Edebiyat, Kurdî

Dewamdariya Pirtûkên Nûçapbûyî Yên Mehmed Uzun

Kitabên mayî yên çapnebûyî yên Mehmed Uzun qeflebiqefle bi awayekî spehîtir û tîtîztir û bi hûrbûneke baldar, bi amadekariya dostê hêja Ferhadê Mihemed, ji bo Weşanxaneyê Selê tên hazirkirin. Herweha dê dewama wan bê. Fermo.



Tu

Tu romana tenêtiyê; romana rojên êş, azarî û keserkûriyê ye. Digel vê yekê, romana rojên ku rê û rêçekê li ber nivîskariyê vedike. Di rojên weha de pencereyek, dermanek, çareyek û ronahiyek divê; ji wî kesê hêvîdar ê ku di nav tarî û qirêjiya girtîxanê de ye. Lehengê romana Tu, xwe berdide nav rehên dewlemendiya tarîx, çand, kultir, ziman û folklora kurdî û pê de dihere; dibe nêçîrvanê peyv û gotinên zimanê kurdî, pê nefesê digire û dide. Di nav vê jiyana girtîxana bedbîn û dijwar de kêzikek dibe hevalê wî. Bûyer û serpêhatiyên dihu yên zarokatî û çîroka dapîrê dibin dîmenên rengîn û pastoral ên romanê. Serborî û motîfên rojhilat, bi teknîkên edebî yên rojava tên hûnandin. Ziman, kultir, folklora gelêrî, mîmarî, serpêhatî û kevneşopiya kurdan a cografîk, wekî wêneyekî kevnare hatine raxistin li ber çavan di vê romanê de. Dema roman bi dawî dibe, tehma jan û keseran a bi hêviyeke xurt veguheziye serkeftineke nefsbiçûk, ji dilê meriv diniqute. Tu destpêkek e û mizgîniya xurtbûna berhemên li pey xwe dide me.



Hawara Dîcleyê-I

Romana Hawara Dîcleyê li ser dengan ava bûye. Hîm û bingeha romanê ji dengên berê yên ku di nava rûpelên tarîxê de veşartî ne hatiye pê. Qehremanê romanê Biroyê Dengbêj, dibe dengê jibîrbûyiyan. Peywira sereketirîn a vebêjê vê vegotina dûr û dirêj, vegera li rabirdûyê ye, dengê do û îro digihîne hevûdu û bêyî ku raweste çêlê lê dike. Herweha ev roman, vegotineke modern a wekî pireke ku di navbera paşeroj û pêşerojê de hatibe avakirin e. Biroyê Dirêj, wezîfeya bîra civakî bi cih tîne û serbûriyên ku jiyaye bi îro, bi guhdar û herwekî ku tê zanîn bi xwendevanan digihîne. Umirê Biroyê ku êdî li pey maye, şahidî û çavdêriya komkujiyan, jihevûduveqetînan, welatê xerîban û têkçûyinan dike. Bi çêlkirina vê vegotinê, heçku Biroyê Dengbêj dîsa bi Mîr, Heme, Gulîzer, Migo, Armê, Mam Sefo û evîndara xwe Esterê re ji nû ve bijî.



Hawara Dîcleyê-II

Dengê jibîrbûyiyan, di vî beşê duwemîn ê romanê de jî tê vegotin. Vebêjê romanê wekî ava çemê dîcleyê bê west û rawest her diherike, dibe dengê dîroka nêzîk û kevneşopiyên ewçend qehîm û kevnare yên navçeyê û însanê wê serdemê. Qehreman û vebêjê romanê, Biroyê Dirêj bi sebra Eyûb Pêxember, serpêhatî û serbûriyên jiyana xwe yek bi yek bêyî ku bêhna xwe teng bike ji xortên dilovan ên hawîrdor re vedibêje. Riyên jiyana Mîr Bedirxan; dûr, dirêj û dijwartir dibin. Piştî serhildana Mîr û şerê mezin ê Osmaniyan, Mîr ji welatê Cizîra Botan; bi tevî nas, xizm, jin, cariye, yawer, zarok, nevî û nêzên xwe ji welêt tê nefîkirin. Pêşî Stembol û girava Girîdê dibe warê wî, bi dû re jî bajarê miqedes ê îslamiyetê Şam. Sirgûn dibe qedera wî.


Berdewamiya Hawara Dîcleyê, bi mirin, qîrîn, hawar, sirgûnbûn, çîke-çîka şûrên şûrbazan û dengê bilind ê bêdengiya Estera Keldan, ku di dil û mêjiyê Biroyê Dengbêj de her olan dide, didome û bi vê gotina ku êdî bûye klasîk ‘‘We xwest, min jî got û ji îro pê ve êdî hûn ê bibêjin, pêşî ji kesên ku li serpêhatiya min meraq dikirin, paşê jî ji der û dorên xwe re. De niha qendîlê bitefînin û êdî herin.’’ bi dawî dibe.


 

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Craftera Volkswagenê (Comfortline)