Edebiyat, Kurdî

William Shakespeare

Helbestkar, şanoger, şanonûs û lîstikvanê Îngilîz ê mezin 23’yê Avrêla 1564’an, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Di 26’ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin). Di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye. Shakespeare, tevî ku bi berhemên xwe ve mohra xwe li dîroka wêjeya mirovahiyê xistiye, zanînên me yên derbarê jiyana wî de pirr kêm in; ji belgeyên fermî yên mîna tomar û qeydiyên dêrê, dadgehê û tapoyê û pê ve û ji çend têbîniyên ku hevçaxên wî li ser wî nivîsandine û pê ve tiştekî zêde berdest nîn e.


Meziniya şanonûsiya wî xwe dispêre meziniya helbestkariya wî. Bi hêza xwe ya helbestî komek lîstikên şanoyê nivîsandiye, ku bi vê yekê bûye yek ji mezintirîn şanonûsên dîroka mirovahiyê, helbestê kiriye ku ew qerekter û pêlewanên mîna Hamlet, Macbeth, Lady Macbeth, Shylock, Romeo û Juliet, Keyser Lear, Prospero, Caliban û birrekên din biafirîne, ku wan taybetiyên siruşta mirov di hemû serdeman de nimandine û dinimînin. Vê yekê jî kiriye ku ev ji sedsalekê zêdetir e her lîstikeke Shakespeare bi gelek zimanên cîhanê, li hemû welatan, bi berhemhênan û derhênerên cûrbecûr û rengîn bêne lîstin, lîstik û helbestên wî wekî pirtûk ji aliyê bi milyonan kesan ve bêne xwendin.


Bavê Shakespeare bazirgan bû. Bavê wî li bajarê xwe, di sazî û dezgehan de ketiye ser karine girîng. Tê gotin, Shakespeare di dibistana navînî ya li Stratfordê de xwendiye, li wir, fêrî Yewnaniya Kevin û Latinî bûye, perwerdehiya wêjeya klasîk girtiye, vê jî bandor li mijarên lîstik û helbestên wî kiriye. Di temenekî xort de, di 18 saliya xwe de bi Anne Hathawaya ji wî bi heşt salan mezintir re zewiciye, jê re keçek û yek kur û yek keç, cêwîn çêbûye. Wî van çaxan, ji ber sedemeke ku hîn jî nayê zanîn, terka Stratfordê daye û heta sala 1592’yan çi kiriye, çawa jiyaye, ev yek zêde nayê zanîn, tu agahî û belge jî qala vê demê nakin. Lê di navmilkeyekê de, ya ku van çaxan hatiye nivîsandin, şanonûsek behsa Shakespeare dike û wî bi diziya lîstikên şanonûsên din tawanbar dike. Ji ber vê jî tê zanîn ku Shakespeare wê hingê di komeke şanoyê de wekî şanonûs û lîstikvan xebitiye.



Shakespeareê ku tê zanîn salê di zik hev de du lîstik nivîsandine, ji aliyekî ve jî di lîstikên xwe de derdikete ser dikê û hinek rol jî dilîstin. Bi sala 1594’an re êdî wekî lîstikvanekî serketî yê Koma Chamberlainê hatiye hesibandin. Heman salê jî êdî dest pê kir lîstikên wî hatin weşandin. Lîstikên wî li hêwanên şanoyê û xanan ew qasî pirr dihatine sehnekirin ku Shakespeare êdî dibû mirovekî dewlemend û bi pereyan dilîst. Îro tê zanîn ku wî di dawiya heyna/serdema Şahbanû Elizabetha I. de jiyaneke dewlemend derbas kiriye, di sala 1599’an de jî, hinek hiseyên navenda şanoyê, “Şanoya Globe”ê ya li Londonê ava bûyî kirriye, bûye şirîkê vê şanoya ku kara wê pirr bû.


