Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Hesabgêr F

Piştî demekê Hesabgêr F tê ser hişê xwe, hişyar dibe. Mêze dike ku li ser sînga wî heta çokên wî qapût û şalgerden heye. Li hember xwe fedike ku ew keçika xama hêj li heman dewsê ye. Keçik hêdîke bihîstokên guhên xwe derdixe û kitêba ku di destan de ye benê sor ê navrûpelî dişidîne û kitêbê digire û datîne tenişta xwe. Trên bi heman lêziyê û gurmegurmê ve dihere. Vagonên wê mîna jûrên xweşlihevhatî yên asansorekê didin pey hevûdu. Şev e, reştarî ye.

Keçik bi awirekî nîvkenî, bi dengekî nizm ve dibêje ”Monsieur, xwezî min bigota bonjour. Lê şev nîvşev e. Mebêje ku ez pirr raketim. Sê─çar saet bû yan jî nebû hema bêje te çavên xwe dan hev.” Hesabgêr F bi çavên xwe spasiyê lê dike û dûv re dipeyive. ”Biborîne ez pirr westiyayî bûm ji ber wê ez ji xwe ve çûm. Te gotibû ez civaknas im ne welê? Peyvine te û xeberdana te dişibe yê Fransiyan…”
  Keçik berçavika xwe ya çerçeweboş ji çavên xwe derdixe û dixe nav qutiya wê, dixe nava çenteyê xwe û cihê xwe xweştir dike û dibêje: ”Belê em di eslê xwe de Fransî ne. Bavê min Fransiz e. Diya min jî Polonî ye. Ezbet û koka bavê min wan ji dema Osmaniyan û pê ve ye li vir in. Yanî bi gotina Tirkan em jî Antoliyayî ne êdî. Bavê min pirr dewlemend bû. Lê çend sal berê wefat kir. Ez û diya xwe em bi tenê dijîn. Bêyî min çi zarokên diya min ên din nîn in û diya min profesora tibbê ye, cerrah e. Pirtûkxaneyeke me yê dewlemend heye, pirraniya kitêban bi Fransî ne. Em li malê, ez û diya xwe em bi hev re bi Fransî dipeyivin. … Lê tu dê niha bêjî tu çawa dikarî wekî Kurdekî bi Kurdî bipeyivî. Ji zarokatiya min û pê ve em li Îzmîr’ê li gel Kurdan cîrantiyê dikin. Hevalên min ên zarokatiyê û xortaniyê hema çi bigire hemû Kurd bûn sedemeke din ê pêşçavtir jî heye ji ber rewşa wan ê awarteyê ku ew her tim tê de ne û ew tên asîmîlekirin. Ez vê rewşê ji nêz ve û baştir dizanim. Ev yek kalikên min wan jî pirr kişandiye. Wextê Tevgera Nasyonalîst û Hîtler li gora ku diya min qal dikir. wekî berpirsyariyeke wîcdanî ez tevdigerim û bi zimanê we dipeyivim. Carina em bi tenê dimînin ew ji min re behsa kalikên min wan dike. Kal ên kalê bavê min jî ji Franseyê anîne vê derê da ku ticaretê û tucariyê li bir bikin û danûstendinê jîndartir bikin. Ji me re dibêjin Lewanten. Lewant yanî Rohilat, Lewanten jî ew kesên ku ji Roavayê Dinê hatine û ji bo ku ticaretê li vir şêntir û geştir bikin re gotine. Ji ber wê min bêhtir dêhna xwe da ser zimanê we yê qedexekirî û min got divê ez xweştir bipeyivim. Min bi dehan kitêbên edebiyata we, roman, helbest û çîrokên we xwendin. Serqisê, Mem û Zîna Ehmedê Xanî çiqas trajîk e ne wisan? Ya helbestên Feqî? Ew humanîzma ku tê de hatiye veşartin? Bi rastî jî Edebiyata Klasîk a zimanê we pirr xurt e. Lê çi mixabin ku Gelê Kurd xwedî û xweyîtiyê lê nake. Yên ku dinivisînin jî çavnebariyê û edxemiyê ji hev dikin.” Hesabgêr F wekî li çîrokeke ku çîrokbêjekî li ber dîwarekî xirxope, di rojeke zûgerm ê bihareke rengîn de di nav xeleka zarokan de rûniştîû ji wan re vedibêje guhdar bike, welê li keçika lewanten guhdarî dike. Naxwaze ku axaftin û vegotina wê bi kuta be. Dixwaze tiştine din jê fêr bibe. 

