Kurdî, Mitoloji, Psikoloji

Pygmalion-Bandûra Rosenthalê û Mîtolojî

Mîtolojiya Yewnanî her tim ji bo nivîskaran bûye bestlêrabûneke mezin û wekî çavkaniyeke zengîn a bestlêrabûna efsaneyan. Ev çîrokên mîtolojîk hê jî, ji hêrsbûyinên me, ji nefretkirinên me û behsa însanên nûjen ên niha, ya rastir qala wê serdema ku serîhildana li dij Xwedawendên hingê dike. Ji hêla keçikên, Amathontê Qubrisî, Propoetidler ve Afrodît ku Xwedawendiya wê û desthilatiya wê ji bo ku -bi navê xwe yê ku di Mîtolojiya Yewnanî de Venus e-, hatiye redkirin û pûçkirin, ji hêla Afrodîtê ve hatine fahîşekirin û tê îdeakirin ku ev keçikên ha yekemîn fahîşeyên dinyayê tê hesibandin.


Pygmalion ê ku dibîne Propoetid di vî halî de ne biryar dide ku êdî peywendiyê bi jinan re daneyine û êdî nezevice. Jiyandina ji însanan bidûrmayî tercîh kiriye, ev yek hilbijartiye; ji ber vê yekê bi însanan re napeyive, gilî û gazincan nake û nakeve nava wan. Bêyî peykeran tu girîngiyê nade tiştekî din. Spêde heya êvarê bi wan re wextê dibûrîne. Peykerên nû diafirîne, gilî û gazincên xwe bi tenê bi wan digihîne. Ev yek jî wî beraliyê çêkirina peyreke jineke ku bi dilê wî be dike.



Bi rojan bi şevan xwe diguvêşe da ku heya wê rojê peykerê nehatiye çêkirinê bîne pê hetta peyreke welê ye ku dê jê pê ve neyê çêkirin. Qîma xwe bi vê yekê nayine û gelek caran xirab dike ji nû ve çêdike, rengekî nû yê din didiyê. Pygmalionê ku ev peykerê jina ku ji dîranê fîlê çêkiriye ewçend xweşik bûye ku, jinên ku jîndar in nagihin kata xweşikahiya wê. Navê peykerê Galatea datîne. Pygmalion dibe evîndarê peykerê. Belê Pygmalion dibe dildarê peykera ku bi xwe afirandiye.


Ew bi hemû heza xwe ji peykerê hez dike, lê belê peyker ji ber bêruhiya xwe nikare bibe miqabilê dilê wî. Ji ber vê yekê Pygmalion ji Xwedawenda Evîniyê -Aphrodite, Venus- lava dike, da ku jineke wekî wê derxîne hember wî. Her weha Pygmalion ê ku wê peykerê mist dibe û hejê dike, Aphroditeyê wî dibîne û dilê wê pê dişewite. Lewma jî Aphrodite biryar dide da ku alîkariya vî zilamê reben bike, paşê jîndariyekê dide wê peykerê ku ji dîranê fîlê pêk hatiye.


Wextê Pygmalion ê ku bûye dildarê Galaetayê radimûse dibîne ku peykera wekî cemedê bûye germ, lêvên sar û zuwa bûne nermik û germik, her weha Galaeta jî bersivê dide ramûsana wî. Êêê hûn ê bibêjin Salomé ev çîroka ha peywendiya wê bi kîjan sendromê ve heye? Ev çîroka kevnare a mîtolojîk hêza mecaziya libendemanê nîşan dide. Ev bûyerok carina tesîra, Pygmalion, carina Tesîra Galatea, carina Tesîra Rosenthalê, carina kehaneta xwerastkirinê, bixwebawerbûna pozîtîf, xweşbînî, bixwebawerîanîn yan jî carina wekî bawermendî tê binavkirin.