Shakespeare wê demê çend salên din jî li Londonê maye, paşê vegeriyaye Stratfordê û xuya ye ku lîstikên xwe yên dawî li wir nivîsandiye, wekî welatiyekî giregir, kumsor û navdar bi malbata xwe re jiyaye. Di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye, piştî mirina xwe bi du rojan, di Dêra Holy Trinityê de, li aliyê rojhilat ê dêrê bi axê hatiye spartin. Li ser lewheya kevir a ku ser gora wî digire, hişyarî û nifireke wilo hatiye nivîsandin:


Good frend for Iesvs sake forbeare,

To digg the dvst encloased heare.

Blest be ye man yt spares thes stones,

And cvrst be he yt moves my bones.

Lo hogirê pak, bi qedrê Îsa kî, nebê ha,

Nebê tu bikolî axa ku vir vedigire wiha.

Duaya xêrê be li wî yêd van keviran biparêze

Û malwêran be yêd hestiyên min veguhere.


Û bi vî awayî, hestiyên William Shakespeareê mezin hîn jî li wir veşartî ye. Wekî me di jor got, piştî mirina wî heta niha, berhemên wî bi hezaran edîsyonên cihêreng hatine weşandin û hîn jî têne weşandin.[1]



SONEYÊN SHAKESPEARE


Cûrên helbestê yê ku em jê re dibêjin, sone ( bi Îngilizî, sonnet), yek ji şêweyên helbestî ye ku parçeyekî helbesta kelepûra helbesta lîrîk a Rojava ye, bi taybetî jî ya Ewrûpayê pêk tîne. Peyva ‘’sonnet’’ ji peyva bi Obsîtanî, ji sonetê û ji peyva Îtalî, sonnetayê peyda bûye, ku her du jî têne wateya stranên biçûk.


Birêzbûna soneyan de bicîkirina takesoneyan li dewayên girîng; her wekî sone yekê, ku soneya pêşgotinî ya bi awayekî baldarî û hûrgilî hatî pêkanîn e; sone 12, ku danzdeh saetên rojê ye; sone 52, ku hejmara hefteyên sala ne; sone 60, ku şêst deqeyên saetê ye;…hwd. Di encama van rêzkirinan de çend nîqaş hene.


NAVEROKA SONEYAN


Sone, girîngtirîn li ser du kesan hatine nivîsandin. Yek ji wan jineke xort xapînok î pêlbaz ê ku Shakespeare, wekî Dark Lady (Xatûna Esmer) behsa wê dike. Yê duduyan jî Kontê Sauthampton e. Di hinek ciyan de Shakespeare, xwe dişibîne Îsayê ku êş û jan kişandiye. Ev pirtûk ji 154 soneyan pêk tê.


Hinek lêkolîner dibêjin ku Shakespeare soneyên xwe ji mêrekî nivîsandiye, lewra Shakespeare aşiqî wî mêrî bûye. Ev çarîna jêrîn wek delîlekê ye, li gor hinek lêkolînvanan. Lê hin delîlên din sone bi xwe bi me didin zanîn, ku ev têkiliya navbûrî têkiliyeke zayendî nebûye:


Dilê wî yê di min de yek dike wî û min.

Dilê min ê di wî de ji raman û hasten wî re rêber e:

Çi ku wextekê yê wî bi xwe bû, hez dike ji dilê min.

Ê wî bi şîrê şêran xwedî dikim, çunku ji min re sebr e:


Çêja sade ya soneyê reng e bi awayekî xef qala Ayîna Nan û Şerabê, an jî kakilê Xwedatiya ku ji ber baweriyên xwe yên alimanetir dike. Ku mirov bi kûrahî di nav soneyan de hûr dibe rêbazên Xirîstiyaniyê dibîne. Mesela wek peyvên ‘’kalîpoşman, neheq, xaç, hêsir…hwd dibe.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Deli Kızın Türküsü

“Peywendiyên kelamên Îsa yên di Încîlê de.

Temamê Xirîstaniyê.’”


Ev sone, yek ji çavkaniyên pêvçûna di navbera Protestan û Katolîkan de girîngiya têkildarî bawerî, kar û berheman e. Tiştê ku mirov bikaribe wekî anormal bibîne ev e ku sone rêzek helbestên evîndarî ne, ku pirraniya wan qala mêrekî dikin, vê yekê jî jê re li ber îdiaya ‘’homoseksueliya’’ Shakespeare vekiriye. Lewma ev tiştekî rast e ku ji mêrekî hez kiriye.



