Bêşik û bêguman, nêrîna evînê bi ziman ve nayê gotin, lê ji bo evînê pir tişt qewimîne. Helbest, roman, stran, çîrok, lehengî, xedarî û zordestî wd. Mirov dikare mînakan zêde bike, çi qas evîn hebin ew qas jî evîndar hene. Evîn; hesta herî bi raz û bi efsûn, ew qas jî dilsoj, mîna minminîkekî ye him nazdar e him bilind e, êş û elemên di dil de ye. Welatan, bajaran, gundan û eşîretan evîn û evîndar bihîstîne, lê evîndar an tenê jixwe bihîstîne. Bilî wan tu kes tine ye, geh li bask in geh li av, geh li gul in geh li keleng, her tim dijîn tu wext jî namir in.
Çend cure evîn heye, çawa tên belav kirin û ku derê diqewimin haya me jê tine ye, evîna bextewar, evîna dijwar, evîna xemginî û evîna dilsoj, pêkan û ne pêkan hemû hatine jiyîn lê her encamê wan di hişê me de maye. Divê em bi şahîdên evîndaran ve nîşan bidin evîn ê, Baba Tahirê Uryan evînê çawa bi lêv dike mêze bikin;
“Xem û derdên min ji çerçî bipirse
Dirêjayiya şevê ji nexweş bipirse
Tevê însanan li halê min dipirsin
Tu ku can û dilê min î, carekê bipirse.”
Helbestvan di vir de gazinan evîna xwe dike, ber êş û elem ên xwe nakeve, Baba êş û kul ên xwe haydar e, û bi vê yekê rûmeddar e, hez nayê bazarê! Hez ji dile. Ne ji bo gotinên xweş xwe geş bike ne jî ji bo evîna xwe xwe reş bike, ev raman hişê evîndaran de tine ye, ew ên evîndar bûne xwelî, xwîn û ba. Xeynê evînê hîç tişt hişê wan de tine ye. Melayê Cizîrî hestên xwe çawa nivîsîye;
“Îro ji husna dîlberê dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê sohtim bi pêta ateşîn
Zulma tu kî pir pê xweş im sohtîdilê hicrankeş im
Mislê perengê ateş im rûhek mucerred bêleş im.”
Evîndarekî bihesibînin ji ber zulma evîna xwe kêfxweş be, dil bişewite lê rih neşewite, êş bibare ser Melayê lê di dilê Melayê de gul vebin. Melayê ber evînê bigrî û hêsrên Melayê ve hibra pênûsa wî yê çê bibe. Mela tu bi xîret û bi rûmet î, tu ji bihuştê de hatibûyî vê welat î. Louis Aragon çi digot “evîna bextewar tine ye” temam baş e, ku wusa be evîndarê bextewar jî tine ye.(ew Aragone çi ji me re nebêjin ha, evîn evînê evîndar dê û bavê te ne)
Ka em mêze bikin Cegerxwîn çi gotiye;
“Yar zanî gulperest im, baqê gula da dest im
Bade ji dest ne noşîn, ah ma çima sermest im?!
Mest im ji destê wê dînê, ah kuştim ah kuştim
Cegerxwîn ji ber şêrînê nexweş e, lê ji ber kuştina xwe jî şêrîn e. Yezdan hişeke wusa bilind da ye Cegerxwîn, mirov zane ceger xwîn be jî dewsa xwînê de hest û helbest diherikin, şibê zarokekî piçûke diya wî çi qasî lêdanê lêxe dîsa jî diya wî jê re şêrîn e, her tim ber jana evînê peyvên bi gul qewimandiye, acizî, tenêtî û dilşadî hemû bi hev re jîn dibin. Hestên wî di helbestên wî de tenê û yek in ku wexta digihijîn hev dibin şahiyeke mezin. Êş, elem, ezab û kul ên de tu tişt namîne.
|
Rebwar Kalid |
Ev hemû tişt tên jiyîn lê mirov her tim dîne bîra xwe, bîr rêyeke kûr e, her bîranîn ji tê de dijî û vedije, pîr dibî lê bîr nabî. Tiştên herî xweş di nav evînê de ku tu nizanî çi yê çawa çê bibe, evîn ne xitim kirina Qur’anê ye ne jî bi lêv kirina mirinê ye, tenê ye, tenêtî yê. Him heyî him tine yî, geh rast î geh çewt î, tu wate yî û tu hest î.
