Bibe Mêvan û Were Ba Min, Edebiyat, Kurdî, Tarih

Gotinên Pêşiyan

Çapa 3’yan a pirtûka Gotinên Pêşiyan derket.


Di vê çapê de li gor çapa berê 1000 heb gotinên pêşiyan lê hatiye zêde kirin û di pirtûkê de 4.500 Gotinên pêşiyan henin.


Pirtûka ‘Gotinên Pêşiyan‘ ji aliyê Abdurrahman Aydogdû ve hatiye amadekirin û ji 200 rûpelî pêk tê. Di pirtûkê de bi giştî 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene. Aydogdû dibêje ku di vê çapê de me ji bo xwendina pirtûkê hêsantir bibe me gotinên pêşiyan yê ku li gor alfabeyê dest pê dike di pêşiya her tîpekê de me gotina pêşî mezin nivîsî û estetîka we baştir kir.



GOTINÊN PÊŞIYAN GENCÎNEYEKE KURDAN E.


Aydogdû ji bo vê xebata xwe dibêje ku: “Li gor min gotinên pêşiyan gencîneyeke kurdan e. Naxwazim van gotinên me bi kal û pîrên me re bianx bibin. Loma jî min xebateke bi vî rengî kir. Heger gotinên me yên pêşiyan ango gencîneya me dernekevin li ser rûyê erdê, em jê sûd negirin û pêşkeşî nifşên nû nekin, dê ev xezîneya me jî bi kal û pîrên me re bimirin.”


Gotinên Pêşiyan, Abdurrahman Aydogdû


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Agnolo Bronzino, Allegory with Venus and Cupid