BERHEM, FIKR Û RAMANÊN SHAKESPEARE


Shakespeare ji bilî lîstikên xwe, bi nave Venus and Adonis û The Rape of Lucrece (Bi destavêtina Namûsa Lucrece) du helbest an soneyên wî hene. Ku mirov behsa Shakespeare dike tenê lîstikên wî têne bîra mirov, ji ber ku lîstikên wî ji aliyê naverok û şikil ve wek helbestan in. Lewra şano û helbest bi awayekî yekpare li hev banandiye. Ev jî yek ji jîrbûn û afirandina wî ya taybet e. Li gor hinek lêkolînvanan Shakespeare ji 154 soneyan xwe 128 soneyên ewil ji bo lawikekî porzer nivîsandiye. Temayên soneyên wî tevahî li ser evîndariyê ne. Lê belê hem evîndariya jin hem jî evîndariya mêr in. Ku mirov li ser soneyên wî hûr dibe; dibîne ku di eslê xwe de di evîndariya mêr de arezû tuneye. Çimkî di 20 soneyên xwe de vî tiştî eşkere dike ku tiştekî wilo tuneye. Li gor fikra wî, xweza pêşiyê ji dêvla mêr jinê diafirîne, lê ji ber ku xweza aşiqî jinê dibe û xweza ji ber ku nêr e, ji dêvla jinê mêr afirandiye.


Shakespeare tu car hest û ramanên xwe nexistiye nav berhemên xwe. Pirraniya berhemên xwe jî di xortaniya xwe de nivîsandiye. Lîstikên xwe yî komedy, bi pisporî bi kar aniye. L. P. Smith di edebiyata cîhanê de kesekî wek Shakespeare nabîne ji aliyê lîstik û ciyawaziya wî. Lîstikên wî yên derbareyê dîroka Îngiliztanê, li ser niştimanperweriyê ne. [2]


Shakespeare di serdema Elizabeth û Ronakbiriyê de şanogerê herî bi nav û deng yê Îngilîz e. Mijarên xwe ji dîrokê wergirtiye û bi çanda panorama serdema xwe ve girê daye. Hem di serdema Ronakbiriyê hem jî beriya şanoya gelêrî de şêwaza lîstikên vekirî û girtî bi hevre bi kar aniye. Mirov li berhemên wî de hest, fikr û raman, hesret, qisûr û erdemên însanan dibîne. Li gora wî dinya sahneya lîstikê ye, jin û mêr lîstikvanên vê sahneyê ne.


Berhemên xwe yê comedy ku di ciwantiya xwe de nivîsandiye, di temenê xwe yî dawî de nenivîsandiye. Şanoyên xwe bi nezm û pexşanê nivîsandiye.[3]



HAMLET


Hamletê Mîrzayê Denmarkê pêlevanê Hamletê ye. Hamlet kurê Mîr Hamlet e yê ku di demeke kurt beriya wan buyer û qewamên lîstikê jiyaye xwe ji dest daye. Her wiha, Hamletê mirî, di textê Denmarkê de, piştî birayê xwe şûngir e. Piştî mirina Mîr Hamlet, Claudius bi lez û bez bi Mîrbanû Gertrudea hevsera bî ya Mîr Hamlet û dayika Hamletê mîrzayê xort re dizewice. Di vê navberê de, Denmark û Norwêca cwelatê cîran ji zû ve ye dijminên hev in, ji ber ku rewşa li Denmarkê aloz e û yek jî pariyekî li derdorê belav bûye, bi serdariya Fortinbrasê mîrzayê Norwecî tê heye ku Denmark bê dagirkirin, jib o vê yekê jî Fortinbrasê xort, bêyî ku apê xwe yê mire Norwecê yên cûrbecûr serbaz û çek ûcebilxaneyan dide hev û amadekariya seferê dike, Denmark jî bi yekê hisiyaye, li benda sefera Norwêcê ye.


