Kurdî, Müzik, Resim, Sanat

Dengbêjê Stranên Mêrxasîyê: Karapetê Xaço

Karapetê Xaço, bi eslê xwe ermenî ye û bi gotina serhedîyan, File ye. Lê ew bi deng û avazên xwe dengbêjekî ji dengbêjên kurd ên sereke ye. Ji ber ku amûra dengbêjiyê bi peyv û gotinên hunerîya dengbêjiyê xemilandî ye, xeml û hunera Karapetê Xaço jî bi zimanê kurdî hatiye xemilandin. Gelo Karapetê File çawa bûye dengbêjekî kurd û bi stranên xwe yên li ser mêranî û mêrxasîya kurdan çawa di dilê kurdan de cih girtîye?


Di destpêka sedsala 20an de dema ku li gundê Bilêder a li ser Qubînê (Beşiri) çavê xwe li dinyê vedike, navê wî Garabet Xaçaturyan e. Mirov dema ku li serpêhatîya wî dinêre, dibeje qey qedera wî, di serî da wek dengbêj hatîye nivîsandin. Ji ber ku di qedera hemû dengbêjan de hevparîyek heye, ku ew jî êş û jan, koçberî, feqîri û belengazî ye.



Dê û bavê Karapetê Xaco li ber çavên wî ve têne kuştin.


Dema min ev bihîstibû agir bi kezeba min ketibû. Ez hîn jî di bin tesîra vê bûyerê de me! Karapetê Xaço jî di zarokatîya xwe de tûşî komkujîya ermenîyan dibe ku ev bûyer ji aliye Dewleta Osmanî ve tê kirin. Dê û bavê wî, li ber çavên wî têne kuştin, ew bi her sê xwişk û birayên xwe ve bi xwedîlêderketina hin kurdan ji kuştinê xilas dibe. Mixabin êdî zarokekî sêwî û bi nasnameya xwe ya veşartî ve sêwiyekî bêxwedî ye. Her çar xwişk û bira nasnameya xwe vedişêrin û li deşta Xerzanê, di nav kurdên ku li wan sitarî kirine de dijîn û bi zimanê kurdî mezin dibin.


Di dema xortanîya xwe de, Karapet şivan û gavanê pez û dewar, di heman demê de jî di herêmê de dengbêjek nasyar e. Di gera xwe ya di nav gundan da kilam û stranên Kurdî jiber dike û distirê. Deng û dengbêjîya wî di nav gundên herêmê da belav dibe. Li ser şerê ku Filîtê Quto tê de tê kuştin, stranek derdixe, ku Filîtê Quto mêrxasek ji Eşîreta Reşkotan e. Ew eşîret di dema komkujîya ermenîyan de li gelek kesên ermenî xwedî derketîye û ew ji mirinê xilas kirine. Ji wan ermenîyan yek jî Karapetê Xaço ye, ku ew li gundê Filîtê Quto, di bin hikma lawê wî de demeke dirêj dijî.



Di wan salên patolojîk de Karapetê Xaço jî berê xwe dide binxetê û derbasî Sûrîyê dibe. Sal 1929 û Sûrîye jî wê demê di bin bandora Fransayê de ye. Karapet demekê piştî derbasbûna xwe ya binxetê, di nav artêşa Fransî de weke lejyoner cih digire û bi qasî 15 salan ji Fransayê re leşkerîyê dike. Di sala 1936an de li Qamişloyê bi Yêvaya Hagop re dizewice, ku bavê Yewayê Hagop Azîzyan jî, di dema komkujîya ermenîyan de ji bajarê Îzmirê revîya ye û koçberî Qamişloyê bûye. Di sala 1942an de keça wan Akrasî, di sala 1944an da jî lawê wan Sêrop tê dinyayê. Piştî Şerê Cîhanê Yê Duyem, di sala 1946an de Fransa ji Sûrîyê vedikişe, lejyonerîya Karapet jî diqede.


