Kurdî, Mitoloji

Şahmaran: Hevpariya Mîstîk

Di nav gel de marê bi serî însan e, gewdeyê wî mar e. Di farisî de bi navê “Şahê Maran” yanî “Şah-ı Maran” tê binavkirin. Ji xeynî vêya di efsaneya Ashâb-ı Kehfî de ji nav heft heban yek “Yemliha”, ku tê wateya “hikim kirin”ê, navek ji navê Şahmaran e. Di wêjeya Îranê de binyada Camasbnamê sê çîrokên di hundirê hev de ne û sê binbeşên dûberekirina van çîrokan in: Hasib Kerameddînî û Çîroka Şahmaran, Çîroka Bulukiya û Çîroka Canî an jî zimanê îbranî tê. Beramberî vêya, tê bawer kirin ku, çîroka Şah Cîhanî di çavkaniyên Hîndistanê û Îranê de hene (Mant, 1998: 62-3).


Mirov li çavkaniyên çîroka Şahmaran binêre, şopên hîndiyan, îraniyan, îbraniyan û Ereban dibîne. Di çêbûna Şahmaran de bandora çanda Mezopotamya û Anadolê û tevgerê jinê gelek heye. Li gorî qenaetan di kevneşopiya Camasbnameyê ya Îranê de, çîroka Ashab-ı Kehfî, şopên ku ji şaristaniyên Asya Navîn, Anadol û Mezopotamyayê hatine, wek çavkaniyên sereke hatine dîtin û ev çavkanî bandora xwe li hemû cîhanê û li hemû fikr û raman û li alema hunerê  kirine (Onaran, 1997; 6).



Li gorî Gibbî, Camasbnamê, ku berhemeke Îranê ye, wergera Çîrçîrokên Hezar Şevî ya “Qralîçeya Maran” e. Li gorî îdiaya Melikoffî ji dîroka Tebariyê ve hatiye wergirtin. Çîrçîrokên Hezar Şevî materyalên wêjeya neteweyên rojhilêt, dîrok, dîroka şaristaniyê û folklorên wan di xwe de dihewîne (Ulutürk, 191: 181). Di sedsala 15an de li zimanê tirkî wergera herî girîng a camasbnameyê ya  helbestkar Musa Abdi ye. Çîroka Şahmaran bandora xwe li ser Battalname û Saltuknameyê jî kiriye. Tê qalkirin ku Sarı Saltuk wexta ku dikeve bîrê bi salan li wira dimîne û bi Şahmaran re pêwendiyekê çê dike. Lewra li wira hevdû dinasin. Şahmaran ji bilî qalkirinên gelêrî, di cûreyên wêjeya tirkî de jî cih digire (Cıblak, 2007: 191-2). Di Tewratê de tê qalkirin ku lawê pêxemberê Danyalî li bal Şahmaran wext derbas kiriye. Mijara Camasbname wilo ye: Danyal razên (sir) hemû gerdûnê dizanîbû, li her derê xwediyê hikmetê bû û şifa dida. Berî ku bimire, wesîyet dike ku pirtûka wî ya bihikmet bidin lawê wî yê ku dê çê bibe. Dema ku lawê Danyalî çê dibe, navê wî dikin Danyal. Wî dişînin dibistanê, lê belê, bi ser nakeve. Debara xwe bi darvaniyê dike.


Rojek ji rojan ku baran dibare, bi hevalên xwe re diçin şkeftekê û li wira hungiv dibînin. Dema ku hingiv diqede, hevalên li wî pê xayintiyê dikin û wî davêjin bîrê. Camasbî, di hundirê bîrê qulikekê vedike. Rohnahiya ku di qulikê de vedibe dişopîne û bi vî awayî li welatê Şahmaran derdikeve. Serboriyên Şahmaran vedibêje. Şahmaran jî çîroka Bulukiya dişopîne. Di navberê de gelek dem dibuhire û Şahmaran bi şertê ku serboriyên xwe ji kesî re behsê neke ew serbest dihêle. Desthilatdarê wê demê Keyhusrevî nexweş dikeve ku dermanê nexweşiya wî tenê goştê Şahmaran e. Camasbî, ji ber zordariyên desthilatdar mecbûr dimîne ku cihê Şahmaran bibêje.


