Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Weke Terîqeteke Rikber Qelenderî

Li ser qelenderiyan di çavkaniyan de agahiyên spesîfîk hene. Ali Tenik, radigihîne ku ev terîqeta hanê di nava sofiyên kurdan de derketiye û weke boçûneke tesewifê ya heterodoks hatiye pejirandin. Ev terîqeta hanê ji Hindîstanê heya Rojhilat û Rojavayê Ewropayê hatiye û tesewifa îslamê belav kiriye. Kesên mîna Baba Tahirê Uryan (m. 1055), Şemsê Tebrîzî (m. 1247), Fahrûddîn Iraqî (m. 1289) bi sohbet û tesewifa îslamê bûne rêberê dilê gel û bi eşqa Xwedê ve xizmeteke pîroz kirine. Bi vî awayî ber dilê mirovan xweş û aram kirine.[1] Di vê malika jêrîn ya Baba Tahir de Tenik angaşt dike ku qelenderî kurd in û nûnerê yekemîn ê vê terîqetê Baba Tahir Uryan e:


“Ez ew rind im ku navê me qelender

Ne xan û malen min hene ne lenger”[2]


Beravajî vê angaştê Ahmet Yaşar Ocak ku li ser qelenderiyan xebateke dûvdirêj kiriye, tiştekî wilo teqez nabêje. Ew jî dibêje ku Baba Tahir yek ji nûnerê girîng ê qelenderiyê ye û yekem car navê qelenderiyê bi kar aniye.[3] Herwilo dibêje ku Baba Tahir bi eslê xwe Faris e. Ango ne kurd e. Ji bo çespandina vê kêşeya hanê vekolîneke dûvdirêj divê helbet. Em bi xwe niha nikarin li ser van agahiyan tiştekî teqez bibêjin. Û ne mijara me ya sereke ye. Li gorî çavkaniyên berdestan meriv dikare bibêje ku terîqeta qelenderiyan di erdnîgariyeke berfireh de can daye. Ji ber vê yekê xebatên ku li ser wan hatine kirin, nikarin angaşteke teqez bidin.



Etîmolojiya Peyva Qelenderîtiyê


Ji ber ku di pêvajoyeke têkel û erdnîgariyeke dûvdirêj weke ji Hindîstanê heya Anatoliyayê de rû daye, li gorî herêman jî wateya bêjeya “qelenderî”yê krîstalîze bûye. Ango ji ber vê serboriyê li gorî demê û herêman bi bêjeyên wisa ve hatiye guhertin û wilo hatiye binavkirin: “qelender”, “qelenderî”, “qalenderan”, “qelenderiyye” û hwd. Di zimanê farisî de قەلەندەر (qelender) tê wateya kesê gir, dehbe; di zimanê tirkî de weke “kalantor” tê bilêvkirin. Di zimanê grêkî de jî weke “kaletoz” tê bilêvkirin. Wateya wê jî weke ya farisî ye. Lewma dibe ku wateya xwe ji zimanê sanskirîdî wergirtibe. Anku di zimanê sanskirîdî de weke “kalandara” tê bilêvkirin. Wateya bêjeyê qanûn, marjînal û kesê ku li dijî pergaleya heyî ye.[4] Wekî din, piştî mirina Cemaleddîn Sawî ku yek ji derwîşên qelenderiyan e, ji peyrewên wî re jî gotine qelenderî.[5]


Qelenderî


Di sedsalên 11 û 12an de li Îranê derketiye. Di nîveka sedsala sêzdehan de navê xwe ji peyrewên Cemaleddîn Sawî wergirtiye. Cemaleddîn Sawî, kesekî ehlê zuhdê bûye. Piştî rehmeta wî gelek derwîşan dane pey felsefeya wî. Ji vê bizavê qelenderî derketine holê. [6]