Perdeya lîstikê, Şeveke sar, li Elsinoreê, li Qesra Mîrekiyê vedibe. Gava ku li besta li ber qesrê, serbazên nobedar ên bi nave Berdarro û Francisco hewil didin ku Horatioyê hevalê Hamlet pê didin bawerkirin ku Sawêrê bavê Hamlet dîtine, Sawêr dîsa li wan derdikeve. Piştî ku ji Horatio dibihîze ku Sawêrê Mîr Hamlet ji gorê radibe û digere, Hamlet biryar digire ku Sawêr bi çavên sere xwe bibîne. Wê şevê, Sawêr ji Hamlet xuya dibe. Sawê dibêjiyê, ‘’Ez giyanê bavê te me, apê te Claudius jehr di guhên min re berda û ez kuştim.’’ Sawêr ji Hamlet dixwaze tola wî hilîne. Hamletê ku vê daxwaza giyanê bavê xwe dipejirîne, xwe li dînîtiyê datîne, da ku tu kes şik û gumanê nebe ser wî. Lê belê, di ber de jî baweriya wî bi pakî bi Sawer nayê.


Claudius û Gertrudea ku bi kar û barên mîrekiyê radibin, hewl didin ku rê li ber dagirkirina Fortinbrasê Mîrzayê Norwecê bigirin. Di vê nave de, her du biryarê digirin ku Rosencranta û Guildenstern, du hevalên Hamlet, bişînin ba Hamlet ku bi riya wan tê derxin bê ka reftarên Hamlet  çima guherîne, çima ew xwe li dînîtiyê datîne. Hamlet bi dilgermî nêzîkiyê di van hevalên xwe dide, lê belê bi dest xwe re tê derdixe ku ev herdu hevalên wî ne xalî ne, hatine ku gotinan jê bikişînin.


Polonius yek ji şêwirmendên Mîr Claudius ên pê bawer e. Kurê wî Laertes dike vegere Fransayê, Hamlet tine, lewma jî hişyariyê didin Opheliayê wekî bi Hamlet nexape, şîretan li wê dikin. Laertes bi destûra Mîr û bavê xwe vedigere Fransayê, piştî vê yekê bi demeke kurt, Ophelia di nava diltirsiyê de tê  ji bavê xwe re dibêje ku Hamlet dakutaye hundirê odeya wê, wî tiştine tewş kirine, lê tu tişt negotiye. Bi raya Polonius, Hamlet li ser Opheliayê bengî bûye, lewma hiş berdaye û tiştên wilo bike, dice vê yekê bi Claudius û Gertrudeê dide zanîn. Bi dû re, wek beşek ji lîstika xwe ya dînîtiyê, Hamlet bi ser Ophaliayê de diqîre, bi têra xwe nehqiyan lê dike û dibêje wê ku biçe li keşîşxaneyekê welwetnişîn bibe.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Şiirlerden Bir Demet

Hamlet hîn bawer nekiriye bê ka Sawêr jê re rastî gotiye yan na, lêbelê bi hatina ku komeke şanoyê tê Elsinoreê, ji xwe re riyekê derdixe. Hamlet ê lîtikekê bîne ser dike, kuştina bavê xwe di vê lîstikê de zindî bike û li gorî helwesta ku Claudius li hemberî lîstikê bigire, dê biryara xwe bigire. Civata qesrê dicive, ku li lîstikê seyr bike. Hamlet di henga lîstikê de hey ji xwe re şîroveyan dike. Gava ku sehneya kuştinê tê pêşkêşkirin, Claudius ji nişka ve radibe ser piyan, terka odeya dide, Hamlet ji vê yekê wek delîlê tawanbariya apê xwe heldisengîne. Claudiusê ku êdî piştî vê qewamê xof dikeve zik, hincetekê biryarê digire ku li jêr çavdêriya Rozencrantz û Guildenstern, Hamlet nefiyî Îngilistanê bike,nameyekê jî dide wan, ku tê de ji Mîrê Îngilistanê re nivîsiye wekî yê ku vê peyamê bîne, demildest bê kuştin.


