Genel, Kurdî, Pdf Hayratı

Hevokên Kurdî-Îngilizî yên Rojane

Ji we herkesî re merheba. Wekî hûn jî pê dizanin ku wê roja hanên min, dê di jiyana we ya rojane de bi kêrî we were, li ser navê Güzel ama İnkiliççe min bi sedan hevokên Îngilizî-Tirkî weşandibû.


Min ji bo we ev hevok Îngilizî-Kurdî amade kirin. Ew kesên ku min dişopînin tev pê dizanin ku min perwerdehiya Kurdî nedîtiye, min bi hewldanên xwe yên şexsî xwe pêş ve biriye. Hê jî ez hînbûnê didomînim. Nemaze, min tirkî têkilê vê nivîsê nekir. Ji bo berberiya hevkirinê, ez têkilê rêzkirina hevokan nebûm, min rêza wan neguherand.


Eger problem, qisûr, kêmanî û pirsgirêkek hebe, ji kerema xwe tevî hejmara hevokê diyar bikin û li hev bînin. Eger şîroveyên ku hûn dixwazin lê bar bikin hebe, li binî şîrove bikin, ez ê pirr kêfxweş bibim.


Min di dawiya nivîsê de çar ferheng bar kirin Kurdî-Îngilizî (Roger Lescot, J. Blau, Michael L. Chyet, Baran Rizgar). Ez hêvîdar im ê bi kêrî we were, silav, rez, maç.