Her çiqas qelenderî li gorî çax û erdnîgariyê ve bi hinek taybetmendiyên xwe ve ciyawaz bin jî, bi hin taybetmendiyên xwe ve yekpare ne jî. Lewma weke neferên leşkerî geriyane. Ji geşt û gerê hez kirine. Zikên xwe bi parsekiyê dagirtine. Por, rih, birû û simbêlên xwe jêkirine. Ji xwe, ji ber van taybetmendiyên wan ve ecêb hatine dîtin. Ango ji ber taybetmendiyên ên ku digerin, parsekiyê dikin, xwe rût dikin û hwd. Van taybetmendiyên xwe jî bi piranî ji keşîşên bûdîst wergirtine. Di destpêkê de dema ku çûne nêzîkî Hindîstanê, bivê nevê pêwendiyek çê bûye. Ji gelek aliyan ve danûstendin jî çê dibe. Di serencama vê danûstendinê de, ku ji me re pêwîst e, bandora sereke bawerî bûye. Ji ber helwestên wan ên li dijî pergala heyî bi eşkere nîşanî meriv dide.


Di gelek caran de keşîşên bûdîst jî li dijî desthilatdariya leşkerî meşiyane û daw û doz kirine da ku desthilatdariyê dewrî sivîlan bikin. Ocak radigihîne û piştrast dike ku di sedsala 9an de di hin çavkaniyan de tê gotin ku pêwendiya keşîşên bûdîst û manîheîst bi sofiyên qelenderiyan re çê bûye. Weke mînak zanayê mûtezîleyan Cahizî (886) di pirtûka xwe ya bi navê Kitabul-Heyewan de dibêje ku di dema nêzîk a ebbasiyan de li Iraq û Sûriyeyê hin gerok hebûne ku weke neferên leşkeran bajar bi bajar û gund bi gund geriyane. Geo Widengren dibêje ku qelenderiyan van taybetmendiyên xwe ji zerdûştiyan wergirtine. Lêbelê nayê wê wateyê ku qelenderî zerdeştiyê dinimînin. [7]



Peywendiya Qelenderî û Melamîtiyê


Peywendiya melamîtî û qelenderîtiyê di sedsala 13an de di çavkaniyên sofiyan de tê dîtin. Awarîful-Mearif ya Şihabuddînê Suhrewerdî di vî warî de çavkaniya sereke ye.[8] Melamîtî di dawiya sedsala 9an de li Nîşabûrê pêşiyê li dijî keramiyê derdikeve. Dûre bi pêşengiya Ebû Osman el-Hîrî (m. 298/910) re hinekî tê ser hemdê xwe. Lêbelê piştre ji ber ku sofîtî li Xorasanê belav dibe, melamîtî di bin bandora sofîtiyê de dimîne û di dawiya sedsala 10an de kêm be jî xweseriya xwe îlan dike. Lewra meriv derbarê tesewifa Xorasanê de dikare bibêje piştî ku boçûna sofîtiyê li Xorasanê belav dibe, ku ev boçûn ji Iraqê vejiniye, ji çend boçûnên mîna Zuhde û Îmanê bêhtir xwîna wê bi melamîtiyê re keliyaye. Ji ber ku ji aliyê tesewifî ve kela melamîtiyê ji ya sofîtiyê bêhtir e, navê melamîtiyê derketiye pêşî. [9]

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Bîranînek Li Zarokatiya Min

Her çiqas di navê melamîtiyê de dudilî hebe jî, kesên gewre yên mîna Cuneydê Bexdadî û Helacê Mensûr nûnerên ewil ên vê boçûna tesewifê bûne. Kesên ku pêşiyê muxalifiya ortodoksiya sofîtiyê kirine her çiqas li refên Iraqê jiyabin jî, melamîtî pêşî li Xorasan û Maweraunnehirê derketiye û belav bûye. Ev jî bi tevahî bi çanda Hindistan û Îranê ya mîstîk re peywendî çêkiriye.[10] Li gorî Suhrewerdî û Camî, qelenderîtî di vir de derdikeve pêş. Li gorî Camî û Suhrewerdî ciyawaziya navbera melamîtî qelenderiyan helwesta wan a li hemberî civakê ye. Aliyê muxalîfiyê yê qelenderiyan li bal civakê bêhtir e.