Gertrude kurê xwe Hamlet gazî ba xwe dike ku hînî sedema van reftarên wî yên seyr bibe. Hamlet, gava ku diçe dayika xwe, di ber Claudius re dibore, yê ku sekiniye duayan dike, lê Hamlet di dilê xwe de bi xwe re şer dike, destê wî lê nagere ku wî bikuje, dibêje xwe, heke ez wî a niha lê xim bikujim, Claudius ê rast here bihuştê, xwe bi wî awayî qaneh dike. Li xasodeya dayika wî, Hamlet û Gertrude bi devjenî diçin hev. Poloniusê şêwirmend ê ku li pişt perdeyekê xwe li wan telandiye û li wan guhdarî dike, ku ji nişka ve dike dike teqereq, Hamlet jî dibêje qey ew Mîr Claudius e, dîn dibe, sure xwe dikişîne û Polonius li wê derêkê dikuje. Sawê dîsa li Hamlet  derdikeve, pêdagirî ji Hamlet re dibêje ku dilê Gertrudea dayika xwe nahêle, lê tine bîra wî ku pêwîst e Claudius bê kuştin. Gertrudea ku nikare belgê Sewê bibihîze û wî bibîne, çav pê dikeve ku Hamlet ji xwe bi xwe re diaxive, vê yekê wek dînîtiya Hamlet heldisengîne. Dawiyê Hamlet termê Polonius di erdê re kaş dike, dibe li cihekî vedişêre.



Olheliaya ku piştî mirina bavê xwe Polonius hiş berdide, bi kovanbarî hey ji xwe re distrê, li nava Elsinoreê tê û dice. Birayê wî Leartes ji Fransayê vedigere û ji berk u bi mirina bavê wî re xwîşka wî Ophelia dîn bûye, ew jî xwîna xwe dike çavên xwe. Mîr Claudius Laertes qaneh dike ku yekane kesê ji mirina bavê wî berpis Hamlet e. Bi dû re nûçe tê ku Hamlet piştî van kirinên xwe, hîn jî serbest digere. Claudius bi dest xwe re dek û dolabekê digerîne. Tîne dibêje Leartes ku dive ew bi Hamlet re dueloyê bike, wê sere sure ku Laertes bi kar bîne jehr dar be, lê heke ev rêbaz jî bi ser nakeve, ew ê şeraba ku jehr xistinê pêşkêşî Hamlet bikin. Gava ku Mîrbanû Gertrude nûçeya ku Ophelia xwendiye tine, Claudius û Laertes behsa vê dek û dolabê dikin.


Di sehneya goristanê ya navdar de, dema ku du gorkolên henekbaz gora Olheliayê dikolin, qala xwekuştina wê ya eşkere dikin. Hamlet li gel Horatio tê û li rex yek ji van gorkolan dikeve, yê ku qoqê sere Yorickê qeşmerê zaroktiya Hamlet ji gora kolayî derdikeve û davêje derveyê gore. Hamlet û Horatio li vir li ser mirinê dûr dirêj diaxivin. Di serî de mîr, mîrbanû, Laertes, keşe û çendek şêwirmend û begên giregir, komek ji civata qesrê, cenazeyê Opheliayê radikin, termê wê hilgirtine tînin goristanê. Li viri Laertes û Hamlet şer krin, yên li wir wan ji hev dikin.


Dema ku vedigerin Elsinoreê, Hamlet ji Horetioyê hemrazê xwe re behs dike bê çawa ji ber mirinê reviyaye, Rosencrantz û Guildenstern bê çawa li şûna wî çûne mirinê. Di wê nave de, Osricê yek jî civata qesrê tê û dibêje ku mîr Hamlet vexwîne ku bi Laertes re dueloyê bike. Gava ku artêşa Fortinbras li ber dengên teble, def û borezanan ranêzîkî Elsinoreê dibe, tirata Hamlet û Laertes a metirsîdar dest pê dike. Laertes bi mace serî bêbişkok û jehrdar Hamlet birîndar dike, lê di heman katê de bi xwe jî bi xedarî birîndar dibe. Di vê nave de, Mîrbanû Gertrude şeraba jehr têkirî vedixwe û dimire. Di kêliya mirinê de, Laertes û Hamlet li hev tên, Laertes ji wî re dehfika Claudius a kujer derevedike. Di kêliyên jiyana xwe yên dawî de, Hamlet lê dixe Claudius dikuje û Fortinbrasê Norwecî wek şûngirê xwe dide xuyakirin û dimire. Dema ku Fortinbras tevî berpirsên xwe û qasidên Îngilizistanê dikeve hundir, Horatio jê re çîrokê dibêje, Fortinbras pesnê Hamlet dide, fermanê dide ku rêz li termê Hamlet bê girtin û li gorî meziniya wî termê wî bê rakirin.



