Edebiyat, Kurdî

Dengê Yasemînê


Ev çîroka Ferhadê hêja, di Festîvala Yilmaz Guney a Navneteweyî de hevpariya yekemîntiyê kir û di şaxê xelata çîroka kurmancî de xelat wergirt.


Her tim çêlî tiştên wekî hev dikir;
yan çêlî xewneke beradayî, yan çêlî hizreke ku wekî yek ji wan çiriskên birûskê yên xurt û lezgîn, yan jî çêlî naveroka pirtûkeke eletewş dikir.

KATHERINA MANSFIELD

Bi hez û hesretî ji bo Kithosê…

Mîna xewnên min ên şevan e tiştine, belê di wî rengî de; nixamtî, şêlîn û nefambar in. Serê sibehê nayên bîra min yan jî ew tên perçe û belavbûyî ne, paşê, dîsa ew tên, lê hatina wan êdî bêkêr e, ew êdî navên. Ewçend wext e ez li ser vê yekê, li van tiştên têkel û tamsar difikirim. Dilê min, bêhna min û çarmedora min pê teng dibe.


Tu di dilê xwe de weha dibêjî. Giyanî hezaran bi mirovyan, la Helepçe ba bomb sûtaaaan, la Helepçe ba bomb sûtaaaan, belaaaaaam, belaaaaam, ku wa mirovayetî, belaaaaaam, belaaaaam, ku wa mirovayetî…. ku wa destî netewayetî, la astî nale û hewarî, xelkanî be jehir kewtû! Mal date pêw pê petî! Ku’wa destî şeref û wijdaaaaaaan! Bo çareyî azarî’zamî! Jin û peyaw û zarokanîîîî, bê pênasenameyî Kurdistaaaan! Belaaaaaaam belaaaaaaam ku wa miroveyatîîîîîî, belaaaam belaaaaaam, ku’wa mirovayetî. Dengê tîz ê bilûrê û pê re yê gîtarê û paşê agir û pîşo, û binpêkirin û girî, û firmêsk, û qîjîn, û mirin.


Dengê çak ê Ciwan Haco, serê dengê nava dilê te dinixumîne. Dilê te napeyive, seh dike û pal dide, xwe dispêre dengê wî. Çavên te şil dibin. Tu pozê xwe dikêşî. Mûyên bedena te gij û pîj dibin. Plak li valahiyê diçerrixe. Xijxijê dike. Dengê saeta analog a ku bidîwêrve ye têkilê xijexija plakê dibe. Saet nêzê duwanzdehî ye. Êvar diqulipe. Tu çavên xwe ji gramafonê vedigerînî. Tu vedigerî ser maseya xwe. Li ser maseyê, kitêbine, vazoyek, çend pênûsên textîn, hibirdank, pakêtek çîkoleta û bermayiyên jêbirê… Belê, şev dest pê dike. Serê te xweş, laşa te giran e. Tu li maseya piçûk a hember mêze dikî, şerpeze û perîşan e.


Li serê hinek roka, leymûn û sêvên arjantîn ên dîlimkirî, çend tîkeyên îstavrîd û palamûdê, qedehên qirêj û şeraba nîvçemayî. Tu ji wir jî çavên xwe vedigerînî. Serdilê te tirş bûye, bûye sîrke. Hilqikekî tûj dipeke nav gewriya te û ji difnên te bi der dibe. Çavên te hêstir dikin dîsa. Tu serê xwe dixî nava kefên destên xwe û paşê tu berkêşkên maseya pêş xwe ya kevnare tev didî. Tê bîra te. Wextê tu xort bûyî, diya te dixwest, tu mezin bûyî, tu li piyanoyê bidî… Diya te kebanî û bêrîvan, dilsafa erd û ezmên bû. Wê çawa dixwest ev yek? Tu dikenî…



Destiyê berkêşkê di destê te de dimîne, dişikê. We gelek caran di televîzyona malê ya 55 ekran a bêreng de, tev li fîlmên sînemayê temaşe dikir, nexasim jî di sahneyên hevgîna dilên bi agirê evînê pêketî, dihat xuyakirin li ser ekranê, wê demê, ku melodî yan jî armoniyeke pirranî ji notayên piyanoyê pêk hatibû, lê diket, kêfa wê pirr dihat û digot, a kî vê mizikê lêdixi, ti jî wêya lêxi lawê min, wexta ti gir dibî. Te destên wê yên qut û qalind maç dikir û dida eniya xwe. Daxwaza wê hingê ev bû. Lê tu hîn nebûyî…


