Edebiyat, Kurdî, Pdf Hayratı

Xasenezer, Arjen Arî

Arjen Arî, ji bo ku helbesta xwe bipijîne, bi hevîrtirşa helbesta klasîk hevîrê xwe stiraye lê ne di tenûra gundê Çalê de, di firneya nûjen a cîhana modern de nanê xwe pehtiye. Ango tovên ku ji çiya û zozanên Kurdistanê berhev kirine, anîne, di zeviyên deşta welatê xwe de çandine û ev tov xweş û xweşik şîn bûne. Ber girtine. Erê ew tov şîn hatin, ber girtin bûne berhem; ramûsanên xwe li geliyan veşartin, li çiyayên rûspî bûne lehengê berxwedana kurdan, bûne Kawa, bûne Şêrgele; ne çar û ne çil, bûne bi sedan helbest, ne tenê li bakur û li başûr, li her çar qetan, di dilê kurdan de gobilîn, ligel newayên mîna dengê têla gîtara hunermendê kurd, Memet Atlî.


Arî paleyekî zeviya wêjeya kurdî ye, paleyekî kedkar e ku bi keda xwe, bi dil û mêjiyê xwe giyana xwe ya bindest şuşt û pikîpak ji nav me çû. Wî Kurdistaneke azad nedît lê dê helbestên wî di dilê kurdên azad de, her tim zindî bin, heya wê roja ku her kurdê birûmet li benda wê ye. Ku her belbesteke wî, dikare bibe stranek, dikare bibe sirûdek ji rojên azadiyê re, di rojên dijwar de… Bi pênûsa xwe, bi dilê xwe rengekî delal da helbesta kurdî û bi wê helwestê bû paleyekî zimanê kurdî jî, ku bi helbesta wî kurdî dibe kewara hingivî. Di pêvajoya bindestiya gelê xwe de, tişta herî zehf dilê wî diêşand, perçebûna welatê wî bû ku wî evê yekê weke – çar parî– bi nav dikir. Loma heta jê hat dengê xwe li helbesta xwe bar kir û dil û mêjiyê xwe jî pê re û ew deng li –çar qetan- belav kir, bi hêviya ku rojekê kulîk di dilê wî û dilê her kurdê birûmet de vebin. Kulîlkên azadiyê…



Di wêjeya neteweyên bindest de, ziman hêman û navgîna girîng a nasnameyê ye. Arjen Arî jî bi vê hişmendiyê, her tim zimanê xwe di jiyana xwe de zindî û çalak girt. Dîsa bi vê ve girêdayî, di helbesta xwe de, di nivîskariya xwe de, çanda gelê xwe bikar anî. Û bi vê yekê xwest bi qasî serê derziyekê be jî keda wî di avakirina netewebûna gelê wî de hebe. Weke ku nivîskar û şairê Ingilîz Aldous Huxley jî angaşt dike ku ‘romanûs û helbestvan heta radeyeke mezin îcatkarê neteweyên xwe ne, bi vê baweriyê tevgeriya û bi vê mebestê helbestên xwe ristin.


Xasenezer, berhema wî ya dawî bû. Di vê berhema cerbînê de, helbest di serî de, dîtin û gotinên xwe yên derbarê wêje û zimanê kurdî de bi me re parve kirine. Mixabin nexweşiya kambax nehişt çapa vê berhemê bibîne. Lê gava ku wî li bajarê Edenê tedawî didît û min bi riya telefonê rewşa wî pirsîbû, wî jî rewşa “Xasenezerê” ya dawî ji min pirsîbû û li ser daxwaza wî, min dosya bi riya înternetê jê re şiyandibû. Niha jî, bi bextewerî, em diyariya Arjen Arî ya dawiyê, li ser navê wî, pêşkêşî xwendekarên kurdî dikin. (Pêşgotin – Îsmaîl Dîndar)


Arjen Arî – Xasenezer, Evrensel Basım Yayın


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Hayata Sığamayanlar