber bi guçên wan ên teşekirî ve, ber bi serçikên wan ên xapînok û navendan ve dikişîne. Zincîrên wê kujer in, ew rawirekî hezarmilî yê ku azadiyê dixeniqîne. Heke huner û mantiq xwe bigihanda hevûdu hingê dê têkiliyeke cînsî ya ensest bianîna pê, wê boça xwe kêşand ber bi zikê xwe, wê dê ew bixwara û vexwara, wekî bi xwe re zîna bike, dê veguheriya merdezimeke ku bi bin qîra Protestaniyê ve bûyî ye, dê bibûna peykerek, gopikekî tarî yê rûvî yê rengxwelî.
Lê belê vezelokîtî, dilgeşiya coşiyê û hetta ya newekheviyê, kurmekî ku me xistiye rengekî masûm û rastiya hûrik a ku em kirine xweik: em hîstenik in û tiliyên me nerm in, dikarin bikevin nava her deverê, hema çi bigire dikarin wekî şaxekî giyayekî bişemitin; kînîkine bi me didin zanîn ku wekhevî ruhê me dide pênaskirin. Ev jî babetekî din ê nêrînê ye, lê belê qencbîne ye ku, hemû kulîlk ne pîroz in û tiştê ku li gel me xwedawendî ye, çalakiya hişyarbûna li dij-însanî ye.
Li vê derê tiştê li serê tê hûrbûn kûlîlkeke ku ji kaxizê hatiye pê ye: ew ê ku mudawîmê baloya jiyana bi maske ye, mitbaxa zarafetê, baqil yan jî ew ê bi sîng û ber e, ew kulîlka ku dema beg û begzadeyên diçin ba dotmam û dotmîrên balspehî û pak bi ser sîngê ve tê kirin e.
Bi tiştên ku me hilbijartine ve ev begên ha kar li hev doş dikin. Dijîtiya kadan û yekîtiya wan, bi carekê ve dikare biqulipe ser rastiyê. Her çi dibe bila bibe ev jirêzêbûnî, heke em israrkarê vê şehwetiyê, bilêvkirina exlaqê ku jê bîhna pîs difûre bin. Exlaq, mîna her havila bi felaket a hişî be, di dawiyê de kobûyinek e. Lêhûrbûna hiş û mantiq, li pêş çavên memûrên polîs bi me lêxwedîderneketin hîn kir ─çavkaniya kolebûnê ji vêr vejiya─ ev mişkên hanê yên bêhnketî, zikên bûrjûvayiyan direpisîne, ditepisîne û didewisîne û ji bo hunermendan ronahiya ku tekane maye, yên korîdorên pak ên cînciqî kirêt dikin. mLi vê derê tiştê li serê tê hûrbûn kulîlkeke ku ji kaxizê hatiye pê ye: ew ê ku mudawîmê baloya jiyana bi maske ye, mitbaxa zarafetê, baqil yan jî ew ê bi sîng û ber e, ew kulîlka ku dema beg û begzadeyên diçin ba dotmam û dotmîrên balspehî û pak bi ser sîngê ve tê kirin e.
Exlaq qencîhezî û merhemet anî pê, mîna fîlan û gerstêrkên sirgûndayî û mîna wan du lib gopikên don ên ku xweş dihatin wesifandin. Çu pêwendiya wan nîn e. Vekêvekirî ye qencî, ronî ye û bi biryar e, li hember lihevhatin û polîtîkayê bêbext e.
Sînedarî, welê ye ku çîkoleteyê diniqutîne nava demarên hemû însanan. Ev peywir, ji hêla hêzeke di ser hêza xwezayê re ye nehatiye pêşkêşkirin, ev xemrevîna tucarên ramanê û monopolîstên zangehê ye. Hestewarî: li bihevketina grûbek însan ên ku dilên wan teng e mêzekirinê ve salname û dermanê zanyariyê bi cih kirine. Nîşanine dan nîşankirin û herweha şerê feylesofan dest pê kir û teqiya (merkantalîzm, bîlanço, tevdîrên kirêt ên hûr kûr) û careke din hate famkirin ku merhamet hestek e, yê sihetê xirab dike, hesteke ku têkilê kerrixînê bûye û dişibe vîjikê, karê kambax ê tironeyên ku rojê qirêj dikin.
Piştsistiya ku ji nava van fabrîkeyên ramanî yên felsefî yên ku tê de rojeke bêhnkêtiyê, ez ji vir hest pê dikim ku hemû jîrbûnên kozmîk li dij in,
JÊNEFRETKIRINA DADAYÎ
Ez bi hemû hebûnên wê, şerekî xedar û giran bi we didim zanîn.
Berhema ku dê pê malbat bi awayekî nefretkirî bête paşçavkirin dada ye; prostestoya ku di daxilê hemû hebûna xwe ya çalak a rûxandinê de gurmistên ku radibin ber bi jor: DADA; pênasîna heya niha, lihevhatinê û têkiliyê zayendî ya ku heya niha bi awayekî hêsanî yê edebî yê ku destkewtî ne hatiye paşdekirin: DADA; ji holê rakirina dansa ku ji afirindebûyinê û hişmendiyê bi dûr: DADA; ji bo ji holê rakirina her hiyerarşî û her hevkêşeya ku berdestên me wekî nirexekî li cih dane rûniştinê: DADA; her obje, hemû obje, hest û tarînine, lihevqelibîna xuyang û xêzên pevre, riyeke pevşerkirinê ye:
DADA; tunekirina bîr: DADA; tunekirina arkeolojiyê: DADA; tunekirina pêxemberan: DADA; tunekirina pêşerojê: DADA; ji her xwedawendê ku berhemên wî jixwepêkhatî bêyî danûstendinê, bawermendiya misogerî: DADA; bi zerafetê lihevanînekî, gavkirina ji kadekê ber bi kadeke din; rêbûriya gotineke dîskeke xurt a ku wekî bi deng hatî avêtin; hemû kesayetiyên şêtî yên ku bi ber pêlên demê ketine re rêzgirî: cidî, tirsok, fediyok, dijwar, hêzdar, bi biryar, bi coş; sadekirina îbadetxaneya ku bêyî her têkberên giran û bêkêr; mîna sûlaveke rewneqdar a ku hemû fikrên evînî û dilmayinê tif dike û tavêje devre; yan jî bi her awayî wê din ava xwe bihêle ─bi kêfxweşiya zanîna pêferqnekirinê─ bi beden û ruhên serferîştahan ve xemilî, tîrbûna ji nav çirpiyan a ji bo asîlan ji moriyan hatî paqijkirin.
Azadî: DADA DADA DADA, zûrîna êşên guvaştî, dijîtiyên hemû dijîtiyên li hev hatî piçikîn, groteskên, bêhavilmayinên; JIYANÊ.
Trîstan Tzara
(Karekî ji mêj ve bû ku min dixwest bikira “Danezana Dadayê” bi Kurdî bi we re parve bikim. Heke kêmanî hebin ji kerema xwe li binî, di şîroveyan de diyar bikin. Herkes bi dilê xwe dikare parve bike, belav bike. Silav û hezkirin.)
Hişê min ji serê min çûûû, nivîseke pirr baş û balkêş e 🤩🤩