Vê cureyê de divê em qala evînadariya Celadet Alî Bedirxan jî bikin û ya wî çawa ye. Dotmamê re çi dibêje;” Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xilas dikit.” Celadet hemî evîn li ba xwe kom kiriye, herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya, lê nizane û nikare, çimkî ji ber evînê ve xwe xwe nas nekiriye, lê evîn pir baş nas kiriye, dibêje bila evîn min bikuje lê nebêjin ji bo wî camêrê mixabin, hêvî û hêvîdar e, gazîn û gilîkar e, dilê wî de hest û helbest tijî ye, lê bîranîn ên xwe ve xort e. Evîna xwe çawa bi lêv dike, dotmam çi xençer e, çi şerbet e, çi jan e, çi jî war e;
“Were dotmam, ava şetê me şerbet e
Hevîniya xelk û alem ji heyamê pêxembera adet bî
Ya min û ya dotmama min li Cizîra Bota, biye qebahet e
Gul û gulçîçeka nava koman
Heçî derdê dotmama ne dinê
Bira ji min re nekin gazind û loman.”
Evîndar dîl e, dîl. Nihêniyên êvînê pir in, evîndaran dibe cihekî dûr û kûr, dinya çi qasî hembêza xwe veke û benda evîndaran be jî evîndar nikare vegere hembêza dinyay yê, evîndar parçe parçe dibin û qut dibin lê dîsa jî hemû parçeyên wî/ê li alîyê evînê de dimeşin. Heza ku hez ev e, evîndar xwe diavêje bextê wî/ê. Ne serê çîrokê de ye ne jî dawî ya çîrokê de ye, navê wî/ê nadim her kes dizane evîn kê ye, eşq kê ye, hez çî ye. Evîna her tiştê heye lê yên însanan ya herî bilind e. Divê em li vir de mînak bidin evîn di hizra nivîskarê de çawa ye û Gulîzer çi dibêje;
“Min bi heft zimanan
Ji heft jinên di tengasiya
zayînê de
Duayan berhev kir
Ji bo hatina te
Nizanim Xwedê bi kîja zimanî dizane.”
Ev mijar pir dirêje zûzûka xilas nabe, mebesta min ev bû ku hûn jî hizra xwe bêjin û mînakên evîndariyê jî bi lêv bikin.
Li gorî we evîna bextewar heye an na, ku hebe jî çawa ye? Helbestên ku hûn jê hez dikin dikarin di bin de binivîsin.
Min ev hestên li jor hatine diyarkirin hemû xwendin. Eşq, evîn û vîn dijwar e. Di vê sedsalê de dijwartirîn e. Îro bi awayekî xurt meriv nikare -çi jin çi mêr- xwe bispêre evînê. Herçend wext dibore ewçend ev mesele û mijarên evîn û hestan qels dibin. Di taliyê de ez vê yekê bêjim "xweziya min bi evînên berê." Xwezî evînên vê serdemê wekî yên serdema Celadet û Rewşen, Aragon û Nancy Cunard, Paul Éluard û Gala, Kafka û Mîlena yan jî yên fictionîk ên ku tên bîra min Lara û Jivago, Madonna û Raîf Beg… Wekî Aragon dibêje "Evîna Dilî Tune."
Heke hûn nikaribin hezbikin yan jî hûn ne xwediyê ti hestên evînî bin, hûn çi bikin bikin; hizkî li pey pirraniya xwedayan herin, beşdarê pirraniya xwepêşandanên civakî bibin, alîkariya belengazan bikin, beşdarê siyasetê bibin, pirtûkan binivîsînin, hûn dîsa jî miroveke mirî ne.
Heke evîn tune be, pirsgirêkên we herdem dê zêdetir bibin. Lê heke evîn hebe, hûn dikarin her tiştî bikin û wê demê hûnê bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Çimku evîn, cewherê dilpakiyê ye.
Evîna Bextewar Tune Ye
Êdî wext dereng e, ji bo hînbûna jînê
Bila dilê me biîskin, di şevreşê de
Ji bo biçuktirîn stranek, kambaxî divê
Ji bo her riçifa dil, axînek divê
Ji bo tingîneke gîtarê, îske îskek divê
Evîna bextewar tune ye
Evîn tune ye ku, ji janê nehatibe
Evîn tune ye ku, dil de birîn veneke
Evîn tune ye ku, ru neçilmisîne
Evin tune ye ku, ji girî nehatibe
û tevî te ji evîna welêt
Evîna bextewar tune ye
Lê ev evîna min û te ye
Cana min, xezala min, birîna dilê min
Ez te di dil de disitirînim, mîna çûkeke baskşikestî
Li me dinêrin û diçin, bêyî ku tiştekî zanibin
Dubare dikin li pey min, rîsiyê minê hûnandî
Ewên ku hazir in bimrin, ji bo çavên te yên reşbelek
Evîna bextewar tune ye
Tu tiştê mirov lê nayê, ne xwurtîya wî, ne qelsîya wî
û gava ku bi hêvî hembêza xwe vedike sîya wî ya xaçekî ye
Gava ku bi hêvî dilgeşîya xwe diqîre wê dieciqîne
Jîyana wî jê bîyanî û êşeke bênav e
Jîyana wî dişibe wan leşkerên bêçek
Ku ji bo qedere din xwe girê dane
Hişyarbuna sibehê dê bi kêrî çîyê wan bê
Ewên ku êvarî çek ji dest tên girtin
Hêstirê xwe bigre ez bi gori û bêje
Evîna bextewar tune ye
Pilingo, te dîsa şeref da bloga min, spasdar im. Tu bi xêr hati ezbenî. 🌼
'Xweda nikaribe wiha hezbike,
nexwe ez ê jî hezkirina xwe bikim Xweda.'