Li gorî baweriya qelenderiyan dilpakî xaleke bingehîn e. Ji dêleva ku bi dizîka îbadetê bikin, qet îbadeta nafîle (bêkêr) nakin. Lê îbadeta xwe ya ferz dikin. Lewra pêwîstî pê nabînin ku îbadetên bêkêr bikin. Heger mirov weke encam li ber hev bîne, dema ku qelenderî rêbazên xwe yên mîstîk çêkirine, hem rasterast him jî bi amraza melamîtiyê ve xwe spartine mîstîsîzma Hindîstan û Îranê. Lêbelê di serencamê de qelenderî weke celeba sofiyan derketiye pêş. Melamîtî bi xwe encama ciyawaziya dokrtrînên xwe yên tabiî ye. Ji bilî vêya di pêvajoya dîrokê de peywendiya qelenderiyê bi gelek terîqetên din re çê bûye. Li Hindîstanê û Îranê nûrbexşîtî, dîsa li Îranê xaksarîtî û ehlî heq (yarsan), û li Anatoliyayê jî peywendiya wan bi xelwetî û bektaşiyan re çêbûye. [11]


Cil û Bergên Qelenderiyan


Di mijara qelenderiyan de yek ji xala herî girîng cil û bergên qelenderiyan e. Li gorî serboriya demê her çiqas cil û bergên qelenderiyan hatibe guhertin jî di sedsalên 16 û 17an de bi piranî tazî/rût bûne. Helbet, li gorî erdnîgarî û îqlîmê jî cil û bergên qelenderiyan hatiye guhertin. Lêbelê, ne bi tevahî, nêviyê pir, cihê xwe yên mehrem nixumandine. Weke ku me li jorê jî gotibû, vêya hanê bandora xwe ji mîstîsîzma bûdîst û şamanîzmê wergirtiye. Her çiqas kêşe li ser hebe jî nûnerên weke Baba Tahir Uryan û derwîşê ahûpûş jî wilo nîvtazî geriyane. Ji xwe ji wateya paşnavê Baba Tahir jî tê xuyanî kirin ku wateya “Uryan” kesê tazî/rût e. Ji ber ku Baba Tahir tazî geriyaye, gelên derdorê nasnavê wî kirine“Uryan”. [12]



Di Qelenderîtiyê de Têgehên Çihar-Derb


Çihar, tê wateya hejmara çara farisî û kurdî. Herwiha derb jî di zimanê erebî de tê wateya lêdanê. Herdu bêje bi hev re têne wateya çar lêdanên esasî. Ango kesê ku por, birû, rih û simbêlê wî qusandî ye. Kesê ku derbasî terîqetê bibe, divê van çar lêdanan pêk bîne. Lewra ev xala hanê ciyewaziya girîng a qelenderiyan e. Nexasim kesên weke Barak Baba ku qelenderekî tund û pîroz bûye. Peyrew ango derwêşên wî simbêlên wan dirêj bûne û weke di wêneyan de jî xuya dike, li tepelika serê wan hinek por heye. Ji vana re dibêjin Heyderî. Camî, ku di hiyerarşiya qelenderiyê de cih girtiye, bi tenê porên xwe dirêj kiriye. Torlak jî weke Camî piçekî porên xwe hiştiye. Ji bilî vana qelenderiyan bi tevahî xwe rût kirine.[13] Ji xeynî vêya di babeta vê têgehê de qelenderiyan, çekên binî tenê li xwe kirine û wilo geriyane, li def û zirneyê xistine û pê re parsekî kirine. Ji ber van tevgeran xwe weke maka afirandinê dîtine. Başî û xerabî, behişt û dojeh…hwd. tiştên wilo dijber in di bala wan de ye. Li gorî qenaeta wan, tişta girîng ew e ku hemû pêvajoya afirandinê bi giyanê wan xwe dîtiye. Ji xwe wateya çihar-derbê sembola çêkirina peywendiya ligel Xwedê ye. Ji ber vê peywendiya wan a ligel Xwedê her tim kiriye ku serxweş bûne. Ji ber vîna wan a îlahî girîngî nedane malên dinyayê. Ji ber vê yekê debara xwe bi sedeqe û parsekiyê kirine. [14]


