Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Kitêba Bergsor

  Ji Turkana hêja û birakên qedirşînas; Mehmet, Sadik, Abdulkadir û Faik re.
 
  Yê ku xewnê dibîne, wê; wekî mirîwelidî, temambûyî û tiştekî mîna kurtedemekê ango çirkekê dizane. Lê xewn ji bo xwe bide bawerkirin ─mîna ku rastîn be, di nava erjengê de zewqê yan jî şaşwaziyê bide mirov─ bêhtir wê wexta rewacdar bide eşkerekirin, divê bide pejirandin mîna ku meriv li musîkê guhdar bike yan jî kitêbekê bixwîne. (William Faulkner, Abşalom Abşalom, Weşanên YKY, r.22.)

   Ez di nava erdekî şûvî yê bêserûber de, di bin baraneke nazenîn ê ku dibêje xûm xûm xûm de me, lê ji nişkê ve ez direvim, nikarim rawestim. Ez mîna hespekî seklawî yê ku biterqize direvim.  Pêjn û hesekî têkel ê ku ez bi tevahî nikarim serwext bibim dikeve guhên min: ‘’Hefteya bê em ê ezmûna xwe bikin bila her kes baş bixebite. Jixwe ez ê hêsantir bipirsim da ku hûn derbas bibin. Eger hûn nikaribin van pirsan jî bibersivînin bila tu kes neyê ber deriyê min. Ji min pûandanê mepên û mebêjin ku îsal sala me ya dawîn e ji ber vê jî mamoste dê me derbas bike. Dawîlêanîna zanîngehê divê hewqas ne hêsan be.’’ Piştî van gotin û şîretên mamosteya xwe ya rûgilover, bejnbilind û awirjîr ez xwe amade dikim ku ji wê çend pirsan bikim. Keçikeke porkurt û lêvpîrsîngî li pey min rûniştî û bi dengekî gelekî qels welê dibêje: ‘’Aha ev terorîsta dîsan xwe hazir dike ku xoceyê di xeberdanê de bixîne. Ez ê negihîjim ser saeta hevdîtina xwe, te dît. Ev çi ye yaa! Em ji vî pak nebûn! Hertim ji xoceyan re dibêje ev çima wiha ye ew çima wiha nebûye falan… Tu dê bêjî qey hemû bar ketiye stûyê wî. Tu pirr dixwazî biçe face to face bipirseeee!’’ Ji bo dilê wê ji vê tevgera min nemîne ez dev ji lêpirsîna pirsan berdidim û bi hêdîka vedigerim paşiya xwe. Bi leza birûskê, bi awirkeniyekî ez li wê û nemaze jî li pîrsînga wê fedikim. Ew jî bi awirekî şermok li min dimeyzîne û ─têdigihîje ku çortiyek kiriye─ çavên xwe dide xeberdanê û lêborînê ji min dixwaze. Pepûûûk! Xwelî li serê min be! Ma gelo derbasbûna vê dersê çend car e? Belê baş tê bîra min ku min ev dersa derbas kiribû. Mîna niha tê bîra min, min di wê ezmûnê de 76 pûan stendibû. (ji bo nenivîsandina/jibîrkirina C ya vê ∫(ex+1+2x)dx => ∫(ex+1+2x)dx = ex+1+2x/ln2 pirsê 24 pûanên min ên zêrîn hatibûn kuştin.) Wê rojê, heta ez û çend hevalên xwe, li dû ezmûnê em bi hev re beşdarê konserta musîkjeneke biyanî ku wekî keçikeke xama di sahneyê de direqisî û digote ‘’Welcome to India.’’ bûbûn.

