Kurdî, Mitoloji, Röportaj

Li Bakurê Kurdistanê Versiyonên Şahmaranê

Weke hûn dizanin di rêze-nivîsa xwe ya yekem de me bi giştî qala mîtolojiyê kiribû û di ya duyem de jî me qala şahmaranê kiribû ku Şahmaran bi xwe têgeheke mîtolojîk e. Em ê di vê beşa dawîn a rêze-nivîsa xwe de li ser versiyona Şahmaranê a  Mêrdînê bisekin. Lê dixwazim wek destpêk ji versiyona Tersûsê dest pê bikim.


Li Mîsîsê ya Tarsûsê tê gotin ku lawê malbateke feqîr Loqman hebûye ku bi êzingan debara xwe dike. Loqman bi tesadufî carekê pêrgî Şahmaran tê û demeke dirêj ji bin bandora wî/wê dernakeve. Demeke dirêj pê re dijî û bi soza ku cihê wê ji kesekî re nebêje ji cem wê vediqete. Hikimdarê welatê wan rojekê nexweş dikeve û çareseriya nexweşiya wî di goştê Şahmaran de bûye. Leşkerên hikimdar dikevin pey Loqman da ku bi zorê cihê Şahmaran ji Loqman hîn dibin. Şahmaran li vê tevgera Loqman nagire û weke îxanetê hizir nake ango bi başî pê re debar dike. Piştî dizane ku wê serê Şahmaranê jê bikin jî, dîsa jî ji wan re dibêje dema we goştê min kelandin ava yekem bi jehr, ya duyem jî bi şîfa û bi îksîr e. Hikimdar piştî ku ava duyem vedixwe çareseriya hemû nexweşiyan dibîne. Hikimdar piştî vê tevgerê ji bo xwe li hember Şahmaran baş bike dest bi xêr û bêran dike. Angu wek hawê lêborîna xwe jê dixwaze da ku wijdanê xwe aram bike.



Evliya Çelebi jî di berhema xwe ya bi navê Geştnameyê de dema behsa Kelehamar dike dibêje Evsaf-ı Kal’ai Şahmaran” yanî Keleha Şahmaran. Di vê kelehê de bi qeflan mar tê de dijîn, li cem wan ên sitû qalind û bi pirç jî hatine dîtin.[1]


Du varyantên Colemêrgê li ber destê me hene. Destpêka mîta Şahmaranê  Keleha Marandiz e û herdû jî li heman cihî diqewimin. Li Bakûrê Rojhilatê ya Geliya Erzîkê di devê Gundê Goranîsê de li ser tehtan kelehek heye. Xelkê gund ji bo ku ev keleha hanê dişibe  qesreke biçûk ku ji zemanê berê ve maye, dibêjin Keleha Maran an jî Keleha Marandiz tê gotin. Li gorî gotinan, mîrê kelehê yekî gelekî qeşeng û camêr bûye. Jineke wî ya gelekî xweşik hebûye.  Ev mêrik tûşî nexweşiyeke ecêb dibe ku her roj tiliyeke mêrik lawaz dibe. Mîr ji ber vê sedemê bangî zanayekî dike. Zana dibêje ji ber ku jina te ya delal ketiye qilafetê însanan lê di rastiya xwe de marek e, wilo bûye. Tiliya mîr ji aliyê wê ve her roj tê miştin, ji ber vê jî her roj zeîftir dibe. Ji bo vê îsbat bikî şevekê nîvê şevê xwarineke bixwê çê dike û di qesrê de avê nehêle. Piştre jî tenê li vê rewşê temaşe bike. Mîr guh dide zanayê xwe û tiştê jê dixwaze tîne cih. Êvarê dema jina wî ji bo  avê vexwe dihere metbexê, mîr dikeve pey şopa wê. Dinêre ku jina wî dema li malê avê nabîne dikeve şiklê mar û xwe berdide çemê Erzîkê piştî ku tê dîsa ji pencereyê dikeve qesrê.