Ez bi vî hawî hez dikim:
Ji zerafet, zalimtî, narinî, çorsî û ji wê şairiya te,
ji wê mêraniya ku tu ne xwediyê wê yî hez dikim.
Zemanekî tu zaro bûyî û rojekê tu dê bimrî û bibî cendeke,
lewma ji te hez dikim.
Hem ji bedena te û hem jî ji aqilê te hez dikim.
Ne tenê ji xetên stûyê te yên muntezam,
Ji xweydana binçengên te jî hez dikim.
Ji wê hêza te ya ku agir berdide xwîna min,
ji wê bêhêziya te ya ku mîna zarokekê,
hîsa girtina destê te dide min hez dikim.
Xweda nikaribe wiha hez bike,
nexwe ez ê jî hezkirina xwe bikim Xweda.
Heloise (Ji nameya ku Abelardî re şandiye)
Dîrok dê ne mîna şair û feylesofekî, lêbelê dê mîna dildarek î te behsa min bike. Erê, dê mîna dilarê te behsa min bike û ez bi hezkirinê nizanim.
Petrus Abelardus (Abelard) / Ji nameya ku Heloisê re şandiye
Û evîna bextewar nîn e.
Hezbikin
'Aşiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me
çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez
Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez
Dest xweş pilingo
Ez bi qurbana wan mirovan bibim, ku dil û gotina wan yek e. Ka evîn?
Mijûl hez be;
Ji bo birêz Selahattin Demirtas min hezkirina xwe li ser pel weşand ev derket holê 😌
Ba bangkir got huuu
Pêre, pel xişir xişir xwe livand
Çîvîk dengda daristanê
Şitlên hişk tevzî dan xwe
Reng bi reng bûn yek
Li ser zimanê wan azadî
Bager çêbû, ket rê.
bi rêya selîmîye
Gîhaşt Di seat a fitarê de
Bangda, Allah û ekber
Çar dîwarê kuf girtî hat xwar
Pişta xwe da ber sitûn.
Nehêşt bê xwar ser mûrî yan de
Jîyan par dikir bi wan re
Zêdetir dengê eliqandin dihat,
Ji girtîgeha bê dîwar
Ba, ew bager
Tofan e ji wan re.
Eman ji halên wan re.
Na wele.
enstrûman e ji bextê wan re
Parêzvanên jîyan ê ye
Girtina dest ê reş û sipî YE
Gotinên xweşe jiwan re
Zayîn a xulav e
pîrozkirin nûjîyan e
nizanim evîna bextewar heye an nîne..
Mela (cizîrî) dibêje; ji bilî ax û av û agir û bê, hêmaneke pêncemîn jî heye q ew jî evîn e
û ew bingeha wan her çaran e.
ev dubeyta mela hat bîra min:
«bê lebê le’lî mela min ji meya alî çi hez
suhbeta tê nebitin yari bi her hali çi hez »
« lal dudaklar olmayınca al şarabın tadı yok
mecliste yar olmayınca hiç sohbetin tadı yok »
hêj jî nizanim..
Min bi heft zimanan
Ji heft jinên di tengasiya
Zayînê de
Duayan berhev kir ji bo hatuna te
Nizanim Xwede bi kija zimani dizane.
Bawerim tu kesên bextewar jî tu evîna bextewar jî tune ne 🙁
Delal herdu çavê min qesrên te ne / Nav herdu çavê min çîhê pîyên te ne Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî / Û bi mijangên min biêşin pîyên te
***
Sevgili, iki gözüm senin sarayındır / İki gözümün içi senin ayaklarının yeridir Korkuyorum, ansızın adım atarsın da / Kirpiklerim ayaklarını acıtsın.
