Genel, Kurdî, Röportaj, Tarih

Hemed Hekîm

Bandora dêr an mizgefta Hemed Hekîm an jî li gorî binavkirina Suryaniyan Mor Osyo û ziyaretgeha wî li ser mirovên Mansûriyê

 

Ziyaretgeh di dîroka çanda kurdan ya rojane de cihekî girîng werdigirin. Beriya îslamiyetê heta roja me ya niha; dîn, baweriyên ecêb, xurafe, rîtuel…hwd. rola xwe li ser însanan çê kirine. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ev tiştên hanê, weku me li jor rêz kirin, pirtir in. Ev saîk xwe hertim bi derûniya civakê re girêdane û girîngiya xwe parastine. 


Di dîroka olan de rîtuel û xurafe ji bo însanên xizan bûne stargeh, di jiyana rojane de bûne bihuştek an jî bûne cihê xwepaqijkirina ruhî. Mirov dikare bibêje ku saîkên wilo rengvedanên exlaqê civakê ne. Lewra însan tu carî ji aliyê baweriyê ve xwe tam hîs nekiriye. Lewma ji bo ku xwe tetmîn bikin her dem di lêgerînekê de bûne. Beriya ku dîn bêne ser rûyê erdê, însanan xwe spartine xweza, roj, darûber, ajel, kevirekî an peykerekî. Van heyînan ji xwe re kirine xweda û ji wan re îbadet kirine. Dema ku dîn hatine jî ev tişt dewam kiriye. Mesela di serdema Hz. Mûsa de, wexta ku Mûsa dihere çiyê ji bo ku ayetên Xwedê bîne, însanên ku jê bawer dikirin, golik ji xwe re dikin xweda û jê re îbadet kirine.



Her wek ku me li jorê jî behs kir, ev pêvajoya ku di nav gel de çê bûye, ne wexteke kurt e. Herwiha lêkolîneke berfireh helbet divê gelek aliyên wê yên sereke û dîrokî bêne şîrovekirin û dahûrandin. Armanca min ya hilbijartina vê mijarê ew e ku ez ji zarokatiya xwe ve, di nav vî mekanî de jiyame û her tim bala min kişaniye. Bi rastî jî hebûna vî mekanî, ji dema ku ava bûye heya niha, bi hebûna xwe ya gelêrî, olî, civakî, siyasî, îdeolojîk…hwd bendora xwe li ser ên derdora xwe kiriye.



Ji bo du olên îlahî yên herî bibandor, ev mekan her tim di nav guftûgoyê de maye. Ji ber van sedeman, min bi xwe, heta ji min hat, min alîgiriya tu kes an olî nekir. Di hevpeyvînên min yên jêrîn de jî çi  hatibe gotin, min ew nivîsandiye. Anku heya ji min ve hatiye ez li ber herdu olan bêteref û bi rêbazeke zanistî û tomarker tevgeriyame. Di pêvajoya amadekirina spartekê de, ku rêbazeke zanista folklorê ye, min rêbaza tomarkirinê bi kar aniye. Loma merêv nikare li ser zêde bike. Dibe ku kêmasiyên wê hebin, çimkî wextê min kêm bû. Ez bawer im, wê piştî vê nivîsê vekolînên baştir bêne kirin.


Ez ê ziyaretgehê hem li gor çavên misilmanekî hem jî li gor çavên suryaniyekî, ku vana li herdu civakan xwedînirx in…


JI ALIYÊ GUNDIYAN VE  HEMED HEKÎM

 

Hemed Hekîm li aliyê rojavayê gundê Mansûriyê ye. Mansûriyê li ser bajarê Mêrdînê ye. Teqrîbên beriya 150 salî li vî gundî Suryanî jiyane. Piştre misilman têne di vir de binecî dibin. Li gora êxtiyarên gund, beriya ku dêra gund ya Suryaniyan çê bibe li şûna ziyaretgehê xirbek biçûk hebûye. Lewra beriya ku dêr ava bibe, ziyaretgehek biçûk hebûye.


Sofî ‘Ezo, ji zû de ye li gund dijî, 80 salî ye, xwendina wî ya Qur’anê heye, lê xwendina wî ya tirkî pir tuneye, cotkar e û meaşê wî yê feqîrhaliyê heye.



Mehmed Emîn CIRIK:  Xalê Sofî tu dikarî bi kurtayî behsa Hemed Hekîm, ziyaretgeh û roja çarşemê bikî?


