Otomobîla Min, Teknoloji

Peugeot 2008 (Allure)

Weke hûn dizanin Peugeot markeyeke Fransewî ye û gelek kevin e. 210 salên wê bûye ku heye. Modela ku em ê li ser rawestin 2008 B SUV (Sport Utility Vehicle lewra wesayeta ji bo werzişê) e û xwuşka 3008 ye. Ev herdu model hatin makyajkirin û gelek veguherîn di wan de çê bû. Ji ber ku ev herdu model jî zêde rewac dîtin endezyarên Pejoyê pir li ser vana sekinîn. Jixwe ev pênc sal in Pejo li ser teknolojiya otomobîlan pêngavên mezin pêk dihîne.


Di vê modela ku em ê danasîna wê bikin sê paketên wê hene. Vana: Active, Allure û GT Line ne. Ya me Allure (cezb kirin, balkişandin…) ye ku pakêta nîvek e.



Panjûr an jî kapûta wê: Hema hema weke xwuha xwe 3008 e, lê panjûra vêya mezintir û bi mirêstir e. Farên wê eko-led in, ango ne tije ne. Di ya GT Linenê de tije ne, heta dîzayna wê cudatir e. Wekî din li ber panjûra wê rengekî reş heye ku ji vî rengî re “piyano black” dibêjin. Ji bilî vira di gelek cihên din de jî hûrgiliyên bi vî awayî hene û ez bi xwe gelek kêfa min ji vana re tê. Li ser kapût xetên newaze otomobîlê xurt û bi heybet nîşan dide.



Kêleka wê: Li kêleka wê jî xetên yekpare yên newaze otomobîlê li ber çavên merêv xweşik dike. Piyano blackên li ser derî, jant û piştek otomobîlê qeşendtir dike. Jantên wê 17 ne û têra wê dike. Li pakêta binya wê 16 ye û li ya ser wê hejdeh e.



Dawiya wê: Dawiya wê eynî mîna 3008 e. Lê dîzayna wê hinekî din cudatir e, ji bo nimûne navbeyna cama dawîn û jêra wê merêv dibêje qey pelixandî ye. Jixwe ên din hema hema eynî ne.



Baxaca wê: Hecma baxacê wê 434 lître ye. Ev hecm li gorî reqîbên xwe pir baş e. Dema me Kamiq dabû naskirin me gotibû 400 lître ye. Ji aliyê cîcikan ve ne weke Skodayê ye. Gelek sade ye. Li bin wê tekelikeke acîl heye. Tu karî paldankên wê yên dawîn radînî ku dema tu wilo bikî dibe 1300 lître wan. Baxac ne elektronîk e, normal manuel e.



Kokpît û hundirê wê: Dawiya wê li gorî ku B SUV e, fireh e û sê rêwî, yê/a ortê ne tê de, dikarin bi hêsanî rêwingiya xwe pêk bihînin. Malzemeyên ku hatine bikaranîn normal in. Du heb cihên şarjê hene, lê cihê klîmayê tune ye. Mesafeya çongan û paldankên pêşîn baş e, lê mesafeya serê merêv û tawanê hinekî teng e. Helbet normal e, ji ber ku sunroofa wê heye. Dema em derbasî pêşiya wê dibin taybetiya vê otomobîlê ya herî xweşik derdikeve ber çavên mirov. Merêv çawa çav lê dikeve fîlma Star Warsê tê bîra merêv. Merêv dibêje qey em di hundirê keştiya fezayê ya fîlma Star Warsê ne. Em ji 3008ê jî dizanin ku çi qas xweşik e. Lê di vira de tiştên xweşiktir û newazetir hene.



Kadrana wê ya du qatî tekane teknolojî û xemilandin e ku pir xweşik e. dîroksiyona wê biçûk û xweş e weke 3008ê. Weke ajotina leyîstika otomobîlan e, hikma wê ya bedena otomobîlê jî pir xweş e. Em bêne ser ekrana wê ya nîvekê. Ev ekran 7 înc e û tûşên wê manuel in. Li ya ser wê di GT Linenê de 10 înc û tûşên kêlekê bi manuel in û wilo ji bo ewlehiya ajoker çêtir e. Ji bo ewlehiyê sabîtkirina lezê ya adaptîv heye. Lê Şopandina şerîtan û firêna acîl jî nîne ku li pakêta ser heye. Ji pakêta ser û ya wê gelek cudatî hene ku vana jî bi pere ne.


Motora wê û agahiyên teknîkî:


Cûre B Segmend
Cûreya qaseyê / hejmara derî SUV / 5 derî
Cûreyê motorê Dîzel / 3 sîlîndîr
Hilberîn 2019 / hilberîna wê didome
Şewat (nav bajar / derveyê bajar) 4.2/3.8
Hêza motorê 130 hp
Şanziman EAT8 / 8 fitêz / du tekero
Lezgînî 0-100 km/saet 9,3 sn
Leza herî bilind 195 km/saet
Baca wê ya salane (2020 model û 1499 cc) 1.007,00 TL x 2


Cûreya Motorê Dîzel / 3 sîlîndîr
Hecma Motorê 1499 cc
Hêza Herî Bilind 130 hp (97 kw) / 3.750 rpm
Tork 300 Nm / 1.750 rpm


Hejmara Paldankan 5 Paldank
Dirêjahî 4300 mm
Firehî 1815 mm
Bilindahî 1530 mm
Giranî 1235 kg


Baxac 434 lt
Pîvana Lastîkan 215/60 R17


Mehmet Emîn CIRIK


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Hevnasîna T-Roca Wolkswagenê (2021)