XEWNA ŞEVEKE HAVÎNÊ


Ji bo daweta Theseusê Mîrê Atînayê û Mîrbanû Hippoltayê (heplîtek) amadekarî têne kirin, Lê ji aliyekî ve jî keç û kurên Malmezin (esilzadearîstokratxanedan) dil berdane hev; Demetrius û Lysander, ji Hermiayê hez dikin, lê dilê Hermiayê ketiye Lysanderi ji hezkirina xwe hema bibêje kilîkor bûye. Lê tu lê, Egeusê bavê Hermiayê qewl û biryara xwe kiriye ku Demetrius bike zavayê xwe, ku ev yek îş xera dike. Hermia û Lysander biryar digirin ku bi şev ji wir birevin wekî xwe ji vê aloziyê rizgar bikin û bi miradê xwe şa bibin. Lysander dihere ji Helenayê re behsa vê pîlana reva wan hezkiriyan dike. Ji ber ku Helena ji Demetrius hez dike, Helena jî bi dest xwe re dihere ba Demetrius û gotinên Lysander ji wî re dibêje. Bi şev, dema ku Hermia û Lysander hewl bidin ku ji bajêr birevin, Demetrius dide serpişta wan, ji aliyekî ve jî Helena bi dû Demetrius ketiye. Ev ji xwe re wilo dikin bez û rev, komeke şanoyê ya amator a ji karkerên curbecur pêk hatî ji bo zewaca mîr û mîr banûyê amadekariyên bo lîslikekê dikin. Li aliyekî jî, hezkirî bi rev û bez, li pey hev diçin, li wir disekinin. Helena ji Demetrius re dibêje, ‘’Ez ji te hez dikim,’’ lê Demetrius bi hezkirina wê qayil nabe.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  David whit the Head of Goliath, Caravaggio

Titaniya Mîrbanûya Periyan û Oberonê mîre Periyan, ên ku tu hay û agaha wan ji van qewîman nîne ji ber kumreşiya Oberon, ketine qirika hev, nîqaş di navbera wan de derdikeve, Lê Puck jî, yê ku belaya reş a Mîr Oberon e, lê dixebite ku sêhreke evînê çêke, ya gava ku bibiqute çavên hinekan, ew dem û dest dilberdin yekem tiştê yan jî kesê/a ku çav pê bikevin.


Ji ber mijareke peywendîdarî cîhana periyan, Oberon li Titaniayê pirr hers bûye, lewma jî, ji bo ku heyfa xwe ji wê hilîne, pîlanekê datîne, ji Puck dixwaze ku wê sêhra nû çêkirî li ser Titaniayê biceribîne, ew ê bi xwe jî wî sêhra li ser Helenayê û Demetrius biceribîne ku her du dil berdin hev. Lê belê Puck her tiştî li bin guhê hev dixe sêhrê di heman katê de li ser Hermiayê û Lysander Helenayê hişyar dike, ji ber bandora sêhrê ew Hermiaya hezkiriya xwe ji bîr bike û dil berdide Helenayê. Helena jî dibêje qey Lysander tinazên xwe bi wê dike. Di vê navberê de, Hermia bi vê bûyerê dihise.


Wê sibehê, li daristanê, gava ku Lysander Helenayê hişyar dike, ew ji ber bandora  sêhrê Hermiaya hezkiriya xwe ji nişkê ve ji bîr dike û dil berdide Helenayê. Lê belê Helena dibêje qey Lysander henekên xwe bi wê dike. Di vê nave de, Hermia bi vê yekê dihise. Di pey vê re, Puck Bottomê ku serî serê keran e. Puckê beradayî dihere van bûyeran û aloziyan çêbûyî bi Oberon dide zanîn.


