Otomobîla Min, Teknoloji

Renault Clio

Reno markeyeke Fransewî ye. Markeyên mîna Dacia, Nissan û Mitsubishi di sala 2016an de tevlî şîrketa xwe kiriye. Ev modela ku em ê danasîna wê bikin di sekmenta byê de clio 5 e û pakêta Joy 1.0 SCe 72 bg e (weke nifşa pêncem jî tê nasîn). Dema tu bala xwe didî vê modelê bêhtir dirûvê xwuha xwe Meganeyê dide. Ji ber ku ev model pir di rewacê de ye endazyarên Renoyê pir li ser wê disekinin.



Ango Reno weke 3008 a Peugeotê pir karê jê dike. Ji ber vana her çi qas bişibe Meganeyê jî, bi serê xwe ye. Ango delaliya malê ye. Qama wê 4005 santîm e. Wilo li gorî ya beriya xwe biçûktir bûye, lê ne zêde. Dema tu bala xwe didî pozê wê jî, hinekî din ji ya beriya xwe bi mirêstir e. Farên wê hinekî din xweşiktir in û her çi qas pakêta joy be jî, farên wê yên tije led in. Wekî din, piyano blackên henekan ên li ser logoyê û xet û xemla li pozê wê, Clioyê weke segmanta cyê nîşan dide.



Dema merêv li kêlaka wê dinêre xetên dînamîk û sportîv çavên merêv dixemilînin. Wekî din jantên wê şazdeh in. Û li gorî bejn û bala xwe têra xwe dike. Deriyên wê yên dawîn bi awayekî cuda vedibe. Gazinên jinan pê re heye. Ango jinên ku neynûkên wan dirêj in, dema derî vedikin neynûkên wan dişikên. Ji ber vêya divê dema derî vekin bi baldar bin!


Dewiya wê jî li gorî rêze-modela beriya xwe cuda ye. Mesela, guhertina mezin di lambeyên wê yên stopê de ne. Ango bi tevahî led in. Merêv fêhm dike êdî hemû markeyên otomobîlan ji aliyê nexş, dizayn, teknolojî…hwd. pêngavên mezin pêk tînin. Spoylera (spoiler) jorê weke baskê otomobîlê yê dawîn e. Peywira vî baskî hêla bayê ku ji pêşiyê tê kêm dike. Ev ramaneke pir serkeftî ye. Di dawiyê de navê modele weke gelek modelên nûjen di nîvekê de bi tîpên mezin hatiye nivîsîn. Baxaca wê 391 lître ye ku di çîna xwe de li ser reqîbên xwe Wolkswagen Polo, Peugoet 208, Opel Corsayê wan xistiye.



Dema merêv dikeve wê merêv ji qelîteya qûmaşên paldankan fêhm dike ku baş e, ji xeynî wê her çi qas segmenta byê be jî xetên wê yên hundirîn wê wek premîûmê dide nîşandan. Dema merêv derbasî kokpîta wê dibe kokpît bi xemleke sade hatiye xemilandin. Jixwe, li her derê wê keresteyên hişk hatine bikaranîn. Lê di pakên wê yên touch û iconê bi piranî nerm in. Dîreksiyona wê hinekî din bi desten merêv xweş tê. Jixwe ev pakên manuel e. Bi şeş fitêzan e. hewadarên klîmayê weke Passatê hatine xemilandin. Ê min bi xwe, min ji konsola wê zor hez kir. Di vê pakêtê de parka sensorê, star-stop, sînyalên neynikên cotî hene.



Nêrîna Giştî


Cûreya otomobîlê B Segment


Cûreya qaseyê / hejmara deriyan Hatchback / 5 derî


Cûreya motorê Dîzel / 4 sîlîndîr


Hilberîna salê (destpêk / talî) 2020 / Hîn tê hilberandin


Şewat (Nav bajar / Derveyê bajar) 4,2 lt / 3,2 lt


Hêza motorê 85 hp


Şanziman Manuel 6 Vitêz/ du tekero


Lez 0-100 km/saet 14,7 sn


Leza herî zêde 178 km/saet


Baca wê ya salane (2020 model û 1461 cc) 1.007,00 TL x 2


Motor û Xurtbûn


Mêjara motorê 1461 cc


Hêza herî bilind 85 hp (63 kw) / 3.750 rpm


Torka herî bilind 240 Nm / 1.600 rpm


Lez 0-100 km/saet 14,7 sn


Hecma depoya şewatê 39 lt


Rehend


Hejmara paldankan 5 paldank


Dirêjahî 4050 mm


Firehî 1988 mm


Bilindahî 1440 mm


Giranî 1264 kg


Baxac 391 lt


Lastîk 185/65 R15


Mehmet Emîn Cırık


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Kürdler Ne Zaman Uzaya Çıkacak?