Felsefe, Kurdî

Ma Heidegger Nazî bû?

Di sedsala 20. de felsefevanê ku wekî herî girîng dihat qebûlkirin, Martin Heidegger, ma ew Naziyek bû? Di wextê rektoriya xwe de çi pêk anî, xwest çi tiştan pêk bîne? Heideggerê îdeolog, Heideggerê felsefevan xist bin bandora xwe yan na?


“Heke hûn, Villon ê ku çend caran li peyê xist wekî kujer, heke hûn Genet wekî diz, heke hûn Defoe wekî sextekar, heke hûn Dostoyevski wekî xumarbaz, heke hûn Balzac wekî delkbaz, heke hûn Pound wekî xayin, heke hûn Baudelaire wekî kokaînman, heke hûn Poe wekî alkolîk, heke hûn Marlow weî jurnalîst, heke hûn Ehrenburg wekî jerdevan, heke hûn Michlangelo wekî jixwehez, heke hûn Hamsun wekî nijadperstekî bipejirînin û van ji gerdûna hunerê bir dûr xin û wan wekî serseriyên dîrokê bihesibînin û hûn wan bilehnetînin hingê jiyana wan dê kêm nemîne, dê ya we kêm bimîne.” Ahmet Altan


Min xwest ez bi van gotinên Ahmet Altan dest bi nivîsê bikim. Berî niha bi gelek car, wekî em li serê axivîbûn; Nabokov, Neruda, Allen Poe û hwd. belê heke ez li ser van navan çawa matbûyî mabûm, bi qasî ez bi ser re li ser sekinîbûm û min li serê xwendin kiribû û paşê min hest pê kiribû û min hay ji vê yekê hebe, wextê ku ez bi kite li ser Heidegger rawestam û min xwendineke kûr li ser kir, ez heyirîm. Ji fenomenolojiya yan jî ji berhemên wî zêdetir ez dixwazim li ser têkiliya wî ya ku bi rêkxistina Nazî ya heyî û sempatîzaniya Hitler bipeyivim. Fermo, em dest pê kin.



Heke em li kîjan serdeman mêze bikin, çîrokên ku bi hev dişibin, em dibînin. Li gor kitêba Yvonne Sherratt a bi navê ‘Felsefevanên Hitler’, Heidegger berî ku bibe rektor bi sê heftiyan pêş de, bûye endamê rêkxistina Nazî û ev girêdan ne bi tesadufî ye. Sherratt salix dide ku Heidegger ji berê ve ye ji cilûbergên leşkerî hez dike û dema axaftina xwe ya rektoriyê jî dîsa bi cilûbergên bi vî rengî, di bin alayê xaçperestên gamayî de dike. Hetta li pey bernameya torena destpêka vekirinê, siruşta rêkxistina Nazî dide nivîsîn (Horst-Wessel-Lied ), piştî ku xeberdana xwe diqedîne, daxwaz dike da ku herkes vê siruştê bixwîne. Hemara bûyer û rewşên ku nîşan dide Heidegger nêzê rêkxistina Nazî û Hitler e gelek in. Em qala çendinan bikin:



Di sala 1945î de ji aliyê Jaspers, ji Heidegger li ser dijminatiya cihûyan raporeke pisporî tê xwestin da ku ew binivîse. Ew jî: “Li ser vê pirsê her tim dilsarmayî nemaye. Divê ez bipejirînim ku, ev, di bûyerên dîtir de, dijminatiya cihûyan wîjdana wî nerihet kiriye û jê kêfbirinê nehatiye bidûrxistin.” welê dinivîse. Heye ku li gor wî Heidegger ev çalakiyên wî nediparast, lê belê diavêt hundirê xwe. Ji ber welê bû ku, merivên wekî Hannah Arendt, Elisabeth Blochmann, Karl Löwith wextê ku mecbûr man da ku Alemanyayê biterikînin, dîsa jî bi tevgera Nasyonal Sosyalîst ve girêdayî mane. (Berî ku Heidegger biçe Freiburgê, Hannah Arendt a ku hê di salê xwe yê 19yî de ye û xwendeya lîseyê ye, Hidegger ji dil ve dibe dilektiyê wê. Digel ku Arendt mecbûr dimîne da dev ji Alemanyayê berde û here jî, paşê dîsa digel ku Heidegger dibe xwedanê navmeziniyeke qirêj jî ew û Sartre pişt didin hev û piştgirî ji bo çapkirina kitêbên Heidegger dikin.)


Hannah Arendt


Cara pêşî ku, wextê kampên lihevkomkirinê ava dibin, wextê ku cara pêşîn listeyên sirgûnê tên belavkirin, hetta wextê ku êrîş li xwendeyên cihû pêk tê, ew hest pê dike ku ew bûye sedem. Bêyî wê, li ser daxwazkirin û israrkirina weşanxaneyê, di rûpela yekem a kitêba “li ser wext û hebûnê” de, îthafnemeya ku ji bo Husserl hatibû pêşkêşkirin, paş de vegerandiye. Di demên dawîn de dest pê dike û wextê ku Heidegger rexne li polîtîkayên partiyê digire jî, li gor wî, ne ji ber sedema xemgîniya dijminatiya cihûyan e, ji ber hêrsbûna wî ya rêvekirinên ku li hember hêzên bûrjûvaziyê ye.


