Otomobîla Min
Di meha Sibatê de min raporek peyda kir. Min got ez ê erebeyekê li ser raporê bikirim. Beriya wê, ne min ji erebeyan hez dikir ne jî kêfa min ji erebeyan re dihate. Heta, yên ku erebeyan wan hebûn, min ji wan nefret dikir!
Îcar me raporek bi dest xist wek fîlma Aram Dildar ya bi navê “Derengmayînek” ( li wira bi det nexistibû, çi guneh bû ) Anyway, min got kanî em li nasîna otomobîlan binêrin bê kîjan baş e.
Welleh, min nêzîk meheke û nîvekê li ser Youtubeyê li vîdeoyên otomobîlan nêrî. Lewma min li her otomobîlê dinêrî, yên ku ez ê qet nekarim bikirim jî, min temaşe dikir. Wilo wilo, meraqa min li ser otomobîlan çê bû. Helanê, min erebeya bi dile xwe ji xwe re kirî. Îcar bû wek kurmê çixareyê bi min ve. Min hîn jî meraqa wan dikir. Ez ketim nava taybetiyên wan ên teknîkî jî, mînak, çawa şanzûmanên DSG têne bikaranîn filan û bêvan.
Bi vê serboriya jorê re tecrûbeyeke gelek baş çê bû. Min jî ji xwe re got, Çima ez îşekî wilo nakim bi Kurdî? Û min beriya niha bi mehekê dest pê kir. Min doh reklama wê kir. Ez ne ji kamerayê fêhm dikim ne jî ji montaja vîdeoyan. Saxbe, Bilal Korkut bernameya IMovie rayî min da. Ez bi xwe li ser monte dikim.
Ez zanim gelek kêmasî hene. Xwarziya min Nûrcan Erdem jî wênegir e, lê nizane zêde kamerayê bigire. Yanî bi van derfetan me dest pê kir. Lê em ê hewl bidin, her carê baştir û rengîntir bikin!
Armanc di vira de ev e, bi vê xebatê em dixwazin lîteratur û arşîveke Kurdî li ser erebeyan çê bikin. Em ê di vê qadê de bi îstîkrar bin!
Pere tune pereeeee
Dema mezin bum ezê ji xwe re yêkî ji vê bikirim. 🙂
Welle ew xweş bu. Spas.
Balkêş e 👍
Mehmed Emîn Cirikê hêja û Salomeya payebilind, mala we bibe tijî zîv û zêr da ku we bi nivîseke welê berê me da ser makîne û siwarokên şexsî. Ez hem serbilind im hem jî bêpayan kêfxweş. Belê divê, em şaxên xwe vedin her yek ji me ber bi aliyekî ve here, here ku zimanê kurdî zîl bide bireşe û derûdorê hêşin bike bixemilîne. Çer min xwend yekcar kurtefîlma Aram hate bîra min.. ez destavêjiya te a vê qadê a biîstikrarbûna ji dil pîroz û bimbarek dikim. Heqqet ma me weha navê? Tu dê bibêjî qey em ê her yek bibin nivîskarê edebiyatê, lehîzvanên şanogerê? Naa! Misoger ne welê. Divê em herin em he rin! Û li her de ve rê bi zimanê xwe bijîn, biafirîninn🍂🍂
Spasiya we hemûyan dikim. ☺️😬 Welleh bi xêra birêz Salome. Belê, her yek çi ji destê me bê, di warê xwe de divê bi kurdî ‘emel bike da ku di warê zanistî û teknolojîk de lîteratureke kurdî durist bibe.
Mikrofonê ji devê xwe dur bike bi kerema xwe.
Gelekî baş bûye serkeftin dixwazim.