Sofî ‘EZO: Ersa ziyaretê aîdî qebîleya Ebbasiyan bû. Qebîleyek biçûk bû, ji hêla Çiyayê Mazî ve hetine gundê Mansûriyê. Di hundirê ziyaretgehê de Hemed Hekîm, Şêx Mansûr û Şêx Şaban radikevin. Weku li vir jî diyar e, navê gund ji navê Şêx Mansûr tê. Li gorî texmînan di sala 1890î de Elî Qamor ku misilman bûye, qîza filehan direvîne. Qebîleya Ebasiyan ji bo ku xwîn nerije, bedela vê bûyerê ersa ziyaretgehê didin filehan. Fileh piştî çendakî li wir dêrekê çê dikin. Di serê salên 1900an de avakirina dêrê diqede. Û nêzî salên  1908-14an de ji bo îbadetê tê vekirin. Piştre bi fermana Komara Cumhuriyetê koçî Sûrî dibin. Di navbera salên 1914-60an de wek axur tê bikaranîn. Di salên 60î de fileh ji bo tapûya ersa dêrê dawê vedikin. Lê tapûyê bi dest naxin. Piştî salên 60î ve dibe mizgeft. Heta niha jî wek mizgeft tê bikaranîn. Baweriya ziyaretgehê tiştekî rast e, însan her roja çarşemê têne li wir radikevin, ji xwe re dua dikin û şifa dibînin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Hans Holbein the Younger, The Ambassadors (Sefîr)


Mehmed Emîn CIRIK: We bi xwe dîtiye ku kesek ji ziyaretgeha Hemed Hekîm şifa wergirtiye û çima ne êvara înê, êvara çarşemê ye? Çimkî ku mirov li ziyaretgehê Kurdistanê bi giştî dinihêre, bi gelemperî roja înê yan jî êvara înê mirov diçin wan ciyên pîroz ziyaret dikin, ne wilo?


Sofî ‘EZO: Belê, gelek kes, rast e, taybetiya êvara çarşemê ji vê meselê tê. Eyûb lawê mala Xelefê Cemîlo ye, sê çar mehan textoreke nema ye ku wî negerandine. Lê çareyeke ji bo nexweşiya wî pêyda nake. Rojekê tê gund cema apê xwe, li wir radikeve. Eyûb ji navê pê ve pûç bûbû, nikarîbû bimeşiya, bi du çagûnan dimeşiya. Dibe sibe, dibêje ez ê herim malê. Li sikaka Ziyaretgehê darbas dibe, wexta ku li wir dibuhure, pêrgî şêxekî rîsipî tê. Şêxê rîsipî jê re dibêje: Tu li vir çi dikî, ew çi çagûn in di destê te de? Wan çagûnan ji destê xwe bavêje! Wexta wilo dibêje, Eyûb ji tirsan çagûnên destên xwe davêje û dibezîne, bazdide. Ji vê bûyerê pê ve Eyûb rehet dibe. Her roja çarşemê însan bawer dikin ku wê şifa bibînin. Her çarşem ji derveyê gund însan têne ziyaretgeha Hemed Hekîm.


Mehmed Emîn CIRIK: Yên ku têne ziyaretgehê çima mirîşka reş serjê dikin, an taybetiya raşbûna mirişkê çi ye, ango çima ne mirîşka sor, şîn… ya reş?


Sofî ‘EZO: Ez nizanim çima reş e, lê belê însanên ku têne vir, ji xwe re heywanekê qewl/nedir dikin ji bo ku hatina wan ya ziyaretê qebûl bibe, yan jî, ku ji îslamiyetê tê, divê xwîn bê rijandin.



JI ALIYÊ SURYANIYAN VE MOR OSYO

 

