Otomobîla Min, Teknoloji

Hevnasîna T-Roca Wolkswagenê (2021)

Êdî li Ewrûpayê ji du otomobîlan yek modelên SUVin, li Bakûrê Kurdistanê jî ji sê heban yek dibine modelên SUVan. Ango ji ber ku modelên SUV zêde têne firotin, her marke bêhtir li ser van modelan dixebitin da ku li qada otomobîlan de bibêje va ye ez jî heme. Markeyeke weke Wolkswagen jî jê kêm namîne helbet. Ji ber hindê, endezyarên Wolkswagenê hiş û bala xwe tev didine van modelan.


Ev modela me cara yekem lansmana wê di sala 2017an de hate kirin û vê bihara çûyî jî hate makyajkirin. Gelek xweşik kirin ku gelek hate hezkirin. Lê modeleke hew qas xweşik heyfa wê ku gelek kêmasiyên wê yên hêsan hene. Derveyê wê ango şikl û şemala wê bi rastî jî hew dibe. Dema min nû ew dît, min pir jê hez kir. Lê di hundirê wê de keresteyên pir hêsan bir kar anîne. Merêv dikare wê bê mefte bi kar bîne ne jî merêv dikare wê bê mefte bixebitîne. Ango dugmeya wê ya xebitandinê tune ye. Kameraya wê ya dawiyê nîne.



Tu nekarî vêya weke obsiyon jî bikirî. Jixwe ev model li Bakur tene bi pakêta highlineyê ve tê kirîn. Ev du tekero ye, ya çar tekero li Ewrûpayê tê firotin. Ji berk u li Tirkiyeyê bac zêde ye. Modelên wilo nayêne. Wekî din, kadran û ekrana nîveka kokpîtê hew dibe. Jixwe heger we Poloya nû dîtibe, Konsol û kokpîta wê eynî ye. Ango cudatiyeke wilo mezin nîne. Û ferqa wê ya Golfê jî ev hinekî din bilinditir e. Û ji xwuşka xwe Tiguanê biçûktir e. Ev B-SUV e, Tiguan C-SUV e. Baxaca wê 445 lître ye. Hûn bixwazin hûn dikarin baxaca wê ya elektronîk bikirin. Paldankên wê gelek rehet in û qûmaşê ku hatine bikaranîn pir bi qelîte ne. Cama jorê jî bi obsiyon e. Firehbûna çok û paldankan baş e û hurgiliyên din weke Poloya nû ye.



Weke encam heger ez fikir û ramanên xwe bibêjim, weke ku min got, ê min, min gelekî jê hez kir. Ew kêmasiyên hêsan tunebûna ez ê bêhtir jê hez bikirana. Lewra markeyeke weke Wolkswagen çawa wilo dike ez fêhm nakim! Heyf! Xweliya heftê hemamî li sere wan be. Anyway, weke peyva dawîn, ji berk u li Tirkiyeyê bihayên otomobîlan zêde ne, êdî mîna van modelan encaq merêv di xewnên xwe de bibîne.



Nêrîna Giştî

Cûre Suv / segmenta cyê
Qase / hejmara deriyan SUV / 5 derî
Cûreya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem) 2019
Şewat (nav bajar / derveyê bajar) 6,8 lt / 4,9 lt
Hêza motorê 150 hp
Şanziman DSG / 7 Fitêz / du tekero
Lezgînî 0-100 km/saet 8,4 sn
Lezgîniya herî bilind 205 km/saet
Baca wê ya salane (2020 model û 1560 cc) 1.007,00 TL x 2


Motor û Performans

Cureya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr
Mêjera motorê 1498 cc
Hêza herî bilind 150 hp (110 kw) / 6.000 rpm
Torka herî bilind 250 Nm / 1.500 rpm
Lezgînî 0-100 km/saet 8,4 sn
Leza herî bilind 205 km/saet


Rahend

Hejmara paldankan 5 paldank
Dirêjahî 4234 mm
Firehî 1819 mm
Bilindahî 1573 mm
Giranî 1350 kg


Baxac 445 lt
Pîvana lastîkan 205/55 R17



Mehmet Emîn Cırık


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Ford Tourneo Courier (Titanium)