Têgeha Riyazetê


Wateya ferhengî ya riyazetê ew e ku kesê xwe ji xwarin, zewq û kêfxweşiya jiyanê diparêze. Tesewif pir girîngiyê dide vê prensîbê. Herwilo ev prensîba hanê di qelendirîtiyê de jî xaleke bingehîn e. Çunkî mal û mulk û zewqên vê cîhana demkî, xapînok in. Qelenderî, jiyana her du aliyên cîhanê bi Pêxember re girê didin. Li gorî vê baweriyê wê weke Pêxember di her du aliyên cîhanê de bi vî awayî bigihîjine bexteweriyê. Kesê ku derbasî qelenderîtiyê bibe divê teqez ev tişta hanê pêk bîne da ku manewiyatê bi bextewariyê ve tije bike. Bi taybetî mirîdên terîqetê vêya pêk tînin. [15]

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Ajotina Kamiqa Škodayê


Kenveşopiyeke Domdar Rêwîtiya Qelenderiyan


Ji demên xwe yên ewilî heya vê dawiyê qelenderî ev kevneşopiya bingehîn pêk anîne. Di esasê xwe de weke ku me berê jî gotibû, ev tişta hanê bi bûdîzmê ve pêwendîdar bûye. Qelenderî divê teqez rêwîtiyê bike. Anku kesê ku rêwitiyê dike; têgihîştina wî zêde dibe, pê mezin dibe, tebîeta wî aram dibe û di encamê de kamil dibe. Ev rêwîtiya hanê di dîroka tesewifa îslamê de her timî ji Fasê heya Hindîstanê bi sê-çar kesan re çê bûye.[16] Sedema vê rêwîtiya wan a domdar ew e ku dinya xapînok e û ne hêja ye ku li ber dilê wê bide. Ji ber vê yekê cihekî meriv tuneye.


Têgehên Tese’ûl an jî Cerr


Herdu bêje, bêjeyên erebî ne. Wateya wan ya ferhengî parsekî ye. Ev prensîba hanê jî di qelenderîtiyê de pêwîst e. Herwiha dema yekî qelenderî rêwitiyê dike, ji bo ku xwe têr bike divê parsekiyê bike. Di esasê xwe de ev tişta hanê ne weke parsekiya niha ye. Ango dema qelenderiyek digere digel vê, pê re xizmeta dîn dike. Ew tişta ku didin wan jî dikeve berdêla xizmeta wan a olî. [17]


Mucerredî


Bi wateya xwe ya ferhengî tê wateya kesê ku nezewicîye. Yekî qelenderî ji bo rêwîtiya xwe û prensîbên din pêk bîne, divê nezewice da ku bala xwe ya manewî xera neke. [18]



Mahbûpperestî (Cemalperestî)


Mahbûpperestî, îhtimaleke mezin ji hêla Îranê derbasî qelenderiyê bûye. Wêjekarê mîna Sadî û helbestkarên mîna Hafizê Şîrazî di berhemên xwe de qala mahbûpperestiyê kirine. Keza ev tişta hanê ji bûdîzmê nehatiye. Pêşiyê li Îranê dûre jî li Anatoliyayê pêk hatiye. Mahbûpperestî dildariya mêran e. Li gorî gerokên ewropî ev tişta hanê dûre bûye nêrbazî jî ango bûye homoseksuelî. [19]


