Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî, Müzik, Sanat

Qiymîş Nabim “Dêm’a Mela” Bê Guhortin

Sala 2010’an Dengbêj Cemalê Mihê (18’yê Rêbendana 2021’an çû ber rehmetê, bi rêzdarî bibîrtînim.) got ku: “Strana Botan a navdar ‘Dar Hêjîrokê’ (Hêjîra Çiya) ji çardeh (14) cureyên hêjîran pêk tê. Li destpêka her çarînê de, navê hêjîrek li Kurdistanê heşin dibe heye. (Hêjîra çiya, hêjîra latê, hêjîra binxetê hwd.) Got Aynûr Doxanê ew stran qusandiye û bi tenê sê cureyên hêjîran gotiye. Herkes niho wê stranê wek wê dibêje û ewqas gotinên dî avê de çûn, milet jî ji bîr dikin.”


Aynûr Doxanê stran gelek xweş şîrove kiriye. Jixwe gazinda min ne ji denge wê û kesên dî ne. Lêbelê ez vê pirsyarê dikim: Çira dema stran, yên Botan, Hekkariyan û Behdînan bin, stranbêj hemeta gotinên wan nakin û bêminet xelet dibêjin û destdirêjiyê li wate û diyalektîka wan dikin. Ma malê van sê herêman malê talanê ne?


Stranek gelêrî heye navê wê “Lê Lê Ruhê” ye. Ji Aram Tigran bigre heta Rojda‘yê û ji Tara Mamedovayê bigre heta Hozan Aydinî hwd. û gelek gruban –yên navdar û nenavdar- dewletek stranbêjan ew stran gotine. Di wê strhanê de hevoka “Qiymîş nabim te şiyar kim.” dibore. Ji van stranbêjan yekê jî ne gotiye “hema ez ê bi şûna peyva bi turkî ya ‘qiymîş nabim’ bêjim ‘dil nahêlim’ te şiyar kim.” Hemiyan wek ayetekî, gathayekî pîroz muamlet li vê gotinê kirine û yêk herf jî neguhortine. Mirov dibêje qey gotinek “Xwedayî” ye. Di dîrokê de pirtûkên Xwedayî jî hatina guhortin, lê peyva “qiymîş nabim” nehatiye.


Lê dema mesele dibe stranên Botan, Behdînan û Hekkariyan; stranbêj, fermanê pê de tînin. Ji qeneve bi şuna gotinên stranên yê resen peyvên xweyî-wate (watedar) jî danin cihê wê jî baş e. Xwezîîî..! Lê wê jî nakin. Hema gotinan ji ber xwe tavêjin û tu me’neya gotinan nahêlin di stranê de. Peyvan neguhorin jî rast bilêv nakin. Ew stran “malê talanê” ne.


Çêdibe ku hûn bibêjin min “Bextê Xwedê tu niho behsa çi dikî?”


Ez biçim mînakan mesele yê çetir zelal bibe û hûnê çêtir bizanin ez behsa çi dikim.


1. Strana serkanî Erdewan Zaxoyî, ya bi navê “Cana Min” Rûşen Alkarê kiriye di albûma xwe de û şîroveya wê jî gelek xweş e. Lê klîba xwe de gotina “Dil nadim te bihêlim.” xelet bilêv kiriye û bêwate kiriye, dibêje “Dil nadim teh bihelim (Helandin).” Yanî wek berf dihele, dohn dihele…


Pirsyar: Wateya “Dil nadim te bihelim.” (erîmek) çi ye? Ma mirov ji yekî dora xwe jî pirsyar nake? Na, nake; çûnkî ew “malê talanê” ye. Erdewan Zaxoyî gotiye “Li min û te bî (bû) derengê” Rûşen xanimê gotiye “li min te bi derengê” Yanî çi? Ka kablo, ka wate? Li Botan û Behdînan qertafa dema borî “bî” ye; ne “bû”ye. Mînak: Kitikeka me hebî (hebû). Lînka klîba stranê:



Jiqeneve bigotiya “li min û te ‘bû’ derengê.” Da ku hewe mafê bi gotina “heval di ziman de yekîtî lazim e.” dest bixista û ez linç bikiriyan. Û piştre hewe dîsa wek karê xwe yê rojane dest bi axaftina turkî bikiryan. Deka…


2. Aynur Doxanê jî strana “Govend e” ya ku Erdewan û Eyaz Zaxoyî bi hevre gotî kiriye di albûma xwe ya bi navê “Hêdûr” de û gotinên wê talan kirine. Lînka stranê:



Çend xeletiyê wê kirîn:

a) Gotina resen: “Kiras lewendî li ber e.”
Aynûr Doxan: “Kiras lawan dîlber e.”

Yek ji hewe dixwaze bêje min, gelo wateya wê çi ye? (Lewendî, parçeyeke xemla paç e û li wûçkê/zenda jin û mêran ve tê girêdan û spî ye.)


b) Gotina resen: “Belgêt gulan werandin.”
Aynur Doxan: “Belgêd gulan wêran bin.”

Hey hewar, belgên gula çira “wêran bibin?” Koma Dengê Tristan Tzara ji me kêm e.


