Kurdî, Resim, Sanat

The Feast in the House of Levi, Paolo Veronese

Resimên Xwarinê yên Şeva Dawîn, di nava Hunera Xaçperestan de yek ji wan temayên berbiçavtirîn in. Tabloya bi navê The Feast in the House of Levi ya Paolo Veronese (Ziyafeta li Mala Levi) di seranserê hemû wextan de, serpêhatiya herî tê zanîn a ku bi çavekî didin lêmêzekirinê bi me dide fêrkirin.


The Feast in the House of Levi mîna ka bêhempa ya sedsala 16mîn a ku wekî tabloya bi rûn a boyaxê hatiye çêkirin tê pejirandin. Pîvanên wê 5,55m x 13m ye. Belê ev yek bi tevahî rast e, we şaş nexwend. Veronese ev tablo wekî orîjînal di bin sernava Xwarina Şeva Dawîn (dewsa yek ji tabloyên Titian ên ku di şewatê de agir pê ketibû) li Venedîkê, ji bo jûra xwarinê ya Basilica di Santi Giovanni e Paolo amade kiribû. Hersê hostayên mezin ên Ekola Venedîkê, Veronese, Titian û Tintoretto bûn. Veronese, herçend ji hêla pisporên tarîxê wekî hostayê piçûktirîn ê hunera modern were dîtin jî, wekî hunermendekî her car hate neqandin. Terza wî, bi saya bikaranîna coşa rengan û fîgurên bêhejmar ên ku wî di berhemên xwe de bi kar anîbû, bû sedemê nasandina wî.



Di berhemê de, xwarina êvarê, di sarayeke hema çi bigire bi mîmariya romayê ya tîpîk hatiye pê, dîsa jî bêyî Îsa Mesîh û 12 hawariyên wî, qeşmer, serxweşên Almanî, boncî û hetta tevî ajalan, fîgurên muhtelîf di nava xwe de dihewand. Ev yek bûbû sedemê gelekî bertekên tûj. Ji bo lihevkirina berhemên dînî yên ku dihat çêkirin, rêzikên tund û tûj li pêşiyê bûn. Ji bo ku mesaja dê di navê yekser bê dayin, konsey, hemû dekoratîfên heyî û yên ku dê bi ser ve bûna, qedexe kiribû.


Paolo Veronese


Di sala 1573an de, piştî ku ev parçe bi dawî kir û bi şûn de, mehkemeya Engîzisyonê ji bo naverok û îhtîvaya tabloya ku wekî “xwarina şeva dawîn” dihat binavkirin, jê lêpirsîn hat kirin. Veronese, ji bo nerêzgiriyê û nelihevkirinê hat fermandin da ku ew were mehkemeyê û qala sûcê jirêderkerketinê hat kirin. Li wî, pirsên wekî, çima di nava tabloyê de “boncî, qeşmer, serxweşên Almanî, û pirsên têvel ên wekî van ên beradayî” hene, digel vê hindê, pirsên wekî, çima kostumên berbiçav ên pirolebûyî ne, hatin pirsîn. Ji bo “sererastkirina van çewtiyan” ji Veronese re, 3 meh muhlet hat dayin.


Lê Veronese ev yek paş de vegerand li wan. Ew bi xwe welê difikirî, divê hunermend berhema ku diafirîne, li gor terza wî were pê û her weha divê azadiya hunerî di nava xwe de bihewîne. Dewsa vê yekê, biryara ku dê sernavê tabloyê biguherîne û bike Ziyafeta Li Mala Levi, girt. Veronese, biryara nivîseke ku dê li ser tabloyê bête barkirin, girt. Resim, dê ji wê nivîsa ku li ser tabloyê hat zêdekirin jî bi awayekî zelal bête fahmkirin, bi beşê 5emîn ê Lukaya Încîlê ve girêdayî bû. Wextê ku xiyaneta hawariyên Îsa dê were pê, bi me dide şayesandin.



Nivîs, Lukaya Ezîz a Încîlê, tavêje ser beşê 5emîn:


“Û Levi li Mala xwe ziyafeteke mezin pêşkêşî wî kir; û meyfiroşekî mezin ê ku digel wan rûdinişt û bêyî wan civakeke yên din hebû. Lê zanistên olî û Ferisî, bi şagirtên hember xwe re kirin pistepist û gotin ‘hûn çima digel gel û bi kesên gunehkar re dixwin-vedixwin.’ Û Îsa bersiv da wan, ‘ji wan re bijîjkek navê, wan pêdivî bi yekîtiyê heye; lê ew nexweş in. Ez bang li kesên rasteqîn nakim, ez bang li gunehkaran dikim da ku ew bên û tobe bikin.”


Veronese bi vê tevgera dahiyane, hem berhema xwe neguherinadiye û xirab nekiriye û hem jî ji mehkemeyê rizgar bûye. Dawiya dawîn kesî nedikarîbû deng li hember tabloyeke ku di navê de  qeşmer û serxweş hene derxe û lê îtîraz bike.


Çend detayine ji resimê:



Bi hêviya hevdîtinê.


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Şahmaran: Hevpariya Mîstîk