Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Hêviya Welatê Azad

Ev nivîs bi hevkariya min û Saloméyê hatiye nivîsîn.


Min Salih Kevirbirî di şeveke sar a Stembolê de, di kokteyleke danasîna kitêbeke şaîrekî Kurd ê dîasporayê de nasî. Ez dikarim bibêjim ku cara yekemîn bû, min ewçend rewşenbîr, xwendevan, hunerhez, senetkar, lîstikvan û rojnameger digel hevûdu didît. Hingê min xelateke edebiyatê wergirtibû û ez nû nû dihatim nasîn. Wê şevê wextê ez çûm wê caféyê, yekemcar nivîskarekî ez vexwandim maseya xwe.


Li derdora maseyê, Hamid Omerî, Alî Fîkrî Işik û hevsera wî rûniştibûn. Navenda salonê, serderî, tenişt û derdor ji wecên têvel yên ku min dinasîn pêk dihat. Belê wecine nas. Yek ji wan Salih Kevirbirî bû. Min ew berê wekî nav bihîstibû. Çerr ku çavên min lê ket, min bi çavên xwe silavek lê da. Paşê me derfet çênebû da em rûnin û hevûdu baştir û nêztir binasin.


Ji wê şeva zivistana berfîn û heyteholtijî ya Stembolê û vir ve bi qasî du salan pê re, min ew li Cadde-î Kebîrê lihevkombûnekê dît. Hingê me mefer hat pê da ku em hevûdu binasin, bû roja din, em nêzê Lîseya Galatasarayê, li cihekî gihan hevûdu û me berê xwe da Sûka Sahafan a Cadde-î Kebîr a Beyogluyê ya Stembolê. Pêşiyê me ji min re kitêbeke Heinrich Boll kirrî û me tavilê xwe avêt ser kursiyên çayxaneyeke piçûk ê korîdora sahafan.


Li hember min ji însanekî bêhtir û wêdetir; li malê bav, li kargehê xebatkar, li welêt welatparêz, li salonên konferansan zanist û ronakbîr, li qada ziman û edebiyatê; zimanzan, berhevkar, berhemdar û nivîskarekî gelekî mutewazî û dilnizm hebû. Kinc û lixwekirinên wî yên nîvewrûpayî, rûbikeniya wî, şifqeya wî yê lengerî ez dibirim devereke ji me pirr bidûrtir.


Salih Kevirbirî


Salih Kevirbirî navekî hêja ye. Em divê li ser wî kûr bihizirin, divê em li ser nav û berhemên wî baş rawestin; da ku em edebiyat, çand, kultir, ziman, dîrok, folklor, zargotin, kilam, kelam, rojnamegerî û kevnetoriyên Kurdistanê binasin. Nexasim jî Kurdên Kafkasyayê…



Em ê di vê nivîsa xwe de hewl bidin parçeyek ji parçeyên berhem û berhevokên Salih Kevirbirî bi we bidin xwendin. Beriya niha bi qasî deh rojan Kevirbirî li ser Kurdên Sovyeta Berê, yanî li ser Kurdên Kurdistana Sor belgefîlmeke ku şayana pesndanê ye weşandibû, bi me re parve kiribû. Ev belgefîlma ewçend hêja û ji bo me ewçend pêwîst û girîng encama gelek ked û xebatê ye.


Kevirbirî bi hûnekeke hostayî ji me re vedibêje kurteya serpêhatiya Kurdên Kafkasyayê, bi destên me ─heçku bavek bi destê gedeyê xwe bigire─ digire û me bibe dûr, dûr, dûr, dûrtirê van dem û deverên ku em niha têdeyî ne. Dibe destpêka salên 1920an. Di destpêkê de Kevirbirî dêhna me dikişîne ser metafora dayika xwedanpênczarokî, esas em ji vê yekê re bibêjin rastî dê manîdartir be.



