Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Kitêba Bergsor

Sibehê zû ez li ber deriyê wê bûm. Bi çavên sorbûyî hat û derî li min vekir. Hinekî dilê wê ji min şikiyayî bû. Ez çêlî sedema dilmayina wê nekim niha. Ez ketim hundir û wê ji min re nivîn raxistin, gote: ‘’tu ji rê hatiy, ji xwe’r li rihetiya xwe biner.’’ Min bi hejandina serê xwe ew pejirand û pişt re ez niviyam.


Li dû bîskekê ez bi lînglînga kevçî û qedehên çayê hişyar bûm. Pisînga wê ya ─ku gelek caran me sebra xwe pê dianî─ simbêldirêj û sorbelek di biniya lingên min de xurexur dikir. Wê qederek din bang li min kir. Min şerm kir lê ez çûm. Min kurtêlek nanê tisî xiste ber dilê xwe, hew. Ez nepeyivîm. Min bi tenê gote ‘’gula min te bizirên min hişk kirin. Ez gelekî tirsiyam. Lê şikur ji Xwedê re ew e tu sax î. Xwezîka ev yek neqewimiya.’’ Min kêlîkekê welê bi dîqet li wê, li xet, şîp û şopên rûyê wê mêze kir. Çavên girs û westiyayî. Tiliyên dirêj. Porê neşehkirî. Lêvên tenik. Stûyê zirav. Rûyê wê yê nemakyajkirî û ew birûhên xwe ên ku tu carî xwe teslîma kuaforan nekiribû çavên min disihêrandin. Rûyê wê wekî dîmena xwezayê ya payîzê sekan û westiyayî dihate xuya. Bêyî ku ew li navenda çavên min binihêre. Wê gote: ‘’Neştexil, gotinan nek, hadê nanê xwe bixw bala çaya te sar neb.’’


Min baş dizanîbû ku wê jî dil heye ev dilşikestina bête cebirandin û em bibin wekî berê. Du sê caran gotina xwe ya dawîn dubarê kir. Pişt re kitêbên ku min ê di dûrahiya rê de bixwenda, wextê ez hatibûm min danîbûn ser qenepeyê wê dîtin. (Kitêba teniktirîn min bi rê ve qedandibû. A ku niha di destên min de ye. Aha ev. Wekî heft meriv ji wê re bêjin dêhna xwe bide ser wê kitêbê.) Dêhna xwe da ser kitêbekê û gote: ‘’Ev çi kitêbeke xweş e! Ez vê kitêbê nadim te zanim tu ji kitêbên xwe nabî ma tê hertim wilo min bixeyidîn îca jî ez ê te bixeyidînim.’’ Keniya. Kenekî bêhempa hat û venişt ser lêva wê. Ez bi tenê bişirîm û bêyî ku ez bikaribim li ber kaniya çavên xwe ji mijangên min pêkhatî serbendekê çêbikim, rondik di kortên çavên min de peng bûn û bi der bûn, gewriya min tijî bû. Ez rabûm û min destên xwe li dor stûyê wê gerandin. Wê jî bi destê min girt û xiste nava lepên xwe û maç kir.’’ Yanê ez baş dizanim vê kitêbê.


‘’Tu bijî! Xortê delal gelo xatirayên te ên wisan hîna hene yan na? Eşqa te çi bû? Ez omid dikim ew baş e.’’ ‘’Belê hene, bêguman, pirr in. Lê li min bibihûrîne min wext û kateke zêde nîn e ku ez aniha behsa wan jî bikim. Ez jî hêvî dikim ew baş be. Lê mixabin ev nêzîkê deh mehan e em ji hevûdu veqetiyayî ne. Min hay ji wê nîn e.’’


‘’Heyf! Ez omid dikim hûn di rojên bê de dîsan bi hev re bijîn. Omidiya min ji bo bihevgihîna we ya rojekê pêşdetir e xorto.’’ Gulpeke kûr li cixareya xwe xist û di kevirên peyarêkê de vemirand, boçika cixarê welê di destê wî de ma û serwext bû ku ez bi çêlkirina vê yekê xemgîr dibim; mijar guherand û ji nû ve axaftina xwe domand: ‘’Nexwe, heye ku rojekê tu qala min û xwe û vê dezgeha min a reben jî ji hinekan re bikî ne wisan? Ez gelek wext e ku barkêşiya van kitêban dikim lê kesine tên lê hûr dibin û wekî bêjin: ”ev kitêbinan çi ne?” virr diavêjin erdê… Haa ez hertim li vir im. Bila te hay jê hebe.’’ ‘’Temam her ku riya min bi vir keve ez ê bême nik te. Belê ez ê qal bikim çawa? Em werin ser qetehkirina xwe a vê kitêbê aniha, tu dê vê kitêbê bi çiqasî bidî min?’’ ‘’Tavilê bila peresiz be ji te re.’’