Tu piştî gelek salan zimanê îngilizî û geometriyê hîn bûyî lê tu lêdana piyanoyê hîn nebûyî. Lewma jî ev maseya ku tu niha li serê yî, bi maseya piyanoyê dimîne. Te dil heye ku, tu tiştinên cudatir bikî. Di vê munzewiyet û tenêtiyê de. Kitêbeke ewçend wext e di wê derê de ye dîsa dikeve ber destên te. Tu îcar cahd dikî da tu bixwînî. Dîsa. Dîsa tu dest bi xwendinê dikî. Hêvî û vîna te ye ku tu îcar pê de herî. From a little after two oclock until almost sundown fîîîîrrrr- fîîîîr- fîîîr of the long still hot weary dead, september afternoon they sat in what Miss Colfield it that ─a dim hot airless room whit the blinds all closed and fastaned for forty-three summers because when she was a girl fîîîîrrrr- fîîîîr- fîîîr someone had believed that light and moving air carried heat and that dark was guuuv guuuv guuuuv always cooter, and wich (as the sun shone fuller and fuller on that side of the house) became latticed with yellow slashes full of dus motes wich Quentin thought of as being flecks of the guuuv guuuv guuuuv dead old dried paint itself blown inward from the scaling blinds a wind might have blown them. Tu îcar zûtir dev jê berdidî.


Bayê ku di ber perwaz û qelîştekên paceyê re xwe bi jûrê digihîne dibe bela serê te. Tu devê pirtûkê didî hev û dîsa dixî nava dexîleka tozgirtî. Tu dîsa dikevî lêgerîna tiştinan, berkêşk û dexîlek tev tên tevdan, not, foto, mektûb, murekebdankên vala, demeteke beybûnê yê ambalajkirî, di nava cawekî de smîth wesson 71, şeş berikên tijî yên zengarî, pereyên kaxiz yên kevn, kasetên teyibê, serikên pênûsan, çend armonîka, plak, bîblo, hesp, keleh, fîl, wezîr yên santrancê û sê mizrabên rengên wan ji hevûdu cihê; kesk, sor û zer. Tu demeta beybûnê û destiyekî plak digirî didî ser maseyê, tu bîskekî li ser wan hûr dibî, paşê tu bîryarê didî û yek ji wan plakan ê Manos Hadjidakis dibî didî ser gramafonê û tu derziyê didî ser plakê. Nivîsa li ser plakê dizîvirre: Manos Hadjidakis-O Kriyos Noll (Hamogelo Tis Tzokontas). Tu westiyayî, sersem û cangiran î, tu bi gavên pirr qels û qetî tê û tu xwe devûrû dixî ser pişta kanepeyê.



Enstrumanên ku niha di wê plaka kevirîn de, plaka bêruh de, vedijîn, tên lêdan te pê serxweştir dike. Tu nahewî. Tu radibî, diçî ser maseya xwarinê. Her tişt û têkberên ser, têkûz û bêhempa ne. Şamdankên ku li dorhêlê rêzbûyî ne ─mîna fêrisên mangayekê bin─ ronahiyeke loş û kiz direşînin çardorê. Carina stûyên wan ditewin li ber bê, hingê her tiştên odeyê direqisin, serî hildidin. Tu dê îstavrîd bixwî an palamûd? Ez ji palamûd hez dikim Ruya, ez ê zêdetir hêşinahiyê bixwim, ew bi serê xwe te dipejirîne, dikene, çirçên binê çavan berbiçavtir dibin hingê, tu jî pê re dikenî.


Li pey wê tu sênika wê amade dikî, kêr û çetel, ew nêrevaniya te dike, dibişire. Pozê wê temam mîna yê Sophia Lorenê ye. Deng nake. Dengê bêdengiyê bilind dibe. Rûyê wê, çiriskên nêrîna çavan hêviya xweşiyê dide te. Birûhên wê ji herdu hêlan ve wekî perwazên eylokekî xurt dixuyin, gava ew dikene, wekî eylok perwazan biçerpitîne. Hêla porrê wê yê ku ronahî lê dixe dibiriqe. Bêyî ku tu destûrê jê bixwazî, tu bi destan digirî û tu wê hembêz dikî pêşî, memikên wê yên piçûk, nerm û germ, bi te dibin, ew dibin sedema pihêthilavêtina dilê te, dilê te pê diperpite, paşê tu çavên wê radimûsî û hûn dansê dikin. Wextê tu destên xwe dibî ser navtenga wê, wekî tu dest biavêjî kitêbeke qedirgiran a sehafekî… Here were, biçe û bê. Tevgerên lihevhatî. Pozikên pî û lingên we li gor musîkê tevdigerin.


