Otomobîla Min, Teknoloji

Gula Sor a Biçûka Malbata Škoda – Škoda Kamiq

Skoda markeyeke Çekî ye û ji sala 1895an de ji aliye du kesan ve hatiye damezirandin ku van kesan di şîrketa malbatî ya bi navê Laurin û Klementê de xebatkar in, bi çêkirina biskilêtê re dest pê dikin. Di 1899an de cara yekem bisiklêt çêkirine û piştî 6 salan cara yekem jî otomobîl çêkirin. Û ji wê salê û vir ve Skoda di qada otomobîlê de otomobîlan çê dike.



Di sala 1991ê de ji aliyê markeya mezin a bi navê Wolkswagen a almanan ve hate kirîn. Piştî ku Wolkswagen Skoda kirî bi qelîteya û teknolojiya xwe pêngavên gelek ciyawaz pêk anî. Ya herî girîng pêngava “enkube”yê ye. Ev modela ku me danasîna wê kir yek ji vê pêngavê ye.



Wateya Navê Kamiq


Skoda navên modelên xwe ji zimanên kêmar werdigire. Her çiqas otomobîl biresereke kapîtalîst be jî, wergirtina ji zimanên kêmar bi min fikareke pir xweş e, ku dibêje ez xîtabî kesên bîrbir û neteweyên bindest jî dikim. Ez bixwe vê dirûşmeyê pîroz dikim. Skoda di warê otomobîlên SUV de bi Kodiaqê dest pê kir û düre bi Karoq û Kamiqê re got ez jî bi modelên xwe yên SUV heme!


Wateya navê Kodiaq di zimanê alaskayayî de navê hirçekî ye û Karoq jî tîr û kevan e. Kamiq jî di zimanê eskîmoyî de tê wateya otomobîla ku dikare li her cih û erdnîgariyê de adabte bibe. Dema hûn bala xwe didine di navên van modelan de alîterasyonek heye. Bi “k”yê dest pê dikin, bi “q”yê xelas dibin.


Şikl û Şemalê Wê


1. Qapût û Panjûr: Dema tu bala xwe didî pêşiya wê wek modelên din ên Skodayê ye. Di vê modelê de cudahiya mezin di farên wê yên de ye. Cara yekem farên krîstal ên ku diherikin bi kar aniye. Di heman demê de vana li paş jî hene û otomobîlê bi şev gelek dînamîk nîşan dide.



2. Jantên Wê: Jantên wê yên standart 17 înc in. Di bin baxaca wê de 16 heye ku tam qalind e. Di pakêtên ser wê de 18 înc hene ku ev jî opsiyon e.



3. Kêlaka Wê: Dema tu li kêlaka wê dinêrî meriv dizane modeleke SUV e. Ji bilî vê, seranser rengê reş ê piyano black û pişteka ser wê otomobîlê wek qedeha vîskiyê nîşan dide. Ji xeynî vê, bê mifte derî vedibe û bê mifte tê xebitandin. Yanî start stopa wê bi dugme ye.



4. Dû Wê: Dema tu li dû wê jî dinêrî merêv dibêje qey xaltiya wê Wolkswagen T-Roc e û dişibe seriya BMW 1ê. Ji bilî vê, xetên wê yên ku ji pêşiya wê ber bi dawiya wê ve têne, dawiya wê pelixandî nîşan dide ku ev dîzayn bala muşteriyan dide ser şiklê xwe.



5. Baxaca Wê: Baxaca wê 400 lître ye. Li gorî reqîbên xwe Ford Puma, Wolkswagen T-Roc û Peugeot 2008ê biçûk e, lê dema tu paldankên wê yên dawî radidî dibe 1350 lître ku bi vî awayî beriya reqîbên xwe digire. Dirûşmeya “simple clever” (Tiştên hêsan û biaqil) li dawiyê gelek in ku ev di modelên din de jî gengaz e, qence, fener, bêrîkên eşyayan…hwd. Di bine baxacê de jî “spare tyre” lastîka acîl heye. 16 înc (firehbûn) e û tam stûr e.




6. Dawiya Wê: Qûmaşên paldankên wê pir bi qelîte ne. Firehbûna wê jî li gorî reqîbên xwe pir baş in. Desteka qedeh û şûşeyên avê û hewadara klîmayê (rêwiyê ortê dibe ku ji ber vê û tunela jêra wê aciz bibe, nexasim nikare rêwîtiyeke dirêj bike) cazîbe û konfora xwe destnîşan dide ku reqîbên wê hesûdiya wê dikin. Ji bilî vana keresteyên ku hatine bikaranîn her çiqas hişk bin jî neqşên hûrik qelîteya wê nixumandiye. Ji dawiyê bêrîkên paldankên wê yên pêşîn, ledên tawanê, desteka destên merêv, bêrîkên ber deriyan û qufla ‘elemyon…hwd. konfora rêwiyên dawiyê pir rehet dike.