1. What’s up? – Tu çi dikî?


2. So so – Îdare dibe.


3. How is it going? – Rewş çawa ye?


4. Let’s go! – Ka em biçin.


5. Let’s go on! – Em berdewam bikin/bidomînin.


6. Give me a hand! – Arîkariya min bike / Piştgiriya min bike.


7. I will see to it! – Ez ê li ser hûr bim.


8. Get out of here! – Ji vir biteşiqe!


9. My head is killing me! – Serê min, min dikuje!


10. What a beatiful girl! – Çi keçikeke bedew!


11. I am broke! – Ez bêyî pere mam.


12. I am hungry. – Ez birçî me.


13. I am starving! – Ez ji birçîbûnê dimirim!


14. Don’t get me wrong! – Min şaş fam neke!


15. It sounds good! – Xweş tê guhê meriv!


16. It is beyond me! – Ez bi wê nikarim!


17. It is up to you! – Tu dizanî!


18. You can trust me. – Tu dikarî pêbaweriya min bikî.


19. Lets get to the point. – Dirêj meke gotinê.


20. Guess what? – Fermo, ka tu dê tê derxî?


21. I am out of condition! – Ez ji hal û bal de ketim.


22. My battery is dead. – Şarja min qediya.


23. My battery is low. – Şarja min hin dik maye.


24. You know what! – Tu dizanî ez ê bibêjim çi!


25. It is better than nothing! – Qet nebe ev çêtir e!


26. I’ll get the phone/door. – Li telefon û derî ez xweyîtiyê dikim.


27. It’s my turn. – Dor a min e.


28. It doesn’t matter. – Pirsgirêk tune.


29. You are welcome. – Ez tika dikim.


30. Long time no see. – Ji mêj ve ye me hevûdu nedîtiye.


31. Long time no talk. – Ji mêj ve ye em bi hev re nepeyivîne.


32. Do you wanna hangout? – Tu dixwazî em pevre bin?


33. Let’s hangout tonigh! – Em îşev xwe bi hev gihînin.


34. I hope so. – Ez weha hêvî dikim.


35. I have no idea. – Qet fikreke min nîn e.


36. Let’s meet. – Em hevûdu bibînin.


37. You don’t look your age! – Tu qet salên xwe yê têdeyî naxuyî!


38. We are safe and sound! – Derdora me ewle ye.


39. Don’t piss me of! – Min sil meke!


40. Get well soon! – Derbasî be!


41. I lost my temper! – Ez sil bûm!


42. Make yourself at home. – Xwe wekî li mala xwe hîs bike.


43. Hurry up! – Bilezîne!


44. Calm down! – Bihewe!


45. Help yourself? – Fermo/kerem ke?


46. In my opinion. – Li gor fikra min.


47. I don’t mind! – Ne xema min e.


48. Do you know each other? – Hûn hevûdu nas dikin?


49. Are you on facebook? – Facebooka te heye?


50. What brings you to love? – Yê ku te dike evîndar çi ye?


51. Don’t blame me! – Min meke sûcdar!


52. I am in love her/him! – Ez bûme dildarê wê/wî.


53. I am in touch with Sally! – Ez û Sally, em hê jî têkildar in.


54. I have an idea. – Fikreke min heye.


55. I have hands full now. – Aniha ez ne destvala me.


56. My room is an a mess. – Jûra min pirr têkilê hev bûye.


57. Are you kidding? – Tu bi min qerfan dikî?


58. As soon as possible – Di demeke nêzîktirîn de.


59. By the way – Her weha.


60. Do me a favor – Ji min re çêyiyekê bike.


61. She can’t take a joke. – Ew nikare xwe bide benda henekan.


62. I am his/her fan. – Ez heyrana/ê wê/wî me.


63. I am lost. – Ez wenda bûm.


64. Let’s keep in touch. – Em di têkiliyê de bimînin.


65. Mind your own business!– Karê xwe binêr!


66. Sooner or later – Zû an dereng.


67. I promise – Soz be.


68. I am proud of you! – Ez bi te serbilind im!


69. I have a surprise for you. – Min surprîzek heye ji bo te.


70. Follow me. – Min bişopîne.


71. No way! – Na! Ev yek nikare bibe!


72. I agree – Em hemfikir in.


73. Have fun. – Kêfa xwe binêr.


74. Don’t bother! – Zehmet meke!


75. I am speechless. – Devê min kete hev.


76. Happy Eid! – Cejna we pîroz be!


77. Keep your head held high! – Stûyê xwe xwar meke, qamrast ke!


78. Keep your nose clean! – Xwe di van karên qirêj megerîne.


79. Time’s up! – Wext temam e.


80. Forget it! – Vê yekê ji bîr bike!


81. Forgive me. – Li min biborîne.


82. Don’t move! – Melive!


83. Don’t worry! – Xemgîn nebe!


84. Don’t touch! – Ramepelîne!


85. Enjoy your meal! – Noşî can be.


86. Enjoy yourself! – Li kêfa xwe mêze!


87. Have a nice time! – Ez şahiyê ji bo te dixwazim.


88. Bless you! – Her bijî!


89. Bottoms up! – Noş be!


90. Cheer up! – Kêfxweş be!


91. Come on! – Ka kêfxweş be! ( :), ?)


92. Be quit! – Bêdeng be!


93. Be calm! – Bihewe!


94. Be careful – Li xwe miqate be!


95. Be patient! – Berxweder be!


96. After you… – Piştî te/Li pey te…


97. Allow me! – Rê bide mi!


98. As for me – Bi ya min…


99. How terrifying! – Çi tştekî tirsnak e!


100. I have no choice! – Vebijêrkeke min tune!


101. What a shame! – Heyfa te!


102. It is on me! – Ev ji min!


103. Maybe not! – Heye ku nebe!


104. Don’t mention! – Careke din qal meke!


105. All aboard! – Bila herkes lê siwar be!


106. Imagine! – Xeyal bike!


107. If anything happens,give me call! – Eger tiştekî were pê li min bigere!


108. If not … – Eger nebe, eger ne wisa be…


109. Take a rest! – Westa xwe bigire./Bêhna xwe berde!


110. Keep in touch! – Bila haya me ji hevûdu hebe!


111. Keep in your mind! – Bila di bîra te de be!


112. Keep doing! – Vî karî berdewam bike!


113. Keep going! – Pêşvecûnê berdewam bike!


114. Have a nice sleep! – Êvara te bimîne xweş.


115. Come here! – Were vir!


116. Once a day. – Rojê carekê.


117. Let me guess! – Ka bise ez texmîn bikim!


118. Just a moment! – Deqeyekê!


119. Not yet! – Ne niha!


120. Have a heart! – Ya star!


121. But, If it doesn’t? – Eger nebe dê çi bibe?


122. Try again! – Careke din biceribîne!


123. Give me break! – Ji min gerî be!


124. I don’t know If I can. – Ez nizanim bikarim bikim nekim.


125. How strange! – Ecêba giran/Rûyê me yê reşî!


126. Let it be! – Bila bibe!


127. I hope that – Ez vê yekê hêvî dikim.


128. You think so? – Ma tu welê dihizirî?


129. I think so! – Erê ez welê dihizirim.


130. I don’t mind! – Ne xema min e!


131. More or less. – Hema çi bigire/here were.


132. Never mind! – Ji bîr bike, mekeve dû.


133. Why not? – Çima nebe?


134. If I were you … – Eger ez di dewsa te de bûma…


135. Give me an opinion! – Riyekê bide ber min.


136. Keep your chin up! – Stûyê xwe xwar meke, berxweder be!


137. Easy does it! – Melezîne, hêdî!


138. Give me chance! – Şansekî bide min!


139. Give me hug! – Xwe li min rapêçe!


140. What is wrong with you? – Çi bû, pirsgirêka te çi ye?


141. I guess – Li gor min.


142. I think – Bi ya min.


143. In my opinion – Li gor hizra min.


144. I mean – Ya min dixwest ez bibêjim, tiştê min mebest dikir.


145. In the fact – Ya rast.


146. Not so great! – Ne hewqas baş e!


147. I can’t take it anymore! – Ez bêhtir nikarim xwe rabigirim!


148. Not a chance! – Şansê te tune!


149. I wish, I had … – Xwezila… bibûya.


150. Make sure! – Bawer bike!


151. I’m back! – Ez paş de vegeriyam.


152. What happened? – Çi bû?


153. Are you there? – Tu li wir î?


154. Come off it! – Dev ji van xebatan berde!


155. Don’t get me wrong! – Min şaş fam meke!


156. Got it? – Te fam kir?


157. No way! – Na ev yek nikare bibe!


158. I’m broke! – Ez bêpere me, ez îpîpela me!


159. I suppose so! – Xwedê dizane welê ye! ( 🙂 )


160. So be it! – Baş e, bila welê be!


161. I agree! – Ez qebûl dikim.


162. I promise! – Bila soz be, ez soz didim!


163. Put on the break! – Hooop! Pe li frênê ke!


164. Try again! – Dîsa biceribîne!


165. Get out of my life! – Ji jiyana min biteşiqe!


166. You reckon! – Tu bawer meke!


167. You hear that? – Te ev yek seh kir?


168. One more time! – Careke din!


169. No one knows where I am! – Kes nizane ez li kû me!


170. No one knows who I am! – Kes nizane ka ez kî me!

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Sığla Ağacı, Günebakan ve Mitoloji