Hûn bênefes dimînin. Tu stûyê wê radimûsî û bi dû re lêvên wê, destên wê wekî pençeyên pilingekê weha, te xurt û sext pê digirin, ew dorê li te dipêçe. Destên te ji navtengê bilind dibin ber bi qorika wê da ku fermûara fîstanê wê bi cih bike. Tu çavên xwe dadigerînî ji maseya perîşan û peregende. Pêşiya te radibe, dibe wekî tîrê nav kevanê. Tu cardin dikenî. Îcar tu li kû, Ruya li kû hay loo loo! Tu dev ji vê sêwirîna şîrîn berdidî. Tevî serê te, dilê te jî xweş dibe, dilxweşiyeke derewîn lê têr û tijî. Ruyayêêê, halnas, qisexweş û bîlmezê! Pisînga te boça xwe qamrast dike, lingên xwe yên dawiyê bi dorê radike, dadiweşîne, li dora xwe mêze dike û tê ber bi te. Tê, tê, tê û xwe dixe nava paxila te.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Bir Garip İnsan: Pessoa

Tu paşstûyê wê difûrikînî, tu wê maç dikî, ew serê xwe di pozê te digerîne, piştî kurtedemeke din, ew di hembêza te de û tu dilebitî ber bi paceyê. Aniha fîrre-fîira bê, rawestiyaye. Tu li derve, li kanala pêş mala xwe fedikî. Lampeyên kolanê pêketî û cumbuşa baranê ye. Kanal vê kêliyê bi ava şêlîn, avên erq û coyên lewitî yên banliyoyê tevîhevbûyî ye û diherike, Mala te li Venedîkê ye. Ne Venedîka Îtalyayê. Venedîkeke dûr dûr dûr pirr dûrê welatê te. Tu dikenî û dibêjî gelo kîjan aqilfehmî ev nav ji ber vê kolana ku tê de veguhestina ava lehiyê tê kirin lê kiriye?


Piştî fîrre-fîrr û guve-guvê, xume-xum e aniha vê derengê şevê. Pisînga te lihêfa fambarî û xweşbîniya paxila te kişandiye ser xwe, ew raketiye. Tu li herikîna avê mêze dikî. Av doş dibe û ber bi girdavê ve gêr dibe. Tu gumanbar û hinekî tirsiyayî yî, lewma ye ku tu nizanî dê çi bê pê? Dengine tevlihev tên, tu nizanî gelo yên nava dilê te ne an ne yên derve ne? Lê belê tu van dengan baş seh dikî. Tu destên xwe baş dişoyî, avê li gûyê xwe dikî û derdikevî. Tu li neynikê mêze dikî, heye ku tu dîsa rûyê xwe nebînî, vî rûyê xwe yê ku pirr caran ken û elem li ser zîz dibû.



Lê belê tiştekî zêde: Porrê te ji yê wî sixtir û gurrtir e. Bang te dikin. Tu diçî. Dilê te qetqetî ye. Kirasekî ecêb li te kirine, ji kêlekê ve çitpitkirî ye. Tu li ser sediyê berpaşkî dirêj dibî û tu li kêranên nexweşxane yên bêhempa temaşe dikî û tu diçî, na na ew te dibin. Birê te jî bi tempoya leziya sediyê ve gavên xwe diavêje. Bêyî dengê nefesa te, qîjeqîja tekerên sediyê û tak-tûka qondereyên birê te çu dengekî din nîn e. Tu dibêjî qey wext û kat rawestiyaye, saet qerrimî ne. Tu hewl didî li diya xwe mêze bikî, lê dilê te rê li ber te digire. Tu xwîdan didî, porrê te dixurê. Çavên te hêstir dikin. Tu hêz didî xwe û tu radibî li cihê ku diya te lê ye, tu mêze dikî.


Diya te, bi awayekî, hêvîşikestî, bêgavmayî û pepûk, pişta xwe daye diwarê korîdorê û berwarkî li te mêze dike, leçeka wê li ser devê wê, pêçayî ye. Çokên wê şikestî ne. Bi temamî rûdine. Bîstekî din hûn digihin ber asansorê, personelê nexweşxaneyê ji berîka xwe ya pêsîrê kertekê derdixe û rabera bûtonê asansorê dike û pê derî vedibe. Birê te jî tam gavê diavêje ku bête hundir asansorê, personel nahêle, spasiya wî dike û dibêje ji vir û pê ve divê tu neyê. Tu niha zêdetir ji hêzê dikevî. Çokên te jî dişikin. Dilê te radibe. Tu bêhuzur û nerihet î. Hûn bi diyêr dikevin.