Min van agahiyan jêrê ji keşeyê Kırklar Kilisesi ya Merdînê wergirt. Lewra min heypeyvîn bi wî re kir. Sedema hevpeyvîna min ya bi wî re ew e ku berê di gundê Mansûriyê de gelek Suryanî jiyane. Û Mor Gabriyel bi xwe Suryanî ye. Suryaniyên ku li vî gundî jiyane bi xwe, Ortodoks Katolîk  û Yaqûbî bûne. (Davud Gaunt 2006, r. 332-33) Eşîra Daşiyan, ku bi xwe kurd in, li wan texman têne Mêrdînê, ji rêveberê Mêrdînê daxwaz dikin ku li Mêrdînê ciyekî bidine wan. Di destpêkê de li navenda Mêrdînê binecî dibin, lê piştî çendakî, ew û xelkên Mêrdînê li hev nakin. Rêveberê Mêrdînê ji Suryaniyên Mansûriyê daxwaz dikin ku eşîra Daşiyan li ba xwe binecî bikin. Suryanî vê daxwaza wan pêk tînin, eşîra daşiyan li gund binecî dibin. Evan xelkan heta demeke bi hev re, bi kêfxweşî dijîn. Diherin dawet û şînên hev…Lê belê di fermana 1915an de vê kêfxweşiyê li wan dişeriqe û kuştin û sirgûnî dest pê dike. Xelkê misilman suryaniyan qetil dikin. Heta li gor gotinên kal û pîran, digotin ên ku 7 filehan bikuje wê here Buhiştê. Ez bi xwe şahidê gelek gotinên derbarê kuştinên suryaniyan bûme mixabin.



Mor Gabriyel Akyüz, 56 salî ye, keşeyê Kırklar Kilisesiyê ye, niha li Mêrdînê dijî, xwendina xwe li cûrbicûr dêr û manastiran kiriye. di heman demê de derbarê dîroka suryaniyan de lêkolînên wî jî hene û hîn jî lêkolînên xwe berdewan dike. Ew bi xwe kurdî dizanîbû. Ango min pirsên xwe bi kurdî kir, wî jî bi kurdî pirsên min bersivandin.


Mehmed Emîn CIRIK: Hemed Hekîm kî bû?


Mor Gabriyel AKYÜZ: Ez dixwazim pêşiyê vêya bibêjim, Hemed Hekîm ne misilman e û navê wî ne Hemed Hekîm, Mor Osyo ye. ”Osyo” di zimanê suryanî de tê wateya bijîşk, textor, hekîm. Mor Osyo, beriya 1600 salî jiyaye. ‘Elamet û kerametên wî hebûne, bi qudreta Xwedê Teala, bi van kerametan ji bo nexweşiyên însanan bi kar dianî. Ji ber van bûyînan, di nav gelê suryanî de navê Mor Osyo belav bûye. Nemaze navdar bû û bû kesekî pîroz. Gelek dêr û manastir bi ser navê wî hatine avakirin. Heta dêra gundê Mansûriyê jî di sala 1903an de li ser navî wî hatiye avakirin. Lê belê, misilmanên gund, hem navê Mor Osyo guhertine kirine Hemed Hekîm hem jî navê dêrê guhertine kirine Hemed Hekîm. Her sal di 15ê Cotmehê de cejna wî tê pîrozkirin. Em her sal di rojbûna wî de têne li dêra Mor Osyo, ku binavkirina misilmanan Hemed Hekîm e, dua dikin û em wî bi bîr tînin. Tabloyên wî jî li gelek dêrên Mêrdînê hene.


Mehmed Emîn CIRIK: Madem wilo ye, ez pirsa duyem wilo bibêjim. Dêra Mor Osyo ( hinekî dibişire) kengî çê bû, pêvajoya wê ya heta dema me çawa derbas bû ?

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Weke Terîqeteke Rikber Qelenderî

Mor Gabriyel AKYÜZ: Dêra Mor Osyo weku me li jor jî got, di sala 1903an de ava bû. Beriya ku dêr ava bibe, di şûna dêrê de wek dêreke biçûk hebû û li kêleka dêrê tirba Mor Osyo hebû. Heger ku Mor Osyo misilman bûya wê çima tirba wî li kêleka dêrê bûya? Ji ber ku dêr têra cemaeta suryaniyan nekir, suryaniyan biryar da ku dêra biçûk xera bibe û di şûna wê de yekê mezintir çê bibe. Û tirba Mor Osyo jî bi avakirina dêrê ve hat avakirin û mezintir bû. Heta sala 1915an de me li dêrê îbadeta xwe dikir, piştî fermana Komara  Cumhuriyetê, em hatine sirgûnkirin. Ji wê çaxê heta salên 1950î wan ve dêr bêxwedî ma, di nav re jî carinan hinek suryanî dihatin li dêrê îbadeta xwe dikirin. Piştî sala 1965an misilmanan dêr kirin mizgeft. Heta niha jî wek mizgeftê tê bikaranîn, lê belê em heta niha jî carcaran têne îbadeta xwe li hundirê dêrê dikin. Me doz kir da ku tapoya wê bidine me, lê heta neha kesekî arîkariya me nekir. Em ê hertim daw bikin, çimkî ev dêr ya me ye, û wê bibe ya me jî, ji bo me pir girîng e. Me ji bo tapoya dêrê doz vekir.