Baba Tahire Uryan
Ax û wax a min e, ji destê evînê.
Bes min tobe kir li ber destê evîna evîndaran.
Ew ne aşiq û mest im, bes bê hal û bê weslim.
Evîn û hijêkirn û eşq ji hev cûdane,
Ne evîn ne jî eşq ne ne ti xilac-tişt in, lê wexta te go hijjêkin. Ez dibê ev e heq û heqîqet
Dilê şad agah ji dilê jar nîne
Kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyekî kevn e
Ku azad ji dîlî agahdar nîne.
Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim
Bela wek remzekê ji bejna te ye
Mecnûnî qismek ji sewda te ye
Gumana min ev e ku xaliqê te
Veşartî î di temaşa te de ye
Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e
Alemê de kes nebe wek min, amîn
Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
Her ê ku bi halê min bawer nîn e
Weke min be, weke min be, weke min
Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse
Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye
Biçim ez ji vê alemê bider çim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
Ez ê j’dildar re peyamkê bişînim
Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim
Eger destêm bighê çerxa felekê
Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:
“Te bi yekî dayiye sed nîmet
Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê”
Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê
Baba Tahîr Ûryan
êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
hemû bajar li gel min gav diavêje
tenêtî karxezalek bû
nêçirvanekî hat
nîşan lê girt
gavên min nagihêjinê
Abdullah Peşew
BIRÎN
Ne gul û ne kulîlk man
ne parîz û ne gûlîstan
ne dengê xweş ne miqam
ne bilûr û bilûrvan
Keçik çû kezî ma
û axeke rizî ma
nijdî mir û hêştir ma
Hawar çû hêstir ma
Bilbil mirî gul mirî
ne rez maye ne tirî
ken vemirî girîn ma
derman çû birîn ma
Kamûran Elî Bedîrxan
Ew nérînén te yê li ser evîn ì li ser taybetmendîyê evînê raste rast hatî dîyarkirin û dîsa xwûya dike kû evînî tiştek mîne tehma bê dawî dide mirov lê bi zor û zehmetî ew tehm dide héstén me … li ser van nîqaşan jî Baba Tahir dibêje
Kú dil dilber be lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlîhev dibînim
Nizanim kú dil kî dîlber kî ye .
OTTO
kekê gor min tişteki mina "evin" ê tunneye lê ez disa ji helbesteki xweş daynim lê vir:))
bajarek…
bajarek bifikire ku
di nav de ez
bêkes û tenê.
te difikirim
te digerim
te dixwazim
hesreta te dikişînim.
bajarek bifikire ku
bê te bi hertiştên xwe min dixeniqîne
tehma jiyana min jehr kiriye.
bajarek bifikire ku
bûye hepsa min
ez bûme mehkûmê wî
dest û lingên min girê daye
min dixapîne.
bajarek
ez û tu
eşq û tenêtî
hesret û gazin…
çi bibêjim
tenêtî ji her alî ve min dikuje
bizanibe ku ez dimirim
saet bi saet
roj bi roj ez dimirim
tu tune yî
ez dimirim…
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir dil ji min
Dên nedîrê bo 'ebîrê
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir dil ji min
Xweşxeramê ez xulamê
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir dil ji min
Mahirûyê miskiboyê
Surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan 'eql û hiş man
Sa'eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir dil ji min
Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir dil ji min
Serwinazê serferazê
şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir dil ji min
Bejn û bala tûx û 'ala
Min kirin vêk ra mutala
çîçeka terhîn-i wala
Dil ji min bir dil ji min
Mîrê xazî şîrê tazî
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j' xeflet ve gazî
Dil ji min bir dil ji min
Şîr û xişt in zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir dil ji min
Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min
Melayê Cizîrî..
Seet xweş pilingo serkeftin ji tere rêya te vekiriye (resule bafeyi)
min hij te kir
pirr pirr pirr
dibû pirpira çivîkan li ber qefesê
û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.
reş bûn ji xwe
zivr zivr, kevanî
reştir dibûn bi kilê siphanî
her çiya bi evînekê bi nav dibû
û te, di çavên xwe de azadî xwedî dikir.
min hij te kir
li dû her koçberiyê pirrtir
û gelektir ji xwe ji gelekî gelektir
her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir
baz xayîn diketin sarya min
min hij mirina te kir!
Arjen Arî
Ji çiyayê Tûjik -ku
Bi çil qevzî çilçav-
Ji te re anîme ev çeng av.
Ka vexwe heyrano,
Tu tî yî, tu tî!
Û tu birîndar î jî.Heyy
Raaa
Nooo…Kîjan şopa nicis li te da!