Ez xatirxwestinê li wî dikim. Hem bi rasthatin û îktîsabkirina kitêbê û hem jî diyariya wî min gelekî dike kêfxweş ez hema diçim ser bankeke ku her tim janê dixîne kulêmek û pişta merivan û rûdinim. Ez rûpela 111-an vedikim û ez komhevoka sêyem, rêzikên; 19, 20, 21-an dixwînim. Hingê ez dubare û zêdetir têdigijîm ku Xweda û Xwedawendîtî ji derînsaniyetiyê ye, bêemanîhî ye. Nexwe ewçend tamsar e ku Xwedawendî tu dê bêjî qey bandor li ser avakirina berga vê kitêbê jî kiriye. Tenê rengek. Sor. Sorahiya bêwate. Eger vê kitêbê qala evîn û têkoşîna xwebihevgihîna bedenên terr yan jî qert bikirana dê hingê rengîntir bibûya. Kêlîkeke din ez bi dilaramiyekê kitêba xwe ya bergsor a muqawehî dixim ser dilê xwe û ez herdu milên xwe li ser çeprast dikim. Ez çavên xwe li derûdorê digerînim. Jineke hêtzirav û nîvtazî, pordirêj a bejnnavîn destê xwe dixe nava tîşika memikên xwe û memika xwe ya çepê diguvişîne… Thîshorteke cawîn ê helesor lê ye. Bayê pêlên zeryayê thîshorta wê tijî ba dike û dipêlîne. Çav li min dişikîne û dibişire. Bi çavên xwe bang li min dike. Ez dişermim digel hêrsbûnekê. Ez di dilê xwe de dibêjim ‘’Na!’’ ‘’Na, nabe hezkiriya min heye ez ê çawa li wê îxanetê bikim? Gelo kîjan kûçikbavî ev keçika evçend xweşik xistiye vê riyê?” Mirov çi bi qîma xwe nayine? Çima ev nizmahî û kirêtî! Eger ne weha bûya heye ku aniha kevaniya mala xwe, dê dayika zarokên xwe bûya.’’

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Phubbing

Heçku şelpeyeke xurt li nav çavên min keve  ez hildipekim û dîsan direvim. Bileztir. Zûtir. Ez xwe digihînim ber deriyê lengergehê û ez hema li bîlboarda dîjîtal a seferên keştiyan hûr dibim. Ya sebra Xwedê! Ev çi ye? Li kêleka navê cihê ku ez dikim herim 22.30 dinivîse. Ez di ling de vedigerim dîsan û li asîmanan dimêyzînim roka nîvro ye, ro wekî gogeke ronahî li ser dilê asîmanan ve daliqiyayî ye lê çima li ser bîlboardê welê nivîsandine? Ez hinekî dipêm. Gelo ev yek xewn e? Yan jî halusînasyonek e? Çi ye? Çima ez hewqas dibezim belê ez dizanim li ser zimanê min e lê ez nikarim werînim zimên. Ez li berpirsekî wê derê dipirsim tavilê li min vedigerîne û dibêje ”Li me biborîne ev bîlboarda hanê xerpiyayî ye bila we nede xapandinê. Keştiya ku hûn lê dipên wextê ku li perava hember bi rê keve û bê.” Hingê li ber dilê min mîna ku aveke cemidî bête reşandin. Ez tiliyên xwe ji hevûdu dikim û dixim nav porê xwe yê xwîdandayî û dikişînim.


Keştî tê û lengerê diavêje. Însanên ku jê peya dibin bi rêzeyekê dimeşin pişt re jihevbelavbûna  wan mîna derberikên şanzdehxwirê ne her yekê wan bi derekê ve dipekin. Ez bi sawa negihandinê dîsan dibezim û xwe didim qatê keştî yê duwemîn. Zilamek bi megafona polîsan ehlî-kêfan difermîne keştiyê. Kurtedemeke din keştî bi kar dikeve û hêdî hêdî ji cihê xwe dilebite, ev lebata wê, segmasî yên ku xwe li ber nêçîrê, xwe pîs dikin û hêdî hêdî tevdigerînin dixîne bîra min. Keştî ava şîn dide ber sînga xwe û dileze. Zerya vediqelişe. Ez enîşka milê xwe dispêrim caxên qehîm ên keştiyê û li kefa ava spî ya zeryayê û li asîmanên çîkvekirî, refên qaqlîbazên ku geh têkilê hev û geh jî ji hev vediqetin her wîqewîqê dikin temaşe dikim. Bîskekê li şa’irekî sedsala 17mîn ê vî welatî difikirim ew şa’irê gewre yê ku xeniqandibûn û avêtibûn binê vê zeryayê. Li milê min ê çepê parizgeheke dartijî û fireh tête xuyakirin li pêşiya wê jî mizgefteke bi îhtîşam…


Rêwîtiya me ya zeryayê bi kuta dibe. Ez dîsan didim lotikan û direvim. Ez serberjor dibim di ber keleheke pirrstûr re ez dikevim nava cadeyeke sixlet û fireh, diherim bi gavên lezgîn. Ev cade her texlît însanî dihewîne di nava paxila xwe de, na ev ne cade ye welat e, belê welat! Beriya ku ez bigihim dawiya cadeyê tramwayeke nostaljîk a ku ji sal û demsalan re şahidî kiriye bi klaksona xwe ya gelekî dengqels ve dibêje ”rê bidin ber min ji kerema xwe.” Xwezî min niha wext hebûya û min jî ji hebîna xwe re di kompartimaneke vê tramwayê de helbestek binivîsiya, heta min ê nazîreyek jî bikira û bigota ‘’tramwayeke …’ê ez hilgirtim û anîm nik te. Ka bibêje dûmahiya vê evîndariya me giha kû? Ka bibêje di vî temenê evîndariya me de çi ket par û kara me? Tu dîsan bê vê dinyayê tu dê ji min hez bikî?’’ Muhtemelen wî helbestvanî jî bi heman hestê ji bo hebîna xwe welê nivîsîbû. Helbestvanê bedbext. Ez hêj vê yekê disêwirînim di heşê xwe de payana cadeyê tê.