Mehmed Emîn CIRIK: Çima roja çarşemê misilman têne ziyaretgeha Mor Osyo radikevin, jê şifayê hêvî dikin, taybetiya vê rojê çi ye?


Mor Gabriyel AKYÜZ: Ez tam nizanim, çima roja çarşemê? Ez wêya jî nizanim. Lê belêê, ez dikarim vêya bibêjim ku Mor Osyo yekî wekî bijîşk bûye û mirovan jê şifa, çareserî hêvî kiriye.


Weku ku mirov li vî wêneyî dinihêre jî gelek tiştan dibîne û di serê mirov de tiştin çê dibin. Di demên dawî de êdî ji gund kesek pir nayêyê, lê ji dervejê gund balê dibîne. Ev jî dide xuyakirin ku ziyaretgeh bandora xwe rojbiroj zêde dike. Wexta ku min ji van kesan pirsî hûn ji bo çi hatine û kê we ji ziyaretgehê hayedar kiriye? Gotin: Kesên derdora me. Gotin: Herine vê ziyaretgehê, pir baş e.  Ji xwe, weku li jorê kifş e ku bi berfirehî li derdora Mêrdînê hatiye bihîstin.



Di wêneyê jêrê de weku xuya ye wexta ku hatiye restorekirin, ne bi awayekî otantîk, bi awayekî modern hatiye  serastkirin. Lewma bi vî awayê modern jî pir hatiye xerakirin, ji eslê xwe hatiye dûrxistin. Ne bi niqarê û çimentoya spî, bi betonê hatiye sîwaxkirin. Hawirdora wê bi feyansan hetiye neqişandin. Sitûnê dêrê bi mekîna îspartolayê hatiye qeşartin. Heta carekê mîmarek biyanî tê hundirê mizgeftê ziyaret dike, vedigere ji lawê melayê mizgerftê re dibêje: ” Hîç zewq bi misilmanan re tüneye! Ev çi hal e!”


ENCAM


Her çiqas ferq di navbera xwedîtiya dêrê/mizgeftê hebe jî, lewra xwedîtiya di navbera misilman û suryaniyan de, bandora ziyaretgeha Hemed Hekîm/ Mor Osyo bandoreke gelêrî û dînî li ser gelên derdorê çêkiriye.


Ez bi xwe gelek caran şahid bûme ku li ba min behsa ziyareta Hekîm an jî Mor Osyo bûye. Bi rastî jî ji aliyê yaqînbûnê ve pîrek, jin, pîrik, kalik…hwd. di bin bandora wê de mane. Gundiyên me, Hemed Hekîm kirine wek tabûyekê, ew parastine heta roja me ya niha. Min gelek cihên cuda derbarê ziyaretê de gotinên ecêb dibihîst. Hinek digotin, Hemed Hekîm ji bo yên ku cin û pîrebok miseletî wan bûne baş e. Pîrek dibêjin ku divê mirov êvara çarşemê serê xwe neşo, dibe ku tiştekî xerab bê serê wan. Hinek jî dibêjin êvara çarşemê ji baweriyan Êzîdiyan tê. Çimkî, li gor baweriyan Êzîdiyan roja çarmeşê Xwedayê baş dihere ezmanan, yê xerab dadikeve ser rûyê erdê. Hinek jî ji bo ku zarokên wan çê nabin têne…hwd. Ji ber van sedeman gund  û însanên ku ji gundiyan bihîstine jî, gelek di bin bandora ziyaretê de mane. Di encamê de van tiştan di jiyana mirovan de hene û wê hebin jî. Lê belê rojbiroj girîngiya xwe ya esfûnî û olî winda dikin. Hemed Hekîm jî girîngiya xwe rojbiroj winda dike. Van demên dawî kes pir nayê Ziyaretgehê. Weke folklorîk û encam rola ziyaretgehan, li ser gelên kurd hîn berdewam e. Lê bi krîstalîzebûna modernîzmê ve rola wan ya jorê têk dihere.


Mehmet Emin Cırık