Şahmaran bi sêhran tê girtin û dûre tê kuştin. Desthilatdar ava goştê Şahmaran vedixwe û rehet dibe. Camasbî bi pirtûka bavê xwe û tiştên ku ji Şahmaran hîn dibe, dûre jê re dibe tecrûbe. Li pey wî ev tecrûbe dibe alîkariya gelek sirên cîhanê ku ev mijar ronî bibe (Erkan, 1993: 43-4). Di wêjeya klasîk a Îranê de Camasbname, ji bo wêjeya tirkî dibe çavkaniyekê ku  hema hema wek wê berhem têne nivîsandin. Li Tirkiyeyê li gelek herêman çîroka Şahmaran heye. Piranî mîna hev in, keza bingeha çîroka Şahmaran û wergera Mardusî bi vî awayî ye. Her çiqas li gorî herêman guherîn pêk hatibin jî, ev nayê wê wateyê ku derketine derveyî mijarê. Wek ku Kirkî jî dibêje, mîtos her tim tê guhertin, lê binyada çîrokê wek xwe dimîne (Kirk, 200: 81).



Çîrçîrokên Hezar Şevî, digihêjin heya çîrçîrokên Hîndiyan. Ji sê merhaleyên rêzebûyeran pêk tê: Veger, azmûna veqetandinê û encam. Lehengê mîtosê, ji bo ku bireserekê bibîne, dikeve rêyekê. Di rê de pêrgî gelek astengiyan tê. Dikeve cîhana bin erdê. Li wira bi hêzên derasayî re dikeve pevçûnan. Tiştên ku dixwaze, bi dest dixe û vedigere. Serketina rêwîtiya wî aramiyekê bexşî civakê dike (Moran, 194: 204). Moran dibêje ku serpêhatiyên lêgerîna arketîpan di romansan de lehengê mîtosan bi xwe dûbare dike. Li gorî tespîta Moran ya binyada tîpîk a romansan ew e ku di van vegotinan de armanca leheng gihîştina gencîneya veşartî ye û gelek caran di van xezîneyan de ejderhayeke arjeng li benda xezîneyê ye. Leheng bi ejderha re dikeve pevçûnekê, gencîneyê bi dest dixe û vedigere welatê xwe. Di qalibê dûberekirina van cûre çîrokan de ev wate dertê:  Zêdebûna gumrehiyê li ser xelayê û serketina jiyanê li ser mirinê (Moran, 1994:204).

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Dengê Yasemînê

Di cûr be cûr herêmên Anatolyê de versiyonên çîroka Şahmaran di formên efsane, çîrok û çîrçîrokan de tê vegotin. Bi aliyê xwe yê mîstîk û erênî ve Şahmaran, li hember kesên ku sozên xwe dixwin, efûkar e, şîrîn e û bi aliyê xwe yê xêrxwaz balê dikişîne ser xwe (Cıblak, 2007:191-192). Şahmaran îro jî di çandên cuda de dijî û di rengên neteweya Asya de wek çîrçîrok, efsane, bawerî, hunera wêneyan, merş û raçandina xalîçeyan û di dêlindezên (merasim) sinetan de û neqşên cuda de cih digire (Mant, 1998: 16). Şahmaran wek semboleke zanyar e ku nexweşan rehet dike. Şahmaran di herêmên cuda yên cîhanê de sîmgeya jinê ye û di gerdûnê de wek bereketê tê dîtin. Li Anadolê  ji aliyê  zêdebariyê ve biyom tê dîtin û  di cihêzên keçên ciwan de tê neqşkirin. Di wêneyên gel de di teknîkên neqşandin û dirûtinê de ji motîfên Şahmaran tê bawer kirin ku ji xirabî û bobelatan diparêze; bereket, xêr û boşahiyê dê bîne ji ber vê yeke, hêza qûwetê temsîl dike (Şentürk, 1997: 40­-1).


