Otomobîla Min, Teknoloji

Range Rover Velar D 180 S

Land Rover markeyeke Ingilîzîstanê ye. Di esasê xwe de di bin banê modela Roverê de bû. Tê gotin ku di bin banê Şîrketa Motora Tatayê ye. Di sala 2008an de Şîrketa Motorê ya Fordê ev marke firotiye markeya Tatayê ya Hîndîstanê. Ev agahiyên jorê spekulatîv in. Ez ji we re bibêjim.



Modela me Range Rover Velar modela çaran e ku tê hilberandin. Cara yekem ev model di sala 2017an de hatiye çê kirin. Ango hîn jî tê hilberandin. Wekî din, ev model di navbera modela Evoque û Sportê de hatiye senifandin. Ji Sportê 5 santîman kintir e û ji Evoqueê 4 santîman dirêjtir e.



Berê min ev model di ser rêyan de didît. Dema min ev model didît, bi min weke tanken Almanyayê dihat. Zêde zêde luks ji min re dihate. Modelên berê wilo bûn, lê niha hinkî hatine makyajkirin, pir xweşik bûne. Dema ez li hundirê vêya siwar bûm, ez metel mam! Hew dibû! Min digot qey ez di hundirê keştiya fezayê me!






Pozê Wê:

Dema merêv çav li pozê wê dikeve merêv dizane ku modeleke Range Roverê ye. Serradeke pir mezin heye ku navê Land Roverê li ser nivîsiye. Û li jora serradê bi tîpên mezin hatiye nivîsîn ku ji her derê ve pêşiyê vêya li ber çavên mirov dikeve. Pir xweşik e bi min. Farên wê jî gelekî mezin û xweşik in. Pakêta li ser vêya di Evoqueê de paren lazer hene ku ecêb in. Heya 550 metreyê menzîla wan heye. Di vê modelê farên wê grover in.



Kêlaka Wê:

Xeta ku ji pêşiyê dest pê dike heya dawiya wê seranser dihere li ber çavên merêv dikeve û jantên wê yên kamyoyan! Min ji ber çi got ên kamyoyanan? Ji ber ku yên kamyonan mîna vêya mezin in ango jantên vêya 22 ne! Û ji xeynî vê jî rangên jantan ên piyano blackê ecêb xweşik in. Em bêne ser taybetiya herî kubar, taybetiya ku destikên deriyên wê bi xwe vedibin. Dema tu pê li dugmeya vekirina otomobîlê dike vedibin û wexta tu dikevî hundirê otomobîlê xwe vedişêrin.



Pişt Wê:

Lambeyên wê yên stop pir xweşik in û yên sînyalan diherikin. Dawiya hemû modelên niha ên sifir xweşik in. Ev jî hew dibe. Di pişt wê de taybetiya herî xweşik kamera wê ya dawiyê ye ku dema dibe herî tu dikarî bi avê ew bişo. Û avbirên dawîn jî wek hawê veşartî ne yan jî tune xuya dikin. Lê li bin babira ser wê ye.


Baxaca Wê:

Baxaca wê pir fireh e û 673 lître ye. Heger tu paldankên dawiyê daxî dibe 1700 lître wan. Wekî din aparatên wê wek modelên normal in.



Hundirê Wê/Dawiya Wê:

Keresteyên di deriyan de hatine bikaranîn pir baş in. Lewra zêde zêde baş in. Lê di binê deriyan de plastîkên normal hatine bikaranîn ku merêv fêhm nake çima di otomobîleke hew qasî luks û biha de wan deran wilo pişt guhên xwe re avêtine. Tiştekî ecêb e. Tu di vê modelê de taybetiyeke xweş heye ku tu dikarî paldankan li gora xwe eyar bikî. Ji xwe çermekî baş li rûyê paldankan hatine bikaranîn. Cihê qedehan jî normal weke modelên din hatiye bikaranîn ku ev jî dibû wilo bi ambiyansan an jî bi tiştên wilo xweş ve bihata xemilandin. Li nîvekê tuneleke mezin heye. Rêwiyê nîvekê hinekî wê aciz bibe. Li ber tunelê du heb USByên normal hene û 12W heye. Li pişt paldankên pêşîn jî bêrîkên jirêzê hene.




Kokpîta Wê:

Em hatin cihê herî xweş ê otomobîlê. Bi rastî jî ev kokpît heya niha tekane kokpîta herî xweşik e ku kanala me nîşan dide. Wexta merêv li pêşiya wê rûdinê merêv dibêje qey merêv li kokpîta keştiya fezayê ye. Gelek taybetmediyên wê hene ku em nekarin yek bi yek vebêjin, lewra em ê yên pêş vebêjin. Mînak, a yekem du heb ekranên 10 înc li ber çavên merêv dikeve ku kokpîtê premîûm nîşan dide. Ango cihekî newaze digire. Tu dikarî gelek eyarên otomobîlê ji vira kontrol bike. Mînak, navîgasyona wê him li vê ekranê heye him jî di kadrana wê. Pergala muzîkê jî bêhempa ye. Tam 17 hoparlor 1600 wolt deng!




Di ekrana xwarê de jî tu dikarî paldankan germ û hênik bike. Wekî din modên ajotinê hene ku li gorî rewşa rê û hewayê tu dikarî biguherînî. Kadrana wê jixwe, ya dîjîtal e. Dîreksiyona wê jî zêde zêde luks e, mînak, dugmeyên li sere bi awayê destanî dixebitin. Keresteya hatiye bikaranîn pir bi qelîte ye. Qûmaşê bi sedef hatiye bikaranîn, wekî din alkantara jî hatiye bikaranîn. Lê yên jêra derî û konsola nîvekê plastîkên hişk in. Herdu paldankên pêşîn taybetiyên rehet di xwe de dihewîne. Ango tije ne.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Opel Corsa 2022


Nêrîna Giştî ya Teknîkî:

Cûre Suv / otomobîla erd/ segmenta Iyê
Qase / hejmara deriyan SUV / 5 derî
Cûreya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem) 2017
Şewat (nav bajar / derveyê bajar) 7,2 lt / 5,1 lt
Hêza motorê 180 hp
Şanziman otomatîk / 8 Fitêz / çar tekero
Lezgînî 0-100 km/saet 7,3 sn
Lezgîniya herî bilind 217 km/saet
Baca wê ya salane (2020 model û 1560 cc) 3.056,50 TL x 2



Motor û Performans:

Cureya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr
Mêjera motorê 1999 cc
Hêza herî bilind 180 hp (176 kw) / 4.000 rpm
Torka herî bilind 500 Nm / 1.500 rpm
Lezgînî 0-100 km/saet 7,3 sn
Leza herî bilind 217 km/saet


Rahend:

Hejmara paldankan 5 paldank
Dirêjahî 4803 mm
Firehî 2032 mm
Bilindahî 1665 mm
Giranî 1841 kg


Baxac 673 lt
Pîvana lastîkan 205/55 R22


Mehmet Emin Cırık