Kurdî, Müzik, Resim, Sanat

Prensesa Bêtac û Text: Ayşe Şan

Eyşe Şan serhildana jina Kurd li hemberî kevneşopiyên civakê yên feodal bû. Eyşe Şan, Eyşana Elî, Eyşe Xan… Jiyana Eyşe Şan ku wekî “Prensesa Bê Tac û Text” jî tê nasîn, li gel huner û stranên wê bi êş û zehmetî derbas bû. Dengbêja Kurd Eyşe Şan sala 1938’an li Amedê ji dayik dibe.


Di 18’ê Kanûna 1996’an de li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê bi nexweşiya penceşêrê dikeve û diçe ser dilovaniya xwe. Eyşe Şan di demekê de ku Kurd dihatin înkarkirin, bi kilam û hunera xwe li dijî sîstema înkarger û asîmîlasyonîst bi wêrekiyeke mezin sekinî.



Eyşe Şan di demeke ku feodalîzm û zextên li ser jinê dijwar de dest bi dengbêjiyê dike. Hewldana wê ya yekem a hunerî di cemaeteke jinan ya Amedê de bi gotina îlahiyan dest pê dike. Lê, zextên civakê û paşverûtiya tê ferzkirin nahêle Eyşe Şan li Amedê hûnerê bike. Neçar dimîne berê xwe bide Dîlokê.




Li Dîlokê gava xwe ya yekemîn a hunerî diavêje. Lê ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî di radyoya Dîlokê de du salan stranên Tirkî dibêje. Di sala 1963’an de ji ber pirsgirêkên madî berê xwe dide bajarê Stenbolê û li wir konserên Kurdî û Tirkî dide. Li vir bi strana ‘Ez Xezal im’ deng vedide.


Piştre kasêta xwe ya yekemîn derdixe. Lê, navdarbûna Eyşe Şanê zextên li ser kêm nake, berovajiyê wê zêdetir dike. Ji ber ku stranên Kurdî di vê demê de qedexe ye, Eyşe Şan êdî nikare li Tirkiyê bimîne û berê xwe dide xerîbiyê ango Almanyayê. Li vir hewl dide hem bijî hem jî hunera xwe bidomîne. Di vê demê de keça xwe Şehnaz a 18 mehî jiyana xwe ji dest dide. Di warê hestan de jî demeke zehmet derbas dike û di vê demê de strana ‘Qederê’ a bi nav û deng derdixe.



Piştî demekê, careke din dixwaze vegere Stenbolê. Lê, jiyana wê ya li Stenbolê wek hêvî dike nameşe. Ji ber stranên Kurdî yên dibêje, gef lê tê xwarin û zext lê tê kirin. Eyşe Şan di vê demê de dayika sê zarokan e. Zarokên wê jî ji ber zextên li ser wê terka dayika xwe Eyşe Şanê dikin. Eyşe Şan bi tena xwe dimîne.


Di sala 1979’an de berê xwe dide paytexta Iraqê Bexdayê. Di Radyoya Bexdayê de bi navê Eyşe Şana Elî dest bi stran gotinê dike. Li ser vexwendina waliyê Hewlêrê yê wê demê tê Hewlêrê û konserê dide. Li vir fersenda naskirina gelek hunermend û dengbêjên Kurd dibîne. Bi germî ji aliyê Kurdên hemû deverên Başûrê Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin. Li Bexda, Dihok, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tehsîn Teha, Nesrîn Şêrwan û gelek kesên din re derket ser dikê û bi hevre ji bo gel konseran dan.


Eyşe Şan di nava civata Kurdan de bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî û Ayşa Şan tê nasîn.


Di nava jinên Kurd yên hunermend de Eyşe Şan navekî naskirî û weke Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan û yên din şopeke dewlemend a hunera Kurdî li pey xwe hiştiye.


“Wele te nastînim, derdê hewiyê nakişînim.”


Eyşe Şan stranên gelêrî, siyasî û bûyerên jiyana wê eleqeder dikin, gotiye. Stranên wê yên navdar ku di civaka Kurd de tê zanîn: Cembeliyê Mîrê Hekariyê, Mem û Zîn, Lê lê Bêmal, Zerî Heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Koçerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko, Wele te nastînim, Qederê Yar, Xerîbim Dayê, Werin werin Pêşmergeno, Newroz û Welatê min Diyarbekir.


Eyşe Şanê bi stirana “Heywax Dayê” bû tercûmanê dilê dayikan. Stiranên wê mîna jiyana wê, û jiyana kurdan bû. Ew têra xwe bi êş û keser in, û bi pirsên neheqiyê barkirî ne. Bi dilgiranî sedema êşa xwe wisan dihanî zimên: Rencdarbûyin, bi xwe re kûl û keserên mezin diafirîne. Dema welatekî me yê azad hebûna, nirxên me jî li cem gelê me dê bi qiymet û buha bûbûna. Em ê bibin feda ji bo gelê xwe, ji bo welatê xwe yê bindest û rencdarbûyî.



Tevî ku gelekî dixwest biçe cihê lê ji dayik bûyî, Amedê jî, ji ber zextên civakî nekarî bizivire. Hezkirin û piştgiriya dayika wê li hember van zextên civakî têrê nedikir ku Eyşe Şana xwe bigihîne Amedê.


Eyşe Şan di dawiya temenê xwe de êşên mezin kişandin û di nava tenêtî û xizaniyê de bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Sala 1996’an de li nexweşxaneyeke Îzmîrê diçe ser dilovaniya xwe.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Fernand Khnopff, Caress of the Sphinx ve Oidipus Kompleksi

Tevî wesiyet dike, wê li Amedê defin bikin jî li gorî tê gotin ji ber pirsgirêkên madî zarokên wê nekarîne wê bînin Amedê. Niha jî gora wê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê ye.


Hinek ji stiranên wê ku ji bîra mirov naçin ev in: Lê lê bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qurban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal, Lê lê dînê, Xivşê, Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê hewiyê, Hepsîyo, Min tu dibu, Memê Alan, Nazliyê ve Wey Saliho Kurmam.


* Ev berhemanan aîdê Ercan Altûntaş in, mafên wan ên giştî parastî ne. Hûn wî dikarin li ser nav û navnîşana @jiyanmunzur ê înstagramê bişopînin. Ji bo pirsên we yên taybet, hûn dikarin li salomecizrawi@gmail.com ê têkiliyê deyinin.


Mijar dê werin guherîn, lê belê em ê pirranî û giraniya xwe bidin ser nirx û kultira xwe. Spasî û hez ji bo ewan kesên ku dê bibin piştgirên me.


Çavkanî 1: Yeni Özgür Politika
Çavkanî 2: PENa Kurd