Edebiyat, Kurdî

Mehmed Uzun êdî li Weşanxana Selê ye

“Xebateke têkûz û tîtîz a bi qasî mehekê, bê west û rawest ez li ser şixulîm û çewtiyên heyî yên ku dê bihatina sererastkirin min kirin û min bi vî awayî hem li ber mîrata wî serê xwe tewand û hem jî bi awayekî şidayî pêşkêşî xelkê me kir.” dibêje hogirê min ê hêja, çîroknûsê nû yê edebiyata kurdî Ferhadê Mihemed.


Nivîskarê hoste û nemir ê Edebiyata Kurdî Mehmed Uzun, di sêzdehemîn salvegera mirina xwe de, di demeke nêz de, bi hemû berhemên xwe dê bi Weşanên SEL‘ê silavekê bide xwendevanên xwe.



Romana Siya Evînê, li ser jiyana entelektuelê sirgûnbûyî yê Kurd Memdûh Selîm Beg ava dibe. Mehmed Uzun, li ser şopa sirgûniyê bi hostehî jiyaneke ku heta îro di nav rûpelên tarîxa veşartî de ye vedibêje.



Jiyana Evdalê Zeynikê, bi riya dengbêjê Kovara Hawarê, Ehmedê Fermanê Kîkî bi sebr û sebatê, bi hostehî, bi gotin, qise û peyvên ku di tûrikê xwe de veşartiye, ji nû ve, tê vejandin, tê xemilandin û vegotin. Mehmed Uzun xwe dispêre folklora qedîm a Kurdî û bi awayekî nûjen vê romanê dihûne.



Bîra Qederê ji şanzdeh fotografên binemaliya mîrê Kurd Bedir-Xan pêk tê û bi mirinê dest bi vegotinê dike. Piştî mirina Celadet Beg êdî fotografên ku li pey wî mane, dipeyivin. Mehmed Uzun, dîsa berê xwe dide ser riya nexuyayî ya ronakbîrê Kurd û jiyana wî bi me digihîne.



Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, xwe dispêre destana herî kevnare a însan û însanetiyê: Gilgamiş. Bi riya mûhtewa vê destana ewçend antîk û kevnare em hest pê dikin ku riya ronahiyê li ser riya tarîtiyê ye. Mehmed Uzun bi vê romanê berê xwe dide diyarine hem nêz hem jî dûr.


Qetihen ji min mepirsin û mebêjin PDFên wan hene yan na! Hûn dikarin wêneyan bitikînin û bikirin. Ji Weşanên SEL‘ê re û hogirê min Ferhad re bêpayan spas dikim.


 

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Bandini’yi Toza Sormak