Kurdî, Müzik, Resim, Sanat

Mihemed Arifê Cizrawî

Her gel bi navdarên xwe ve tê naskirin û dîroka gelan bi pêşengiya van navdaran ve tê nivîsandin. Ji berê heta roja îroj dengbêjan bi klameyên xwe yên herî giran êş, evîn, hesret û têkoşîna gelê xwe vegotine. Ango bîra dîroka gelê xwe bûne. Mihemed Arifê Cizrawî jî yek ji wan dengbêjên navdar e ku bîra wî rûpelên tarî yên dîroka gelê bindest rewnaq dike. Ango her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser pişta navdaran tê avakirin; çi di warê şer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be.



Mihemed Arif Cizrawî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyama ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî 50 salên jiyana xwe ji bo gotin û strana kurdî ya orjînal terxan kir û gelek berhemên ji folklora me ji talanê parastin. Erê ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrikê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikirin. Dengbêj Mihemed Arifê Cizrawî di Şerê Yêkemîn ê Cîhanê de, di sala 1912an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çavê xwe li dinyayê vedike. Mirov ji dengbêj Cizrawî gelek klamên çîrokên kuştin, ferman û bidûrxistina kurd û ermeniyan dibihîze û di heman demê de bavê wî yek ji wan kesan e ku di “Seferiya” Cenga Cîhanî de çûn şer û careke din paş ve venegeriyane.


4 Salan di zindanê de dimîne.



Dengbêj Cizrawî di temenê xwe yê biçûk de, feqîrî û hejariyê nas dike û di wê hejariyê de, li gorî kevneşopî û adetên Botanê zarokatiya xwe derbas dike. Di heman demê de, Cizrawî piştî têkçûna serhildana Sêx Seîd çar salan di zindana Amedê de dimîne. Piştre Cizrawî, di sala 1928an de, tê berdan û vedigere Cizîrê. Cizrawî piştî ku tê berdan di bin bendora dengê diya xwe Edlayê dimîne û gelek sûd ji stranên dayika xwe digire. Cara yekemîn tîra evîna dilê Mihemmed Arif ketiye tevgula Ertoşî, li devera şernexê ya ku dikeve Rojhilata Cizîra Botan, li destpêka salên sîhan de piştî ku hatîye Duhokê hatiye bîra wî û strana Gulê Mehromê dibêje. Ango çendîn salan wilo disekine Di sala 1951an de bûye evîndarê jinekê li gundê kurê gavanan ku navê wê Ilîzabêt bû, evîndariya wan çend salan dom kir.



Berê xwe dide başûr.


Mihemed Arifê Cizrawî, piştî hew qas keraset ji nêçariya xwe berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li bajarê Zaxo bi cih dibe û li wira dest bi hûnermendiyê dike. Cizrawî pê re jî, stranan di dîwanên axa û began de dibêje û bi vî awayî rewşa wî hinekî pak dibe. Dûre li bajarê Duhokê kargehek ji bo xwe vedike.


Dengê wî li Kurdistanê belav dibe.



Cizrawî, di sala 1949an de, berê xwe dide Baxdêyê û di Radyoya Bexdayê de li derdora 100 stranan tomar dike. Cizrawî di vê navberê de bi Almas Xan, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Nesrîn Sêrwan, Meryem Xan û Elî Merdan re dikeve pêwendiyê ku di navbera wan de dostaniyek xurt çê dibe. Bi çûyina Bexdayê re qonaxek nû ji bo Cizrawî dest pê dike û navê Mihemed Arifê Cizrawî li tevahiya Kurdistanê pêl bi pêl belav dibe.


Heya îroj zindî ye.



Cizrawî di sala 1986an de li bajarê Dihokê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê diçe ser dilovaniya Xwedê. Tevî ku 34 sal bi ser mirina wî re derbas bûn jî, lê stranên Cizrawî, weke doh zindî ne û di muzîka kurdî de xwedî ciheke girîng e. Cizrawî bi klamên xwe yên herî xwerû, evînî, hesret û xemgîniyan vedigihêje heya roja me ya îroj. Di vê çarçoveyê de xebatên wî yên bi nirx jî hebûn. Arifê Cizrawî di mûzîka kurdî de şêwazeke nû afirand.



Berhemên Wî


Cizrawî nêzîkî 1200 stranên kurdî tomar kiriye û di 60 kasêtan de arşiv kiriye. Hin navên kasêtên wî: Xezal, Xirabû, Swaro, Pismamo, Yardilo, Ez Xezal im, Bêrîvanê, Befr barî, Babê Fexrê, hesenîko, Çiyayê Şengarê, Koçerê, Gulê Mehromê, Şevên Nîsana, Diyarbekir, Çiyayê Kurdistanê û hwd.


Mehmet Emin Cırık, Salomé Cizrawî, Jiyan Munzur


Çavkanî:

Dengbêjê navdar: Mihemed Arif Cizrawî

https://xwebun.org/
https://ku.wikipedia.org/


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  John Lennon, Yoko Ono - Imagine