Asansor kêlîkeke din bi carekê ve radiweste û derî li we vedibe. Dîsa sediye dilebite, teker bi kar dikevin. Dîsa qîjeqîj. Qîjeqîja tekeran dibe serêşî û dikeve nava serê te. Deriyê emeliyatxaneyê vedibe. Nihayet hûn digihin hêwana rawestanê. Personel te temî dike, ji te dixwaze heya ku doktorên te bên, tu bi tu derê ve neçî. Tu sererast dibî û çarmêrgî li ser sediyeyê rûdinî. Tu li saetê mêze dikî neh kêm bîstûdudu ye. Paşê tu li întraketa bi destê te xistine mêze dikî. Li erdê bi tîpên girs yên xwar sterîl alan hatiye nivîsandin. Tu derûdorê didî hev bi çavan. Mîna her car, çavdêrî. Tu hê ne bawer î ku ev yek rastiyek e, tu dibêjî ev yek kabûs e, yek ji wan kabûsên min ên tarî, yek ji wan kabûsên min ên hêwilnak.


Dengekî din wekî qîr û bang bike û bibêje ji kerema xwe bila yek min hişyar bike, ji vê kabûsê. Dengek, kesek, xêrxwazek tune qey? Doktorên te tên. Ji te çend pirsên klîşe dipirsin, hema çi bigire, tu eynî bersivê didî pirsên wan. Ew di talînê de dîsa dipirsin, te piştî duwanzdehî tiştekî nexwar-venexwar ne wisa? Dibişirin, herdu bi hev re dibêjin, henek, henek, mexeyide, û ew derin. Saet dibe neh kêm deh. Te li xwe derew kir. Wan pirsî got, tiştekî nelirê heye? Te ji wan re negot ez ditirsim û tiştekî din, dilê min dere qehweyeke sade û ez dixwazim berî mirina xwe berhema Seneca, Jinên Troiayiyan bidim pêş xwe û bixwînim.



Ew gotina asîstan tê bîra te, dernakeve ji bîra te, tiştê ki ti lê bitirsî tine law, li sed donorî di kes ekst dibin. Matmîrat! Ji wî du kesî yek tu nebî? Tu demildest ji asîstan dipirsî çi ka formula Cos2α çi ye. Bi çavan ji te dipirse bê ka tu dixwazî çima bersivê jê werbigirî. Ew nikare bersivê bide. Hûn niha di navbenda mêrdîwanê de rûniştî pevre cixare dikişînin. Sê rojên din ê te emeliyat bikin. Ji te re dibêje tê çi bikî sinus û cosinusê, tanjant û cotanjantê? Cewabên pirsan ya ─1 e ya 0 e ya jî 1 e. Hûn bi hev re dikenin.


Yek tê, navê te dipirse, dilê te hildiavêje ji nişkê ve. Tu kenekî bêxwê dikî û dibêjî, ma bêyî min kes heye tu navê min dipirsî. Tu dixwazî bi vê hereketê xwe teselî bikî lê çi mixabin ku bêkêr e. Dîsa dibe qîjeqîja tekeran. Hûn tên cihê mirinê. Ev der ji bo te veguheriyaye rawestgeha dawîn. Kirasê te ji te dikin û te didin teselîkirin, bi hin gotinên çêkirî û xemilî! Tu dizanî ev lîstitek e. Ew dê te bidin ser maseya emeliyatê. Ew dil û hereket dikin te bidin aliyê din, lê tu xwe xurt dikî û dibêjî ez hê li ser xwe me! Ez dikarim bi xwe herim, dirêj bibim. Ew dibînin ku tu xwe sil dikî, ji te vedikişin.


Tu xwe dirêj dikî, Ew ─yek keçik, yek jî lawik e, keçikê nava xwe hewqas pihêt şidandiye ku bûye mîna saeta qûmê─ destên te wekî girêdidin, tu dibî mîna Îsa. Tu nîvkenî dibêjî ma xwişka min ez dikim birevim qey, hûn wisa dest û lingên min girêdidin? Tu gotinan dom dikî, bes tu dixwazî xwebixwe xwe teselî bikî. Tu ji keçikê re dibêjî xwezî min niha li Topxaneyê, li hember Saraybûrnû û Uskudarê bikaribûya qehweyek sade vexwara. Keçik bi maskeyê devgirtî ye, dibe vinevina wê. Dilê te teng dibe. Bi tiştina dixebitin.


