Kurdî, Resim, Sanat

Hans Holbein the Younger, The Ambassadors (Sefîr)

Merheba, em hinekî li ser hunerê bipeyivin, em bidestxistineke detayekê, mat bibin, em bi hînbûna tiştekî nû kêfxweş bibin (nivîskar li vir, ji xwe dest pê dike.). îro ez ê ji we re behsa tabloya resamê Almanî Hans Holbein a ku navê wê The Ambassadors (Sefîr) e û di sala 1533’yan de resimandiye bikim. Ev tablo, tabloya herî navdar a Holbein e. heke hûn amade bin, em dest pê bikin.


Berî ku em bikevin nava detayê, heke em bi kurtebirî behsa Holbein bikin, di sala 1516’an de li Baselê, ew û Erasmus hevûdu nasiye û paşê berhema Erasmus a ku bi navê Pesindan ji bo Dînîtiyê resimandiye û bi şûn de ji hêla dewlemendan ve dest pê bûye û daxwaz li hunera wî hatiye kirin. Holbenê ku digel resamiyê wekî xebatkarekî çêkeriya modayê jî şixuliye, di serî de cilûbergên fermî yên qral, ji qumçîkê heya berbiskê, ji çekên torenê heya lîwanên hespan gelek kar anînê pê. Berhema wî ya herî naskirî, kêliyeke din ê ku ez ê ji we re behs bikim, Sefîr e.


Tabloya Sefîr, jixwe ji navê xwe jî diyar dibe ku şayesandina du sefîrên wê serdemê dike. Zilamê hêla çepê yê tabloyê (Zilamê ku tablo ji Holbein daxwaz kiriye û bi mala xwe ve daliqandiye) Sersefîrê ku li Folkistanê dijî yê Fransî, Jean de Dinteville ye. Zilamê hêla rastê jî hevalê sersefîrê Fransî, Georges de Selve ye. Cara pêşî wextê ku hûn lê binihêrin û bibînin herçend ku wekî tabloyeke taybet a li ser daxwazê hatiye resimandin jî, piştî kêliyeke din ku we detayine xwendin hingê hûn ê pir matbûyî bimînin û ev tablo dê we têxe bin tesîra xwe.


Ev tabloya Holbein, gelek detayên wê serdemê yên li ser siyaset û rewşa jiyînê di nav xwe de dihundirîne. Hema çi bigire maseya di navbera serfîran de ye ku dike bi temamî tabloyê vegire, ji bo armancên cihêreng pêk werin alavine, tişt û alavên ku ji welatên dîtir hatine anîn û tiştên cihêtir sembolîze dike, cihê xwe girtine.



Ji hêlekê ve di destê zilamekî bi îhtîşam de xençerek, ji hêla din ve jî zilamekî pir sade û pirtûk heye. Yek ji sefîrên ku di nava tabloyê de Jean de Dintevill, bi cilên xwe bikokûbiniyatbûna xwe bi awayekî berbiçav nîşan dide. Di destan de xençerek heye û li ser xençer jî di nava neqişan de 29 dinivîse ku ev yek temenê sefîr ê ku di sala 1533’an de, wextê tablo daye çêkirin e.





Sefîrê aliyê rastê hê bêtir dilnizm rawestaye, li ser bejna wî bi tenê pelerînek heye. Hûn dikarin wî wekî zilamekî oldariyê bifikirin, ji ber ku salê bê ew wekî pîskoposê herêma Lavaur a Fransê tê hilbijartin. Enîşka sefîr li pirtûkê rawestaye, meriv bi baldarî lê binihêre hingê meriv dibîne ku li wir jî 25 nivîsiye. Temenê vî sefîrî jî 25 e.




Li refika jor tiştên ku peywendiya wan bi asîman, astronomî û wextpîvanê heye, hene. Bi piranî objeyên ku peywendiya wan bi geometrî, astrolojî û musîkê, bi tenê ne dewlemendiya maddî ya modelan, her weha xwepêşvebirina ronakbîriya wan jî nîşan dide.





Li ser refikê, asîmankada ku li hêla çeptirîn e û weha hatiye eyarkirin û dîroka ku hatiye nivîsîn 11’ê Nîsana 1533’an e. Yek ji alavên ku li hêla asîmankadê ne, saeta tavê û li ser pilepîvê 11’ê Nîsana 1533’an, saet 16.00’ê dide xuyakirin. Ev dîrok dîroka roja çêkirina tabloyê nîşan dide. Li gor baweriyeke dîtir, 11’ê Nîsana 1533’an, saet 16.00, yanî salvegera 1500’emîn a Îsa, yanî Good Friday e. (Roja îniya berî Cejna Paskalyayê, bi bîra xaçperestan tînin ku Îsa bi çarmîxê ve hatiye daliqandin.)