171. No one knows! – Kes nizane!


172. You are always on my mind.– Tu her dem di bîra min de yî.


173. You are nuts! – Tu arrodeyekî derê hanê yî! ( 🙂 )


174. Never give up! – Tu carî dev jê bermede!


175. Let me know. – Min hayedar bike.


176. Don’t move! – Melive!


177. Keep it up! – Berdewam bike!


178. Keep your promise! – Li ser soza xwe bisekine!


179. Give me five! – Me li hev kir!


180. Never again! Careke din qethen!


181. Never mind! – Dev jê berde!


182. What else? – Wekî din?


183. Of course! – Helbet!


184. Who cares? – Xema kê ye?


185. Enough is enough! – Bes e êdî bes!


186. Follow me. – Min bişopîne.


187. Good luck! – Berê te li oxirê be!


188. Best wishes! – Bi dilekî mişt ez hêviyê ji bo te dixwazim!


189. Are you full? – Tu têr bûyî?


190. For my sake. – Ji bo xatirê min.


191. For what? – Bo çi?


192. I just made it! – Min aniha çêkir.


193. I know what I said – Ez dizanim dibêjim çi.


194. I’ll back soon. – Ez ê di demeke herî nêz de vegerim.


195. I’m in a hurry! – Min lezî heye.


196. It really takes time – Ev yek bi rastî jî dê li ber xwe bide.


197. It seems all right – Heçku kêmanî nemabe.


198. Slow down! – Hêdî be!


199. Stop making such a noise – Dev ji gurmegurmê berde.


200. That’s all! – Bi tevahî hewqas e!


201. So far so good. – Aniha her tişt li rê ye.


202. Think it over! – Baş bihizire!


203. Here we go. – Em diçin, em dest pê dikin.


204. Check it out. – Ka em lê temaşe kin.


205. Shame on you! – Fedî bike! Divê tu fedî bikî!


206. By the way – Her weha.


207. Excuse me ? – Biborîne?


208. In other words – Bi gotineke din.


209. I have no choice. – Wekî din, min rê tune.


210. How terrifying! – Ev yek çiqas tirsnakî ye!


211. Keep your eyes open. – Çavên xwe veke.


212. Think it over – Li vê yekê bihizire.


213. Keep it simple! – Bila hêsan be!


214. No be like that! – Welê mebe!


215. Take over responsibility! – Berpirsiyar be!


216. Make up your mind! – Bîryarê bide!


217. Come down! – Were jêr!


218. I will do my best! – Eger çi ji destên min bê ez dê ya herî baş bikim!


219. Lets be clear! – Em zelal bin!


220. This way – Ji vê hêlê ve.


221. Never say never! – Na, na qethen mebêje!


222. Be safe! – Di ewleyê de be!


223. Stay safe! – Di ewleyê de be!


224. Look around you! – Li derdora xwe mêze ke!


225. Do you need something else? – Pêdiviya te bi tiştekî din heye?


226. Go see! – Here lê mêze ke!


227. Go way! – Biteşiqe!


228. For what? – Bo çi?


229. Breath in and out! – Bêhnê bigire û berde!


230. There is been mistake! – Tiştekî xelet pê hatiye!


231. I think not! – Bi ya min na, nabe!


232. I am nobody’s slave! – Ez ne xulamê kesî me!


233. Go on without me! – Bêyî min berdewam bikin!


234. Stop the cap ! – Teksiyê rawestîne!


235. I am proud of you! – Ez bi te serbilind im!


236. Hands up! – Destên xwe rakin!


237. Go away! – Bicehime!


238. I used to look like my (mum). – Ez dişibiyam diya xwe.


239. Are you free this evening? – Tu îşev guncan î?


240. I’am telling you the truth! – Ez ji te re rastiyê dibêjim!


241. I refuse! – Ez vê yekê red dikim!


242. What happened? – Çi bû?


243. What is happening? – Çi diqewime?


244. Totally my fault! – Bi tevahî sûcê min e!


245. Enough talk! – Bes! Hewqas mepeyive!


246. You don’t know anything! – Tu tiştî nizanî!


247. Listen up! – Guhdar bikin!


248. I am serious! – Ciddî me!


249. Bit me! – Wê/Wî gez avêt min!


250. Dont thank me. – Spasiya min meke.


251. I fell off my bike! – Ez li ser bisiklêta xwe ketim!


252. Like I said – Wekî min got.


253. Not this time. – Ne vê carê.


254. Don’t Give up! – Dev jê bermede!


255. Don’t get mad at me! – Bi min de meqihere!


256. Stay curious! – Hûn li meraqê berdewam bikin!


257. I am looking forward to it! – Ez bi çar çavan li hêviyê me!


258. What have you seen? – Te çi dît?


259. Everything happened so fast. – Her tişt pirr bi lez pêk hat.


260. Over and over! – Cardin û cardin!


261. Line up! – Bikeve dorê!


262. My hands are tied! – Dest û piyên min nagerin!


263. Break a leg (evil’s)! – Îcar piyên şeytên bişikîne!


264. Out of the blue. – Ji nişkê ve / Bêhemdî.


265. It was totally out of the blue. – Bi tevahî derê rêzê bû.


266. I agree. – Em hemfikir in, em di heman fikrê de ne.


