Otomobîla Min, Teknoloji

Ford Tourneo Courier (Titanium)

Ford, ji qewla soranên me, markeyeke “emrîkî” ye. Di sala 1903an de hatiye damezirandin. Di salên 1980-90î de modelên mîna Tofaş Kartal, Renault Toros, Ford Escort, Fiat Tempra ku weke “station wagon” dihatine nasîn, pirhêl bûn. Lewra xelkê bi wan him kuflet jî digerandin, him jî di nava bajaran de xwe bi wan qure jî dikirin. Lê di salên 2000î de otomobîlên mîna Fiat Fiorino, Citreon Nemo, Peugoet Bipper… hwd. pişta vanên jorê şikandin. Di segmenta byê de êdî modelên bazirganî neman.



Fiat Fiorino hîna heye, lê cêwiyên wê yên teknîkî Peugoet Bipper û Citroen Nemo êdî tune ne. Lewra di qada otomobîlên bazirganî de “Courier” heye ku wateya wê di zimanê fransewî de tê wateya posta û maile. Lê, helbet, her roj teknolojî bi pêş ve dikeve û her sal zûtir şikl û şemal û konfora otomobîlan tê guhertin ango model ji nû ve ji serî heya dawîn têne makyajkirin. Meydan zûbizû ji tu modelê re namîne. Ango pişta vanên bazirganî jî şikiya. Êdî di bazara otomobîlan de modelên kompak, krosovir an jî suv hene. Gotineke me ya pêşiyên heye ku dibêjin: “Xwedê axê bizina kol ji bizina bi qiloç re nahêle.” Lewra Xwedê axê “station wagon”an ji modelên bazirganî re nehişte.



Şikl û Şemal: Di pêşîn de izgaraya çarçovekirî hema hem adi her modelên Fordê de heye. Di pakêta Titanium Plusê de bi kroman hatiye xemilandin. Pozê wê yê daleqandî û farên wê yên helojen in. Farên rojê di nîvekê de ne. Yên jêrê ku wek çavên ajela bûkamelûnê ne, yên mijî ne.



Kêleka Wê: Jantên wê 16 ne. Bertekerên wê yên wek hawê nepixandî ne, ruxsara wê otomobîlê zêdetir sportîv nîşan dike. Û piştekên wê yên ser piştê xweşikbûna wê zêdetir dike.



Dû Wê û Baxaca Wê: Tampona wê ya beloq û lambeyên wê yên stop zor ciwan in. Ji jorê heya jêrê bi tevahî 708 lître ye. Dema tu paldankan radî 1656 lître ye. Ji ber ku rasta wê rast e, barkirina firaxan hêsan e. Heger tu pandîzotê derxî tu dikarî zêdetir eşyayan bar bikî. Ji ber pistona baxacê girtina baxacê zor û zehmet e.



Nirxandina Giştî: Li gorî nêrîna min, modeleke ne xerab e. Helbet, ji ber ku li bajarê Kocaeliyê tê montekirin, hûn dizanin, karên li Tirkiyeyê têne kirin giştik li ser qûşê ne. Ji ber wilo dibe ku ji aliyê teknîkî ve pirsgirêkên wan ên kronîk derkevin. Mînak, dema tu pê li debriyajê dikî dengekî ecêb derdikeve, helbet ne di giştikan de, nêviyê pir. Obsiyonên ku tê de hene, bi piranî standart in ku di gelek markeyên mezin de bi obsiyon in. Keresteyên hatine bikaranîn giştik hişk in. Helbet tiştekî asayî ye. Ji ber ku ev modeleke bazirganiyê ye. Wekî din pirsgirêkên wê kêm in.



Nirxandina Giştî:

Cûre Minivan, Van & Panelvan / K Segment
Cûreya qaseyê/ hejmara deriyan Kombî / 5 derî
Cûreya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem / talî) 2018 / Hilberîna wê dewam dike
Şewat (nav bajar / derveyê bajar) 4,7 lt / 3,6 lt
Hêza motorê 95 hp
Şanziman Manuel 6 Fitêz / du tekero
Lezgînî 0-100 km/saet 14 sn
Lezgîniya herî bilind 170 km/saat


Motor û Xurtbûn:

Cûreya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr
Hecma motorê 1499 cc
Hêza herî bilind 95 hp (70 kw) / 4.000 rpm
Torka herî bilind 215 Nm / – rpm


Rehend:

Hejmara paldankan 5 paldank
Dirêjahî 4157 mm
Firehî 1764 mm
Bilindbûn 1777 mm
Giranî 1304 kg
Mêjara barê wê 571 kg
Mêjera baxacê 708 lt
Lastîk 195/55 R16


Mehmet Emîn Cırık


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Volvo S90