Ji çiyayê Tûjik te xwe berda
Xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda
Pezkoviyê Cûdî, heyrano
Nikarim bidim melhema te jî…Şerr
Vaaa
Nooo…Zelal, ava qirr qeşa
Çeng bi çeng bidim te jî,
Tu tî yî, tu tî!
Heyrano,
Tu têhn î li qurtek azadî! Xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê
Tehntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar
Dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar,
Bajar bêpêjn dimîne, hew diyek dike hewar:Şerr
Zaaa
Nooo! ..Xwîna me mazatê de
Zêrê zer re serbiser e.
Her xwîn vedigere axê
Axa bêxwîn xwelîser e.
Azadî her kê xwestibe
Xwîn rakiriye di ber re,
Di şer de bûm doh jî loma
Îro şer e, sibe şer e…
Arjen Arî
Bi ya min evînî û hestên bi vê rengî xweş in. Bextewarî pêkan e lê di civakên ne nexweş, psïkopat û birçî de. Çimkî mirovên civakên nexweş jî nexweş in û ev yek di her warê jiyanê de xwe dide dest. Abê naz, trîp..hwd yên keçikên Kurdan naşibin yên ti neteweyekî mesela 🙂 Çimkî bi rastî Kurd tev di derûniya xwe de nexweş in. Ê ma mirovên ku derûniya wan xirab bûyî re evîndarî zor e gidî. Heya dest bi têkiliyê dikî emrê te diçe, heya dev jê berdidî û xwe jê xelas dikî dîsa wisa. Gotinê dirêj nekim; Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar Buhareke germ çêkim. Were dotmam, heyranîya pismam were, xwe di germîya dilê min ê ciwan û ciwanîya min a kevn de bigermîne. Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen. Celadet Alî Bedirxan
:)))
Sedan sal e
Di mala xwe yî wêran de
Ez pisîka kor î kuncikê midbexa siltan im
Sedan sal e
Hewş û ber hewşa min vala ye
Li ber deriyê dizên xwe pasewan im.
Sedan sal e
Weke çengek dan
Aşê dîrokê ez avêtime
Her çar dorê'm qulên gêrika ne û
Mûrî dev dane nava min
Sedan sal e
Tasa serê'm minare ye
Kî tê û dengê xwe tê de hildide
Sedan sal e
Niştimana min nêrgele ye
Kî tê li devê xwe digire
Sedan sal e
Li ber derê tekiya dinê
Cotek solên bipîne me
Kî min li xwe dike
Ji bo wî me
Sedan sal e
Piştî terîşekê
Têm avêtin
Sedan sal e
Piştî pînekê
Min li xwe dikin…
Ebdulla Peşêw
LI BER DERÎ
Şev bû dereng
Çokên min qerimîn.
Heyv li nav ezman kizirî
Deriyê xwe li min veke
Îşev hatime
Ji çinîna baqek ji nergizên çavên te
Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn
Li ser ewrê porê te yê xav
Îşev hatime
Çirîska bajarê bîranînan bangî min kir
Bi sîma zarotiya xwe ve
Bi xema biyên xwe yên şor ve
Hatime û venagerim.
An ez ê bigihîm te
An wek momekê dişewetim û dihelim
Deriyê xwe li min veke
Ez dildarê te yê cara me
Her zeviya ber deriyê te me
Her têhnê pûka berfê
bahoz û barana te me
Deriyê xwe li min veke
Ez ew kes im
Heta duh jî
Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim
Li nav tasa tirsê te ez vedixarim
Dem: Li bin baskê ezman dike bawîşk were
Şûn: Reşikeke bêdeng e
Derî li min veke
Tiştek nîn e şîrîntir be
Ji xişta pê û çip çipa lêvê
Deriyê xwe li min veke
Westayê rêyek dûr im
Wekî caran hinekî rûdinim û radibim
Şev bû dereng
Çoka min sist bû
Heyv li nav ezman kizirî
Deriyê xwe li min veke
Dar û kevirên devê derî xwe davêjin te
Abdulla Peşew
Ji Oza Yé De
.
.
Dil dikim tu ket nizanibi çi qas xemginim.
Bawer bike ez te ji xwe ve nakesirinim
Bawer bike mirina min ji te re nabe ders.
Bawer bike , ji te re nabim bar, bı jiyana xwe ve.
Silav oza, dil dikim her tim bilbisok bimini.
Mina ronahiyeki fanosa kuçeyeki de çiziriye.
Te ji min berda û çû yi , ji bo we nikarim te sûcdarkim ,
Şikur ku tu ketî jîyana min.
Silav Oza !