Otomobîla Min, Teknoloji

Hevnasîna Peugeot ya Makyajkirî (2021)

Pejo 3008 dema nû hate danasîn gelek navûdeng da. Heta par dema xwuşka wê 2008 jî derketibû pir navûdeng dabû. Lewra 2008 bi xêra 3008an hate naskirin. Lê xet, şikl û şemala 2008an bêhtir dihate hezkirin. Di salên 2019-2020an de li her derê 3008 hebû êdî. Ango li her derê merêv pêrgî wê dihate. Me di danasîna 2020 de jî weke ku me gotibû, ji ber ku vê modele di dinyayê de pir hate hezkirin û firotin, endezyarên Pejoyê pir li ser vê modelê sekinîn û ev du salên dawîn salê xarekê wê makyaj kirin. Niha dîsa hate makyajkirin. Lê îsal bawer nakim ku lîdera SUVan be. Çimkî ji ber bihayê wê ez yekîn nakim k udi 2021an de bibe lîder. Ev ya ku me danasîna wê kir pakêta GTyê ye. Li biniya vê pakêtê bi navên Active, Allure hene, li ser wê jî GT Selection heye.



Pozê Wê

Dema merêv li pozê wê dinêre merêv fêhm dike ku hatiye makyajkirin. Bi taybetî farên wê yên pêşîn ku endezyarên wê ji 2008an sûd wergirtin, tije led in di hemû pakêtên wê de. Dema tu baş bala xwe didiyê farên wê bere xwe dane ber bi izgarayê. Izgaraya wê hîn mezintir û xweşiktir bûye. Ango xurttir nîşan dike. Bi ya min guherîna herî xweşik diranê şêr in ku him sinyal in him jî farên wê yên rojê ne. Di pakêta GT Selectionê de sîyalên wê herikbar in. Wekî din, detayek bi navê black packê heye ku him detayeke taybet e, him jî obsiyon e. Ev çi ye? Ev rengê logo, pişteka ser, xetên kêlekê, dawiya wê…hwd. giş reş in.



Kêleka Wê

Di kêleka wê de zêde guhertin zêde çê nekirine. Jantên wê hatine guhertin ku bi min pir xweşik in. Li ser jantên wê hurgiliyeke pir xweşik çê kirine. Ev a ku çê kirine wek şehê poran e û wilo xet tê de hene. Peywira wê ev ku hêza bayî bişikîne. Wekî din, di vê pakêta modela me de 19 jant hatine bikaranîn. Yên standart 18 ne.



Dawiya Wê

Zêde neguheriye. Bi tenê lambeyên wê yên stop hatine guhertin ku weke 3Dyê yan jî sêberî têne binavkirin. Vana xermûşekên şêr temsîl dikin. Cihê ku van stopan lê ne, seranser renge reş e. Dema lambe vemirandî be, xuya nabin. Dema lambe vêketî bin pir xweşik xuya dikin. Hundirê baxaca wê nehatiye guhertin. Ango wek a beriya xwe ye.


Hundirê Wê

1. Dawiya wê

Firehbûna dawiya wê eynî ne. Li bin menfezên klîmayê du heb usb lê hatiye zêdekirin. Ji ber ku tunela wê ya dawîn nîne sê heb rêwî bi hêsanî dikarin rêwîtiya xwe bikin. Rû û hikma paldankên wê gelekî xweşik in. Ji rûyê paldankên wê re Alkantara tê gotin. Heger hûn bixwazin hûn dikarin ên bi rengê sor bixwazin ku vêya obsiyon e, ango bi 15 milyaran e.



2. Kokpîta wê

Guhertina mezin di ekrana wê ya 10 încî de ye. Di pakêtên biniya wê de 8 e. Ji aliye keresteyan ve li gorî ya beriya xwe hinekî din baş kirine. Mînak, di modela me de li ser derî û kokpîtê qûmaşê alkantara hatiye bikaranîn, di activeyê de karbonên henekan, di ya ser wê de text/ahşab hatiye bikaranîn ku ev ya dawîn gelekî xweşik e, helbet, ji bo vêya jî divê hûn dîsa 15 milyaran bidin. Dîreksiyona wê nehatiye guhertin, lê hikma wê xweştir bûye û li gilovera jêra wê GT hatiye nivîsandin. Hemû fitêzên wê êdî EAT8 in.



Kameraya wê ya paş eynî ye, lê kamerayek li pêşî jî xistine. Ev ji bo ji ekrana hundirê hawirdora wê xuya bibe. Di pakêtên GT û GT Selectionê de xwe bi xwe park dike ku di ya beriya wê de jî hebû. Û kadrana wê kirine wek a 2008an. Wekî din, ji bo ewlehiyê obsiyonên baş hatine çê kirin. Ya herî xweş bi ya min, moda bişev e. Dema hûn li bi şev li nav daristanekê derbas bibin, ku ajelek derkeve pêşiya we ev pergal hişyariyê dide we da ku hûn li bin guhê wê ajelê nexine. Xetên rê nas dike, ev di beriya wê de jî hebû. Tabelayên hatûçûyê nas dike, sabîtkirina lezgîniyê…hwd. bi vî awayî gelek taybetiyên wê hene.



Nêrîna Giştî

Cûre Suv / segmenta cyê
Qase / hejmara deriyan SUV / 5 derî
Cûreya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem) 2020
Şewat (nav bajar / derveyê bajar) 4,7 lt / 3,9 lt
Hêza motorê 180 hp
Şanziman EAT8 / 8 Vitêz / du tekero
Lezgînî 0-100 km/saet 11,6 sn
Lezgîniya herî bilind 185 km/saet
Baca wê ya salane (2020 model û 1560 cc) 1.007,00 TL x 2

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Renault Megane 4 (1.3 TCe)

Motor û Performans

Cureya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr
Mêjera motorê 1560 cc
Hêza herî bilind 180 hp (90 kw) / 3.500 rpm
Torka herî bilind 300 Nm / 1.750 rpm
Lezgînî 0-100 km/saet 11,6 sn
Leza herî bilind 185 km/saet


Rahend

Hejmara paldankan 5 paldank
Dirêjahî 4447 mm
Firehî 1841 mm
Bilindahî 1624 mm
Giranî 1315 kg
Baxac 520 lt
Pîvana lastîkan 205/55 R19


Mehmet Emîn Cırık