Ayîn û Îbadet


Weke her terîqetê ayîn û îbadetên taybet ên qelenderiyan jî hebûne. Qelenderî di gelek ayînên xwe de bi def û tembelekê îlahî gotine û reqs û semayên xwe pêk anîne. Otman Baba ku qelenderiyekî dilsoz bûye, di vê mijarê de agahiyên balkêş neqil dike. Otman Baba û derwîşên xwe bajar bi bajar û gund bi gund geriyane, êgir vêxistine û reqs û semaya xwe pêşkêşî Xwedê kirine. Bi îhtimaleke mezin ev ayîn jî ji rahibên bûdîstan hatiye qelenderiyê. Di sedsalên 13an de bi koçberiyê hatiye Rojhilata Navîn. Cejna Heciyan jî yek ji ayînên qelenderiyan e. Ji dema Haci Bektaş Welî dest pê kiriye. Jê re Haccê Ekber jî hatiye gotin. Di sedsalên 16 û 17an de gerokên mîna Antoniyo Menavino û Michel Baudier behsa van rîtuelan kirine. Radigihînin ku qelenderî rîtuelên xwe li Ziyaretgeha Seyyid Gazî çê kirine. Ji Anatoliyayê heya Hindîstanê mabedên wan hene. Lêbelê ya herî girîng a Seyyid Gazî ye. Girîngiya vê ziyaretgehê ew e ku Seyyid Gazî di dewra emewiyan de kesayetekî girîng bûye. Di sedsala 13an de di dagirkirina Anatoliyayê de roleke girîng lîstiye. Ji ber vê têkoşînê ji aliyê qelenderiyan ve weke kesekî pîroz hatiye dîtin. Ji ber vê rêzdariya mezin navê wî kirine Azam Baba. Ayînên normal ên qelenderiyan ji aliyê Azam Baba ve hatiye kirin. Hin caran heşt hezar kes beşdarî ayînên wî bûne.


Ji xeynî vêya di babeta ayînan de qelenderî, çekên binî tenê li xwe kirine û wilo geriyane, li def û zirneyê xistine û pê re parsekî kirine. Lewma tevgerên mîna vana jî îbadet û taeta Xwedê hatiye nîşan. Ji ber van tevgeran xwe weke maka afirandinê dîtine. Başî û xerabî, behişt û dojeh…hwd. tiştên wilo dijber ne di bala wan de ye. Li gorî qenaeta wan tişta girîng ew ku hemû pêvajoya afirandinê bi giyanê wan xwe dîtiye. Ji ber vê vîna wan a îlahî girîngî nedane malên dinyayê. Ji ber hindê debara xwe bi sedeqe û parsekiyê kirine. Lewma divê meriv parsekiya wan weke ya niha nebîne. Li gorî qenaeta wan parsekiya ku dikin bedêla xizmeta wan ya îlahî ye.



Pêkhateya Ayînan


Şêxên qelenderiyan ku bi xwe ayîn pêk anîne, bi cilên xwe yên spî beşdarî van ayînan bûne û cihê ku lê rêwîtî kirine ayînên xwe li dar xistine. Roja dawî ya van ayînan qurban tê serjêkirin û dawiya dawî bi duaya Azam Baba xelas dibe. Û herî dawî du derwîş heşîşê pêşkêşî derşan dikin. Di esasê xwe de ayîn ji vir û pê ve dest pê dike. Piştî ku heşîşê dikêşînin, hêdî hêdî serxweş dibin û li dora êgir bi cezbê dikevin. Dûre jî bi kêran dikevin canên xwe. Laşê xwe giş dikine xwîn. Ji hindê laşê derwîşan her tim bi birîn in. Piştî vê ayînê destûra xwe ji Azam Baba distînin û her kes dihere welatê xwe.[20] Geo Wideng ku rojhilatekî nas bûye, radigihîne ku bikaranîna heşîşê[21] ewilî ne ji Hindîstanê ji Îranê hatiye nava qelenderiyan. Helbet, bi tenê qelenderiyan heşîş bi kar neaniye. Beriya wan û piştî wan jî hin terîqetên tesewifî bi kar anîne. Wan jî li gorî rîtuelên xwe bi kar anîne.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Haziranda Ölmek Zor, Hasan Hüseyin Korkmazgil

Encam


Me li jorê derheqê qelenderiyan de çend xalên girîng ên sosret destnîşan kir. Qelenderî di dîroka tesewifa îslamê de ji Hindîstanê heya Anatoliyayê weke bizaveke rikber û balkêş hatiye nasîn. Ev taybetmendiyên wan ên sosret hem bala bawermendan kişandiye hem jî li ji aliyê civakên Rojhilata Navîn ve hatine dîkekirin. Belkî di esasê xwe de ji terîqetên din re weke zendîqiyê hatiye tewanbarkirin da ku ew qaîdeyên hişk ên terîqetan hilweşîne. Di erdnîgariyeke weke Rojhitana Navîn ku gelekî têkel e, bizavên mîna qelenderîtiyê bi awayekî teşeguhertî rû daye.


