Kurdî, Resim, Sanat

The Last Judgement (Lêpirsîna Dawîn), Michelangelo

Wan rojên borî me behsa trîptîka navdar a Hieronymus Bosch (The Garden of Earthly Delights) û roja qiyametê kiribû û em bûbûn şahidê şeyasesandina dûjehê. Ez ê îro ji we re, qala ew kesê ku ez heyranê her tiştê berhema Lêpirsîna Dawîn a Mikelanj, ez heyranê, hişê wî, berhemên wî, ya rast her carê ku bi hişmendiya xwe gav tavêje û bandora vê jîrektiya hişmendiya xwe bi riya hunerê vehesînekê pêk tîne ─mîna her car─ ez dixwazim behsa wan detayan bikim.


The Last Judgementê ku ji hêla Michelangelo ve hatiye afirandin, ev berhema bêhempa ya ku wekî ‘‘Roja Qiyametê’’ yan jî ‘‘Lêpirsîna Dawîn’’ tê zanîn, freskeke ji bo Şapeliya Sîstîn a Vatîkanê hatiye çêkirin e. Berhem, şayesandina civata Îsayê ku cara duwemîn hatiye, şayesandina  ravekirina bîryara teqez a Xwedawendî ya di derbarê însên de dike. Michelangelo, ji hêla , Papa Juliusê II. ve hatiye peywirdekirin da ku ew freskên kêranên şapelînê bişayesîne û ev xebata wî ya ku bi salan dom kir, di sala 1512’an de temam kir. Paulusê III. ku di sala 1534’an de bû Papa, Michelangelo ji bo ku li ser dîwarê şapelîn ê altar Lêpirsîna Dawîn ‘‘Roja Qiyametê’’ biresimîne hatibû peywirdekirin.


Daniele da Volterra , Michelangelo


Aniha em wî rewşê bînin ber çavên xwe: Mikelanj, piştî salan, ewçend êş kişandî yê li diyarên bêhampahiyê, dîsa li binê kêrana Şapeliya Sîstînê rawesatabû. Tam bi qasî salekê li ser kompozîsyonê xebitî, îskele hatin avakirin, alçî hatin dûtin. Ji xwe re vegotina Roja Qiyametê ya ku di Komedyaya Xwedawendî ya Dante de bû, kir mînak û bi qasî şeş salan li ser freskê xebitî û temam kir. Berhemeke ku ji kedeke bêhempa, ji hişekî, tenikiyekî û jîrekiyekî hatiye pê.



Di The Last Judgement de, qala hatina duwemîn a Îsayê ku lêpirsîna ruhên mirî yên dike, tê kirin.  Îsa, bi awayekî bixwebawer destê xwe yê rastê hildaye, îcar bangewazî ne ji bo aşitiyê, ji bo lêpirsînê ye, hatiye. Meryem hem li cem Îsa ye, hem ji bi awayekî tirsnak berê xwe ber bi aliyekî din ve çerixandiye. 7 ferîşteh, borozanên xwe yên tirsnak lêdidin, gor vedibin. Ruh derdora Îsa pêç kirine, di navbera ezîz û gunehkaran de heyteholek serdest e. Pir zêde detay hene, berî ku ez bikevim nava wan ez werim ser tiştên ku ez dixwazim qala wan bikim.


Şayes, qala îhtîvaya Îsayê ku bêyî hêr û bêr, hemû fîgûran tevî ezîz û gunehkaran bi awayekî paralel ê li ser hişmendî dimeşe û bi awayekî berbiçav wan dike bindest, pêk tê. Yanî efendiyên min, hûn bi Mikelanjê dizanin, bûyerine dê pêk werin, hê di destpêkê de eşkere ye. Em werin werin ser beşê ku herî ez jê hez dikim: Michalendgelo, wextê ev resim çêdikir, yê ku li pêşiya wî disekine, yê ku li gor wî rexneyên badilhewa dike, her kî yê ku ji bo wî pêşniyarên nezanane dike, bi awayekî hûrbînî wekî karakterên nexweşik li ser kompozîsyonê bar dike.



Nivîskar Aretino, wextê pê hesiya ku Michelangelo dê roja qiyametê bişayesîne, ji bo roja qiyametê divê çi were îhtîvakirin, heya detayên karakteran dişayesîne û bi riya nameyeke edebî bi Michelangelo digihîne. Armanca Aretino zelal e, eşkere ya ku dê şahberhemekî din bîn pê, vê yekê wekî keysbidestxistina pesinandina xwe dizane, lê belê wî hay jê tuneye ku kewa xwe bi xwe li darê dixe. Michelangelo bi awayekî nazik nameyê dibersivîne, spasî lê dike, lê belê, pêdigihîne ku wî kompozîsyon bi dawî kiriye û bi awayekî vekirî pê dide hesîn ku ew ê van tiştan nikaribe li ser kompozîsyonê bar bike. Canê min.