7. Kokpîta Wê (Pêşiya Wê): Malzemeyên pêşîn li gorî dawî baştir in, li ser kokpîtê karboneke henekî hatiye bikaranîn û li gorî daxwaza we 8 heb rengên cuda hene. Ji bilî vê, ambîansên wê yên hawirdora kokpîrê deh reng in. Dîreksiyana wê ya klasîk a Wolkswagen e, qadraja djîtal opsiyon e. Û dikarî şiklê wê li gorî zewqa xwe biguherînî. Ekrana navendî 8 înc e û tu dikarî gelek taybetmendiyên wê ji vira durist bikî û ev ekran standart e.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Chery Tiggo 8 Pro


Klîda camên wê di derbekê de vedibe û tê girtin. Klîmayên wê baş in, lê xwezî duriskirina wan bi tevahî analog bûna. Mînak, ji bo tu fana wê durist bikî, ne ji bişkoleyên klîmayê divê tu ji ekrana navendî bikî. Ev tişta hane ji bo ewlehiya şofêr xeternak e. Torpîdoya wê ne zêde mezin e, lê li bine wê û li kêlekên wê qûmaş hatiye bikaranîn. Di hundirê wê de wek Karoqê taybetiya cemidandinê nîne. Piştekên paldankên pêşîn gelek baş in. Em bêne ser kembera wê, serê gopalê fitêzê heye ku ev di ên din de jî hema hema bi heman awayî tê bikaranîn ku divê êdî bê guhertin.



Mînak, divê weke modelên BMW û Mersedesê bêne çêkirin. Li pêşiya fitêzê weke çavikekê heye ku tu dikarî bi opsiyon taybetiya şarjkirina bê keblo durist bikî. Li kêlaka vê çavikê jî du heb “type-c usb” hene. Ev jî modernbûna modelê nîşan dide. Jixwe otomatîk e û tu dikarî bikî manuel jî, lê kêmasiyekê wê di vira de heye ku di modelên din de tune ye, ev jî ecêb e! Kêmasiya wê ku li pişt dîreksiyona wê guhikên manuelê nînin ku di ên berê de ji ber ku ajoker hînî vana bûye divê ji kopalê fitêzê bihugerîne. Ev pirsgirêka hanê bala şofêr xera dike. Wekî din, a herî ne xweş firêna wê ya elektronîk e. Yanî Skoda (Wolkswagen) tu hew qas girîngî dayî vê modelê, tu çima hîna vêya entîke bi kar dihînî?! Me ne heyf e? Di esasen xwe de amanc ew e ji malzemeyan dikuje. Li pişt vê icûbeyê çavikeke normal heye ku binê wê qûmaş e. Li jorê li herdu aliyan du heb neynikên makyajê hene ku leda wan nîne. Ev jî kêmasiyeke ecêb e!


Li jortir ledên ful hene û li orta dugmeyên ledan dugmeyeke sor bi navê “SOS” heye ku, Xwedê neke tiştek bê serê te! Tu pê lê dikî û personelên tenduristiyê têne alîkariya te. Ev taybetiyeke ciwan e. Û em werine ya herî xweş, em werine ser “Sunroof”ê (cama jorê ya vekirî). Taybetiyeke vê heye ku beravajî modelên din ne ji pêşîn ji dawî ber bi pêşîn ve vedibe. Ev ne belasebep e, endezyarên Skodayê di vî tiştî de bîrbir in. Çima ji dawî ber bi pêşî vedibe? Ji ber ku dawî li gorî pêşî tarîtir e da ku rêwiyê dawî perdeye bîne heya nêviyê tawanê ku konforeke xweş ji xwe re çê bike. Ev cama jorê seranser e, gelek xweş e, lê him opsiyon e him jî, di yên opsiyon de jî, venabe.



8. Motora Wê: Di vê modelê pakêtekê wê bi navê Premium tenê heye. Lê sê cûre motorên wê hene. Vana: 1.0, 115 belgîr, şanzûmana DSGyê, benzîn (modela me ya ku me danasîna wê kir), 1.5, 150 belgîr, şanzûmana DSGyê, dîzel, TSI, ACT. 1.6, 115 belgîr, Şanzûmana DSGê, TDI, SCR. ne. Di ya benzîn de sê sîlîndîr hene. Yên din çar sîlîndîr in. Li gorî daneyên febrîqeyê 100 kîlometreyî di 8,3 saniyan de pêk tîne. Leza wê ye herî zêde 193 kîlometre ye. Torka wê 250 ye. 7 fitêz e. Di nava bajêr de 5,7, li derveyê bajêr 4,4 û di herduyan de 4,9 lîtreyan dişewitîne. Dirêjahî: 4247 mm, firehî: 1793, bilindbûn: 1531e.



9. Simply Clever: Drûşmeya herî xweşik ku xwe ji reqîbên xwe vediqetîne. Û berdide wan. Di her modelên wê de hene. Çi ne vana?: Sîwana li ber derî, aparata kêleka şofêr, qeşabira ber qapaxa mazot/benzînê, qertgira ber cama pêşîn, çengelên çekan, devê deboka ava caman û hwd.


10. Encam: Ez behsa bihayê wê nakim. Jixwe hûn dizanin çima ez behsa bihayê wê nakim. Heger merêv nirxandineke bike bê kanî ev model hêja ye? Ji ber ku B SUV e, xîtabî jinan bêhtir dike. Û jinan pir jê jezkirine. Modeleke pir xweşik e.


Bi taybetî ya rengê sor pir xweşik e, duwazdeh celeb rengên wê hene. Li gorî rewqa we ye helbet. Ajotina wê gelekî hêsan û xurt e. Lewma hûn dikarin a benzîn jî bikirin. Zêde naşewitîne. Mixabin! Ji ber ku Bakur baca otomobîlan zêde ye, ez ser xwe bibêjim, pereyên min hebin jî ez nakirim. Çimkî tê sê qat pere bidî dewleta Tirkiyeyê.