Kurdî, Resim, Sanat

David whit the Head of Goliath, Caravaggio

Ew jîrê ku tu carî nedikarîbû serê xwe ji belayê rizgar bike, ew ê ku her tim li pey wî bûn, ew jîrê ku her tim bi  Dêrê re di nava pêvçûnê de bû, ew jîrê bêhempa: Caravaggio.


Caravaggio, bi gelemper jiyana xwe di bin siya dinyaya netekîn, biaraqvexwarinê, bipevçûnkirinê, bi jinên kolanan bihurand. Di tabloyên xwe yên Madera Meryem û ezîzên wê de, ew fahîşeyên ku pê re rabûbû-rûniştibû wekî model bi kar anî. Ezîz bi nasirên ku di destên wan de vedabûn û celpa ku bi lêngên wan ve xuya dibû, bi vî awayî bêtirs xêz kir. Ji ber vê yekê, her tim rastî bertekên endamên olî û radestkirinan û rastî ji civakê bidûrxistinê hat.


Michelangelo Merisi da Caravaggio


Ji bo ku ew pir jêhatî bû, çîna asîl ew her diparast, heta ku ji ber tiştekî sivik, bi yekî re lej kir û ew kuşt. Belê Caravaggio mêrkujekî welê bû ku wî bi hêrsa xwe nedikarîbû. Piştî vê yekê asîlan ew hew dikarîbû biparasta, ew bi sûcê mirinê hatibû tawankirin û lêgerîn di derbarê wî de hatibû dayin. Pêşî çû Napoliyê, ji wir jî çû Maltayê. Sonda Şovalyeyî kir û hêvî kir ew baqil be û her weha bête efûkirin. Lê kurmê wî bû, wî nedikarîbû dev ji vî kurmê xwe berda, serê wî bi birîndarkirina şoyalyeyekî ketibû belayê, dîsa reviya, îcar reviya çû Sicilyayê, dîsa paşê Napoliyê. Hema çi bigire roja wî ya bêhedîse tunebû.


Wekî hûn jî dizanin Ewrûpaya sedsala 15emîn gelekî awirhişk bû û bi saya derbasdarî û desthilatdariya qiseyên merivên olî Dêr di her hiştî de xwedanbîryar bû. Lewma jî kiryarê yektatirîn ê hunerê Dêr bû. Ji çêkirina berheman ku dê werin pê bigirin, heta boyaxa tabloyan, rêzik datanîn û dixwestin ku hunermend xwe li van rêzikan bînin. Aweha Caravaggio, di vê serdemê de, ji ber ku Dêr da hember xwe û li hember wê serî hilda, ew wekî hunermendekî dîn û aqilmend e, lewma girîng e.


Caravaggio, di wê serdemê de standarta bedewiyê ya heyî ya ku derbasdar e piştguh dike, bi rastiya ku li însên zorê dike berhemên xwe diafirîne. Ev rasteqîniya xwezayî ya ku di resimên wî de ye û rawestana li ser mijaran a bi awayê sansasyonelî her tim serê wî xistiye nava belayê.


Modelîstên lawik ên ku di tabloyên wî yên serdema pêşîn de modelîstî kirine, tê gotin ku bi wan re têkiliyên homoerotîk daniye. (Donald Posner) Ew kesên ku qise diavêtin resimên wî yan jî li resimên wî heqaret dikirin, wî ew kes kêr dikirin. Lewma jî her tim diket girtîgehê û derdiket. Tew û tew, tê gotin, ji bo ku Vejîna Lazarus bikaribe bisêwirîne, ji mezel term daye derxistin û ew term wekî model bi kar aniye. Lewma jî ji hêla şovalyeyekî heta ku bimire lêdan xwariye, hatiye kêrkirin, rûyê wî hatiye parçekirin lê ew nemiriye.


Hem ji bo ku rûyê hatiye parçekirin û lewma jî ew nehatiye naskirin, hem jî kî yê ku wî bikuje ji wî re şabaşî heye, ji ber van sedeman best lê rabûye, piştî ku birînên wî cebirîne tabloya xwe ya bi navê, David whit the Head of Goliath yanî David û Serê Goliath çêdike.


Baş e, çima David û Goliath?


David û Goliath, meriv dikare bibejê ku, di wê serdemê de di îkonografiya Ortodoks -Xaçperestan de Mesîh û Îblîs û serfiraziya çêyiyê li hem ber neçiyeyê dide xuyakirin.


Ev çîrok di navbera Filîstîn û Îsraîliyan de dibure. Li gor efsaneyê Goliath, leşkerekî Filîstîniyekî ku laşê wî mîna dêw e, Mûsewiyan vedixwîne qada şer û di kesekî de ew wêrekiya ku bikaribe li hember wî şer bike, dide xuyakirin. Di wê serdemê de David hê zarokekî 15 salî ye. Rojekê David ji birayên xwe re erzaq dibe, vê vexwandina qada şer a Goliath dibihîse. Çend xilik dixe destê xwe û bi çeqê xwe, bi şûrê xwe derdikeve qada şer hember wî. Goliathê ku bejna wî sê metre ye û bi laşê xwe yê dêw, pê dikene. David, bi çeqê nav destê xwe nîşanê digire û li şilîka eniya Goliath dixe. Ev efsane ye ya, Goliath bêkeys dikeve û sersersem dibe, hingê David bi şûrê xwe wî serjê dike.



Ev tablo bi awayekî, otoportre ye. David wekî xortekî ciwan, otoportreya Caravaggio, Goliath jî rewşa rûparçebûyina wî disêwirîne.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Cejna Pîrebokan


Caravaggio, tabloya David û Serê Goliath, ji Kardînalê Romayê Scipione Borghese re wekî daxwaziya efûkirinê bi rê dike. Heke hûn ji nêz ve li ser tabloyê hûr bin, hingê hûn ê tîpên H-AS OS li ser şûr bibînin. Ev tîp, bi Latînî kurteya gotina “humilitas occidit süperbiam” e. Wateya wê jî “dilnizmî rûmetê/pozbilindiyê dikuje.”



Bi tevahî şêwazeke Caravaggio ye!


Heke hûn bibêjin ka paşê çi pêk hat: Caravaggio xebera efûkirinê werdigire û ji Napoliyê ber bi Romayê bi rê dikeve lê ew hê di 39 saliya xwe de ye nexweş dikeve û jiyana xwe ji dest dide.


Bi hêviya hevdîtinê.