267. I caught the last bus. – Min xwe gihand otobusa dawîn.


268. I can’t help it. – Ev yek ne di destên min de ye.


269. I could hardly speak. – Ez bi zorê axivîm.


270. I don’t mean it. – Min nexwest ez wê bêjim, min ew qest nekir.


271. I dont understand. – Min fam nekir.


272. I doubt it. – Şika min ji wî heye, ez şikê ji wî dikim.


273. I have a suprise for you. – Min surprîzek ji bo te heye.


274. I have no idea. – Min fikrek tune.


275. I have something to tell you. – Tiştekî ku ez dê ji te re bibêjim heye.


276. I have the right to know. – Min mafê pê zanînê heye.


277. I just made it. – Min aniha kir.


278. I know all about it. – Ez bi tevahiya kitekitan dizanim.


279. I know what I said. – Ez dizanim ku dibêjim çi.


280. I’ll arange everything. – Ez dê her tiştî li hev bînim.


281. I’ll back soon. – Ez ê di dema nêz de vegerim.


282. I’ll be more careful. – Ez ê bêhtir bibim hayedar.


283. I’ll be right there. – Ez tavilê têm.


284. I’ll have to try that. – Divê ez vê yekê biceribînim.


285. I’ll fix you up. – Ez ê bi we re eleqedar bim.


286. I’ll see to it. – Ez ê wî karî hal bikim.


287. I’m afraid that I have to go. – Tirsa min ew e divê ez biçim.


288. I’m busy. – Ez ne guncan im, meşgul im.


289. I’m full. – Ez têr im.


290. I’m his fan. – Ez heyrana/ê wê/wî me.


291. I’m home. – Ez li mal im.


292. I’m in a hurry! – Min lezî heye.


293. I’m lost. – Ez wenda bûm.


294. I’m not sure I can do it. – Ez nizanim, gelo ez ê bikaribim bikim?


295. I’m on a diet. Ez di parêzê de me.


296. I’m single. – Ez ezeb im.


297. I’m so sorry about this. – Ez ji ber vê yekê pirr xemgîn im.


298. I’m sorry. – Biborîne, mixabin.


299. I’m sure. – Belê ez ji xwe bawer im.


300. I’m sure of it. – Ez ji wî bawer im.


301. I’m very proud of you. – Ez bi te serbilind im.


302. I need to do this. – Pêdiviya min bi kirina vê yekê heye.


303. I saw it with my own eyes. – Min çavên xwe dît.


304. I see. – Ez fam dikim.


305. I quit! – Ez îstîfa dikim, berdidim, dev jê berdidim!


306. I promise. – Ez sozê didim.


307. I think so. – Heye ku welê ye.


308. In that case. – Di vê ehwalê de


309. Is it true or false? – Rast e an şaş e?


310. Is it yours? – Ev yê te ye?


311. It doesn’t make sense. – Wateya vê yekê nîn e.


312. It doesn’t matter. – Çi ferq nake.


313. It really takes time. – Bi rastî dê li ber xwe bide.


314. It’s for the best. – Bi bî awayî welê baştir e.


315. It’s her field. – Ew baştir dizane, ev der warê wî ye.


316. It’s none of your business. – Ev yek li te nakeve, we eleqedar nake, ji we re navê


317. It’s not a question of that. – Mesele ne ew e


318. It’s a good idea. – Ev fikreke baş e


319. It’s a long story. – Çîrok kûr û dûr e.


320. It’s just what I need. – Ev tişt bi temamî ê bi kêrî min were.


321. It’s not a good idea. – Ev ne fikreke spehî ye.


322. It’s no use complaining. – Wateya gil3ıdariyê nîn e.


323. It’s ok. – Her tişt bêkêmanî ye, her tişt li rê ye.


324. It’s on the tip of my tongue. – Li ser zimanê min e.


325. It’s too good to be ture. – Bi qasî ku bawerî pê neye baş e.


326. It’s up to you. – Ev yek girêdayî te ye.


327. It’s very thoughtful of you. – Tu pirr şikbar î.


328. It’s your turn. – Dor a te ye.


329. It seems all right. – Heçku temam be.


330. I was awake. – Ez hişyar bûm.


331. Are you being helped? – Kes xweyîtiyê li we dike?


332. Being unhappy won’t help you. – Bi pûkandinê tiştekî nakeve para meriv.


333. Do not be scared of being different. – Ji cihêwazbûnê metirsin.


334. If I study, I don’t like being disturbed. – Wextê ku ez dişixulim, ez ji nerihetkirinê hez nakim.


335. It won’t bear your weight. – Ew nikare giraniya te rake.


336. A hungry bear does not dance. – Hirçê birçî nalîze.


337. I’ve become so tired. – Ez pirr betilîm.


338. When can I begin? – Ez dikarim kengî dest pê bikim?


339. When does the meeting begin? – Civîn kengî dest pê dike?

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Basit Şeyler 30

340. Which month does your school begin? – Dibistan kîjan mehê dest pê dike?


341. What do you usually buy? – Timcar tu çi dikirrî?


342. May I buy you one cup of coffee? – Ez dikarim qehweyekê bidim we?


343. I can’t decide which to buy. – Ez nikarim bîryarê bidim da ku kîjanî bikirim.