Çend hemşîreyên din jî tên. Hinek derzî û enjektoran hazir dikin. Hinek, serûm û makîneyan. Doktorê anesteziyê tê. Rûbiken, serîkeçel û qilafetmezin e. Navê te û meslekê te dipirse ji te. Zanîngeha ku te lê perwerdehî dîtiye. Dengine tên dîsa, ji kûr û dûr ve. Kaldırın, bu kadar uyuması yeterli. Tu çavên xwe di bin ronahiya xurt a floresan de vedikî. Bêyî pêlûyên çavên te her devera te teviziye. Mandalek bi serê tiliya te ve ye. Ji enîşka milê te yê çepê, heta nêzê tixûbê bazindê te bi flaster ve pêçane. Tu hilavêtina dilê xwe di wir de hest dikî. Tip-tip, tip-tip, tip-tip. Bi tenê kefûlefta dilê te ye.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Okumak, Yazmak ve Yaşamak Üzerine


Aniha, çavên te hinekî din baştir elimîne ronahiyê. Însanên dorhêla te spehîtir dixuyin. Hemşîreyek bi destên te digire, piştî ku tu li wê mêze dikî. Tu ji wê dipirsî, Fff Firatt nerede v’ve saat huuhh kaç? Dengê te ketî û pirr bêhêz e. Bêhnstendina te nîv e, zor û zehmet e. Tu ewçend westiyayî ku wekî te sê roj û sê şevan li ser hev ka dagirtibe. Bir buçuk günden fazla ölü yattınız. Saat tam 19.46. Şu an kendinizi nasıl hissediyorsunuz. Siz yormayın kendinizi lütfen, her şey düzelecektir. Çavên te dibin tijî hêstir. Tu hewl didî lingê xwe yê rastê bilivînî, lê nabe. Tevizî û giran e. Li ser zikê te mîna ku tiştine bigerin, canê te gez bikin.


Mîna, mîna ku gêrik û mojle rê çêkiribin û ji xwe re zexîre bibin mûrîstangê. Tu serê xwe berjêr dikî, li zikê xwe mêze dikî. Li ser zikê te L’yekî paşpê yê mezin vekirine. Hêstirên te geverê diteqînin û tên xwarê. Hemşîre destê te dixe nava kefên destên xwe yên mîna merhemê. Tu xweziya xwe diqultînî. Hêstirên te ji qelişên çavên te re gêr dibin ber bi cênikên te, digihin guhên te. Firat dikeve hundir. Di destan de tiştine têvel hene, tu ji xişexişa poşetê fam dikî. Ooo odur kendine gelmişsin. O zaman hemen sorayım, Cos2α neydi? Tu dixwazî hêz bidî xwe, xwe xurt bikî û bi dengê xwe yê heyî bersivê bidiyê. Cos2α─Sin2α yan jî uhuuhhh 1─2sin2α ye, tu dibêjî.


Çavên kesên dorhêlê, tevî doktorên ku heta niha bi te re hîç nepeyivîne, tev dikenin, dibiriqin û hêviyê didin te. Ken û giriyê te têkilê hev dibin. Mêz’ke te digo, hewş aqil ê li serî min nemînin. Hela lê çav’ke, aqlî te î mîna berê ye, î mîna seetê ye, mi li te ra mama anî, de rawe ser xwa kevçîkî buxe. Buxe ku ti zû rawî ser xwa. Ti pirr ramediyayî. Hele biwê Oklîd û Pîsagor Bagintisi jî têne bîr te? Tu bi gotinên wî yên berferêt dikenî. Birazdan ona aralıklı olarak contramal ve aldolan yapın Firat, anestezinin etkisinden sonra ağrısı olacaktır ha bir de unutmadan, triflow da getirin onu da üflesin, nefes egzersizi yaptırın bolca. Mîza te tê. Tu nikarî pê bigirî û diherike. Tamam hocam, biz yaparız Feryal’len, siz gidebilirsiniz artık.


Tu di binê tula tenik a ser xwe re mêze dikî ku xortimeke zertirîn ber bi jêr ve difetile. Hingê tu têdigihî ku sonda bi qamûşê te ve kirine. Biniya kezeba te, li ser rana te qulikek vekirine û direnaj pê ve kirine. Tu bêliv, weha wekî zinarekî milyarsalî bî, tu bêlebat î. Tu jixweveçûyî bûyî. Lekanên te, te diwestînin. Êdî te taqet namîne, tu ji pertavê dikevî. Rê celbokî û heriya wê giran e. Tu hinekî din hewl didî û dimeşî. Valîzê te li ser te bûye wekî barê bergîrê. Divê tu vî kaşî derbas bikî. Pirr hindik ma. Xîret û liberxwedan. Tevî hewqas dijwariyê di talînê de didî pey xwe.