Mehmet Emin Cırık 


Çavkanî


Baba Tahirê Uryan, Dubeytî, amadekar: Sabah Kara, Nûbihar, İstanbul 2012.

Karamustafa Ahmet T., “Yesevilik, Melametilik, Kalenderilik, Vefa’ilik ve Anadolu

Tasavvufunun Kökenleri Sorunu”, Osmanlı Toplumunda Tasavvuf ve Sufiler, ed. Ahmet

Yaşar Ocak, Türk Tarih Kurumu Yayınları, Ankara 2005.

Karamustafa Ahmet T., Tanrının Kuraltanımaz Kulları İslâm Dünyasında Derviş Toplulukları (1200-1550), Yapı Kredi Yayınları, 2012.

Karamustafa Ahmet T., Yasevîlik, Melametîlik, Kalenderîlik, Vefâ’îlik ve Anadolu Tasavvufunun Kökenleri Sorunu, Yapı Kredi Yayınları, 2005.

Tenik Ali, Tarihsel Süreçte Kürt Coğrafyasında Tasavvuf ve Tarikatlar, Nûbihar Yayınları, İstanbul, 2015.

Yaşar Ocak Ahmet,Osmanlı Împaratorluğu’nda Marjinal Sûfîlik:KALENDERÎLER, Atatürk Kültür, Dil ve Tarih Yüksek Kurumu Türk Tarih Kurumu Yayınları, Ankara, 1992.


Çavkaniyên înternetê


https://eksisozluk.com/kalenderi–305518

http://www.islamansiklopedisi

http://www.yardimcikaynaklar.com/kalenderiye

http://itaatsiz.org/2015/03/01/7-anarsizm-ve-din-kalenderiler

http://www.tdk.gov.tr/


[1] Tenik Ali, h.b., r. 150.

[2] Baba Tahirê Uryan, Dubeytî, Amadekar: Sabah Kara, Nûbihar, İstanbul 2012, s. 139.

[3] Ocak Ahmet Yaşar, h.b., r. 19.

[4] h.b., r. 56.

[5] Karamustafa Ahmet T., Yasevîlik, Melametîlik, Kalenderîlik, Vefâ’îlik ve Anadolu Tasavvufunun Kökenleri Sorunu, Yapı Kredi Yayınları, 2005, r. 86.

[6] Karamustafa Ahmet T, h.b., r. 86.

[7] Ocak Ahmet Yaşar, h.b., r. 62.

[8] h.b., r. 63.

[9] h.b., r. 64.

[10] h.b., r. 257.

[11] Ocak Ahmet Yaşar, h.b., r. 219.

[12] h.b., r. 223.

[13] Ji bo agahiyên berfirehtir binihêrin: Zeybek Muhammet, Fenâ Meclisinde Bekâ Bulanlar-Anadolu’nun Aykırı Zümreleri Üzerine Bir İnceleme, r. 15-16.

[14] Karamustafa Ahmet T., h.b., r. 24.

[15] Ocak Ahmet Yaşar, h.b., r. 228.

[16] Ocak Ahmet Yaşar, h.b., r. 228-230.

[17] h.b., r. 229.

[18] h.b., r. 229-231.

[19] h.b., r. 230-234.

[20] Di Farisî de navê wê “beng” e. Di Sanskridî de “bagha” e. Di zimanê Avestayî de jî “beng” derbas dibe. Nexasim Zerduştan jî ji bo ku bi cezbê bikevin keşîş bi kar anîne.

[21] Ocak Ahmet Yaşar, h.b., r. 234-38.