Kurdî, Sanat, Sinema

Nebraska

Ji we hemûyan re merhebaaaa! Ez dixwazim ji we re, qala fîlmê bi navê Nebraska yê ku Salih Kevirbirî pêşniyarî min kiribû bikim. Yek ji wan mînakên xwesertirîn ê sînemeya Emerîkaya Başûr bi bîr tîne ev fîlmê ku bi tevahî ji reşûspî pêkhatî û welê hatî kişandî û lehîzvaniya lehîzvanên fîlmê ya bêhempa, dramatîkbûna senaryoyê û aliyên wê yên pêkenokî bi kurtebirî seranserê filmê ez kirim heyranê xwe.



Em di fîlmê de dibin şopger û temaşevanê karakterê ku bi nexweşiya Alzheimerê ketiye Woody Grant.


Woody (Bruce Dern) ji ber îxtiyariya xwe yekî pirr eks û eynadkar e. Ew rojek ji rojan ji postayê kuponekê werdigire û pê welê bawer dike ku ew bûye xwedanîkramiyeya mezin a pereyan. Lê belê ji bo ku vê îkramiyeyê bi dest xe divê biçe Nebraskayê.



Woody ewçend pê bawer bûye ku kengî malbata wî, wî bi tena serê xwe bihêle, lê mêze dike ku ew ketiye riya Nebraskayê û ber bi wir ve diçe. Jin û zarokên wî çiqas hewl bidin da ku wî ji rê vegerînin, nabe, bêhavil dimînin û bi ser nakevin. Talîna talîn kurê wî yê biçûk Dawid bi daxwaza dilê xwe digel bavê xwe dikeve ser vê rêwîtiyê û ew derin. Herdu bi hev re dikevin ser rê.


Hay ji şifqeyê hebin!


Dukesên ku bi hev re dikevin ser rê, bi ser qezayekê ve dibin û mecbûr dimînin da ku li bajarokê zilamê kal ê ku lê ji dayik bûye û hê birakê wî yê biçûk lê ye, li wir bêhna xwe vedidin. Woodyê ku bi devê xwe nikare û ji devê xwe difilitîne û dibêje min milyonek dolar hilberîtiye pê ve, geremolek tê pê; yekcar ew kesên ku dost in dibin dijmin, di nava bîbikên herkesî de çirûskên wênê dolar vedidin.


Îxtiyarên bajarokê ku ev kesine hemû hevalên berê yên Woody ne, wî pîroz dikin, xwarinekê amade dikin, kêfxweşiyan li dar dixin. Ez bawer im di vê beşê de fîlmê Şener Şen hatiye bîra we jî.



Fîlmê ku kêmtirîn bi qasî Woody dilsaf, spehî û yeknesak e, di tevahiya atmosfera xwe de, ku hemû sehneyên wê ji reşûspiyê pêk hatiye de, di paxila xwe de hêviyê dihewîne.


Her lîstikvanê ku persormansa wî bi ser wî re bû, pesinên herî kata bilind ê ku divê lê bê kirin heq dike Nebraska, Besteyên ku ji hêla Mark Orton hatine çêkirin bi deh caran xwe her û her didin lê guhdarkirin, kirasekî xweşik li fîlmê dike.



Di fîlmê de diyaloga ku herî zêde li ser min tesîr kir:


-Nexweşiya wî ya Alzheimer heye?

-Na, ew pêbaweriya xwe bi gotinên însanan tîne.

-Ev yek pir xirab e.


Her weha derhênerê vê fîlmê Aleksander Payne jî ji Nebraskayê ye û welê dibêje ”Îxtiyarî qeşmertî ye.”


Efendim, ez wekî temaşevanê vê fîlmê, wextê min li fîlmê temaşe kir devê min weha beş û vekirî ma, di ber re jî em dikevin gumana Woody a ku çima ewçend ji pere hez dike. Û em demeke dirêj bersiva vê pirsê wernagirin. Heya ku Dawid demargirî dibe û jê dipirse. Her tişt ji bo çi tiştî ye? Gelo Wood çima bi awayekî serhişkî dixwaze da ku biçe Nebraskayê?


Woody ku di seranserê jiyana xwe de qet dilnermahî bi zarokên xwe nedaye xuyakirin, ji ber tirsa tiştekî li pey xwe nehêle, piştî mirina xwe ew dixwaze ji wan re tiştekî bihêle. Daxwaza Woody, ji zarokên xwe re kamyonetekê bikire.



Fîlmê şîrîn, bi awayekî performansên xwezayî, îxtiyariya ku siberoj li hêviya me ye bi terhekî rasteqîn bi me dide nîşandan û hîskirin. Ev fîlm yek ji wan fîlmên ku teqez divê lê bê temaşekirinê ye.


Ez dixwazim dubare spasiya Salih Kevirbirî da ku wî ev fîlm pêşniyarî kir. Hûn dikarin li ser vê derê li fîlmê temaşe bikin. Bi hêviya rojên bê.


Derhêner: Aleksander Payne

Senarîst: Bob Nelson

Lehîzvan: Bruce Dern, Will Forte, June Squibb, Stacy Keach, Bob Odenkirk

Musîk: Mark Orton


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Stanley Kubrick'ten Ingmar Bergman'a Mektup