Seat Leon 1.0 eTsi Hybrd Style Plus (2022)
Weke hûn dizanin û me berê jî gotibû, Seat markeyeke Îspanyolî ye û fabrîkaya wê hîn jî li Îspanyayê ye. Ev modela ku em li ser wê rawestiyan tevî vê carê çar caran e ku tê guhertin. Ango çar car e ku tê makyajkirin û weke nifşa çarem a Leonê ye. Gelek guherîn pêk anîne endezyarên Seatê. Lewra ji serî heya dawîn hatiye guhertin. Ev model weke Golfa Volkswagenê û Scalaya Skodayê wan li ser flatforma MQB’yê tê avakirin.
Şikl û Şemalê Wê:
Ledên wê êdî tije ne û matrix in, ên dawiyê awayê herikbar in. Serê pozê wê dema merêv lê dinihêre merêv dibêje qey Golf e. Seradeya wê li gorî ya beriya xwe hinekî mezintir e. Du xetên li ser qapûtê wê weke Passatê ye. Pişt wê bêhtir dişibe Grandland X a Opelê. Ango merêv dikare bibêje ku êdî hemû model dişibin hevdû. Nivîsa markeyê li dawiya wê weke modelên din ên nû bi tîpên mezin û ji yên din cudatir bi awayê destnivîs hatiye nivîsîn. Logoya wê S ye û navê xwe ji Caddeya Santîagoyê ya Îspanyayê werdigire. Li dawiyê kameraya paş heye ku qelîteya wê baş e. Stopên dawiya wê seranser in. Lê giştik venakeve. Jantên wê 16in. Yên standart 17î ne. Yê baxacê, ecêb e, 18 ye! Di modeleke hew qas berbiçav de li bin kapûtê wê îzlosyon tune ye ku merêv matmayî dihêle! Lewra çi bihayê wî materyalî heye ku pê venekirine! Heyf û xebîneta modeleke wilo ku wê bahdilandine!
Baxaca Wê:
Baxaca wê gelekî fireh e û 380 lître ye. Wexta tu paldankên dawî radînî dibe 1301 lître. Ji bilî vê baxaca wê ya elektronîk jî heye, lê ev jî, mixabin, bijarte anku obsiyon e. Lewra divê hûn bi pereyan bikirin. Aparatên hundirê wê wek yên Volkswagenê ye.
Hundirê Wê (Dawiya Wê):
Materyalên li dawiyê hatiye bikaranîn hişk in. Lê ev keresteyên hişk û nerm bi neqş û xetên xweşik hatine neqşkirin. Qedehdankeke xweşik heye ku tê de heye. Ev hûrgiliyeke pir kubar e. Li ber wê, weke di hemû modelên Volkswagenê de heye, tuneleke bilind heye. Ji bo rêwiyê nîvekî astengiyek e, lê yekî zarok dikare bi hêsanî li vira rêwitiyê bike. Welhasil weke hemû modelên Seatê dwiya wê jî têra xwe fireh e. Ledên tawanê led û destanî ne.
Kokpîta Wê:
Dema merêv li kokpîta wê dinihêre merêv dibêje qey 8a Golfê ye. Jixwe mefteya wan jî mîna hev in. Bi giştî keresteyên ku li pêşiyê hatiya bikaranîn ji dawiyê baştir e. Dîreksiyona wê pir xweşik hatiye çêkirin. Lewra weke modelên premiumê ye. Hundirê dexil, çavik, bêrikên wê bi qûmaşên bi qelîte hatiye raxistin. Kumandaya faran êdî bi dugme ye. Kadrana analog e. Pakêta li ser wê djîtal e. Ekrana nîvekê 8. 25 înc e. Tu dikarî gelek taybetiyan bi awayê destdanî biguherînî. Lewra tûşên fîzîkî pir kêm in. Gopala fitêza wê hatiye guhertin û pir kubar xuya dike. Weke ya Porscheyê ye. Li ber wê ji bo şarjkirina telefonan şarjdanka otomatîk heye. Û li ber vêya jî du hep USByên nûjen hene.
Motora Wê:
Merêv bivê-nevê behsa motora vêya bike. Taybetiyeke ecêb a vê motorê heye. Jê re Mild Hybrid dibêjin ku merêv dikare weke NîvHybrîd jî bibêje. Ev ne mîna hîbrîdên normal şarj nabe. Lewra dema tu lingê xwe ji xazê hildide motor disekine ev hîbrîd dikeve dewrê. Anku dema motor disekine ji ambiyans û tiştik miştikên elektronîk re ceyranê hildiberîne. Ev taybetî li gelek modelên Volkswagenê û markeyên wê ve tê bikaranîn. Bi ya min ev taybetî ji bo emisyon û şewatê şoreş e. Du taybetiyên wê yên din hene ku gelek baş e. Ya ewil çespandina xetên rê ye û li dû otomobîlekê firênkirina bêyî ajovan e. Li Bakurê Kurdistanê ji berk u xetên cadeyan zêde ne baş in, li gelek cihan naxebite. Lewra xebitandina wê xetere ye! Niha hêdî hêdî modelên mezin ên weke Volkswagenê berê xwe didine modelên biceyranê. Hefteya borî Passatê ji ber rewşeke wilo xatir ji me xwest. Lewra Volkswagenê cara dawîn ew nûjen/makyaj kir û beriya vêya ew ji Emrîka û Ewrûpayê vekişand. Bi taxmîna min, wê saleke din wan bê hilberandin û wê bi tavahî hilberîna wê bisekinîne.
Ajotina Wê:
Li pêşî makporsin û li dawiyê kevana helezyonê baş hatiye sazkirin. Ji saziya Euro NCAP’ê pênc stêrk wergirtiye. Ev xelat xelata ewlehiya modele ye ku dide ajovan. Suspansiya wê gelek serketî ye. Jixwe me bere behsa şanzimana Volkswagenê kiribû. Û îzolasyona wê baş e.
Nêrîna Giştî ya Teknîkî:
Cûre otomobîl / segmenta Cyê
Qase / hejmara deriyan
Hatchback / 5 derî
Cûreya motorê
Benzîn+hybrid / 3 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem)
2020, hilberîna wê didome
Şewat (nav bajar / derveyê bajar)
6,3 lt / 5,3 lt
Hêza motorê 110 hp
Şanziman otomatîk / 7 Fitêz / dutekero
Lezgînî 0-100 km/saet
10,5 sn
Lezgîniya herî bilind 192 km/saet
Baca wê ya salane (2022 model û 1560 cc) 788 TL x 2
Motor û Performans:
Cureya motorê Benzîn / 3 sîlîndîr
Mêjera motorê 999 cc
Hêza herî bilind 110 hp (… kw) / – rpm
Torka herî bilind 200 Nm –
Lezgînî 0-100 km/saet 8,5 sn
Leza herî bilind 192 km/saet
Rahend:
Hejmara paldankan 5 paldank
Dirêjahî 4368 mm
Firehî 1799 mm
Bilindahî 1456 mm
Giranî – kg
Baxac 380 lt
Pîvana lastîkan 210/50 R16
Mehmet Emin Cırık
Ma hûn li ku bûn?
Elinize sağlık. Böyle bir çalışmanın devam etmesi sevindirici. Ayrı yeten bu model favorim. Merakla izleyip okuyacağım. Spas