  Hesabgêr F dikeve nava hîsên têkel. Ev keçik, ev berfa ku emanê nade, ev xweşikahiya hanê, lixwekirinên wê… Di dilê xwe got ”Li ser vî erdî, gelo jiyan çiqas dişibin hevûdu? Jiyana dê û bavê vê keçikê û jiyana Apê Martîxan û Metika Armast heman ne yek bûn? Li wir Hîtler; li vir jî serdestên ku di wextê de zilm û zorarî li wan kiribûn. Herdu sazî û pêşewatî jî ji bo herikîna xwînê ava bûbûn.” Trên dihere û dihere. Di nava wê spîtiya bêpayan de dixere. Îcar keçik hest pê dike ku ew hinekî pirsan ji Hesabgêr F bike. ”Monsieur, gelo tu çi karî dikî? Tu çima wisan bûye perîşan?” Hesabgêr F dikeve gumanê, û dibêje ”Beriya niha bi qasî çend saetan min ev keçik nasî gelo ev dijmin e dost e? Perî ye, serekekarekterê romaneke navdar ê Fransiyan e an ne ji asîmanan ket erdê, kî ye ev?” Nizane. Hesabgêr F dest bi bersivên pirsên wê dike. Û dibêje ”Jiyaneke min ê birêkûpêk hebû beriya niha demeke dirêj. Bi tesadûfî min nivîsek xwend û heyata min ji binî ve hate veguherîn.” Kundoktor dikeve hundir û agahiya ”Ji merkezê dan zanîn ku em ê êdî yekser biçin îstasyona dawî, seyehata me dê wekî ekspresî bidome, sekinîn nîn e.” dide wan û dîsan diçe. Keçik di dest de dibêje ”Qey ez ê wisan birçî herim ma?” Diponije. Vedigere ser Hesabgêr F û dibêje ”Biborîne, min qiseya te jî birrî.” Hesabgêr F dîsan bi awirekî şermokî dibêje ”Na, na, tiştekî nabe. Navê min Felat e. Min li zanîngehê beşa hesabgerî û fakulteya aboriyê xwend. Piştî demeke dirêj ê li pey zanîngehê min biryar da ku ez karê xwe îcra bikim. Min li karistanekê wekî tehsîlkarekî dest bi kar kir.” Hingê Felat dikeve kûrfikirînekê. Li ber xwe dikeve tevî keserkûriyekê. Keçika Lewanten dibêje ”Monsieur Felat tu çima wisan sekinî? Çer bû bi te? … Çi şerm e! Ev çend saet in em dipeyivin min hêj navê xwe negotiye te. Navê min jî Amabella ye. Lê li ser nasnameyê Amîne ye. Navê dayika Hezretî Mihemmed… Monsieur Felat, tu’b Xwedê, gelo nizanim tu şermok î?” Amabella vê gotinê dike û dikene. Ji nişkê ve ta’yek tê canê Felat. Tev bi cirrifînekê dikeve. Bêyî ku haya wê ji wê hebe Amabella hema tê kêleka Felat û xwe lê radipêçe. Heta ku tê de heye bang û gazî dike ji peywirdarên trênê. Konduktorê gava berê bi revê têt kompatimanê. Dibêje ”Çi bû, gava berê ez li vir bûm lê ne nexweş bû. Çi bû çima weha bû.” ”Ez jî nizanim Monsieur kêliya bertirê çend pirs ji min pirsîn û bi carekê ve niviya, bi dûv re çêlî tiştina dikir. Aha ev kal û pîra jî şahid e. Ne xwarinek xwar û ne jî tu tiştekî din ê ku xesarekê bidiyê. Bi carekê ve wisan bû.” Konduktor çend lib hebên ta’abirînê tîne û Amabella bi du─sê qurt avê pê dide vexwarin. Serê Felat dide ser çokên xwe û qapût lê baştir werdide. Felat dikeve xeweke giran û bêyî xîzexîza qirrika wî çi deng jê dernakeve. Trên bêrawest xwe di nava, dar û daristanan, der û beran, di ber şikêr û şikeftan, nav zikê çiyayên banî yên qulkirî re dide û diçe………..

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Xûtbe