Piştre dîsa dikeve qelafetê jinê û dikeve nav nivînê mêrê xwe. Piştî vê dîmenê mîr ecêb dimîne. Mîr ji niha û pê ve biryar dide ku jina wî çiqas xweşik be jî nikare bi marekî re bijî. Herwilo xwest ku ji vê rewşê rizgar bibe careke din serî li zana dide. Zana dibêje eger tu pêşiya vê meseleyê negirî dê mar her tim tiliya te bimije û wê hêdî hêdî te bikuje. Çareseriya vê rewşê jî ev e: Rojekê dema jina te nan lê xe beriya ku deng jê derkeve wê bidehfîne nav tenûrê. Mîrê Marandizê rojekê dema jina wî ji bo nan bipêje dihere ser tenûrê, mîr jî li pey dihere. Beriya ku wê bidehfîne dengê jina wî derdikeve, ev deng jî ji bo maran wekî bangekê ye. Bi bîhîstina deng hemû mar kelehê dorpêç dikin. Tevî mîrê kelehê hemû malbata mîr dev dikin û dikujin û kelehê jî serobino dikin. Ji wê rojê pê de navê kelehê dibe Keleha Marandizê anku Keleha Maran.


Li Hekariyê porê jinên delal dişibînin marên nazik, nazikiya maran û vê yekê wek tiştekî mezin dibînin. Li cem wan marên reş bi bê zerariya xwe tê naskirin û kuştina wan jî wek gunehekî mezin tê dîtin. Di baweriya wan de marê ku avê vexwe tu carî nayê kuştin. Dîsa li gorî baweriyên herêmî jî marê ku di mal de  bi cih bibe nayê kuştin. Ew wek hevalekî bê zerer tê dîtin. Dema ku zererekê bi mar bikin, mar jî bi du qatan bersiv dide wan. Her wiha li hember başiyê jî wilo ye. [2]  

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Eco Family Park


Varyanta Mêrdînê


Li Mêrdînê dema hûn li nav kûçe û sikakan bimeşin hûn pêrgî gelek wêneyên Şahmaranê tên. Herwiha van wêneyan gelek bala geştiyaran jî dikişîne. Wek şêniyên Mêrdînê em bi xwe zêde ne agahdar in ka mesele çi ye derbarê Şahmaranê de. Min xwest ji bo we, vê meraqê, hinekî din zelal bikim.


Min vê bêhtir ji çavkaniyên folklorik an gel sûd wergirt ango min hevpeyvîn bi du kesên herêma Mêrdînê kir ku ev çavkanî sûdewar in. Ji ber vê min bi Tacettin Toparlı[3] û Hasan Özcan[4] re kir.


Li gorî Tacettin Toparlı li Mêrdînê tesîra Şahmaran niha jî mezin e. Dema em li Mêrdînê, li neqşên ser dîwaran jî dinêrin, an jî wêne û neqşên li ser tepsî û li ser yazmayan  dineqşînin ev gotina wî  pesend dike. Li her kolanên Mêrdînê meriv dikare rastî dikan an jî wêneyên wê bên. Li Mêrdînê di gelek malan de wek dia ji bo nezerê wêneyê Şahmaran an jî ayetên Şahmaran bi ser deriyê xwe ve vedikin.


Toparlı bi gelemperî wisa qala Şahmaran dike ku ciwanekî belangez bi navê Camsabî heye ku dixwaze ji bo debara xwe û diya xwe bixebite. Rojekê li çolê rastî bîrekê tê ku devê wê bîrê bi benan girêdayî ye. Ji ber ku bi tenê nikare veke bangî du hevalên xwe dike. Dema hevalên Camsabî tên û ku wê arîkariya wî bikin, di wê heyamê de îxanetê pê dikin. Lewra hevalên wî bi çav hungiv dikevin, çavên wan beloqî dibe û ji çavnebarî ji dêleva du paran, çav berdidin sê paran. Camsabî dema xwe berdide bîrê hewl dide ku derkeve lê hewldanên wî bê feyde dimînin. Di bîrê de çirûskekê dibîne û bi neynokên xwe wê vedide. Piştî ku li pey wê çirûskê dihere dibetile, dikeve xewê û dûre ji xewê radibe. Dema ji xewê radibe li hember xwe keçikeke pir xweşik dibîne.