Gava ku Oberon bi vê yekê dihise, vê sêhrê bi dest xwe re li ser Demetrius diceribîne, Puck jî dişîne ku biçe Helenayê peyda bike. Lysander û Demetrius bi hev re, li xwe mukir tên, her yek digire dibêje wê, ‘’Ez ji te hez dikim’’ û dibezin hev û din. Lê bi ya Helenayê be, ew her du jî qeflê xwe bi wê dikin. Di navbera Hermia û Helena jî nîqaş çêdibin. Hermia nikare tê bigihêje bê Lysander çima wilo dike. Oberon dike ser Puckê pîs ku ew mij û duxanekê raxe ser daristanê wekî kes tê de kesî nebîne. Gava ku Hermia, Helena, Hysander, Demetrius, Titania û Bottomê li jêr kartêka sêhrê di nava mij û duxanê de bi lez û bez dibin pey hev, diwestin û di cî de di xew re diçin.


Ji bo rewş sererast bibe, oberon û Puck tozeke bisêhr direşînin şer çavên wan hemûyan. Gava ku lehengên çîroka aloz hişyar dibin û radibin ser xwe, her tişt vedigere ser berê, tê bîra Demetrius ku ew ji Helenayê kez dike, Bottom jî şaş û matmayî dide xwe ku tiştên serî şîrove bike.


Koma şanoyê ya amator di henga pîrozbayiyên dawetê de lîstika xwe ya bi navê Komediya Şînbar e Kovanbar û mirina Pyramus û Thisbeyê ya nebîyayî xedar li hafa (cihê ku herî baş lê tê temaşekirin, bilindahî) civata mîr û mîrbanûyê pêşkêş dikin. Oberonê Mîrê Periyan û Titaniaya Mîrbanûya Periyan gazî periyan dikin ku ew civata qesrê ya malmezin bihewînin. Di dawiyê de, perde bi van gotinên Puck tê girtin:


“…

Her çend mijara me lawaz û tewş bû,

Lê berhema xewneke xweş bû.




FÎLMÊN KU LI SER SHAKESPEARE HATINE ÇÊKIRIN


Othelo (1906), Macbeth (1908), (1965), Xewna Şeveke Havînê (1935), Hamlet ( 1948, 1990, 1996), V. Hery ( 1983) Bazirganê Venedîk (2004), Xewna Şeveke Havînê(1935), Kral Lear (1983), Richardê 3. (1955), Çawa ji we re bê (1936), Romeo û Julîet (1996), Sezar Dive Bê Kuştin (2012), Çîroka Aliyê Rojava (1961)…hwd.


ÇAVKANÎ/JÊDER


KOLCU Prof. Dr. Ali İhsan, Batı Edebiyatı, Salkımsöğüt Yayınevi, 2011, İstanbul

SHAKESPEARE William, Xewna Şeveke Havînê, Ji Îngilîzî: Kawa Nemir, Weşanxaneya Lîs, 2013, Ankara

SHAKESPEARE William, Hamlet, Ji Îngilîzî: Kawa Nemir, Weşanxaneya Lîs, 2013, Ankara

SHAKESPEARE William, Hemû Sone, Ji Îngilîzî: Kawa Nemir, Weşanxaneya Lîs, 2010, İstanbul

URGAN Mina, İngiliz Edebiyati Tarihi, , Yapı Kredi Yayınları,  2006,  İstanbul


[1]Ji wergera Îngilizî Kawa Nemir, Hemû Sone, William Shakespeare, Weşanxana Lîs, 2010, Stenbol, r. 7,8,9

[2]İngiliz Edebiyati Tarihi, Mina Urgan, Yapı Kredi Yayınları, 2006, İstanbul,r. 223, 224,225

[3]Edebiyatı Tarihi, Prof. Dr. Ali İhsan KOLCU, SALKIMSÖĞÜT YAYINEVİ, 2011, İstanbul


Mehmet Emin Cırık