Li refê binî jî, em pirtir tiştên dinyewî dibînin. Lavtaya ku bi ûdê dişibe, pirtûka arîtmetîkê, pirtûka îlahiyan û kadeke dinyayê. Serqiseyê wextê ku em bi baldarî li lavtayê mêze dikin, tê xuyakirin ku têleke wê kêm û qurifî ye. Li gor dîroknasên hunerî, têla qurifî têkiliya nearam a navbera dêr û Ewrûpê temsîl dike. Em vê yekê dikarin ji pirtûka binî ya Martin Luther a îlahiyan jî tê derxin. Ji ber ku nivîsên reformîstê dîn Martin Luther Dêra Katolîk a Ewrûpê dabeş dikir.




Ewçend zarîf û xweş hatiye resimandin ku, îlahiya Martin Luther ji nêz ve dikare were xwendin. Îlahiyeke bi navê “Were ey xeyaletê pîroz, ruhên me hişyar bike.” ye. Hema li pêş erdkadê pirtûkeke arîtmetîkê heye.



Li perçeyê vekirî yê pirtûkê pêfehmkirindayina kirariya dabeşkirinê, qala dabeşbûnên dînî û polîtîk yên wê serdemê dike. Du kadên ku nexşeya dinyayê li serê hatiye neqişandin yê binî tam li pişt pirtûka arîtmetîk hatibe cihdayin, belavbûna ticaret û fînansê ya li dinyê îfade dike.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  David whit the Head of Goliath, Caravaggio



Mehfûra desenên wê rojhilatî ye û ya ku li ser refikê hatiye danîn, mehfûra Uşakê ya ku Holbein her tim di resimên xwe de bi kar tîne. Ticareta di wan salan de ya ku Osmanî li Ewrûpayê pêk tînin, temsîl dike. Mehfûrên ku desenên wan bi vî rengî ne, hê jî li Ewrûpayê bi navê vê resamî “Mehfûra Holbein” tên binavkirin û welê tên zanîn.



Desenên li ser mozaîkên fayansên zemînê, bi rastî li Folkistanê li dêra manastirekê hene. Ev dêr, dêra cihê zewaca Qralê 8. ê Folkistanê ye. Ev şekil ya rast şemayeke di eslê xwe de û pergala gerdûnê temsîl dike.



Em werin ser beşê herî ecêb û balkêş ê resimê. Wextê ku meriv ji pêşî ve lê dinihêre, li erdê, li ser mozaîk darîneke ecêb ê rawestayî yan jî tiştekî ku bi perçekî êzing dişibe, meriv tênagihîje ku ka ew çi ye. Lê belê heke meriv bi pileya 27’î ji hêla rastê ve li resimê mêze bike, meriv dikare têbigihîje ku ew qafikek e. Ya rast tiştê ku em lê dinihêrin xuyangeke nûjen e, yanî ji hêla nêrînê ve resimeke dirêjkirî ye.



Wextê ku meriv bi awayekî duz li resimê dinihêre, ev qafikê nefambar, balkêşiyek li ser tabloyê bar kiriye û ji bo Holbein ev yek bûye hîlberîna navdarbûnê. Weha ye ku, wextê hûn qafik dibînin, perçeyên dîtir yên resimê hûn şêlîn dibînin, lê wextê ku hûn perçeyên dîtir yên resimê dibînin îcar hûn nikarin bi awayekî pêşçav qafik bibînin. Fermo ceribandin belaş e.





Ez dixwazim qala balkêşiyeke din bikim, peykerê Îsayê li çarmîxê hatiye şidandin ku nîvxuya ye, li pişt perdeyên koşeya jor a çepê yê resimê ye. Baş e, gelo çima bi awayekî nepen û nîv hatiye resimandin? Ev berhema ku di salên mezheba Protestanî derket holê de, ji bo ku dêr hatibû dabeşkirin, xaç jî nîv tê xuyakirin. Li gor dîroknasên hunerî, resimandina li pey perdeyê bi awayekî zor tê xuyakirin jî, ji tesîra dînî ya ku di jiyana merivan de hêza xwe wenda dike re vehinartinek e.




Heke hûn dixwazin detayeke dîtir lê bar bikin, em di beşê şîrovekirinê de hevûdu bibînin. Bi hêviya hevdîtinê.



Çavkanî:

wiki/The_Ambassadors_(Holbein)

https://www.nationalgallery.org.uk/paintings/hans-holbein-the-younger-the-ambassadors

https://www.artstor.org/