344. It’s cheap enough to buy. – Bi qasî ku were kirrînê erzan e.


345. Can I go? – Ez dikarim biçim?


346. Can you hold? – Hûn dikarin bipên?


347. I can go back. – Heye ku ez vegerim.


348. Can I help you? – Ez dikarim arîkariya we bikim?


349. Can I pay cash? – Ez dikarim pêre pêşin bidim?


350. Can we charge it? – Em dikarin bi kerta krediyê bikirrin?


351. What can I say? – Ez dikarim çi bibêjim?


352. What can I say now? – Aniha ez dikarim çi bibêjim?


353. As you can see, .. – Wekî we dît.


354. I can’t breathe. – Bêhna min dernakeve.


355. Can you help me? – Tu dikarî arîkariya min bikî?


356. What can happen? – Dikare çi be?


357. Can we go there? – Em dikarin biçin wêrê?


358. When can we meet? – Em dikarin kengî hevûdu bibînin?


359. When can you come? – Tu dikarî kengî werî?


360. Where can I find it? – Ez dikarim li kû peyde bikim?


361. I can’t hear you. – Ez we nabihîsim.


362. You can’t miss it. – Îmkana ku tu nebînî nîn e.


363. You can’t miss it. – Îmkana ku tu ji dest bifilitînî nîn e.


364. Where can we meet? – Em dikarin li kû hevûdu bibînin?


365. Can we walk there? – Em dikarin bi meşê biçin?


366. Can I book a room? – Ez dikarim jûrekê veqetînim?


367. Can I suggest this? – Ez dikarim vê pêşniyariya we bikim?


368. You can bet on it! – Na lo!


369. I’m what I can do. – Ez bi bikaribim bi kêrî çi werim, ez ew im.


370. I wonder if you can. – Tu dikarî bikî, ez meraq dikim.


371. Anything we can do? – Tiştekî ku em bikin heye?


372. You can go and ask. – Hûn dikarin biçin bipirsin.


373. But how can that be? – Lê belê ev yek dikare çawa pêk were?


374. Can I call you back? – Ez dikarim paşê li we bigerim?


375. Anybody can do this. – Kî be dikare vê yekê bike.


376. Anything can happen? – Her tişt dikare bibe.


377. How can I learn more? – Ez çawa dikarim bêhtir bielimim.


378. This can’t be the end. – Ev nikare bibe ya dawîn.


379. I’m doing well. – Baş diçe.


380. What are you doing? – Tu çi dikî?


381. What do you like doing? – Tu ji kirina çi hez dikî?


382. I’m doing my homework. – Ez sparteka xwe çêdikim.


383. What are you doing in there? – Tu li wir çi digerî?


384. What are you doing tonight? – Tu vê êvarê çi dikî?


385. I’ll be doing my best. – Eger çi destên min were ez ê çêbikim.


386. I’m above doing such things. – Ez xwe ji bo tiştên welê danayinim.


387. You are doing much better today. – Tu îro bêhtir baş î.


388. I’m doing everything I should have. – Hemû tiştê ku pêdivî pê heye ez dikim.


389. What do you think you’re doing? – Tu diferzînî ku ez çi dikim?


390. It seems that by doing this I’ve made a big mistake. – Min bi kirina vê yekê xeletiyeke pirr mezin kiriye.


391. Come find me. – Were min bi cih ke.


392. You should find a way out. – Divê tu çareseriyê bibînî.


393. So, you’re just giving up? – Tu dev jê berdidî yanî?


394. I’m giving up on everything. – Min dev ji hemû tiştî berda.


395. It’s getting late. – Saet ber bi derengiyê dibe.


396. I’m getting angry. – Ez ber bi silbûnê ve derim.


397. I’m getting breakfast. – Ez taştê dixwim.


398. I’m just getting started. – Ez hê nû dest pê dikim.


399. I hate getting up early. – Ez ji zêhişyarbûnê nefret dikim.


400. It’s getting on my nerves. – Ev bêhna min teng dike.


401. Aren’t we eating? – Em naxwin?


402. What are we eating? – Em çi dixwin?


403. What are you drinking? – Hûn ê çi vexwin?


404. Going my way? – Riya me heman e?


405. How’s it going? – Çi heye çi tune? Wext çawa dibûre?


406. What’s going on? – Pirsgirêk çi ye?


407. It is going to rain – Baran ê bibare.


408. Where are you going? – Hûn bi kû de diçin?


409. How are things going? – Rewşa karê we çawa ye?


410. It’s all going wrong. – Her tişt ne bi dilê me ye.


411. What’s going on there? – Çi diqewime li wir?


412. Things are going well. – Karê me ber bi başiyê ve diçe.


413. I’m not going anywhere. – Ez naçim tu derî.


414. It s going to carry on. – Ev dê welê bidome.


415. Watch where you’re going. – Tu bi kû derê ve diçî jê hayedar be.


416. I think I should be going. – Bawer im ez biçim ê baş be.


417. It is going on four o’clock. – Saet tê ye çaran.


418. What about going to concert? – Dilê te heye da ku em biçin konsertê?


419. How about going to a movie? – Em biçin fîlmtemaşekirinê?