Pênaseya “hevpariya mîstîk” a antropolojîk ku Bruhlî ji bo civaka biyanî bi kar aniye, têgeha “kolektîf ya derhişî” ya Jungî ye. Jung dibêje ku her mirov di kûrahîya rihê xwe  de  hebûna mirovekî arkaîk dihewîne. Di navbera mirovên roja me de jî wek mirovên bîyanî hevparîyeka mîstîk heye. Ji ber ku  mirovên modern vê hevparîyê dehfî derhîşî dikin, pevgirêdanên ku mirovên arkaîk bi mirovên roja me ve girê didin, di kûrahîyên derhişî de gerek bigerin (Akt.Güney, 2003: 87). Levî-Straussî, angaşt (îdîa) dike ku fikrên mîtosan her tim li hember ciyewaziyên xwe pêş dikevin û ji bilî vê armanca mîtosan ew e ku ji heq nakokiyan bêne û mantiqeke model pêk bînin. Dîsa li gorî Levî-Straussî du peywirên mîtosan hene, çunkî mîtos fonksiyona raman û ziman gengaz dike û taybetmendiyên ku ji aliyê xwezayê ve hatine watedar kirin di xwe de dihewîne (Dundes, 2006: 110). Binyazarî dibêje dema ku ez zarok bûm, min wêneyekî Şahmaran dîtibû. Ez gelekî jê tirsiyabûm. Ez him tirsiyabûm û him jî bala min kişandibû. Di zaroktiya xwe de cara yekem min pirtûka Şahmaran xwendibû. Ji ber vê yekê ji bo rojên siberojê li ser min bandorek çêkiribû (Binyazar, 2003: 107).


Mîna vê tirsê lehengê çîroka Mungan, İlyasî jî heman tişt tê serê wî. İlyasî çiraxê Şahmaranvan e (Mungan, 2004: 17). İlyasî ji vî tiştî ne hayedar e, hîna piştre guh dide çîroka Şahmaranê. Binyazarî di zaroktiya xwe de resmên Şahmaran ên ku di malan de daleqendî ne, tesîrê li ser wî dike û vê rewşa xwe wilo rave dike: “Mala me ji jûrekê pêk dihat. Di dîwarê wê jûra me de wêneyê Şahmaran hebû. Gelek caran hema min bi xwe wilo tenê lê dinêrî, ez diketim nav xeyalan. Min xwe bi xwe digot ez jê bitirsim an hez bikim? Tişta ku min dizanî û min xeyal dikir, min digot Şahmaran li cihekî dûr e. Şahmaran wek dêwan û cinan ne nêzîkî min bû” (Binyazar, 2003: 106).



Ji ber qiloçê li ser serê wî/wê, taca wî/wê ya xemîlandî, teriya wê/wî…hwd. him aşîna him sosret û him jî bibîrxistina xweşikî û xerabiyê di xwe de dihewîne. Kesên ku cara ewil wî/wê dibinin jê ditirsin. Ji ber aliyê Şahmaran ên jinanî û xweşkayî û bandora ku di bin hişê mirov de çêkiriye, hêmaya marî ya sar hesteke hevpar a dudil çê dike. Dema ku mirov cara yekem li çav marî dikeve û jê ditirse serê wî/wê ye. Serê wî/wê ya bi tacê jî hesta xweşikbûnê dide meriv.


Bêguman rewaca Şahmaran di nav Çîrçîrokên Hezar Şevî de, hevpariya qedera wî/wê ye ku mirov di xalekê de digihîne hev. Tişta ku Şahmaran dixe bin bandora xwe psîşa wê ya hevpar e (Jung, 1997; 168). Piştî ku tê îxanet kirin jî, Şahmaran hezkiriyên xwe bernabe, jê bêhtir hez dike. Ji ber hindê hişmendiyeke hevpar di hişê mirovan de saz dike.