Di wan salan da Ermenîstan bangewazîyek li hemû ermenîyên ku li derveyî Ermenîstanê dijîn, dike, heger ew bixwazin, wê bikaribin vegerin welatê xwe. Karapet jî li ser wê bangewazîyê bi jin û zarokên xwe re berê xwe dide Ermenîstanê û li wira bi cih dibe. Mixabin li Ermenîstanê jî feqîrî û belengazî dev jê bernade. Piştî bicihbûna wî ya li Ermenîstanê sê zarokên wî yên din jî çê dibin.



Egîdê Cimo, Karapetê Xaco û Radyoya Rewanê


Di sala 1955an da radyoya Rewanê dest bi weşana zimanê kurdî dike û Karapet jî weke dengbêjekî kurd di nav hunermendên radyoyê de cih digire. Di radyoyê de jî, ji bilî zimanê kurdî, tu car bi zimaneke din, heta, bi zimanê xwe yê zikmakî jî kilam û stran nestiraye. Loma ew bi eslê xwe her çi qas ermênî be jî, bi deng û avazên xwe ve, bi stran û hunera xwe jî dengbêjekî kurd e.


Êdî kîjan sal û kîjan roj be, ji wê demê şûn ve dengê Karapetê Xaço jî bi salan û bi saya radyoya Rewanê di nav kurdan da belav dibe. Bi nav û stranên xwe, bi taybetî bi strana Lawikê Metînî, bi strana Filîtê Quto û bi strana Edulê, di dilê kurdan de cihekî mayînde dihêle. Stranên ku Karapetê Xaço di radyoyê de distirê, bi piranî li ser mêranî û mêrxasîyê ne. Ji wan stranan yek jî strana wî ya li ser kuştina Filîtê Quto ye. Gelek dengbêjên kurd strana Filîtê Quto distirên, lê Karapet bi terz û meqamek cûda ew stran gotiye ku gotinên wê jî wilo ne:

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Like Orpheus

Filîtê Quto

Heylo heylo heylo heylo heylo heylo
Heylo heylo heylo heylo Şem rebenê
Şemê digo Filîto lawo li me hatî karwanê xwê yo
Daniye li Kaniya Badereşê lawo ser avê yo
Dibê Filîtê Quto gelo digere dîsa li xirabiyê lê Şem rebenê
Şemê digo Filîto lawo dilê minê wê dil dibê yo
Ne min go lawo neçe pêşiya vî terş û tarişan
De terş û tarişî gunene çavê jin û zarê wan qerîne li rê yo Şem rebenê
Heylo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Şemê digo Filîto min go lawo karwan hato ji Bilêderê
Mamê Elî Etmankî bi sê denga dikir gazî li xulam û xizmetkara digo bavê kî no
Hûnê bara biqelêbin bikevine berê
Minê rojekê dua dikir serê min û Filîtê Quto kurê Şemê
Li Panava Qîre dîsa di hev da derê lê Şem rebenê
Şemê digo Filîto lawo min go ji Pozê Qîre heta Delana Paşo çend neqeb e
Dibê mertala bavê Hesen lawo gelo sorî gulkî bi keb e
Herçî şerê Bavê Hesen tê da ye daîm qetilxwîn e bi xezeb e lê Şem rebenê
Filîtê Quto bi sê denga dikir gazî li Mamê Elî Etmankî
Digo lawo hêstira pêşî hêstira paşî deyne baca rê yo
Xulam û xizmetkaran digot gelo gelî xulaman hûnê hêstira pêşî hêstira paşî bidine Filîtê Quto
Bila bibe qelenê diya xwe ya Şemikê yo lê Şem rebenê
Şemê digo Filîto lawo roja me derketî wî ji Anedolê
Şewq û şemala xwe da pozê Seydim Qasim Tapiya Biro Mertala Bavê Hesen gulkê dorê
Ji xêra mala Xwedê re gavê li bavê Hesenî Talekî û pêsîrtengî
Bira tê derketa çend peyayê Mala Hesen Korê, lê Şem rebenê.
Şemê digo Filîto lawo Karwan temam dibên em karwanî ne
Bila ji Mamê Elî Etmankî pêştir ji karwan û bazirgana li welat û şaristana negerîne
Îro derbekê dayê li bejn û bala Filîtê Quto li bavê Hesenî tal e
Û koka mêra ji mala wana ditepîne lê Şem rebenê