420. Whom are you going to invite? – Tu dê kê dawet bikî/vexwînî?


421. Is this really going to happen? – Ka em lê mêze kin ev karê me dê çawa bibe?


422. I’m not going to say it again. – Ez vê yekê careke din nabêjim.


423. Continue anyway. – Bidomîne.


424. It doesn’t’ matter anyway. – Jixwe ne girîng e.


425. There’s nothing else better to do anyway. – Jixwe kirina tiştekî din ê xweştir nîn e.


426. Follow you purpose. – Sadiqiyê bi armanca xwe bînin.


427. You did it on purpose. – Te bi zanatî kir.


428. What’s the purpose of your visit? – Armanca seredana we çi ye?


429. I will let you know as soon as I figure out. – Çerku ez pê bihesim ez ê te agahdar bikim.


430. As plain as two and two make four. – Bi qasî hêsanbûna encama du caran û du ye.


431. As plain as the nose on a man’s face. – Mîna rojê li navê ye.


432. No charge. – Ew pere naxwaze.


433. Give in charge. – Vî karî bipejirîne.


434. Who is in charge? – Berpirsyar kî ye?


435. Charge before use. – Beriya ku hûn bişixulînin têxin şarjê.


436. Is there an admission charge? – Heqdayina têketinê heye?


437. He is in charge of the office. – Ji ofîsê ew berpirsyar e.


438. How much do you charge per days? –Roja wê tê çiqasî?


439. With your favour. – Xêra we.


440. Could you do me a favour please? –


441. Ji kerema xwe tu dikarî çêyiyekî bikî ji bo min.


442. You have to confess everything. – Divê hûn li her tiştî mikûr bên.


443. There’s no hope. – Tew hêvî tune.


444. Hope this helps. – Ez hêvîdar im ev bi kêrî te were.


445. I hope you are well. – Ez hêvîdar im tu baş î.


446. All my hope is gone. – Hemû hêviya min wenda bû.


447. Hope it passes soon. – Ez hêvî dikim di demeke nêz de derbas be.


448. Hope to see you asap. – Bi hêviya di demeke kurt de em hevûdu bibînin.


449. I hope I could help you. – Hêvî dikim ku ez bûme arîkarê te.


450. Let us hope for the best. – Bi xêr be.


451. I hope we will be on time. – Ez hêvî dikim da em bigihin ser.


452. I hope everything goes well. – Qewet be ji we re.


453. I hope you feel better soon. – Ez hêvî dikim ku tu di demeke kurt de xwe baş hest bikî.


454. She looks like a million bucks. – Pirr durist û zexm xuya dike.


455. I feel like a million dollars. – Ez xwe pirr baş hest dikim.


456. I’m fresh as daisy. – Ez xwe pirr jîndar hest dikim.


457. He’s healthy as a horse. – Rewşa tenduristiya wî pirr baş e.


458. You are fit as a fiddle. – Tu wekî berazan î.


459. She looks tired. – Ew westiyayî dixuye.


460. You look like a hell. – Tu şepirze dixuyî.


461. He’s a sight. -Ew qirêj dixuye.


462. You look like you’ve been to hell and back. – Tu pirr şeltûşehetî dixuyî.


463. Are you all right? – Tu baş î?


464. Do you feel all right? – Tu xwe baş hest dikî?


465. You look flushed. – Tu kelegermî tê xuya.


466. You look pale. – Tu çilmisî tê xuya.


467. You are white as a ghost. – Tu wekî reşreşikan tê xuya.


468. I am allergic to dogs. – Allerjiya min heye ji ber kûçikan.


469. I am allergic to polen. – Allerjiya min heye ji ber kûlika kûlîlkan.


470. I have hayfever. – Min zekema biharê heye.


471. My nose is stuffed up. – Pozê min xetimiye.


472. I can’t breathe. – Bêhna min dernakeve.


473. Bless you. -Her bijî!


474. My eyes are puffy. – Çavên min nepixîne.


475. I am sick. – Ez nexweş im.


476. I am sick as a dog. – Ez pirr nexweş im.


477. I feel terrible. – Ez xwe di rewşeke kambax de hîs dikim.


478. I feel sick to my stomach. – Madê min radibe.


479. I feel nauseous. – Madê min diqelibe.


480. I have a headache. – Serê min diêşe.


481. I have a migraine. – Min mîgren heye.


482. I am so dizzy. – Hişê min dere.


483. I need a nap. – Divê ez hinekî bixilmaşim.


484. My head is pounding. – Serê min diteqe.


485. Is it caching? – Nexweşiya têger e?


486. Does it hurt when I touch? – Wextê ku destê min têdigere diêşe?

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Baudrillard, Yorgunluk

487. Have you had this problem before? – Beriya niha pirsgirêkeke wisa hebû?


488. How long have you had this problem? – Ji kengî ve ye ev gilîdariya we heye?


489. I have a pain in my back. – Di pişta min de êşek heye.


490. My ankle is swollen. – Bazindê min werimiye.


491. I am bleeding. – Xwîna min diherike.


492. I feel weak. – Ez xwe bêhêz hest dikim.


493. It hurst after I eat. – Li pey xwarinê diêşe.