Peymana Qesr-î Şîrînê, paşê Peymana Lozan (Bingeha Lozanê, ji SykesPicotê pêk tê.) û paşêtir jî damezrandina Yekîtiya Sovyetan û jê pê ve jî avakirina Kurdistana Sor yanî Krasniy Kurdistan. Kurdistana Sor navê statuhilberîna kurdan a yekemîn e. K.S erdekî çiyayî yê ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ye. Cara pêşîn di sala 1923an de hatiye avakirin. Beriya ku bidamezre ji aliyê Yekîtiya Bolşevîkan ve peyva Kurdistan hatiye bilêvkirin.


Di belgefîlmê de gelek zimanzan, rêşînas, rojnameger, nivîskar, ronakbîr, têkoşêr û siyasetmedar dipeyivin û di derheqê K.S de pirsan dibersivînin, behsa bîranînên xwe, qala xweşahiya welêt û mixabin ku hilweşîna vê serxwebûna otonomîk dikin. Li gor Hejarê Şamîl, Kurd beriya cîranên xwe, beriya Azeriyan û Ermenan hebûne li ser vê xaqê. Dîroka Kurdan ji van herdu miletan jî kevntir e.


Teqrîbî, Kurd 2500 sal in ku li vir jiyan kirine, sedsala 7mîn de Kurdan dewlet ava kiriye ji xwe re û pere çêkirine û navenda dewleta wan Gence bûye. Kurd, Asûr, Ermen û Azerî bi hev re jiyane. K.S pêşî mezin e, her ku diçe piçûktir dibe. Axa wê tengtir dibe, temenê wê şeş sal ên kurt û kin in. Paşê, di sala 1929an de beşdarê li  Qerebaxê dibe.


Kurdên Laçînê


Paşê bi hewldan û berxwedanên neteweyî di sala 1938an de dîsa otonomiyeke dîtir pêk tê, serbajarê wê Laçîn e, hêvî û lêpayinên gel xurt û geştir in, lê îcar mixabin û xebîneta giran 70 rojên wekî xewneke buharê diajo, pey re dîsa dibe bindest. Sedema vê yekê giradayê lihevkirina Tirk û Rûsan e, ji lew re ew tu carî naxwazin ku serxwebûna Kurdan bête pê. Tesîr û bandora têkiliyên ku di navbera Ataturk û Stalîn de şax vedane pirr qehîm û berbiçav in. Ev têkilîne dibin sedemên pûçkirina Kurdistana Sor.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Ma Heidegger Nazî bû?

Kevirbirî heçku hingê bi xembariya dilê me bizanibe û ew bixwaze em zêdetir li ser van tiştan xemgîntir nebin dîmen û menzereyên rengîn û bedew yên Kurdistana Sor bi me dide nîşandan. Lê çi mixabin ku ev yek ancex dikare aveke tîhngermî li ber dilê bireşîne, agirê dilê me natefetîne, bêtirê wê dîsa sotîna binketina welêt e. Herçend li ser hevûdu, wateyên sor û geveziyê bihejmêre û bibêje ”Sor hêzgirtin e, sor quwet e, sor serxwebûn û liberxwedanê nîşan dide.” jî rastiyek heye, ew welatê serbixwe binketî ye, jihevdeketî ye, şerpeze ye.


Di beşeke din ê belgefîlmê de Prof. Dr. Kînyazê Îbrahîm îstatîstîkeke hejmarî bi me dide nîşandan ku ew pirr balkêş e. Welê dibêje ”Di sedsala 19an de li Qerebaxê, hejmara gundên Kurd ji yên Ermenan zêdetir e.” Ez aniha difikirim gelo merivên me yên wê derê pêrgî kîjan komkujiyê hatin? An ne ew merivên me bi kû de koç bûn? Qedera Kurdan a reş…


Hêj ez welê dihizirîm, Adîlê Cemal, gotinên pirr hêja dike û dibêje ”Armanc û hedefa avakirina Kurdistana Sor, bi tevahî ji bo perwerdekirina Xelkê Kurd e. Bi vê otonomiyê me xwest ku em mamosteyan bişînin gundan û kurdan fêrî ziman û kultirê bikin.” Tew di ser de di sala 1960an de, li Laçîna bedew rojnameyeke bi navê Kurdistana Sovyetê hatiye tefrîkakirin.