Karapet, ji bo ku tenê stranên kurdî strîyaye, li Ermenîstanê tûşî bertekên sosret bûye, di kilam û stranên xwe de pesinê axa û beg û serokên eşîran dike. Gelek caran ji alî heval û hogirên xwe yên kurd ve jî tê rexnekirin. Di hevpeyvîneke xwe de ji bo dengbêjîya xwe ya bi kurdî wilo dibêje:


“Ez zarokekî piçûk bûm. Di gundê me de aşiqek kor hebû, navê wî Şako bû. Kilam distira. Jixwe wê demê xêncî guhdarîkirina zindî, îmkanek din jî nebû. Ez jî xwe bixwe hînî kilam û stranên kurdî bûm. Wê demê min ji kurdan ra paletî, şivantî û gavantî dikir û di her firsendê da jî distira. Dema diçûm kilîsê jî min stran digot. Min hemû stranên xwe tenê bi zimanê Kurdî gotin û ji bilî Kurdî bi zimanek din tu kilamek jî neanî ser zimanê xwe. Bi zimanê xwe yê zikmakî jî, ji bo peran jî min dengbêjî nekir. Ji ber ku di ruknê dengbêjîyê da strandina bi peran cih nagire…”


Di dawîya sedsala bîstan de Yekitîya Sowyetê hildiweşe û Ermenîstan jî dibe dewleteke serbixwe.



Karapet jî di dawîyê temenê xwe de mîna gelek hunermend û rewşenbîrên kurd tûşî jîyaneke bi feqîri û belengazîyê tê. Çend sal berî mirina xwe di hevpeyvîneke xwe de gilî û gazinên xwe ji kurdan jî dike û derbarê jîyana xwe de wilo dibêje:


“Hin rojan darên ku em di sobeyê de bişewitînin, nedibûn û em ji ber sermayê ji nav nivînên xwe dernediketin. Qedera min jî ji qedera dengbêjên kurd ên din cudatir nîne. Emrê min bi dengbêjîyê derbas bû. Lê 50 mîlyon kurd nikarîbûn li min xwedî derbikevin…”


Karapetê Xaço, di 103 salîya xwe de, li Gundê Solxoza Çaran, di xanîyek yekçavî ku bi tenekeyan ve hatibû niximandin de, koça xwe ya dawî kir û ji feqîrî û belengazîya xwe xilas bû. Deng û avazên wî yên bêhempa û deyndarîya me ya giran jî ji me re ma. Ez bi xwe gelek di bin bandora stranan wî ya bi navê Lawikê Metînî de mame. Rast e, em lê xwedî derneketin. Ma ji bo em lê xwedî derketana çi di destên me de hebû? Heya niha jî tiştek di destên me de nîne. Dengbêj û hunermendên me hîn jî bêxwedî koç dikin û di ser de jî mîna hunermendê nemir Aram Tîgranî di ber bedenên Amedê di nava axa xwe de têr ax nabin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Prensesa Bêtac û Text: Ayşe Şan

*Salih Kevirbirî


Çavkanî:

1.Sedsala Qerinekê Karapetê Xaço, Salihê Kevirbirî
2.https://www.evrensel.net/haber/371074/karapet-xaco-kimdir
3.https://ku.wikipedia.org/wiki/Karap
4.https://www.gazeteduvar.com.tr/kultur-sanat/2020/07/27/dengbeje-stranen-merxasiye-karapete-xaco