494. I have been throwing up. – Ez vedireşim.


495. I lose my dinner. – Ez vedireşim.


496. I am really sleepy. – Ez pirr bê xew im.


497. I need a room please? – Ji kerema xwe hûn dikarin odeyekê ji min re veqetînin?


498. I need a room with a single bed. – Ez odeyeke yeknivînî dixwazim.


499. I need a room with a double bed. – Ez odeyeke ji bo du kesan dixwazim.


500. Do you have any singles? – Odeyeke we yê yekkesî heye?


501. Do you have any vacancies? – Odeyên we yên vala hene?


502. A double, please? – Ji kerema xwe odeyeke du kesî.


503. A room with a bath, please. – Ji kerema xwe odeyeke bi serşokî…


504. Can I reserve a room? – Hûn dikarin odeyekê veqetînin?


505. Can I book a room? – Ez dikarim odeyekê ji bo xwe veqetînim?


506. I have a reservation. – Min berê rezervasyon kiribû.


507. Double occupancy, please. – Ji kerema xwe odeyeke dukesî…


508. I need a room with two single beds. – Ez odeyeke dunivînî dixwazim.


509. I need a room with a double bed. – Ez odeyeke dunivînî dixwazim.


510. We will need a crib for the baby. – Em ji bo pitika xwe 🙂 karolyayekê dixwazin.


511. Would you like a room with a view of the swimming pool? – Hûn odeyeke ku dîmena wê ji hawizê pêkhatî ye dixwazin?


512. Would you prefer a non-smoking room? – Hûn odeyeke ku tê de cixare nayê kêşîn dixwazin?


513. I’d like a room at the front. – Ez odeyeke ku li pêşberî xwe mêze dike dixwazim.


514. I’d like a room at the rear. – Ez odeyeke ku li paşiyê heyî ye dixwazim.


515. I’d like a room with a view of the sea. – Ez odeyeke ku dîmena wê ji zeryayê pêkhatî ye dixwazim.


516. I’d like a room for the week. – Ez odeyeke hefteyane dixwazim.


517. I’d like a wake-up call, please. – Ez servîsa hişyarkirinê dixwazim.


518. Where is the ice-machine? – Makîneya cemedê li kû ye?


519. Do you have a pool? – Hawiza we heye?


520. What are the rates? – Buhabûn çawa ye?


521. Is there a restaurant? – Aşxane heye?


522. Are pets allowed? – Ajalên kedîkirî tên pejirîn?


523. When’s the check-out? – Hûn ê odeyê kengî vala bikin/biterikînin?


524. I need to check out. – Ez dixwazim veqetim.


525. I’d like a receipt. – Ji kerema xwe makbûz.


526. Is it direct? – Yekser e ma?


527. Is there a layover? – Bêhnvedan heye?


528. Do we stop for the meals? – Moleya xwarinê dê hebe?


529. Can I check my baggage through? – Ez dikarim bagaja xwe deynim emanetê?


530. Can I reserve a seat in advance? – Ez dikarim pêş de cihveqetînê bikim?


531. Is the bus on time? – Otobus ê di wextê xwe de rabe?


532. Is anyone sitting here? – Li vir kes rûdine?


533. What is the fare? – Heqê wê çiqas e?


534. Could I have a transfer, please? – Ez dikarim bilêteke transferê bikirrim?


535. Does this bus go to downtown? – Gelo ev otobus diçe navenda bajêr?


536. How far does this bus go? – Ev otobus heya kû diçe?


537. Could you let me know when we get to Aksaray? – Wextê ku em bên Aksarayê hûn dikarin min hayedar bikin?


538. Can you tell me where to get off? – Hûn dikarin ji min re cihê ku ez dê peya bim bibêjin?


539. Move to the rear, please? – Ji kerema xwe ber bi paşiyê ve bimeşin…


540. A table for two, please. – Ji kerema xwe maseyeke dukesî.


541. I’d like a non-smoking table for four. – Ji kerema xwe, ji cîbeşa ku cixare tê de nayê kêşîn maseyeke çarkesî.


542. I have a reservation. – Me rezervasyon dabû kirin.


543. Do you have a non-smoking section? -Cîbeşê we yê ku cixare tê de nayê kêşîn heye?


544. Another party will be sitting here. – Komeke din ê bê vê derê.


545. Excuse me, can you come here for a second? – Biborîne, tu dikarî li vir mêze kî saniyeyekê.


546. Could I see menu please? – Ji kerema xwe, ez dikarim menuyê bibînim.


547. We haven’t decided what to order yet. –


548. Me hê nedikarî bîryara temîkirinê bida.


549. We need more minutes to decide. – Me pêdivî heye bi çend kêlîkan da bîryardanê.


550. We’re ready to order. – Em dikarin temî bikin.


551. Can you take our orders, please?- Ma em dikarin temî bikin?


552. What are the specials?- Spesiyalîteyên we çi ne?


553. What would you suggest? – Hûn kîjan xwarinê pêşniyar dikin?


554. What’s the soup of the day? – Şorbeya rojane ya îro çi ye?


555. Do you have vegetariam dishes?- Xwarinên we yên vejeteryanî hene?