      Ez dîsan direvim. Li mekanekî cuda. Li bajarekî cihê. Ez bi hêza lingên xwe nikarim û heçku bûme dîlê wan. Min daye çargaviyan. Ez dikim biperrim. Ez dixerim. Sekin, west û rawest nîn e. Xwîdaneke sar tê min. Ez serwext dibim ku cil û kincên min bûne guvişk. Ji bêvila min av dizê. Carinan dilopên ku ji eniya min berjêr dibin, têkila ava avzêya pozê min dibin, dikevin ser lêva min û ez şorahiya dilopê di devê xwe de hîs dikim. Ev bi min xweş tê pişt re ez zimanê xwe di tevahiya qeraxa lêva xwe didim. Bi vê tevgerê tiştekî din tête bîra min lê ez nakevim dû, ez dibêjim ‘’ne wextê lêfikirîna wê ye.’’ Ev reva min; ji bo çi? Ji kê?
      Hêj ev pirsên welê di hişê min de li bin guhên hevûdu dikevin ez pêrgî  lampeyên trafîkê têm. Divê îcar ez mecbûr rawestim. Yan na dibe ku wesaîtek li min biqelibe. Piştî vê kelerevê ez diwestim û dest bi meşîneke kusîgav dikim. Ez digihim peravê. Li platforma rêmeşînê bi kêfa xwe bi rê diherim. Xortekî tevgerbelengaz li ber çavên min dikeve û bi awayekî stûxwar rîca û lava dike ji keçikekê. Cilfiroşek hema li nêzî wan kincên ser dezgeha xwe qat dike û dide hev. Bi qasî bîst gavên din ez rastê kitêban têm. Kitêb li erdê bi awayekî têkûz rêzkirî ne. Xwedî û berpirsê kitêban zilamekî salmend e. Ez bi çavan ji wî re dibêjim ‘’merheba.’’ Ew ji min ne pirr bi dûr e û tebeqeya tutinê di navbera tilîkên wî de ew ji xwe re cixareyê dipêçe. Ew jî bi rakirin û danîna serê xwe dibêje ‘’merheba.’’ Cixareyê di nava tilikên xwe re diloxîne, dibe û tîne. Timikcar li derên têvel fedike û ji binî ve diponije. Ez çavên xwe li kitêban digerînim. Kitêbeke tenik bala min dikêşe. Navê nivîskar û kitêbê li ser bergê nîn e. Ez tavilê kitêbê ji hevûdu vedikim. Ez gelekî kêfxweş dibim bidestxistina vê kitêbê. Mêrik ji cihê xwe dilebite û cixareyê pêdixe û tête ber bi min. Beriya ku ew bipeyive ez dest bi peyivandinê dikim.
   ”Ji mêj ve ye ez li vê kitêbê digerim, ma tu nizanî ka ev kitêba ji bo çi ewçend hêja ye.’’ Zilam heçku berê liguhdarbûnê hazir be. Gulpeke dirêj ji cixareya xwe digire, serê cixareyê sor dibe. Pişt re dûxana cixarê berdide ev dûxan agirpêketina pirêzeyan dixîne bîra min. Û welê dibêje: ‘’Ez bawer dikim te hay ji naverok û îhtîwaya vê kitêbê heye, qala jinekeke pîr û lawê wê yê arode dike û ji aliyê edebî jî bi teknîkeke baş hatiye vehonandin.” ‘’Belê, heye, ma tu qerf û tinazên xwe bi min dikî? Çawa nîn e! Eger nîn be çima ez ê hewqas kêf bikim! Wextekê hevalekî min ji min kitêbine xwestibûn. Li welatê me kitêbxwendin zêde nîn e. Desthilatên me bi zanatî em xistine vê rewşê, da ku mêtingeriya xwe her li ser me bidomînin û ew dixwazin hefsar û tokên nezaniyê her têxin stûyên me. Ji ber wê ez jî ji wî re bi vî hesabî temîn dikim û dişînim welêt.’’ Tebessûm kir. Min li navberka simbêlên wî ên zer mêze kir û germegermî min dom kir. ‘’Tu dizanî dîsan ji min kitêbine xwestibûn. Rojeke ezmançiriyayî ya cotmehê û xuşexuşa baranê, bi gotina Kurdan heft çirrik bûbûn yek ez çûm ser sahafekî. Yê min jî dînitî ye ne welê? Bêyî min kî dê di wê mehşerê de derkeve derve. Herçî. Ez serê te neêşînim. Ya rast pereyên me jî hewqas nîn bûn hingê. Yanê mîna niha bûya ne xem bû. Me dê bihijmarta û bida destên wî pere. Lê wextê nîn be jehr tê be nabe, nabe, nabeee! Meriv nikare vegere mala xwe, heqê otobusê yan jî metroyê bide, tu êdî ji xwe re hesab bike! Min tam 34 kitêb dan hev. Wextê ku min kitêbek hildibijart min digot belê ev kitêba dê bi kêrî me bê, na na dê ev jî bê… Axirkelam hejmara kitêban gihîşte 34-an. Beriya ku ez ji sahaf selpakeke şil bixwazim û destên xwe ên ku bi toza kitêban ve lewitîne bipaqijînim, wî berçavika xwe ya çerçewestûr bi rêkûpêktir kir û gote: ‘’Hahahahaha! Ahahaha! …. Ez hêvî dikim ev kitêbinan ketin serê te, bi dilê te bûn. Rojê, heye ku sed kes dikeve vê dukanê û jê derdikeve pirr─hindik kes ji wan dikirrin. Bi rastî jî min nedipa tê hewqas kitêb bikirrî. Bravo! Bravo! Min ji bîr kir, tê çayê yan jî qehwê vexwî?’’
   Qidûmên min şikestibûn hingê. Min di dilê xwe de got kêfxweşbûna vî zilamê zikmezin gelo ji bo çi be? Ya pirr pereyan ji min bixwaze? Ya sedem: ‘’jixwe ev kitêbinan nayên firotin qet nebe min kerekî xwe pêgirt ez dê lê siwar bim di vê derê de wî bibezînim.’’ ev be? Min selpak ji destê wî girt û min gote: ‘’Na, spas. Min ji bo vexwarinê wext nîn e. Bibihûre ev kitêbinan ne ji bo min tenê ne, hevalê min dê roja înê ji min re hin diravan bi rê bike hingê ez ê bêm nik te pereyên te teslîmê te bikim û rahêlim kitêban û herim.’’ Wî bi dengekî pihêt û sert gote: ‘’Nexêr! Tu van kitêban rake û here kengî pereyên te çêbûn hingê bê. Ma ne şerm e ku ez te weha destvala vegerînim malê? Heta vê kitêbê jî bigire. Te hemû girtin ma gunehê vê kitêba ziravik û tenik çi ye? Qey ne giran e! Bibe û pereyê wê jî mede. Tu çi bixwînî ew kar e wê bi tenê xwendin bi kêrî te were.’’
     Min heqê wî roja înê bir daye. Sibehtir a wê rojê peqîneke bêbav li navenda bajarekî mezin pêk hatibû. Li pêşiya gareke wî bajarî, di derdora saet 10.04-an de, meydana garê di nava xwînê de mabû, însanên wê derê tev mîna ku bi xwînê bêne şuştin. Dilê min hingê hatibû ber devê min. Hewqas pihêt hildavêt ku min digot hema dike sînga min veçirîne û bi firrê keve. Tirs û xofa ku çarmedora min vegirtibû bêpênas bû… Evîna min jî li wir bû. Min xwe gihandê ─min digote qet nebe─ baş bû ku bi serê wê de tiştekî nehatibû. Bîlanço giran û xerab bû. Bi leza birûskê ez çûm bajarê wê.
…..
İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Chery Tiggo 8 Pro