Wextê ku resim qediya jî surprîz! Aretino wekî St. Bartolomeus ê ku çermê wî hatibû postkirin û kuştin, hatiye resimandin. St. Bartolomeus, bi destekî xwe, kêra ku pê çermê wî hatiye postkirin, nîşanî Îsa dide, di destê xwe yê dide jî çermê wî yê wekî çapekî ye, heye. Û efendiyên min werine temaşê! Rûyê xemgîn ê ku di çermê postkirî de ye, rûyê Michelangelo ye. Li ser vê mijarê di Ekşi Sözlükê de entryeke welê bijarte heye: ‘‘Otoportreya navdar a Mikelanj, vehesîneke ji bo bûyereke mîtolojîk e, Hûn dizanin, Marsiasê arode yê ku xwest Apollon digel musîkê bide pêşbazîkirin, çermî wî dihat postkirin. Mikelanj jî ji bo ku ew kesê fresk ava dike hê di salên xwe yên heyştêyî de ye, hêdî hêdî mîna kalên ku vegera xwe li îbadetê dikin, ketiya nav poşmamiya xwe ya ûhrevî. Ji bo jîrektiya afirinde ya xwedawendî, îthafa ku ji wî re hatiye gotin “il divino”, mîna Marsiasê ku ceza dikişîne, sûretê wî hatiye resimadindin.’’



Em werin ser bûyereke dîtir a Mikelanjê ku em heyranê jîrekiya hişê xwe kirine: Efendiyê min, Papa, berpirsê ayîn-torenê Monsignor Biagio Martinelli jî wextê ku tevî Cesena resim tên çêkirinê, li şapeleyan seredanan pêk tîne. Biagoi Efendî wextê resim dibîne, wekî tabloyeke fedîkariyê dihesibîne, li kerxaneyê jî tazîbûneke welê wekî sedemê fedîkariyê dide zanîn, tew ev der Vatîkan e.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Aramê Dîkran


Bi we ku Michelangelo wekî bersivdanê, çi dike? Berteka wî bi derengî nakeve. Biagio wekî zebeniya Mînos a li koşa rast a binî freske dike. Hetta ji bo ku bêheşiya Biagio zêdetir bide berbiçavkirin guhên kerê jî lê bar dike.


Biagio, bi vê şibandina Minosî ve vediguhere dînekî, hema bi revê vê rewşê bi Papa gilî dike. Lê belê tê zanîn ku Papa kesekî mûzîb e û ji Mikelanj hez dike. Ji Biagio re dibêje ‘’Heke Michelangelo, tu li Arafê biresimanda, çi ji destên bihata min ê bikira, lê belê ew e te xistiye dûjehê, kes nikare alîkariya yên dûjehê bike.’’ (Paşêtirê wextê sansurên ku li resim hatibûn kirin rabûn, Minosê ku xwediyê rûyê Biagio ye, kîrê wî ji hêla marekî mezin ve tê gezkirin, derdikeve holê, haha.)



(Papayê ku tê cihê xwe, Paulê IV. mîna yê berê ne mûzîb û dilnizm e, û ji ber ku ne li gor rêzikên heyî yên rewabûnê ne ji Michelangelo tê xwestin ku organên zayendî bêne veşartin. Bersiva Michelangelo hêjayê çepiklêdanê ye: ‘Ji Papa re bibêjin, ev pirsgirêkeke piçûk e, ev bi hêsanê tê çareserkirin. Bila pêşî ew, vê dinyaya ku em lê dijîn birêkûpêktir bike û bîne asta meriv lê bikaribe bijî, paşê dê ev tablo jî bi heman awayî xwe birêkûpêktir bike!’’


Efendiyên min, paşêtirê wê, ji ber rêzikên ku ji hêla Trento Konsili (1545-1563) hatbûn danîn, ressam Daniele da Volterra, bi karê kinlêkirinên fîgûrên pîrozwer yên ku tazî ne tê peywirdekirin û ji bo vî emrê bi cih bîne, mecbûr dimîne ku hemû lehengan bi paçekî bipêçe. Daniele da Volterra ku yek ji şagirtên Michelangelo ye, bi karê pêçandina derên mahrem ve tê peywirdekirin, ji ber vê yekê ye ku navê Volterra wekî ‘‘xebatkarê pantolonan’’ dimîne.


Bi heyranbûyineke dîtir a Mikelanjê, bi hêviya hevdîtinê.


https://m.museivaticani.va/

https://mymodernmet.com/

Serap Yüzgüller Arsal, Uşun Tükel, Sözden İmgeye Batı Sanatında İkonografi,
Günde 1 Resim, Oylum Yüksel