Girseyek mirov li biniya rê, qey li hêviya te ne. Ew jî nêzê te dibin. Yek zû dike û tê valîzê te ji destên te werdigire. Jinikek, di wê sar û sermê de zarokekî li piştê girêdayî, solên di lingan de di celpê de meliqî, zarok li derûdorê civiyayî ne. Tu sersêrî noqî rastiya xwe dibî. Çavên te hêstir dikin. Canê te derzî û gurrzî dike. Porrên wan ên gijik, kincên ser wan ên kevn û cihbicih çiriyayî, potînên çeppêkirî yên lingên çûçik. Destên ji sermê ketî û terikî. Gotin û livên wan, serûpê, ji serhişkiyê hatiye pê, dê bi ya wan be. Ew te bi zorê li kerê siwar dikin. Ji ber riya xam a celp bi texsî yan jî mînîbusê nehatibûn. Tu zarokê ku di hembêza dê de ye, didî pêş xwe û hûn serberjêrê gund dibin. Tu li hember vê qedirşînasiyê fihêt dikî.



Her dever şil û xunavî ye, dibe virçevirça pî û ling û siman. Av di kort û kendalên rê de gol bûne. Tu li der û dora xwe mêze dikî, çiyayên asê yên lûtketûj, şikêrên kûr û şikeftên bêhejmar. Çemê çivonek ê fetloke. Newala boş û kûr. Dar û ber. Ferş û zinar. Beybûn ên perrvedayî wekî libên zîpikê li ser nefela şîn belavbûyî ne. Keskahî û gewrahiyê rengîniyekî bedew aniye pê, mîna xalîçeya di nava tevnekî bêserûber de hatibe hûnandin, weha şidiyayî û bêpayan e. Baran, dîsa hûr hûr diavêje, yek li te mêze dike û bi dumilî dibêje ─lê belê ji bo ku tu baştir têbigihîjî tu bi kurmancî dihizirî─ ma tu nizanî kî hat vî gundê me û zarokên me terikand û revî çû.


Axayên me soz dan me ji bo ku riyên me bibin şose û asfaltkirî, lê riyên me çênebûn, dibe zivistan şilî û şepelî em dibin mîna mirîşkên qurpketî, çûna me ya çarşî û bajêr dibe zor. Wextê rey û partiyan dibe, li ser serê me dibin mîna şalûl û xweşbêjan… derewekê dikin sedbirastî. Xoce tu’b qedrê Xwedê, zarokên me bide xwendin, em ê bibin koleyên te. Ma ne ji ber nexwendin û nezanîna me ye ku em niha di vê rewşê de ne? Serûberê me bûye kole! Eger yek ji wan were gundê me em zarokên xwe li ber serjê dikin, xwarina ku em naxwin em didin ber wan, îzzet û îkram, hurmet û serîxwarkirina me ji wan re dimîne. Ew jî heşa ji te hem dinihîn me hem jî kîrê xwe bi me paqij dikin. Ev axayên xwînvexwar bûne belayên serê me. guhên te li ser wan, çavên te bi mişarên kûrvedayî yên ku av tê de peng bûne dikeve. Tu faf dimînî. Li bintara çiyê û çandiniya bîstên.


Bêhempahiya lihevbûna çiximan. Zilamekî çefîlisêrî, dev û rû pêçayî, dibêje law huş law, dar û devî li me guhdar in. Paşê êdî deng ji kesî dernayê heya nav gund. Hûn dilezînin hinekî din. Fetlonekek, du fetlonek. Hûn digihin gund. Tu ji kerê peya dibî. Herkes, dîsa xêrşahiyê li te dike û yekbiyek derin malên xwe, bêyî keyê gund. Ew rêberiyê ji bo te dike zarok jî digel we tên hewşa mektebê. Tav hêdî hêdî di biniya ewrên qalind û giran yên asîmanan re pêşçavtir dibe. ewr belav dibin. Bêhna giya û xubariyê tevîhev dibe û ji çarmedorê difûre. Çavên te li giyayê nançûkê pêş sewkiya mektebê dikevin. Nançûk, nanê sêlê û ava şamikan xwarina zarokatiya te. Keye valîzê te li ser pişta xwe datîne û ji zarokekî re dibêje şo la, şo veyn de embazanên xo. Bireme vaji, xoca ameyo. Wexta ti yenê, çend sergînî, adirge û kolî, tayin zî hingimên eger çinêbo rib, mast û nan xo de biya. Lawik lotikan dide xwe û diçe. Keye ji bêrîka xwe mifteyê derdixe û hûn dikevin nav mektebê.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Kara Koyun