556. May I have a burger and fries? – Ez dikarim hambûrger û karolên sorkirî temî bikim?


557. Give me a hot dog with the works. ●


558. I’ll have a burger with everything. – Tevî hemû tiştê wê hambûrgerek.


559. Can I have a small soda, please? -Ez dikarim şûşeyeke biçûk ê sodayê wergirim?


560. No ketchup. – Bila bêketçap be.


561. No onions. – Bila bêpîvaz be.


562. Go easy on the onions. – Pirr pîvaz tev li mekin.


563. Take it easy on the ketchup. – Bila ketçapa wê ne zêde be.


564. To go please. – Ji kerema xwe bila pakêt be.


565. For here, please. -Ez dê li vir bixwim.


566. I’ll eat it here. – Ez dê li vir bixwim.


567. I’d like an espresso. – Ez espressoyekê dixwazim.


568. I’d like a mineral water. – Ez avberbesiyekê dixwazim.


569. Just coffee for the moment. – Ji bo niha çend fîncan qehwe.


570. Can you get me a glass of water? – Tu dikarî piyanek av bînî?


571. What kind of dressings do you have? –


572. Sosên we yên çi cureyî hene?


573. I’d like my steak well done. – Ez bîftekê xwe bi awayê xweşpijiyayî dixwazim.


574. I’d like my steak rare. – Bila bîftek kêmpijiyayî be.


575. I’d like my steak medium. – Bila bîftek nîvpijiyayî be.


576. Can I get it rare? – Dikare nîvpijiyayî be?


577. Could I have some more bread, please? – Ji kerema we ez dikarim hinekî din nan bixwazim?


578. This meat is too fatty. – Ev goşt pirr bi don e.


579. The meat is too tough. – Goşt pirr hişk e.


580. This meal isn’t fresh. – Ev xwarin ne teze ye.


581. This soup is cold. – Ev şorbe cemidî ye.


582. Could I speak to the manager, please? -Ez dikarim bi rêvebir re hevdîtinekê pêk bînim?


583. I couldn’t eat this. Could you wrap it, please? – Min ev nikarîbû bixwara, ji kerema xwe hûn dikarin bikin paket?


584. I’d like to take the rest. – Yê bermayî ez dixwazim bibim.


585. Could I have the bill, please? – Hesabê me çi ye?


586. Check, please? – Hesap, ji kerema xwe.


587. Seperate checks, please? – Hesebê me cihê bibirrin.


588. All together. – Hesabê me tev de bibirren.


589. Do I pay you or the cashier? – Em ê hesêb bidin we yan qaseya pereyan?


590. May I have a receipt, please? – Ez dikarim mekbûzê bigirim?


591. There seems to be a mistake. – Heçku şaşiyek hebe di hesêb de.


592. Does this include the tip? – Bexşîş jî tevî ye?


593. Keep the change. – Bila yê bermayî ji we re be.


594. Is there somewhere we could wash our hands? – Gelo cihekî ku em ê bikaribin destên xwe lê bişon heye?


595. Mind if I smoke? – Mezhûreke cixarekêşînê heye?


596. It’s rush hour. I can’t go to the airport now. – Aniha trafîk pirr neçê ye, ez nikarim biçim balefirgehê.


597. To the airport and please be quick! – Em diçin balefirgehê, ji kerema xwe bilezînin!


598. The train station and make it quick! – Bide kêleka îstasyona trênê û bilezîne!


599. Slow down! – Hêdî be!


600. There is no need to hurry. – Ne hewce ye ku em bilezînin.


601. Please drive safely. – Ji kerema xwe wesaîdê bi awayekî ewle biajo.


602. Is smoking allowed? – Cixare tê kêşîn?


603. I’m allergic to smoke. – Ji ber cixareyê allerjiya min heye.


604. Do you have change for twenty? – Bîst dolar perê te yê hûr heye?


605. Keep the change! – Bila yê bermayî ji we re be.


606. I want a receipt. – Ez mekbûz dixwazim.


607. Watch out! – Hemet bike!


608. Look out! – Hayedar be!


609. We’ve missed the exit. – Me derketin wenda kir.


610. We’re lost. – Em wenda bûn.


611. Are you bringing anything into the country with you? – Hûn digel xwe tiştekî tînin welêt?


612. How much currency are you bringing into the country? – Hûn çiqas pere tînin welêt?


613. Do you have anything to declare? – Tiştekî we yê ku pêwendiya wê bi gumrukê hebe heye?


614. May I see your passport? – Ez dikarim li pasaporta we mêze kim?


615. Do you have your visa? – Vîzeya we heye?


616. Please place your suitcases on the table. – Ji kerema xwe çanteyên xwe deynin ser maseyê.


617. We should examine your purse. – Divê em li ser cizdanê we hûr bin.


618. What’s the nature of your trip? – Îhtîweya gerra we çi ye?


619. What’s the purpose of your visit? – Armanca seredana we çi ye?


620. How long do you plan on staying? – Hûn mayina çiqas wextî hesab dikin?


621. I’d like to make withdrawal. – Ez dixwazim pere bikêşim.


622. I’d like to file a complaint. – Ez dixwazim giliyê tiştekî bi we bikim.