Di derbarê rasteqîniya rewşa ku di destpêkê de tune ye, hêviya ku dê bi pêvajoya rêvekirinê bibe rastîn, encama tevgera ku dê veguheze bikaranînê, halê ku ne li ber çav e veguheze rastîniyê “self fulfilling prophecy” ye, yanî kehaneta ku xweîspatkirî ye. Tiştê ku însan arzû dike û dixwaze bibe rastîn yan jî tiştekî ku wekî rastîn dipejirînin, Pygmalion, mîtosê ku zû an dereng ê veguheze rasteqîniyê ye. Di lîteratura derûniya civakî de tê mana mefhûma Merton ê kehaneta xweîspatkirinê ye. Her weha tesîra Pygmalion Effect, ji bo xwenîşandana însanan e ku ew xwe û di temsîlên derbarê dinyayê de yan jî girîngiya îmajên wan bîne pêş çavan tê bi kar anîn. Ev îmaj û temsîlên ha ne rast bin jî, wekî encam rastîn in.


Michelangelo yê ku çêkirina peykerê Mûsa bi dawî kir û derket hember û weha hawar kir “Ho Mûsa ka biaxive, çima tu naaxivî!” Mînaka karekterîstîk a vê yekê ye. Cemîl Merîç: Pygmalion wekî bextewarê herî dilgeş ê faniyan bi nav dike. Di lîteratura psîkolojiyê de bandûreke Mîtê Pygmalion ê girêdayî yê bûyeroka fetîşîzmê ye. Pygmalionismus ê ku behsa xwesteka netêrbûyî ya daxwazlêkirina peykerên jinan û objeyên ku di şekilê organên jinan de ne, dike, ji mîtosê Pygmalion pêk tê.


Ya rast eger hûn bi bîr bînin, tirsa mezin a Keyê Yewnanê, wekî di kehanetê de be, bavkujiya wî û paşê bi diya xwe re zewacîn bû. Taliya talîn, ev kehanet û tirsa mezin a oidipus pêk tîne. Bi vî awayî meriv dikare bi kompleksa Oidipus ve jî girêbide.



Tesîra Pygmalionî ya ku li ser jiyana me, tê sepandin “bûyeroka hêviyên mezintir ên ku li ser performansê tên hildikişe jor e”. Bi gotineke din; hevîdayin û libendemayineke mezin a ji bo merivekî, pêvajoya biqîmanîna guherandina tevgerên hingê ye. Di psîkolojiyê de wekî “Kehaneta Xweîspatkirî” tê zanîn. Wekî Wolfgang von Goethe jî çêlê lê dike: Hûn li hember kesekî wekî berê tevbigerin, ev yek ê wekî xwe bimîne. Lê belê hûn tu guherînê nekin û wekî xwe, wekî bivê tevbigerin, hingê dê, her tişt li gor heyvanê xwe were pê.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Çıplaklıklar

Di derbarê vê mijarê de George Bernard Shaw, di sala 1913î de nivîsa ku nivîsiye, musîkala My Fair Lady” di 1964an de adepteyê sînemayê û di sala 1965an de fîlmê herî baş, derhênerê herî baş, sînematografiya herî baş, musîkala herî baş, kostumsaziya herî baş, derhêneriya huneriya herî baş, dengsaziya herî baş û lîstikvanê peya yê herî baş, ji heşt şaxan xelata Oscar wergirtiye.



Versiyoneke vî fîlmî, bi navê Pygmalion, di sala 1938an de jî heye. Derhêneriya fîlmê Antony Asquith û Leslie Howard in, senaryonivîseriya wê Bernard Shaw kiriye û serekelîstikvanên wê ji Leslie Howard û Wendy Hiller pêk hatiye. Digel vê hindê, dil sala 1990î de, bi navê –Jineke Taybet– ku derhêneriya fîlmê Garry Marshall kiriye, senaryonivîseriya wê J. F. Lawton kiriye û serekelîstikvanên wê ji Julia Roberts û Richard Gere pêk hatiye jî dikare wekî fîlmekî nûjen ê Pygmalion bête nirxandin.



Ew jinan hemûyan wekî bi qusûr bifikire, mîsal û bêkêmanî peykerekî êgekirî yê çêkirî biafirîne û paşê bibe evîndarê wê, belê peykersazekî weha… Hûn gelo di derbarê vê mijarê de çi dihizirin? Gelo we dixwest ku hûn jî bibin evîndarên peykerên jin yan jî zilamên ku we bi xwe afirandine?


Çavkanî:

Mauricio Betancourt, The Pygmalion Effect in Digital Marketing

Thomas Oppong, Pygmalion Effect: How Expectation Shape Behaviour For Better or Worse