Hundir mektebê mîna zimagê ye, pirr sar e. Kirêca kêranên sinifê weşiyaye serê mase û rûniştekan. Di biniya maseyan de heriya hişkbûyê berhevê hev bûye. Li ser maseya mamoste, deftera venêrînê û çend têkberên din. Hema li pey maseyê textê reş ê nivîsê û li teniştê rêzên ben ên fîşên xwendinê, çend fişên ku biserhevvekirine, hevokên nû li hev anîne, Ömer kar yağdı, atatürk öldü, araba aldık, suna koş, emine para biriktir, Can takvimi tut. Hema dîsa li teniştê, tabloya tîpan daliqiyayî ye. Tu ji keye re dibêjî ez li odeyên din jî mêze bikim. Tu dikevî odeya gerînende, kaxiz, kitab, pano, ala, tebeşîr, jêbir, çend resimên kevn yên ji bo xweparastina ji nexweşiyan; kolera, tîfo, dîzanterî, tuberkuloz û resimekî bi destan xêzkirî yê zarokên aşîkirî.


Dengê zarokan bilind dibe, herkes, bi hev re tên hundir. Keye ji wan re dibêje huş bê la, huş bê vengê xo berz mekerê. Pirr nabûre tu jî vedigerî cem wan. Keye xatirxwestinê dike û diçe. Aniha sinif germtir bûye. Zarok li te fedikin û hinek ji wan devên xwe digirin û dikenin, dibêjin êrtmena ma no yo, çi xasek o la, sewlê ci heme biyê lewmin, heme biyê lincî, dikenin… Wan hay jê tune ye ku, tu bi zimanê wan jî dizanî. Tu jî bi wan re dikenî. Yek ji wan dibêje qey êrtmen ziwanê ma ra fam keno? Yekê din dibêje xocam Serdar diyor ki, biz sizin ayakkabılarınızı götürüp yıkayalım? Hayriye’nin babası balıktan gelmiş çok tutmuş size getirelim? Xeyriye yekî li wî dixîne.


Tu dikenî, bi çavan ji wan re dibêjî na. Ew fihêt dikin. Tu ji wan re dibêjî hûn tev hewqas in? Serdar dibêje, xocam Mert babasıyla beraber koyuna gitmiş, Mûhsîn’i de köpek tutmuş gelmedi. Sinif rind germ dibe. herkes serê mase û rûniştekên xwe paqij dike û ew rûdinin. Tu li ser textê nivîsê sê hevokan dinivîsî, birbirini şikayet etmek yok, yere tükürmek yok ve en önemlisi ezber yapmak yok. Tu rûdinî û hinekî li ser deftera venêrînê hûr dibî. Di talînê de çi kirine çi nekirine filan û bêvan. Tu ji valîzê xwe gorizek pênûs, lepek jêbir û qelemtiraş derdixî û datînî ser maseyê û tu ji wan re dibêjî werin û herkes ji her yekê bila ji xwe re rahêje û bibe.


Herkes bi dorê tên hildidin û diçin cihê xwe. Paşê tu dibêjî em hevûdu binasin. Yekbiyek xwe bi te didin naskirin. Tu radibî navê xwe û paşnavê xwe li ser textê dinivîsî. Derî bi ûsilekî xweşik tê lêdan, tu dibêjî were, fermo. Zilamekî lixwekirinên wî mîna yên bavê te, di hembêzê de keçikek, di hembêza keçikê de jî demetek beybûn ─keçik ne a hembêzê ye─ dikevin hundir. Mêrik xêrhatinê li te dike. Xwe dide nasîn û ji te rica û lava dike, dibêje, Yasemîn, mehûnîvekê di komayê de ma, em çûbûn bajêr mala xweha wê, bi zarokên xweha xwe re derketibû derve, ji rê derbas bûbû-nebûbû texsiyekê li bin guhê wê xistibû.



