Gezi Notları, Kurdî

Eco Family Park

Silav, ji bo pirsên tên kirin bersiveke gelemperî yê agahdariyê -esasa pênasînê de, di cejnê de raftîng- cihê ku min kamp lê dikir, min ji bo we nivîsî. Her wextê ku ez diçim Manavgat, Köprülü Kanyonê teqqez berê min li Eco Family Parkê ye, ez li wir bi cih dibim.



Navend û derdoreke bêhempa yê ku ji aliyê buhabûnê erzan e, pak e, hîjyenîk e, tu kes têkilê tu kesî nabe û ev cih li ber serê xwezayê ye. Malên Bungalov û cihê kampê li wir heye.



Tuwalet û serşokên hevpar, li gor navêndên kampê yên cihên din zêdetir xweş û balkêş in, bi awayekî rêkûpêk her roj tên paqijkirin. Peçete, sabûn û herwekî van alavên paqijiyê li wir kêm nabin.



Pirsgirêkên elektrîkê tune ne. Her carê ku dilê we bixwaze hûn dikarin li cihê xwarinê problema xwe ya elektrîkê bi dawî bînin.



Cihê xwarinê li qeraxa çêm e, bi çêm ve yekhev e, xwarinên wê derê xweş û tamdar in. Masiyên deqsor bi xwe digihînin, ez masiyên ku di nava perrên mêwa tiriyê de dipijînin pêşniyarê we dikim. Xebatkarên wê derê bi her awayî ji we re dibin arîkar.



Di înternetê de tu carî pirsgirêk nayên pê.


Tevî ku ev çend sal in ez diçim wê derê û nakevim hewizê jî, hewizeke wan ê paqij her tim hazir e.



Aliyê wê yê xweştir ew e ku mesafeyeke bi qasî kurtahiyeke rêmeşînê di navbera wê û Bajarê Kevnare yê Selge û Köprülü Kanyonê de heye. Hûn dikarin li Pira Roma ya Kevn, di ava hûnik ê wê derê de bi botê ve bigerin.


Ji bo min hewqas ne balkêş be jî 🙂 di navê de parkûra macerayê û zipline heye. Tevahiya dirêjbûna parkûrê 130 metre ye, li gor xesarnedana bejn û kemilînê daran hatiye avakirin, heye ku dilê we û ceribandinê hebe.



Ji ber ku gelek caran em kom bi kom diçin, di derheqê buhabûnê de tiştekî diyar nîn e, lê belê ez dikarim navnîşan û hejmara telefona wan bidim we.



Karabük Köyü-Beşkonak
Manavgat-Antalya/Türkiye


Tel: +90 (242) 324 86 72


Eco Family Park


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Mavikent Mesire ve Kamp Alanı