Bi wê dîtinê ne bi dilekî bi heft dilan dil dikevin hevdû. Camsabî, her çiqas fêkî û xweşî û evîna Şahmaran di bin erdê de jê re xweş were jî, hêdî hêdî dest ji wan cihan bi mecbûrî berdide. Camsabî bi wê hezkirinê bi salan nikare ji Şahmaranê bi dûr bikeve, bêriya dayika xwe dike.  Şahmaran jê re dibêje eger tu ji vira derkevî û cihê min ji kesekî re bibêjî, wê xelk werin min bikujin. Loma divê tu ji vira dernekevî. Lê Camsabî bi hesreta dayika xwe nikare ku Şahmaran bi hezkirineka bêpayan ji Camsabî hez dike. Ji ber hindê nikare dilê wî bihêle. Dema jê re dibêje û destûr didiyê jî dizane ku wê cihê wê ji xelkê re bibêje. Lê dîsa jî dihêle ku Camsabî here. Ev bertek ev e, ji ber ku Şahmaran bi xwe  simgeya dayik û dilovaniyê ye.


Çaxa ku Camsabî derdikeve ser rûyê erdê hikimdar jî wê çaxê nexweş dikeve û çereseriya nexweşiya wî di goştê Şahmaran de bûye. Û li bajar hemû belav dike dibêje yê cihê Şahmaran ji min re bibêje ez ê gencîneyeke (xezîne) mezin bidimê. Dema qala vê tê kirin hin kes dibêjin Camsabî ji bo malê dinê çûye cihê Şahmaran eşkere kiriye hin jî dibêjin dema ku wî dîtine bi xwe fam kirine ku ew cihê Şahmaran dizane û dibêjin bi zorê pê dane gotin. Ji xwe, piştî hikimdar bi cihê Şahmaran dihese wê yekser tîne  cem xwe; helbet, Camsab jî li wira ye. Şahmaran wek ku bibêje min dizanî tu yê jî wilo bikî û bi tenê li çavê Camsabî dinêre û tu tiştî nabêje.


Toparlı dema dawiya vê mîtê tîne nabêje ku Şahmaran dikujin. Ji ber ku bi xebata salan têkiliyeka hestiyarî bi Şahmaran re daniye û her tim dibêje afirîneyeka wilo gereke neyê kuştin û bila tu kes bi vê kuştinê ew bi bîr ve neyine. Herwilo mirin an jî kuştina Şahmaran naxwaze qebûl bike.


Hasan Yavuz: Ew dema ku serê Şahmaran jê dikin an jî beriya wê, dîsa Şahmaran hezkiriya xwe ya li hember însanan nîşan dide û di wira de jî ji Camsabî re dibêje goştê serê min tu bixwî û dûvê min jî bide hikimdarî. Bi vê yekê dixwaze beriya ku bimire zanîna xwe ya li ser nemiriyê radestî Camsabî bike. Piştî vê yekê hemû zanînên xwe yên di derheqê nemiriyê de digîhîne Camsabî û Camsabî dibe zanayê giha û nemiriyê. Tam jî di vir de  me têkiliya Camsabî û Lokman Hekîm pirsî tê gotin ku Camsabî di eslê xwe de Lokman Hekim bi xwe ye. Lê bi tenê di versiyonan de navê wî diguhere. Piştî wê bûyera kuştina Şahmaran Lokman Hekîm dibe kesekî zana û bi salan gihayê bi şîfa dide mirovan û gel bi heyîna Şahmaran dihesîne. Nemiriya  ku ji Şahmaran tê bi cilguhertin yan jî nûkirina xwe tu carî bi qedera xwe nemiriye. Her tim ji aliyê henekan ve hatiye kuştin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Seat Leon 1.0 eTsi Hybrd Style Plus (2022)