Navê Yemlihayê tirkî Şahmaran e. Di gelek dever û çandên cîhanê de Şahmaran, nêr hatiye xêz kirin û vegotin. Lê di eslê xwe de du zayend e, lewra hem nêr hem mê ye. Di hin varyantan de aliyê jorê nêr e, aliyê jêrê mê ye. Lê bi gelemperî di resman de mê ye (Cıblak, 2007: 193). Ev rewş dide xuya kirin ku mar du zayend e. Ji bilî vêya di eslê xwe de mêr wek fîgurekî ye ku wek zayenda mê hatiye vegotin. Di varyantên tirkî de li hemberî Şahmaran du  lehengên mêr derdikevin û di nîvenda vanan de temaya eşqê, saadetê û îxanetê cih digire. Ji ber ku însan cihê Şahmaran dizanin, ev wek xetereyekê tê dîtin. Ji ber hindê Şahmaran dixwaze vegere bal Belkiyayê û Hasibî. Anku bi van kesan bawer e. Di varyanta ereban de Şahmaran, Yemliha ji aliyê Hasibî ve dîsa tê xapandin. Ji ber hindê naxwaze vegere welatê xwe. Dibe parçe parçe da ku ji deshilat re bibe şifa. Heta li ber Hasibî dixe ka gelo wê goştê canê wî li kîjan merhaleyan de derbas bike û wê çawa goştê canê wî vexwe. Di varyanta tirkî de guhertina ku li ber çavên mirov dikeve, rewşa Hesibî ye. Dema ku Hasibî dibin hemamê, zikê wî reş dibe. Vê rewşa hanê yanî zikê wî, wek ku bi pul û zîvan hatiye girtin, tê vegotin. Ji ver vêya bi hemrazê xwe Şahmaran re têkiliyeke sembolîk didomîne (Çalışkan, 1998: 97-8).

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Rembrandt van Rijn, Danae

Şahmaran cazîbeya laşê jin û mêr, hêzeke jiyanê di xwe de dihewîne. Di serdema ewil a mirovatiyê heya niha balê dikişîne ser xwe. Di navbera jin û mar de gelek wekandin hene: Qabiliyeta guhertina kirasê mar û zayîna jinê, kontrola wan ya li ser avê…hwd. Van wekandinan ji bo her duyan çavkaniya hêza kontrolkirina jiyanê ye (Çalışkan, 1998: 91-2). Ji ber vê yekê di mîtolojiyan de têgeha yezdana jin, bi hêzeke zêde jiyaye. Armanca kuştina Şahmaranan ew e ku nexweşiyên ku dermanên wan tuneye, rehet dike. Mirin, agahiyên nebatan û nemirbûna marî dikeve destê însanan. Li varyantên Şahmaranê de tê gotin ku wê rojekê mar derkevin ser rûyê erde û wê êrîşî însanan bikin, wê bajaran xera bikin ku ew roj qiyamet e (Cıblak, 2007: 191). Mirov vêya dikare wek kirin û neheqiya ku însan dikin bibîne û ew tirsa ku wê însan bi vanan re rû bi rû bimîne li ber mirovan siberojê tirsnak dike.


Şahmaran, li hember bangewaziya vanên jorîn, ku encama wan dizane, li hember nayê, helwestekê nîşan dide. Li hember azweriya helwesta mirovan, ew wezîrên ku wê qûwetê bi destê xwe bixe û ku wê hêzê li gorî emelên xwe bi kar bîne, dê ava teriya wî vexwe da ku bimire. Wê vê tevgera marî ji bona însanan wek başiyekê bê dîtin. Di çîrçîrokê de ya ku tê gotin, lê belê ya ku tê bidestxistin an jî nayê gotin, xezîneya Şahmaran e. Lewra rîwayeta ku wê mar bê xeber bêne kuştin û piştî ku bêne kuştin wê bêne talan kirin. Wê yên ser rûyê erdê, hêza yên binê erdê bi dest bixin. Di welatê xwe de Şahmaran dewlemend û dilgeş e, temsîlkarê hêzeke din e. Ji bo yên li ser rûyê erdê xeternak tê dîtin. Şahmaran, wek ku dê qet li ber kuştinê dengê xwe dernexe, ew ê xwe teslîm bike. Eva hanê jî wê hêza mêrtiyê têk bibe, wek tunekirina hêza mêrtiyê dê bê binavkirin û desthilatdariya mêtiyê ya sembolîk pêk bîne.


Mehmet Emin Cırık