Keçik beybûnan dirêjê te dike. Me bi zor gihand nexweşxaneyê. Me got ê bimire. Girtin emeliyatê, serê wê derbe xwaribû. 45 rojan komatoz bû. Paşê rojbiroj ew li xwe vegeriya. Çend mofirkên wê derizîbûn. Ev mehek e em hatine mal. Xêra Heq hê zarok bû zû rabû ser xwe. Hevalên wê hatin mektebê ew tenê li mal nahewe, bêhna wê teng dibe. Ji min re gotin xoceyê mektebê hatiye, zarok tev çûne wir, min jî got ez wê bînim ber bi mektebê ve û ez ê ji te ricayekê bikim, em qisaweta Yasemînê digirin, gelo wextê ku ew bixwaze derkeve derve tu dikarî wê ji van derenceyên ber mektebê deynî? Tu di ling de dibêjî Apo, Yasemîn serbest e dixwaze çi bike bila bike.


Xortikekî jîr ê din dikeve hundir, di destan de, hinek mast û mot û di bin çengê wî de jî hinek nanê tîrê heye, ji bo te aniye. Eger nebe ez ê wê hembêz kim û bînim heya malê. Tu hîç mekeve tatêla vê yekê. Mêrik hêdîka keçikê datîne erdê. Keçik tam dike ku biçe ba hevala xwe, bavê wê dibêje kızım hani öğretmene dedin mi hoşgeldin? Keçik deng nake û tiliya xwe dixe nava devê xwe, wekî fihêt bike. Tu li çavên wê yên renghinguvîn û porê wê yê xelek mêze dikî. Tu dikenî û dibêjî, derbasê cihê xwe be qîza min. Mêrik bi herdu destan, bi destên te digire û te dibe ber bi paceyê ve û dibêje, mêze biraziyê min mêze a ew mala texsî li ber e mala min e, kengî ji te re tiştekî lazim be qet fedî meke û were. Tu xwe lê radipêçî hişka, tu bi gurmikên wî digirî û dibêjî qaxûyê megire, destê xwe dide ser pêsîra xwe, xatir ji te dixwaze û diçe. Tu demetê datînî ser maseyê û tu li ser textê nivîsê tiştine din zêde dikî.


Tu di dilê de dibêjî, ez ê wan hînê tiştên bingehîn bikim, nemaze jî matematîk û eger dinê xweş be li derve, li ber tavê xwendina çîrçîrokan, divê hînê dersgirtin û şîtbûna çîrçîrokên Grîmm û Andersen bibin. Jixwe kî dê were vê derê, eger li ser vê derê rawestana dê halê van zarokên masûm ne weha bûyana. Tu ji Serdarê jêhatî û xwedîqise dipirsî ka kaxiz hene yan na? Ew di ling de, wekî talîzokê radibe û tê dolaba sinifê vedike û nîşanê te dike. Tu hinek kaxizan derdixî û didî wî û tu dibêjî li hevalên xwe belav bike û tu ji wan re dibêjî tiştên ku min li ser text nivîsîne, li ser kaxizên xwe binivîsin. Tu li ser maseyê rûdinî û tu demeta beybûnê didî ber pozê xwe û çiqas di te de heye tu ji kûr ve bêhn dikî.


Beybûnên bêbêhnmayî yên hişkbûyî. Tu plak û têkberên din ên ser maseyê didî aliyekî, komê hev dikî, ji bo ku demet ji hev de nekeve tu rihetika dixî nava berkêşkê. Dilê te dihere qehweyê, tu radibî ber bi mitbaxê ve diçî. Serê te niha hinekî din zelaltir bûye, destê sibehê ye êdî. Pisînga te xurexurê dike, ew li ser kanepeyê niviyaye. Tu kuçikê tîpê pêdixî û tu avê datînî ser êgîr. Tu qutikê xwe radikî û tu li L’yê paşpê yê li ser zikê te vekiribûn mêze dikî. Çavên te şil dibin. Tu digirî.


Dengekî rastîn ê ku her tim tu di xewnên xwe de seh dikî, tê guhên te, öğretmenim, siz bu ameliyattan çıkacaksanız, bu yoğun bakımdan, ben de 45 gün kalmıştım orada hiçbir şey hatırlamıyorum ama, siz de çıkıp, bize yine okulun arkasındaki sahada, çimlerde bizi etrafınıza toplayıp masallar okuyacaksınız. Rûyê te dibişire, tu pozê xwe dikêşî, tu firmêskên xwe pak dikî, tu qehweya xwe ya sade dadigirî piyanê û vedigerî dîsa jûrê, ser maseya xwe..


Ferhadê Mihemed


Ev tabloyên ku nivîs rengandine yên Edward Hopper in.