Kurdî, Psikoloji

Sendroma Pûmayê Xêt

Sendroma Pûmayê Xêt mefhûma kirina karekî bi hilberîneke kêm yan jî kedkariya pirrtirîn a ji bo karekî bikêrnehatî ye.


Belê, ev peyv çima li ser Pûmayekî hatiye binavkirin? Pûma yek ji jêhatî û jîrektirîn yên ajalan e. Eger xerckirina enerjiya ku wextê dikeve pey nêçîra xwe, ji ya bidestnexistinê kêmtir be, hingê Pûma dev ji nêçîrê berdide, êdî nade pey û nabeze. Pîvana xerckirina enerjiya ku li pey nêçîrê dike, eger ji enerjiya ku dê ji potansiyela nêçîrê zêdetir be, di heman kêlîkê de radiweste, têkçûnê dipejirîne û dikeve pey lêgerîna nêçîreke nû.



Pozbilindiyê nake, hêrsbûneke beradayî nake, nakeve gumana xweispatkirinê jî. Lê belê eger mijar were ser karxezalekê, hingê rengê hewldanê tê guhertin, heya dawiyê dide pey nêçîrê. Ji ber ku ew pê dizane peyreviya pey karxezalê hejayê rev û kedê ye.


“Xwedîhişmendbûn ne girîng e, a girîng ew e ku meriv hişmendiya xwe di cih de bi kar bîne.” Descartes


Aha Sendroma Xêtiyê, bicihanîna berpaşiya ravekirina mirovan a ji bo vê rewşê ye. Gelek kesên ji me, hedefên xwe çewt hildibijêrin, lewma jî enerjiya me li tu-tunê diçe. Peyva serfiraziyê bi gelemperî bi hesibîna lihevanîna têkiliya xerckirina enerjiyê û di encamê de tê pê.



“Rewşa kambax a herî giran ew e wextê ku mirov nikare xwe bi rê bibe.” Montaigne


Em lê fekin û bipirsin: Tiştê ku em hedef dikin û em ber bi ve diçin û kedê dixwin dê bi hejayê vê yekê be? Gelo em li pey kêvroşkê ne an ne li pey karxezalê?


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Batık Maliyet/Bedel Sendromu (Sunk Cost Syndrome)