3. Mizgîn Tahir‘a ku ez gelek jê hez dikim, strana “Heyran Jaro” bi orkestraya senfonî gotiye û mirov ji dengê wê têr nabe. Ji gotinan dixweyî ku wê referansa xwe ji Fadil Cizirî wergirtiye. Lê belê di du deran de stran xelet kiriye. Mirov dikare lê negre (qusûrê efû bike) jiber ku ji herêma Botan dur e derfeta wê çenebuye ji kesekî Botî pirsyar bike.


Camêrê şuna “Tenûna Sindiya” gotiye “Tenûra Sindiya” û bi şûna “Banê Xanê” gotiye “Banê Xênî”. “Tenûna Sindiya” navê cihekî ye li Geliyê Goyan, “Banê Xanê” jî navê cihekî taybet e li Cizîrê û nayê tewandin. Ew ne xanî ( mal) ye, menteqe ye. Ya din jî “Tenûr”a Sindiya dibe tiştek gelek cûda. Lê dîsa jî dengê hunermenda me li dinê be. Em gelek hes jê dikin. Lînka stranê:

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Tesla Model 3


4. Koma Hîvronê -wekî herkes dizane- helbesta Melayê Cizîrî “Şox û Şengê” kiriye strhan û dengê wan jî gelek cuda û xweş e. Ez jî yek guhdarvên wan im. Lînka stranê:



Lê gotina Mela ya “dêm (rû)” wek “dem (wext)” gotiye û di nava “dem û dêm”ê de dunyayek ferq heye. “Dêm-dur (turkî :inci yüzlü)” dibe “rû dur”, “dem dûr” dibe (turkî: uzak vakitli) ” wext dûr”. Mal nemîratno! Ma hewe xwendin jî tunîne? Li wêdê bi tîpên latînî gotiye “dêm”. Ya hewe çi ye? Hew dikarin stûyê xwe b’kêrikê ve bînin.


5. Mixabin Aynûr Doxanê jî ev helbesta Melayê Cizîrî mehû kiriye û ew jî dibêje “dem” û bi şûna peyva “zuhre” wek turkî dibêje “zühre renge”. Sucê Mela ew e ku negotiye “qiymîş (!) durê.”


De vêca ev çi sin’et in (!) Mela?!
“Dêm dur” ji me kêm e (!)


6. Berfîn Aktayê jî strana Eyaz Zaxoyî ya bi navê “Heger Dunya Hemî Gul Bit” şirove kiriye. Xetaya wê bi gor van ên din siviktir e. Bi şûna gotina “xelk” wek devoka xwe kiriye û dibêje “xelq”. Hunê bêjin ” bi yek herfê ma çi çêdibe? Birayê mino, xuha mino çira “xelq”? Çira Kardeş Türküler strana Botan “Halalê” dibêje “heya kengî” nabêje “heta kengê”? Jixwedeyî (tesaduf) ye, na? Ango jibo “yekitiya ziman” dişuxilin?! Na. Dema ku te devoka Botan, Hekkariyan û Behdînan tune hesiband, çi dimîne di di destê te de?


7. Camêrekî gelek serkeftî helbesta Melayê Bateyî (ji Bêşebabê ye) ya bi navê “Qiblegaha Aşiqan” xwendiye û têde gotiye “nûrÊ mala kê yî tû?” Ma helbest guhortin ne suc e? Hêvî dikim wî ji xeleti ve zayenda peyva “nûr”ê guhortî be. Li Botan û Hekkar peyva “nûr”ê wek kurdiya resen mê ye: “NûrA mala kê yî tû?” Di kurdî de jî mê ye, çira devoka te bira?


8. Rûken Yilmazê strana “Çi Çem e Çem e” gotiye. Ez nikarim xeletiyê wê bihêjmêrim; jiber wê jî ez ê rastiyê wê bihêjmêrim da ku îşê min zû xilas bibe: hema bêje di strhanê de tenê peyva “Ehmed Beg” rast e. Ez şaqiz im çawe ew peyv rast gotiye û nekiriye “Evdirehman Beg”? Lînka stranê:



Carnan min strana Botan a navdar “Hoy Hoy Memo” ji “Şeval Sam”ê vedikir û ez dimam hêviyê ku bêje “Hoy hoy memo, memem te ji diyarbekir.” Piştî “memikên wê” bi silametî ji diyarbekirê dihat, min stran digirt. Me tevzê xwe/henekên xwe li wê dikir, min digot “Bawer im yekî Kurdê henekbaz gotiye Şeval Samê ‘Memo, memik e; em bi kurtasî dibêjinê memo.’ ”


Lê piştî min guh da Rûken Yilmazê, şîroveya Şeval Samê li ber çavê min piçek xweş xuya: “Ebasi hoş, ebasi, memem jî va ye hat ji Diyarbekir. Di rê de şofêrê dolmîşê piçekê alastiye jî, lê xem nake. Hoy hoy memo… (!)” Deka…


WEL-HA-SIL: Em tiştekî zêde ji hewe naxwazin delal no ho! Ew siyanet û qedrê hewe dayî peyva “qiymîş nakim” bidin “dêm”a Mela jî. Hey gorî Melano bi min ve!


Knîştof Kolomb


Wêne: Dengbêjên Şirnexê; Silêmanê Batû, Cemalê Mihê û İsvê Xanê (2010)