Fikret Otyam


Cazîbeya laşê jin û mêrî, hêzeke jiyanê di xwe de dihundirîne. Ji serdema ewil a mirovahiyê heya niha balê dikişîne ser xwe. Di navbera jin û marî de gelek wekandin hene: Qabiliyeta guhertina kirasê marî û zayîna jinê, kontrola wan a li ser avê… hwd. Ev wekandin ji bo herduyan jî çavkaniya hêza kontrolkirina jiyanê ye.[5] Ji ber vê yekê di mîtolojiyan de têgeha yezdana jin, bi hêzeke zêde jiyaye. Armanca kuştina Şahmaranan ew e ku nexweşiyên dermanên wan tunene şîfa bike. Mirin, agahiyên riwekan û nemiriya marî dikeve destê însanan. Di varyantên Şahmaranê de tê gotin ku wê rojekê mar derkevin ser rûyê erdê û wê êrîşî însanan bikin, wê bajaran xera bikin ku ew roj qiyamet bi xwe ye.[6] Mirov vêya dikare wek kirin û neheqiya ku însan dikin bibîne û ew tirsa ku dê însan bi vanan re rû bi rû bimîne bi encam bike.


Encam


Di mîtê de ya ku tê gotin an jî ya ku tê bidestxistin yan jî nayê gotin, lewra gencîneya Şahmaranê, rîvayeta ku wê mar bê xeber bêne kuştin û piştî ku bêne kuştin wê bêne talan kirin. Wê yên li ser rûyê erdê, hêza yên binê erdê bi dest bixin. Di welatê xwe de Şahmaran dewlemend û dilgeş e, nûnerê hêzeke din e. Ji bo yên li ser rûyê erdê, xeternak tê dîtin. Şahmaran, wek ku dê qet li ber kuştinê dengê xwe dernexe, dê hêza xwe bêdeng rasdest bike. Herwiha ev jî wê hêza mêrîtiyê, wek tunekirina hêza mêyîtiyê bê binavkirin û desthilatdariya mêrî ya sembolîk dê  pêk bîne. Cudahiya pîroziya Şahmaranê di nav kurdan û di gelên şareza de nuansên biçûk hildigire. Dema em bixwazin sedemên vana eşkere bikin divê di derheqê vana de em agahiyên rasteqîn bi dest bixin. Dema meriv bi xwe jî li ser qadê dixebite agahiyên di derheqê edebiyata devkî de metre bi metre bi vegotinê diguherin. Her çiqas ev dewlemendiya wêjaya devkî bê qebûl kirin jî, gihîştina ya rasteqîn tu car çê nabe.


Çavkanî

Çelebi, Evliya. Seyahatname, cild 1, 1998.

Çölemerkli , İhsan, Hakkari Suretleri, weş: Lis,  Ocak 2006

Çiblak, N., “ Tarsus Kültürünün Tanıtımlarinda Şahmaran Efsanelerinin Önemi “ Ç.Ü Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi (1 ) 1998.

S, Çalışkan, Literary Represantations of The Snake Woman Motif, Hacettepe Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Dergisi, 1998

Özcan, Hasan, Mêrdîn, T. 57

Toparlı, Tacettin, Mêrdin, T. 41


Mehmet Emin Cırık 


[1] Evliya Çelebi,  Seyahatname, 1935, r. 340

[2] İhsan Çölemerkli, Hakkari Sûretleri, Ocak 2006, Lis Yayınevi, rr. 56–58

[3] Tacettin Toparlı, Mêrdîn, T. 41

[4] Hasan Özcan, Mêrdîn, T. 1958

[5] Çalışkan S. Hb. rr. 91-92

[6] Çiblak, N., “ Tarsus Kültürünün Tanıtımlarında Şahmeran Efsanelerinin Önemi “. Ç. Ü Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi. ( 1 )  1998, rr. 185-196