Tê gotin ku çalakiyên akademîk yên ku dê tu carî ji alî exlaqî neyên bexşandin yên Heidegger jî hene. Wekî mînak, li zanîngeha Freiburg, ji bo ku hin ji endamên fêrkariyê ne ferdên nijada aryen in bûye sedema bidûrxistina bîryarnameya Badenê jî.


Edmund Husserl


Yek ji yên hatî bidûrxistin jî, yê ku Heidegger wekî xwendeyê xwe yê zîrektirîn didît, te dît ew îthafa xwe ya ku paş de kêşabû, Husserl e. Edmund Husserl ê ku demekê mamosteyê Heidegger bû, di nîsana 1933yan de, nameyeke wekî endamê fêrkarî yê ku bi mecbûrî divê derkeve îznê wergirtiye. Digel ku Heidegger xwedanmesûl ê ku dikare vê bîryarê bi paş de vegerîne, hîç çipiskê bi xwe naxe. Herçend li zanîngehan û ji bo bikêrhatina gelê Aleman, zanînê biafirîne û di vê mijarê de hizra wan yek be, Husserl li dijî Naziyan bû, bi wî diviya ku mîna zanînê divê bû çavkaniyên felsefeyê jî ji bo têkçûna Naziyan bihata bikaranîn. Bi seranser mînakeke bêwefadariyê. (Husserl di sala 1938an de, bi salan e xizmetkariya ku ji bo zanîngeha xwe kiriye, paşê nehiştine ku ew ji deriyê kitêbxaneyê bibûre, wekî akademîsyenekî welê, ji vê dinyê koç kiriye.)

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Ajotina Kamiqa Škodayê

Bêyî van, Heidegger li dijî hevalên xwe ji bo Gestapo (Polîsên Nazî) name nivîsîne, endamên fêrkarî yên pasîfîst yên ku li dijî projeya neteweyî ya Hitler bi dûr sekinîbûn îxbar kiriye, mînak (dê paşê xelata nobelê wergire) Friedberg Hermann Staudinger ê kîmyager ê berî ku teqawîd bibe ji zanîngehê hatiye avêtin, tê gotin ku Heidegger ev yek pêk aniye. Li gor Heidegger sûcê Staudinger “alîgirê aştîbûyinê” bûye, ev yek jî ji bo jerdevanbûyina Heidegger sedemeke derbasdar bû. (Ev ne çîrokeke nasbar e gelo?) Lİ Freiburgê yekîniyên SS hatibûn avakirin. Yekîniyên ku wekî ‘’Gomlegên Qehweyî’’ dihatin zanîn li kampusan dewriye davêjin, di bin çavdêriya kumandarê kevn ê hêzên deryayî yê Doç. Dr. George Steiler ê ku felsefevan bû, tatbîkatine jî pêk tanîn. Heidegger jî ve hemû tiştên pêk dihatin dipejirand. Hetta beriya hilbijartinên sala 1933yan, dewsa Hitler ser navê wî xederdan kiriye û axaftin bi “Heil Hitler!” ve kuta bûye.



Di nameyên ku Heidegger ên ku ji bo jina xwe Elfrideyê nivîsandine de, li ser Cihû yan jî Sosyalîzma Nasyonal tiştekî derasayî tuneye. Helbet hejmara nameyên ku hatine weşandin pir kêm in. Nameyên mayî gelo hatine tunekirin aya hatine tahrîpkirin nayê zanîn. Tiştê vebir ew e ku li hember komkujiya Cihûyan bêdeng maye. Li hember tevahiya gel jî ji ber bêdengiya xwe tu ravekirineke çapemeniyê nekiriye yan jî di dema rektoriya xwe de ji ber tevgera xwe ya li hember Cihûyan lêborîn nexwestiye yan jî poşmaniya xwe nîşan nedaye.


Dozên ku li piştî Naziya Alemanyaya ku têk çûye vebûne ji bo doza jihevûduveqetînê, Heidegger di sala 1949an de bi bîryara ‘’Tevdîra Cezayî ya Tevkarî tune.’’ ber’et dike. Lê belê kesên ku li dijî Nazî ne Heidegger wekî Nazîstekî radîkal bi nav dikin, nîşan didin. Hizra alîgirên Nazî yên ku di derheqê Heidegger de jî, mîna ku baweriya wî kêm e. Yanî ji bo ku tevgereke berbiçav li dar nexistiye, li rexneyên herdu aliyan jî qelipiye. Ji hêlekê ve Heidegger ê ku wekî navekî girîngtirîn ê gerdûna felsefeyê; ji hêla din ve Heidegger ê ku wekî parastgerê jirêzê yê ku xwedanfikrên siyasî/îdeolojîk ên erzan. Marcuse di derheqê mamosteyê kevn de welê gotibû, “Em nikarin Heideggerê-felsefevan û Heideggerê-mirovî ji hevûdu veqetînin.”


Heke hûn bûna, hûn dê di derbarê vê mijarê de çi bifikîrina, fermo gotin a we ye.


Çavkanî:
• Yvonne Sherratt, Hitler’s Philosophers
• Dr. C. Cengiz Çevik
• acikradyo.com
https://birikimdergisi.com/guncel/8926/secim-cagrisi#.XGHZYs9KhN0