Otomobîla Min, Teknoloji

Ford Mustang V8

Weke ku me berê jî gotibû, ji qewla soranên me, Ford markeyeke “emrîkî” ye. Weke ku hûn jî dibînin modeleke pir luks e. Ango hew dibe! Weke pilingekî ye. Bêhtir dişibe him hespa rewan ku logoya wê hespa rewan e, him jî, heger hûn bala xwe bidine pozê/serê wê dişibe semasî (bi ingilîzî shark). Di vê otomobîlê ji xemlê zêdetir divê hûn bala xwe bidine sê têgehan: Hêz, xurtbûn û lezgînî.



Pozê Wê: Xet û rûxsariya ku endezyar didine mîna van modelan, ji ber ku hêza bê/bayî bişikînin têne çê kirin. Ango ev model modelên pêşbaziyan in. Bi gotineke din, ev otomobîl ji bo lezgînî û zewqa meraqdarên otomobîlhezan ve têne çê kirin. Ji ber wisa gewdeyê wê zehf sportîv û dînamîk e. Werine em bala xwe bidine ser pozê wê, ango hûn ê baştir têbigihîjin bê ez dixwazim çi bibêjim. Binerin, li ser pozê wê seradeyeke mezin heye û li ser wê wêneyê hespê heye. Tiştekî din, ji ber ku motorên van modelan xurt in, seradeyan wan mezin çê dikin da ku motor hewa bistîne. Û qapûta wê weke ku hûn jî dibînin zehf dînamîk e û awirên tund dide me. Farên wê jî pir xweşik in û kûr in. Bi tevahî pozê wê li gorî vê modelê pir xweşik hatiye çê kirin. Ê min, min zehf jê hez kir.



Kêleka Wê: Dema mirov bala xwe dide kêlaka wê zehf sportîv e. Jantên wê pir derdikevin bi pêş ve. Jantên van modelan mezin in, ên vêya jî pir mezin in. Çi qas mezin bin hew qas ji bo lezgîniya otomobîlê hew qasî baş e. Bi giştî gewdeyê wê me gote dişibe semasî. Ango xet û ruxsara wê endezyarên Fordê ji semasî wergirtine.


Pişt Wê: Bi xetên xwe yên sportîv ve tê pêş. Li nîvekê/ortê logoya modelê heye, lê logoya markeyê ango Fordî nîne. Lambeyên wê yên stop pir xweşik in. Binêrin bê çawa xweşik in. Li ser wan xeteke mezin a reş heye. Far weke sê xetan in. Bi giştî pişt wê gelek serkeftî ye. Hey ku em hatine em baxaca wê vekin. Hundirê wê sade ye408 lître ye. Evan modelan ji ber ku li gorî pêşbazî û lezgîniyê têne çê kirin bila hêviyên we li gorî yên normal nebe. Lewra van modelan ne modelên malbat û geşt û gerê ne.



Hundirê Wê: Du deriyên vê modelê hene. Li ser camên wê çarçoveyên caman nînin. Ez gelekî ji vê hez dikim. Hûn bixwazin derbasî dawiya wê bibin, hûn wisa paldankên wê radidin û bi awayekî hêsan derbasî dawiya wê bibin. Rehetiya paldankên van modelan pir girîng e, ango divê ji çerman hatibin çêkirin. Rûyê paldankên wê ji çerm hatiye çê kirin. Wisa bi çermên xweşik ve hatiye xemilandin.



Pêşiya Wê/Kokpîta Wê: Em derbasî pêşiya wê dibin. Dema meriv lê dinêre, pir bi sade ye. Ango cîcîk mîcîk zêhf tê de nînin. Weke ku me gote, modelên wisa girîngiyê nade tiştên wisa. Bi taybetî otomobîlên Emrîkî wisa ne, ne mîna yên Ewrûpî ne. Lewra markeyên Emrîkî girîngiyê nadine keresteyên otomobîlê. Dema mirov destên xwe dide konsola nîvekê bi piranî keresteyên hişk hatine bikaranîn. Wekî din, kadranên wê analog in, tenê di nîveka wan de ekraneke dijîtal heye. 8,5 înc e. Lê wisa sade, pir xweşik in.



Dema meriv pala xwe dide paldankan zehf rehet in. Heta havînê tu karî wan hênik bikî û çile jî germ bikî. Dîreksiyona wê zehf xweş e. Li pişt dîreksîyonê guhikên fitêzan hene da ku hûn fitêzan ji vira jî biguherînin. Keresteyên li derî û kokpîta wê hatiye bikaranîn nerm in û bi qelîte ne. Binerin dugmeyên wê yên ortê jî zehf sade ne. Yê min ez ji yên wisa zehftir hez dikim. Li konsola nîvekê gopala fitêzê heye. Zehf cindî ye. Du heb USB hene ji bo şarja telefonan.



Sîstema dengê muzîkê jî ecêb xurt e! 18 hoperlor hene. Li pişt gopala fitêzê jî cihê qedeh/îskanan heye. Li kêlekê nivîseke taybet heye ku dibêje ev model ji sala 1964an ve tê çêkirin. Ford ji bo ku li Ewrûpayê vê modela xwe bifiroşe motoreke 2.3 lître çê kiriye. Ev motora modela me 5 lître, 317 belgîr, 432 tork hildiberîne û 8 sîlîndîr e. Lewra bi vê motorê tu dikarî dirîftên newaze bikî!



İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Škoda Kodiaq Sportline