Paşê li Azerbaycanê yekemcar tîpên Latînî hatine bi kar anîn û dîsa li Laçînê şano/tiyatroya kevn hatiye damezrandin. Herçend rewş û ehwalê Kurdan di vê serdemê de nebaş be jî piştî mirina Stalîn û hatina Krûşçev polîtîka hinekî din xweştir û nermtir bûye. Vê yekê riya çûn û hatina Moskovayê vekiriye.


Dilê welatperest û neteweevîndarên rêzan û rêber ên Kurdên wê derê her ji bo K.S hilavêtiye, piştî salên 1980an hewldanên neteweyî hêjayê qalkirinê ne. Prof. Dr. Nadîr Nadîrov tîne ziman ku ew û gelek kesan -hinek ji wan Mamed Babayev, Îlyasê Brîhîm û nivîskarê novelên wekî bi navên Morof û Gundê Mêrxasan Eliyê Evdirehman- çûne û bi dilekî mişt daxwaziya K.S kirine. Ev rewş weha didome…


Şêx Remezanê Seyîd dêhna me dikêşe ser nêrîn û hizra Gorbaçov ê ku di derheqê Kurdan de hatiye heyvanê xwe. Wextê Gorbaçov, Kurd hinekî din azad û serbest bûne, navên wan li ser radyoyan û rojnameyan hatine weşandin. Ev rewş û hewalê baş ber bi serbestiya K.S ve dihere. Di sala 1991an de soza K.S tê wergirtin bi rêvebiriya Wekîl Mûstafayev, lê bi serî nabe, li gor fikra Emerîkê Serdar bi xwesteka Kurdan qerf hatiye kirin ji bo serbestî, maf û serfiraziya kurdan bihust û timinek erd nehatiye dayin.


Salih Kevirbirî û Egîdê Cimo


Belgefîlm berdewam dike bi dengê şewitî yê bilûra Egîdê Cimo. Bi pêxistina qelûna Wekîl Mûstafayev ve dilê bînerê belgefîlmê yanî dilê min diqirçe, pêt vêdikevin, canê min guruzî dike. Kesirîn û kûrhizirînek dest pê dike. Hemû xeyal û hêma asê dimînin, li astengiyan dialiqin. Gotinên Wekîl Mûstafayev, Nadîr Nadîrov û Têmûrê Xelîl dilê min hingê dikin xemgîntir, lêvegerîna K.S careke din bête ziman herkes dizane ku dê bi serî nebe… K.S çênabe, Sovyet tune ne… Eger ku K.S xeyal be hemû Kurdistan xeyal e… Ev gotinên têkçûyî wekî şûr û metranê li ser dilê min dikevin.


Wekîl Mustafaev – Serokê Kurdistana Sor


Ez naxwazim zêde van gotin qiseyan bînim bîra xwe di dewsa wan de ez dixwazim xwe bi nesîhet û şîreta hêvîvedana felata me ya sedsalan ku di belgefîlmê de ji aliyê Têmûrê Xelîl û Kînyazê Hemîd hatibû dubarekirin bînim bîra xwe, ”Divê Kurd pêşî bibêjin welatê min, paşê miletê min, paşê zimanê min û dû re bigotana dînê min, dê her tişt baş bûya. Divê em bi ser kevin ji bo Kurdistana Mezin.” Belê divê em yekîtiya xwe bînin pê, em ji hevûdu hez bikin, divê em hevûdu tehmûlkirin, divê em hevûdu rapêçin.


Ferhadê Mihemed